Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan

  • rojane
  • 15:27 12 Îlon 2020
  • |
img
STENBOL / ÎZMÎR -  Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Stenbolê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk û diyar kir ku Ozçelîk bi mirinê re rûbirû ye. Şaxa ÎHD'a Îzmîrê jî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Taş. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, di çalakiya xwe ya Rûniştina F a heftiya 442’yemîn de, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê girtiye. Daxuyaniya komîsyonê ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser hesabê medya civakî hat lidarxistin. 
 
'JI SEDÎ 71 ASTENGDARE’
 
Endamê komîsyonê Mehmet Acettîn daxuyanî da û têkildarî rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Ozçelîk ev agahî dan: “Kemal Ozçelîk 65 saliye. Berî 10 salan ji dilê xwe hatiye emeliyatkirin. Di vê emeliyatê de 3 demarên dilê wî hatine guhertin. Ligel vê yekê jî êş û jana dilê wî derbas ne bûye. Bi şev her tim ji ser hişê xwe diçe. Di heman demê de nexweşiyên şekir, tansiyon û gurçikê hene. Êdî Ozçelik bi gupal dikare rêve biçe. Ji sedî 71 rapora wî ya astengdariyê heye. Ligel gefa vîrûsa koronayê jî, di girtîgehê de tê hiştin. Ozçelik niha bi mirinê re rûbirû hatiye hiştin û her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Zêde nikare nefesê bide û bistîne.”
 
BIJÎŞK: 2 SAL EMRE WÎ MA YE
 
Acettîn, têkildarî jiyana Ozçelik jî ev hişyarî kir: “Ozçelik ji ber nexweşiyên xwe yên giran, dermanên pir giran vedixwe. Bijîşk jêre gotiye dibin van şert û mercan encex karibe 2 salên din bijî. Em carek din bang li rayedaran dikin. Kemal Ozçelîk serbest berdin. Jiyana wî di xeteriyê deye. Bila hîn zêde mirin çênebin. Girtiyên nexweş berdin.”
 
ÎZMÎR
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Ramazan Taş li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Cemîle Karakaya daxuyanî da û destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan derketiye asta jor û her ku diçe zêde dibin. Karakaya da zanîn ku bi boneya vîrûsa koronayê girtiyan nabin nexweşxaneyan û her ku diçe rewşa tenduristiya wan xeteretir dibe. Karakaya bal kişand ser rewşa Ramazan Taş ê 25 salî ku 18 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire û got ew niha li Girtîgeha Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê tê ragirtin û gelek nexweşînên wî hene û divê were emeliyatkirin. Karakaya xwest ku bila girtî xwe bigihînin mafê tenduristiyê û divê girtiyê nexweş Ramazan Taş û girtiyên din werin berdan. 
 
 

Sernavên din

16/09/2020
14:53 Dozger xwest Kadîr Şeker di asta jêr de bê cezakirin
14:39 Egîtîm Sen: MEB ji berpirsiyariyê direve
14:26 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe belav dibe
14:11 Xwestin şertên xebatê werin başkirin
14:02 Du bira bûn qûrbaniyên koronayê
13:50 ‘Êrişên li dijî kurdan gefan li siberoja Tirkiyê dixwe’
13:39 8 sal û mehek ceza li siyasetmedar Karaguzel hat birîn
12:38 Pêşniyaznameya birîna ava Hesekê li Ûca vegerandin
11:03 Tenê tabeleyek kurdî daliqandin lê ew jî şaş nivîsandin e
10:37 Dayika ku kurê wê di greva birçîbûnê de ye: Banga piştgiriyê kir
10:05 Pêşengeha ‘Dengê Azadiyê’ di navbera girtî û derve de bûye pir
09:51 Kenanoglû yê HDP’î: Divê Tirkiye vegere maseya siyasî
09:10 ‘Kuştinê dizanin lê cihê ku avêtinê nizanin’
09:10 Li Deşta Pirsûsê gund û erd di bin avê de dimînin
09:10 Li Çelê çînîna birîncê dest pê kir
09:09 Ji MATÛHAY-DER'ê banga hestiyariyê: Şewb werdiguhere fersendê
09:09 Mirina Pakîze nehat ronîkirin: Berpisyar hevjînê wê ye
09:08 Li Avgamasya toza komirê dibare: Em ê ne bi koronayê bi toza komirê bimirin
09:08 ‘Dixwazin di nav civakê de kurdî rakin’
09:08 Gundê ku ji salên 90’î ve di bin dorpêçê de ye: Cifanê
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN
15/09/2020
16:49 Cezayê kêmkirî yê pereyan li polîs hat birîn
15:48 Leşkerê kurd ê êrişî wî hat kirin serî li ÎHD’ê da
15:40 Sancar: Girtin êrişa li dijî îradeya hevpar e
15:12 DMME’yê derbarê Zarakolû de biryara ‘binpêkirinê’ da
14:54 Di raporê de êşkenceya li Şîban hatiye kirin derket holê
14:36 Ji ber ku bi kurdî strîne ceza dane girtiyan
14:28 Bijîşkan çalakiya ‘Hûn nikarin birêve bibin, dimirin û em diqedin’ li dar xistin
14:10 Malbata Şenyaşar li Enqereyê ye: Em ê qala bêhiqûqiyê bikin
13:51 Polîsê ku Efe pelçiqand parastina ‘kamera xerabe bû’ kir
13:06 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin