Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye

img
STENBOL – Siyasetmedarê kurd Ferman Garzan, diyar kir ku protoqola ku li Moskovê hatiye îmzekirin wê di çareserkirina qrîza Sûriyeyê de bi bandor be û got ku di heman demê de protoqol bloqa demokrasiyê ye.
 
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku bi mudaxaleyên hêzên gerdûnî û herêmî ketiye rewşeke ku nikare ji navê bê derketin, 9 salan li pey xwe hişt. Civînên Cenevre, Soçî û Astanayê jî jê re nebûn çare. Mudaxaleyên leşkerî, siyasî û aborî yên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bûn sedema zêdebûna trajediyan. Lêgerînên çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê yên Rêveberiya Xwesar a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. 
 
Di vê çarçoveyê de hefteya borî heyeteke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku serokatiya wê Seroka Komîteya Birêveberina MSD’ê Îlhan Ahmed dikir çû serdana Rûsyayê. Heyetê, di 31’ê tebaxê de li vir bi Partiya Vîna Gel (HÎP) re ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê  protoqoleke ji 5 xalî pêk dihat, îmze kir. Protoqol ji bo çareseriya leşkerî, siyasî, aborî û rêveberiyê perspektîgeke girîng pêşkêş dike.
 
GIRÎNGIYA PROTOQOLÊ
 
Siyasetmedarê kurd Ferman Garzan ku hevdîtinên li Moskovê ji nêz ve dişopîne, derbarê naverok û girîngiya hevdîtinên li Moskovê nirxandinan kir. Garzan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mudaxaleyên hêzên gerdûnî û herêmî û civînên Cenevre, Soçî û Astanayê ku çareserî bi xwe re nanîn û qala girîngiya Protoqola ku bi garantoriya Rûsyayê di navbera MSD û HÎP’ê de hat îmzekirin, kir. Garzan, rola protoqolê ya di înşakirina Sûriyeya nû de destnîşan kir û got ku armanca bingehîn a protoqolê xizmetkirina demokratîkbûna Sûriyeyê û Destûra Bingehîn e. 
 
WÊ KÊRÎ ÇARESERKIRINA QRÎZA SÛRIYEYÊ BÊ
 
Garzan, da zanîn ku modêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş dixe dikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “MSD li ji sêsêyê yekî Sûriyeyê serwer e. 9 sal in şoreşek tê jiyîn. Pergaleke nû hat pêşxistin. Rêxistibûneke ku hemû gel tevlî dibin hat avakirin. Kurdan pêşengiya demokrasiyê kir. Protoqola Destûreke Bingehîn ku mafê hemû gelan garantî dike, derketina hemû dewletên biyanî ya ji Sûriyeyê û çareseriya bi beşdariya hemû beşên Sûriyeyê esas digire.” 
 
RÛSYA BÛ GARANTOR
 
Garzan, bi lêv kir ku protoqol ji hikumeta navendî bigire heta hikûmetên herêmî, li ser înşakirina Sûriyeyek çawa radiweste û wiha axivî: “Garantîkirina Destûra Bingehîn a van hemû tiştan dibêje. Dibe ku di mijara pêwîstiya teşegirtina parastin, mekanîzmayên hundirîn, jiyan, aborî, siyasetê de roleke baş bilîze. Ji ber ku bi parçebûnê çareserî pêk nayê Rûsya bû garantorê protoqolê. Ji bo ji holê rakirina talûkeyên li pêşiya Sûriyeyê îmzekirina protoqolê girîng e.”
 
BLOQA DEMOKRASIYÊ YE
 
Di dirêjiya nirxandinên xwe de Garzan bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û wiha pêde çû: “Bi feraseta “talan” û “ xanîmetê” bi çeteyan re çareserî çênabe, bi temamî parçebûnê esas digirin. Tu taybetmendiyeke wan a mirovî tuneye, tev di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Tirkiye jî ne ji bo çareseriyê, ji bo kûrkirina qrîzê hewl dide beşeke Sûriyeyê dagir bike. Ji ber van sedeman protoqol girîng e û ji bo berdewamkirina hevdîtinan jî Rûsya bûye garantor. Rûsya piştgiriya protoqolê dike û protoqol danesîna mafê hemû gelan esas digire. Têkoşîneke bi vî rengî dest pê dike. Em dikarin vê weke bloqeke demokrasiyê jî bi nav bikin. Wê ev bloq hem li qada navneteweyî hem jî li herêmê serkeftinên mezin bi xwe re bîne.”
 
TIRKIYE VALA DERKET
 
Derbarê astengkirinên Tirkiyeyê jî Garzan, da zanîn ku Tirkiye ji bo astengkirina îmzekirina protoqolê Tirkiye heyet şandiye Rûsyayê lê bi ser neketiye, vala derketiye û derbarê mijarê ev tiş gotin: “Protoqol pêşkêşî heyeta Tirkiyeyê jî hat kirin. Rûsya dixwaze qrîza Sûriyeyê çareser bike û vi beşên ku dixwazin qrîza Sûriyeyê çareser bikin re tevgeriya. Heyeta MSD’ê bi gelek saziyên dewletê û rêxistinên sivîl re hevdîtinan kir û hemû hevdîtin jî bi erênî derbas bûn. Hê jî hevdîtinên heyete didomin.  Beriya niha jî çend hevdîtinên bi rengî çêbûbûn, lê ev cara yekemîne heyet bi awayekî fermî hat vexwendin û bi protoqola dewletê hat pêşwazîkirin. Ev gava destpêkê bû û bi erênî bû. Divê ev baş bê nirxandin.”
 
HEWLDANÊN RÛSYAYÊ
 
Garzan, got ku ji destpêkê ve Rûsya xwestiye Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî hevdîtinên Cenevre, Soçî û Astanayê bike, lê ji ber astengiyê Tirkiyeyê vê pêk naniye û ev tişt li nirxandinên xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê tu encam ji van hevdîtinan derneket. Armanca piştgiriya Rûsyayê ya vê protoqolê tevlîkirina kurdan a van hevdîtinan e. Lê bele zehmetiyê vê jî hene. Tirkiye bi tevahî li dijî vê dertê. Aşkera li holê ye ku tu civîn bêyî beşdarbûna kurdan nikare bi serkeve.
 
‘WÊ SÛRIYEYA NÛ NE BEYÎ KURD BE’
 
Ji bo pêşaroja Sûriyeyê Garzan, diyar kir ku wê Sûriyeya nû ne bêyî kurd be û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Protoqol ji bo çawaniya cihgirtina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di Sûriyeya nû de roleke hêsanker dilîze. Wê Sûriye nû ne bêyî kurd û statuya wan be. Ev di protoqolê de jî cih digire. Divê bê pêkanîn ku kurd jî tevlî hevdîtinên mîna Cenevreyê bibin. Ev protoqol alternatîfa van hemû civînan e. Muxalîfên ku dixwazin qrîza Sûriyeyê çareser bikin, divê zanibin ku protoqola herî maqûl ev protoqol e. Li gorî vê yekê divê civîn û xebat bên meşandin.” 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

10/09/2020
11:51 Li gundê karkerên kurd test nehatine kirin: Ev dewama êrişê ye
11:13 Pêketiyên vîrûsê 28 mîlyonî derbas kir
10:55 Kiryarên destdirêjiyê hatin berdan
10:17 Turkdogan: Serdana Spano asta hiqûqa Modernetîya Kapîtalîst nîşan dide
10:15 Qeyûm karmendê ku strana kurdî parve kir ji kar derxist
09:58 Cûdî 3 mehin dişewite: Nehêlin bênefes bimîne
09:04 Karkerên ku Şaredariya Beşîktaşê ew ji kar derxistin: Em karê xwe dixwazin
09:03 Alpay: HDP ji bo Tirkiyê şensekî mezin e
09:03 Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin
09:03 Giyayên berhev dikin bi qantir û hespan dikişînin
09:03 Dayika 27 sal in li kujerên birayên xwe dipirse bi cezakirinê re rûbirû ye
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2020'AN
09/09/2020
19:41 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:36 Biryara der barê doza rojnamevanan de hat aşkerekirin
18:16 Hevşaredara Giyadînê Yaşar hat berdan
16:53 Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan
16:18 Kesê gefa kuştinê girt serî li ÎHD’ê da
15:45 Polisan Aticiya ESP’î binçav kirin
14:57 Rojnameger hatin darizandin: Sûcdariyeke di destê we de bimîne
14:40 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekîtiyê kirin
14:25 Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin
14:14 Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir
14:10 Sîxûrtî li endamê HDP’ê hatiye ferzkirin
14:07 Di doza Hevşaredar Demîr de biryara bêrayetiyê
13:52 Aktîvîsta TJA’yê Şîmşek hat tehliyekirin
13:44 Şewata li Çiyayê Cûdî didome
13:25 Dolar reqora hemû deman şikand
13:24 Lemanê êrişa nijdarperestî kir wêneyê kovarê
12:13 Danişîna xebatarên ETHA’yê taloq bû
12:13 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
12:06 Doza sereke ya Ozgur Gundemê taloq bû
11:54 Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar
11:46 Candemîr: Dixwazin rojnamevanan bitirsînin
11:35 Ne kesên revandin li HDP’iya hat revandin doz vekirin
10:39 Deyn ne bes bû niha jî her roj tiştek tê desteserkirin
10:38 Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne
10:15 Kuçe bi klamên wî olan didin
10:03 Rapora Girtîgeha Panosê: Ava nepaqij, bi bêhn û bi kurmik didin girtiyan
09:22 Deşta Gedîzê dikin qurbana biyogazê
09:15 Divê Sînemaya Yilmaz Guney cardin bê çêkirin
09:14 Piştî ji kar hat derxistin sehneyeke alternatîf ava kir
09:13 Li gor qeyûm qoliyên alîkariyê û bûrsên xwendekaran 'zirara cemaweriyê' ye
09:12 Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye
09:10 Texrîbata li Çiyayên Kizilkayayê mezin dibe
09:09 Salar Mehmûd: Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê hikûmeta herêmê bike ber lêpirsînê
09:02 Destê wan bi destê cendirmeyan ve tê kelepçekirin!
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2020'AN
07:56 Polîsan 3 TJA’yî binçav kirin
08/09/2020
23:40 Kızılkaya yê HPG’î spartin axê
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin