Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?

img
ŞIRNEX - Çiyayê Cûdî nêzî 3 meh in dişewite. Şewata ku ji hêla welatiyan ve bi derfetên herî kêm ve tê vemirandin û ji ber vê yekê bi hezaran dar şewitîne. Yek ji deverên herî zêde şewatê lê xesar çêkiriye gundê Cifanê ye. 
 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Şirnexê operasyonên leşkerî bênavber didomîne. Di dema operasyonan de bi sedan hektar qadên bi daristan hatin şewitandin. Bi hevkariya leşker û cerdevanan li gelek deveran dar hatine birîn. Ev oprasyonên leşkerî tesîrek neyînî li ser xwezayê dikin û dibe sedama talana xwezayê. Li herêma Çiyayê Cûdiyê şewata darizanan û birîna daran didome. Welatiyên ku  dixwazin mudaxileyî şewatê bikin jî lê ji hêla rayedaran ji ber destûr nayê dayîn nikarin mudaxileyî şewatê bikin. 
 
Bi rojane herêm dişewite, lê bêdengî ango xemsariya raya giştî ya li hemberî şewatê û birîna daran jî didome. Her wiha şewatên ku ji hêla gundiyan ve bi derfetên herî kêm tên vemirandin, ji hêla rayedaran ve tên astengkirin. Di rojên dawî de li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî dişewitin. 
 
Li gundê Cifanê jinên ku bi derfetên xwe agir vemirandin behsa wê rojê kirin û gotin ku herêm bi zanebûn tê şewitandin û bang li raya giştî kirin ku li hemberî şewatan bêdeng nemînin. 
 
'KÎ HAWARA CUDÎ DIBIHÎZE?’
 
Ji jinan Kudret Kazan anî ziman ku dewlet bi zanebûn li herêmê şewatê derdixîne û got: "Ev 4 roj bûn herêma me dişewitî, lê kes bi hawara me nehat. Em zarok, jin û ciwan li erebeyên xwe siwar bûn û çûn cihê şewatê. Em serê sibehê çûn û heta seatên şevê em bi vemirandina agir re mijûl bûn. Hindik mabû ku em jî bişewitin. Ji ber ku agir geş dibû û av nebû ku em vemirînin. Me bi axê agir vemirand. Me ji qereqolê re, ji komên agirkuj re û şaredariyê re  telefon kir nehatin. Ji me re gotin ‘Me mijûl nekin.’ Em dizanin kî şewat derxistiye. Em jî vê baş dizanin û ew jî dizanin. Darên me ji hêla cerdevanan ve tên birîn û herêm jî ji hêla leşkeran ve tê şewitandin. Her sal li herêmê şewatê  derdixînin. Em bi şewitandina xwezaya xwe, dar û deviyên xwe xemgîn dibin. Me bênefes dihêlin. Bi kîjan wîjdanê daran dibirin û dişewitînin? Dar zindî ne. Mirov dara nabire û naşewitîne. Dar ji me hemûyan re tiştek hewcedar in. Nêzî 3 meh in Çiyayê Cûdî dişewite lê kes tiştekî nake û ez dipirsim kî hawara Cûdî dibîhize? Bêdengiya we dibe sedema talankirina xwezayê." 
 
ROJÊ 50 EREBE DIÇIN DARAN BAR DIKIN 
 
Gurbet Bîrlîk jî bal kişand ser şewatê û da zanîn ku şewata wê rojê ji hêla jinan ve hatiye vemirandin û wiha got: "Şewateke ne ji rêzê bû. Bi vê şewatê bi hezaran dar û gelek deverên daristan şewitîn. Me her kes jî agahdar kir. Lê kesek bi hawara me ve nehat û dengê me nebihîstin. Xemsar nêzî ax û xwezaya me dibin. Me bi derfetên xwe yên kêm şewat vemirand. Heke rayedaran alîkarî bikira wê ev şewat ewqas belav nebe. Şewat ne bes e, radibin darê me dibirin û dibin difiroşin. Pezê me birçî dimîne bêçilo û bêgiya maye. Rojê 50 erebe tên daran dibin. Herêmê bênefes dihêlin û dikin ku debara me nebe. Em dibêjin divê kes li dijî vê talanê bêdeng nemîne." 
 
JI BER ŞEWATÊ PEZÊ WAN STEWR BÛYE 
 
Sabriye Sayar jî bertek nîşanî helwesta dewletê ya li hemberî şewitandina xwezayê da û wiha got: "Em naxwazin darên me bibirin û xwezaya me bişewitînin. Qey ev dar yên birînê û şewitandinê ne? Dara kizwanê dibire, dara gihûşkê dibire, dara beybûkê dibire. Hemû cûreyên daran dibirin û dibin difiroşin. Birîna daran ne bes e darên me jî dişewitînin. Tiştek ji me re nehiştin. Xwezayê hişk û xalî kirin. Darên me hemû şewitîn. Ev çend rojin em ji qehran nikarin xwarinê bixwîn. Heger dewlet dewlet be pêwîste di rewşên wiha awarte de li hawara xelkê biçe. Rûreşiya herî mezin ew e ku dema dareke zindî li ber çavan bişewite û tu jî li hawara wê neçî ye. Ev ne exlaqî û ne jî wîjdanî ye. Ger ku tu bi saya vê xwezayê şûşeyekî avê vexwî û tu hawara wê neçî, tu bêîmanî û bêwîjdanî. Em nikarin pez bidoşîn. Ji ber ku her dever şewitîye û tiştek tine ye pezê me bixwe stewr bûye. Em vê hovîtiyê qebûl nakin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 

Sernavên din

08/09/2020
21:16 Di doza Sûrê de cezayê muebetê
20:55 52 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir
16:47 Dema binçavkirina 4 kesan hat dirêjkirin
16:03 Esker temaşeyî şewata li Cudî gur bûye dikin
15:36 Li gelek navendan operasyona li dijî ESP’ê hat şermezarkirin
15:26 Kiliçdaroglû: Demîrtaş û Kavala li ser daxwaza Erdogan girtî ne
14:53 Li Enqerê di 6 rojan de 106 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
14:52 Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin
14:45 Li Colemêrgê şewata daristanê
14:44 Dawî li şahiya muzîkê ya li kafeterya û restorantan tê
14:37 Li Meletiyê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:21 Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin
14:20 Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin
14:06 Baroya Amedê: Li şûna dozgeran walî daxuyaniyan didin
13:44 Surucu: Gelo derbarê Şaxa TEM’ê ya Rihayê de wê lêpirsîn bê vekirin?
13:31 HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin
13:06 Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike
13:02 Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin
12:59 DGD: Êrîşa li hemberî karkerên kurd berhema polîtîkayên sed salî ye
12:31 Li çoltera Kercewsê şewat derket
12:29 Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû: Ev operasyon li dijî hêzên demokratîk e
12:02 'Em ê rê nedin rant û talanê’
11:18 Di operasyona li dijî ESP’ê de 14 kes hatin binçavkirin
11:16 'Heke îro saxbûya teqez wê fîlmê pirsgirêka kurd çêbikira’
11:06 Rojnameger Candemîr hat berdan
11:05 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
10:29 Operasyona eskerî li herêma Nordîz dest pê kir
10:21 Ji Kalesnikava ya hat revandin agahî nayê girtin
10:09 Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye?
10:02 Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin
09:56 Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin
09:33 ‘Beramberî bertîlê zextan lê dikin ku bibe îtîrafkar’
09:07 Der barê windayan de bersivên sosret ên Tirkiyeyê
09:06 Li gundan amadekariyên zivistanê dest pê kirin
09:06 Ji bo tedawiya bavê xwe yê ku ew li girtîgehê nas kiriye bang kir
09:05 Gopalên ku çêdike bêheq dide extiyar û şivanan
09:05 Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze?
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2020'AN
08:17 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû hat binçavkirin
08:13 Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan
07/09/2020
23:21 Li Çiyayê Cûdiyê ji ber guleyên eskeran agir bi daristanê ket
21:48 Dayik û xwişka Gulîstan Dokûyê hatin berdan
21:42 Hezar û 703 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
17:10 Parêzera OHD'ê ji bo endamên HDP'î yên hatin revandin serî li dozgeriyê da
16:47 Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn
16:25 Dayik û xwişka Gulîstan Doku hatin binçavkirin
16:12 Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan
15:56 ‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’
15:55 Endama Komeleya Rosayê Nazlier hat berdan
15:36 Hevserokên DBP’a Mêrdînê yên berê hatin tahliyekirin
15:08 Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
15:05 Ciwanên Başûr ji ber zextan koçî Ewropayê dikin
15:04 Li Çiyayê Cûdî şewatek vedimire, yekê din dest pê dike
14:51 Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê
14:37 KESK: Zimanê tund ê îqtîdarê êrişan bi xwe re tîne
14:27 Polîsan mudaxileyî meşa mexdûrên KHK’ê kir û gelek kes binçav kirin
13:38 Malbata Gulîstan Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:30 Parlamentera HDP’ê Coşkun: Dr. Salgin çima xwest întîhar bike?
13:16 Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû
13:05 Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin
12:26 Li Mûşê bi pileya 4.1 erd hejiya
12:15 Li Rihayê 2 qeymeqam ji wezîfeyê hatin girtin
11:22 Madenvanî wê qadên jiyanê yên koçeran tune bikin
10:40 Li Çewlikê qeza: 11 kes birîndar bûn
09:50 Qeyûmên Farqîn û Giyadînê ji wezîfeyê hatin girtin
09:43 Gundê karkerên êrişî wan hatibû kirin xistin karantînayê
09:04 Hejmara 16’an a Kovara Dilopê bi Dosya Osman Sebrî derket
09:04 Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye
09:03 Hêviya wan a kar dîtinê tuneye
09:03 Li Girtîgeha Kirşehîrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 112’an de ye
09:03 Berhevkirina fistiqên 600 salî dest pê kir
09:02 Mirina bi guman a jina ku bû şahidê destdirêjiya li keça xwe
09:00 Rojnameger Abdula: Dewleta tirk ji azadiya Ocalan re ne amade ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2020'AN
06/09/2020
20:34 Di TIR’a ku agir pêket de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
20:28 53 kesên din jî bi koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:20 Li Rihayê polisan binçavkiriyan îşkence kir
20:05 Sancar li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya: Wê hesab bê pirsîn
15:09 Li Cizîrê TIR’a qeza kir agir pêket
14:30 HDK û ÎHD: Bûyerên 6-7’ê Îlonê bi ‘planên çongşikandinê’ didome
14:04 Odeya Dermanxaneyan a Amedê: Ji ber ku kurd bûn êrîş li karkeran hat kirin
14:04 Bûldan: Bila miha Muharremê bibe wesîleya aştî, azdî û yekitiyê
13:47 Di mehekê de 560 jinan serlêdana alîkariyê kirin
13:10 AKP’iyan parvekirina wêneyên xwe yên bi Serokê DMME’yê re jêbirin
13:08 Ji daxuyaniya Walitiya Sakaryayê êrîşa li dijî karkeran derket
13:05 Kiliçdaroglû li karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin geriya
11:48 Bertek nîşanî wêneyê Serokê DMME’yê Spano yê bi AKP’iyan re dan
11:29 HDP: Divê rastiya komkujiya 6-7’ê Îlonê derkeve holê
11:14 Gotinên karkeran êrîş li wan hatibû kirin derketin holê
10:46 Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya derketina kolanan
10:01 Baroya Mêrdînê: Dozger xwest îfadeya mexdûran weke yên şahidan bigire
09:18 'Tirkiyê 350 zarok ji Sûriyê şandin şerê Lîbyayê'
09:06 Li bajêr tekane jina karsaza qehwexanê: Min guh neda çavên şaşwaz
09:06 Hêj der barê doza esker Mustafa Araz ê bi guman mir de pêşketin tune
09:04 Nexweşê Covîd-19'ê mecbûr ma bi dolmîşê biçe nexweşxaneyê
09:03 ‘Êrîşa nîjadperest encama atmosfera siyasî ye'
09:03 Dengbêj Faîkê Kifîfê: Dixwazim heya nefesa dawî bistrêm
09:03 Maçîn: Gel ji me li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştiyê dixwaze
09:02 AYM, ji bo îşkenceya bibelge got 'delîl tuneye'