‘Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe emê têbikoşin’

  • rojane
  • 15:32 20 Tebax 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jin ji bo Îpek Er a ku Çawîşê Pispor Mûsa Orhan tecawîzê wê kir û bû sedema mirina wê, daketin qadan. Jinan çalakiyên cur bi cur  lidar xistin û wiha bertekên xwe anîn ziman: “Heya ku çanda tecawîzê bi dawî bibe, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.” 

 
Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Enqerê, têkildarî bûyera jina ciwan Îpek Er a li navçeya Qubînê ya Êlihê ji aliyê Çawîşê Pispor Mûsa Orhan ve hat tecawîzkirin û bû sedema mirina wê, li Hatay, Enqere û Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
ENQERE 
 
Endamên Platforma Jinan a Enqerê, derbarê bûyera tecawîzkirin û mirina Îpek Er de li Navenda TUM BEL SEN’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Zilaman fihêl nekin bi darizînin, Peymana Stenbolê bi cih bînin” hat daliqandin.  
 
Endama platformê Zeynep Ulger, di civînê de axivî û wiha got: “Êdî tehemûla me nemaye ku ji me jinek din kêm bibe. Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin. Ji bo vê yekê em kom bûn. Piştî ku Îpek Er jiyana xwe ji dest da, li ser bertekên di medya civakî de Mûsa Orhan hat girtin. Bi sedan bersûcên mîna Zeynel Abakarov, Hasan Bîlgîlî û Şîrîn Unal bêyî ku bên darizandin û ceza li wan bê berîn di nava me de bi awayekê pir rehet digerin. Sûcên tacîz û tecawîzê yên li dijî zarokan li Tirkiyeyê bûye pirsgirêkek herî mezin. Bi taybetî li bajarên kurdan, dewlet çavê xwe li van bûyerên tecawîz û tacîzan digire. Ev jî perçeyekê polîtîkayên şerê taybete.” 
 
MÊRSÎN 
 
Melîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev ne înttîhare, tundiya zilame! Jinên hatine qetilkirin îsyana me ne.”
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrsînê Gulay Şen, di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser bi cih neanîna Peymana Stenbolê û xwest peyman bê bi cih anîn.
 
HATAY
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Îskenderûnê jî derbarê mijarê de li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê daxuyanî da çepemeniyê.  Fatma Gureş, di daxuyaniyê de li ser navê platformê axivî û wiha got: “Emê tu carî destûrê nedin vê siyaseta qirêj. Divê hem Mûsa Orhan û hem jî hişmendiya ku temsîl dike bê darizandin û ceza kirin.” 
 
WAN
 
Derbarê mijarê de Meclîsa Jinan a HDPê ya Erdîşa Wanê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê hat dayîn. Ji hêla rêvebera HDP'ê ya navçeyê Hatîce Yildiz ve daxuyanî hat xwendin.
 
Yildiz, di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî bajarên kurdan tê meşandin û got: "Wekî her car çawa di hêla hiqûqî de nêzî sûcdaran dibûn vê carê jî heman ferasetê nêzî Musa Orhan jî bûn. Me carek din jî dît ku li hemberî çanda tecawizê hiqûq çawa nêz dibe. Musa Orhan di serî de nehat girtin û ev tişt wijdana gel aciz kir. Piştî bertekên raya giştî daraz neçar ma ku Musa Orhan bigire."
 
Yildiz, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li hemberî tecawizê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna li dijî tecawizê dê her tim di rojevê de be. Xwişka me Î.E dilê me şewitand, lê belê hêrsa me jî zêde kir. Em tu carî zêmarên dayika wê 'Rabe keça min rêya min dirêj û barê min giran e' ji bîr nakin." 
 
 

Sernavên din

24/08/2020
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2020'AN
23/08/2020
21:57 ANYAKAY-DER kongreya xwe li dar xist
21:50 Li Tirkiyê îro 19 kes ji ber koronayê mirin
19:46 Rewşa Ebrû Tîmtîk giran bûye
19:13 Serdanên şandeya KCD, DBP û HDP’ê li Colemêrgê didom e
17:51 Li Gîresûnê felaketa lehiyê: 5 kes mirin, 12 kes birîndar in û 11 kes winda ne
16:54 Ji şifêrên li Xabûrê 4 daxwaz
16:14 HDP’iyan esnafên Dara Hênê ziyaret kirin
15:36 Turk Telekomê ji dayika 65 salî ya tenê bi kurdî dizane re got, an bi Tirkî yan jî bi Erebî biaxive
14:23 Li Pendîkê jinek hat kuştin
14:19 Li Artemêtê taviya baranê
12:49 Bûldan û Sancar: Êdî bese, Deryaya Reş rehet berdin
12:04 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsê ketin
11:53 'Bi şêwazên şaş ne pêkane ku destûreke rast bê amadekirin'
11:22 Ajokaran li dijî girankirina karê derbaskirina deriyê sînor çalakî li dar xistin
11:22 Li Giresûnê hejmara miriyan derket 4'an
11:11 Aldar Xelîl: Bi hikumeta Sûriyeyê re ne diyalog û ne jî çareserî heye
10:07 Berdevka DÎB'ê Koca: Em dikarin herikîna dîrokê bi hevre biguherînin
10:06 Keskîn: Polîtîkayên salên 90'î û niha pir dişibin hev
09:31 Seydî: Xafil kî ye, dijmin kîye û nûner kîye?
09:06 Gelê Herêma Kurdistanê ji êvarî heta şevê li qadan bûn
09:06 Çapa 3'yan a pirtûka 'Gotinên Pêşiyan' derket
09:05 Der barê qutkirina ceryanê de hat xwestin ku 100 sal ceza li midûrên DEDAŞ'ê bê birîn
09:05 Li nexweşxaneyên pandemiyê jî navbera fizîkî esas tuneye
09:05 Tên li fiyetan mêze dikin, lê nikarin bikirin
09:04 Ên ditehbin ew in, lê yên qezenc dikin bazirgan in
09:04 'Dê rezerva hatiye dîtin pirsgirkê hel neke'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2020'AN
22/08/2020
21:26 Guven: Kesên Planên Rûxandinê kirin bixwe dirûxun
20:47 22 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:54 HDP'î li Çewligê seredana odeyan û rêxistinên pîşeyî kirin
18:31 Şerê ku danê nîvro li Çiyayê Gabarê qewimî hîn jî didome
17:00 ‘Tevahiya kurdan tên tecrîdkirin’
16:58 'Bi gotinê nabe, divê hûn tecrîdê rakin'
15:24 Davutoglu yê duh: Dê Torosên spî bigerin
Davutoglu yê îro: Kurd ne aram bin em jî ne aram in
15:06 Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê: Ji bo Tîmtîk û Unsal edaletê pêk bînin
14:56 Li Stenbol û Enqerê ji bo girtiyên nexweş bang kirin
14:41 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Acar pirsî
14:29 Şandeya KCD, HDK, DBP û HDP’ê bi çepgiran re hevdîtin pêk anî
14:07 Li Basa şer û pevçûn
13:57 Lêgerîna edaletê ya 28 salin dewam dike
13:56 Li Qoserê jina ciwan a winda bûbû hat dîtin
13:38 Xelkê Kopê bi dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ Bûldan pêşwaz kir
11:54 Fîgen Yuksekdag pirtûka ‘Yikilacak Duvarlar’ nivîsand
11:53 27 sal in agahî jê nayê girtin
11:31 Ji bo lêpirsîna Mîraç ê winda bû biryara ‘sînordarkirinê’ hat dayîn
11:07 2 bankeyên li Sîlopiyê ji ber şewbê şaxên xwe heya demekê girtin
10:16 Qursên Navenda Çand û Hûnerê ya Aryen dest pê kirin
10:11 Aldar Xelîl: Divê kurd ji geşedanên kûrewî re amade bin
10:05 Li Enqereyê 6 kes hatin girtin
10:02 8 kes bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin
09:20 Aborîzan: Tu fêda 'Mizgîniyê' ji aboriyê re tune ye
09:04 Başaran: Xweparastin rêxistinbûyîna me ye
09:03 Bazirgan kîloya fistiqên Dîlokê bi 16'a dikirin bi 80'yî difiroşin
09:03 Nas: Berteka piştî 8 mehan nîşaneya bêçaretiyê ye
09:03 Esnaf ji bo heqê kirêya xwe bidin krediyê dikişînin
09:02 Albûma 'Xeyal' a Firat Med derket
09:02 Helbestên pirtûka 'Şevbar' li ser welat û ziman in
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'AN
21/08/2020
22:37 Mazlûm Ebdî ji bo êrîşên Tirkiyeyê bang li garantorên peymana agirbestê kir
21:10 22 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:37 Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare azad bibe
17:58 Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye
16:12 Li Çewligê herî kêm 80’î xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:01 Heyeta KCD û DBP'ê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir
16:00 Di 7 mehên salê de li Amedê 7 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin
15:31 Egîtîm-Sen: Sedema girtinan aciziya ji têkoşîna me ye
15:30 Odeyên tabîban: Em nikarin nefesê bistînin
14:31 Li Rihayê rojane hezar kes bi koronayê dikeve
14:26 Nebez Xalid: Divê gel li dijî dagirkeriyê xwe bi rêxistin bikin
14:19 Bûldan li Bazîdê bi gerandina guvendê hat pêşwazîkirin
13:39 HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e
12:57 Piştî 3 mehan cenazeyê keça xwe defin kirin
12:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:49 Di tîrmehê de hezar û 505 şîrket ji ber qeyrana aborî hatin girtin
11:40 Lêpirsîn derbarê miftiyê bi gefan pere kom kir de hat destpêkirin
10:56 Joe Bîden li DYA'yê bû namzetê fermî yê Partiya Demokrat
09:20 2 salin OHAL rabûye, lê qedexeya li pêş Bîrdariya Jiyanê didome
09:00 Krîza aborî û rewşa esnafên oto sanayiyê
09:00 Bîlgen: Ji bo demokrasiyê firsendeke dîrokî heye
09:00 Ziyareta dayikê ji bav re serbest e ji kur re qedexe ye
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2020'AN
20/08/2020
21:54 Hejmara pêketiyan zêde dibe: Hezar û 412 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:28 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
18:31 DBP û KCD'ê serdana KESK'ê kirin
18:09 Parêzerê Malbata Er: Ji ber ku edalet di wext de tecellî nekir, Îpekê mir
16:48 Bi hezaran lîre ceza li ciwanan hat birîn
16:48 Li Wanê ji bo 65 saliyan sînordarkirinên pandemiyê hatin ragihandin
16:27 Jinên ku Mûsa Orhan şermezar kirin û binçav bûbûn hatin berdan