Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e

  • rojane
  • 09:24 25 Tebax 2020
  • |
img

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên piştî tên sînorê mirinê û tên berdan û wiha got: "Girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin cînayet e. Faîlê vê yekê jî dewlet e. Hin girtî hene 6 meh in neçûne nexweşxaneyê û nikarin tedawî bibin." 

Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Bi sedan girtiyên nexweş her ku diçe pirsgirêkên wan ên nexweşiyê zêde dibin. Bi sedan girtiyên ku nexweşiyên wan giran, bi hinceta vîrûsa corona nikarin biçin nexweşxaneyan. Gelek girtî tên sînorê mirinê û şûnde serbest têne berdan. Niha şewba vîrûsê li girtîgehan jî belav dibe û fikara malbat û parazvanên mafên mirovan zêdetir dibe. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rewşa nexweşiyên 604 girtiyan pir zêde giran e. Yên hatine tespîtkirin jî heta niha Hezar û 605 girtî nexweş in. Her çendî Saziya Tipa Edlî (ATK) rapor daye girtiyan û diyar kiriye ku nikare di vê rewşê de di girtîgehê de bimîne jî dîsa bi sedan girtî nayên berdan. Li gorî guhertina Zagona Înfazê ya di sala 2013'an de divê girtiyên nexweşiyên wan giran cezayê wan bê taloqkirin. Lê niha bi sedan girtî tevî ku nexweşiyên wan giran in jî bi hinceta "Dê ewlehiya civakê têxe xeterê" nayên berdan. Li gorî daneyan di 8 mehên 2020'an de 5 girtiyên nexweş piştî hatin berdan çend roj şûnde jiyana xwe ji dest dan. 
 
DI HEFTEYEKÊ DE 2 KES MIRIN
 
Di nava hefteyekê de 2 girtiyên ku dadgehê berdana wan ji bo ewlehiya civakê talûke didîtin jiyana xwe ji dest dan. Girtî piştî hatin berdan di nava çend rojan de jiyana xwe ji dest dan. Yek ji kesên hatin berdan û piştre ji yanaxwe ji dest da, Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Cihanê yê Uşakê a bi KHK'ê hat girtin Mevlut Oztaş bû. Oztaş, li girtîgehê bi nexweşiya pençeşêrê ket. Li ser rapora ATK'ê di 26'ê Hezîrana 2020’an de berdan. Ji ber nexweşiya gurçikê ya Oztaş hebû û dermankirina wî taloq kirin, Oztaş di 19'ê Tebaxa 2020'an de jiyana xwe ji dest da. Yek ji girtiyên din ê jiyana xwe ji dest da jî derhêner Fatih Terzîoglu bû. Terzîoglu jî piştî Oztaş çar roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Terzioglu ku bi pençeşêra mahdê ketibû di 11'ê Tirmeha 2020'an de berdan û mehek şûnde jiyana xwe ji dest da. 
 
KAYA DI SÎNORÊ MIRINÊ DE BERDAN 
 
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê de bû, di 20'ê Gulanê de hat berdan. Lê roja hat berdan jiyana xwe ji dest da. Girtî Erdînç Tulay ê li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê jî li gel rapora ATK’ê nehat berdan. Erdinç Tulay piştî hat berdan di 4'ê Tîrmeha 2020'an de jiyana xwe ji dest da. Girtî Medeni Arifoglu jî ji ber dereng hat berdan piştî hat berdan di 25'ê Çileya 2020’an de ji yana xwe ji dest da. 
 
GERGERLÎOGLU: HER MIRINEK CÎNAYETEK E 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Faruk Gergerlîoglu  bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ku piştî tên berdan û jiyana xwe ji desk didin wiha got: "Sedema girtiyên tên berdan û jiyana xwe ji dest didin, berdana derengmayî ye. Ev mirin cînayet bi xwe ye. faîlê wê jî dewlet e. Piştî pandemiyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Pirsgirêk pergalî ye. Herî zêde girtî û malatên girtiyan serî li komîsyonê didin. Girtî piştî tên sînorê mirinê wan serbest berdidin. Ev pirsgirêk berê jî hebûn. Lê bi taybetî piştî sala 2016'an û îlankirina OHAL'ê ev pirsgirêk zêdetir bûn. 5 hezar û 665 kesan serî li komîsyonê dan. Ji wan 4 hezar û 518 kesên serî li komîsyonê dan girtî ne. Girtî tên ber sînorê mirinê û piştre wan berdidin. Girtî li ber çavan jiyana xwe ji dest didin." 
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî sedema mirinê wekî guhertina xala 16'an a zagona hêjmar 6511'an ku di 24'ê 2013'an de pêk hat pênase kir. Çevirmen,  da zanîn ku piştî di zagonê de guhertin çêbû xala "Gefa li dijî Ewlehiya civakê" lê zêde kirin û bi sedan girtî ji ber vê xalê nayên berdan. Çevirmen destnîşan kir ku ji ber vê xalê li gel rapora ATK’ê girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: "Li gel rapora ATK'ê bi dehan girtî nayên berdan. Lê ji ber rayedar vê hêjmarê bi mere parve nakin ev hêjmar a rastîn nayê zanîn. Dîsa gelek girtiyên ku nexweşiyên wan giran in jî ATK raporê nadin wan. Divê binpêkirina mafan a li girtîgehan bi dawî bibe û divê bi lez girtiyên nexweş serbest bêne berdan. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

27/08/2020
13:41 Ji AYM’ê biryara Kûşkonar: Faîl ne diyarin, bila tazmînat bê dayîn
13:32 Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin
12:39 Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:27 Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim
10:49 Yuksekdag: Em dikarin bi piştevaniyê Tîmtîk û Unsal bidin jiyîn
09:53 Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin
09:04 DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir
09:04 5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin
09:04 Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye
09:03 Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan
09:03 Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
26/08/2020
21:28 Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye
19:46 Koca: 20 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin
18:17 Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
16:54 Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir
16:06 Guven: Em hemû hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin
15:38 Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê
15:33 Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir
15:32 Ozturk: Muxatabê çareseriya kêşeya kurd birêz Ocalan e
15:10 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin
13:47 Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike
13:15 Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were
13:13 Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin
12:37 Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e
11:51 Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye
11:40 Başaran: Derket holê ku kî tecawizkar diparêz e
11:39 YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye
11:37 ‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’
11:07 Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe
11:00 Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike
10:39 Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar
09:58 Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin
09:52 Romana 'Çerxa Xedar' heqîqetê ronî dike
09:16 Çawîşê Pispor ê bû sedema kuştina Îpek Er serbest berdan
09:05 Ev gund, bi salan e bê av e
09:05 Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
09:05 Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye
09:05 Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt
09:04 Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e
09:04 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin
09:04 Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
07:41 80 penaber noqî deryayê bûn
01:45 Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan
25/08/2020
20:13 Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne