Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e

  • rojane
  • 09:04 13 Îlon 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Berîtan Sarya der barê peymana lihevkirina MSD û Partiya Vîna Gel a li Rusyayê re pêk hat de, nirxandin kir û got: "Hêzên navneteweyî êdî fêm kirin ku bêyî kurdan ev pirsgirêk nayê çareserkirin û îmzekirina vê peymanê tê wateya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye qebûlkirin."  
 
Di 31’ê tebaxê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD)  û Partiya Vîna Gel  li paytexta Rûsyayê Moskovê civîneke çapemeniyê li dar xistin û muzakereya lihevkirinê îmze kirin. Piştî MSD`ê û Partiya Vîna Gel peymana lihevkirinê îmze kirin, bi Wezari Karê Derve ya Rûsyayê Seygey Lavrov re civiyan. Rojnameger Berîtan Sarya ku xebatên peymana lihevkirinê ji nêz ve dişopinê hevdîtina MSD’ê ya bi Partiya Vîna Gel  re  nirxand. Sarya, anî ziman ku ev yekem care ku li Sûriyeyê partiyek ereb peymaneke wiha îmze dike û got ku li gorî agahiyên wan bidest xistine, heyetek rûsî amadekariya çûyina Tirkiyeyê dike. 
 
'DI WARÊ DÎPLOMASIYÊ DE EV NÎQAŞ GIRÎNG IN'
 
Sarya, hevdîtinên MSD'ê yên bi Rusyayê re nirxand û wiha axivî: "Hêzên  li herêmê  ku tu caran ser heman mesayê rûniştinin, li ser heman maseyê rûdinin. Hemû hêzên xwe yên dîplomasiyê bikar tînin. Di 31’ê tebaxê de, Meclîsa Sûriya Demokratîk (DSM) li Moskovayê bi Partiya Vîna Gel a Sûriyê re civiya û li wir peymana lihevkirinê îmze kir. Pişt re şandeyekê bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi qasî saetekê hevdîtin pêk anî. Mijarên ku hatin bilêvkirin di raya giştî de jî hatin nirxandin. Li herêmê li ser peymana lihevkirinê gelek nîqaş tên kirin û ev nîqaş berdewam dikin. Li gorî agahiyên ku me heya niha bi dest xistine, heyet piştî vê lihevkirin û hevdîtina bi Lavrov re jî, civînên cuda kirin e. Di heman demê de tê diyarkirin ku heyeta MSD bi heyeta bi serokatiya Lavrov û nûnerê taybetî yê Putîn re, di heman demê de di bin serokatiya cîgirê wezîrê karên derve Mihail Bogdanov de jî hevdîtinek pêk aniye. Tê diyarkirin ku ev heyete ji  saziyên leşkerî û hêzên ewlehiyê pêk tê. Dîsa tê gotin ku civîn bi Enstîtuya Rojhilata Navîn re li Moskoveyê li ser herêm, Sûriye û modela çareseriyê pêk hatiye. Dûre me agahî girt ku bi saziyên cuda yên hikûmetê re hevdîtin kirin e. Encamên van axaftinên li Moskovê hatin nîqaşkirin. Ev nîqaş jî di warê dîplomasiyê de pir girîngin."
 
LI DIJÎ HEZÊN RÊVEBERIYA XWESER PROPAGANDAYEK HEYE
 
Sarya, diyar kir ku li herêmê li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk propagandayeke reş kirinê heye û wiha domand:  "Rêveberiya Şamê û hin derdor propogandaya ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk alîgirê  Amerîkayê ye, dikin. Bi van propagandeyan dixwazin Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê parçe bikin û pêkhateyek cuda bê avakirin. Lê berevajî vê yekê, ji dest pê ka şoreşa Rojava û heta niha ve dema ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 2014 de, hertim behsa yekbûyina axa Sûriyeyê, hewcedariya bi demokratîkbûna Sûriyeyê û jiyaneke demokratîk tê kirin. Amerika hêzek leşkerî ye. Di heman demê de MSD dikare bi hemî aliyan re li gorî berjewendiyên gelê xwe  bicive, bi hemû aliyan re diyalogê dane, peymanan îmze bike û îradeya wê xwedî derbikeve. Ji ber ku MSD naxwaze Sûriye perçe bibe û ji bo berjewendiyên gel tevdigere. Divê ev baş bê nirxandin."
 
'DIXWAZIN KU SÛRIYAYA NÛ DEMOKRATÎK BE'
 
Sarya, bal kişand ser naveroka peymanê û wiha rêz kir: "Xalek din jî ew e ku peymana muzakereya siyasî ya hat îmzekirin pir girîng e. Di peymanê de xala yekem di yekparebûna xaka Sûriyeyê û modela nû ya Sûriyeyê jî destnîşan dike. Dîsa behsa makeqanûnek demokratîk tê kirin û tê xwestin ku Sûriyeya nû demokratîk be. Xala duyemîn jî vîna gel esas digire. Xala  sêyemîn li ser kurdane  û behsa çareseriya pirsgirêka kurd li ser bingehek destûrî ya demokratîk tê kirin. Ev girîng e. Di xala çaremîn de, tê gotin ku rêveberiya xweser li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê pêdivî ye û divê ew ji hemî ezmûnên erênî û neyînî sûd werbigire. Ev jî pir girîng û watedar e. Heya niha Rêveberiya Xweser tu hêzek qebûl nekiriye. Ji xwe ew bi tena serê xwe modela çareseriyê û modelek serkeftî ye. Ev xale  hemû bi rastî ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine destnîşankirin in. Ev bingeha siyaseta rêveberiya xwesere. Ev xale ji bo hemû gelan derbasdare. Di vê wateyê de, ev pêşnûme muzakereya siyasî  erênî ye. Îmzekirina  Partiya Vîna  Gel girîng e. Ji ber ku li Sûriyê yekem car, Partiyek Erebî ya nêzîkê rejîma BAAS bi şikandina neteweperweriya Ereb di nav xwe de peymanek wisa îmze kir. Ev jî pir girîng û  bi wateye."
 
'RÛSYA LI SÛRIYEYÊ AKTOREKE GIRÎNGE'
 
Sarya, bi bîr xist ku divê îmzekirina peymanê rast bênîqaşkirin û wiha bi lêv kir: "Karbidestên Rûsyayê diyar dikin ku mûzakereyên siyasî, hewledanên çareseriyê bêyî beşdariya Rêveberiya Xweser encam nagirin. Di vê wateyê de, ev geşedanek erênî ye. Ji ber ku ev jî tê wateya pejirandina rêveberiya xweser. Ez dikarim bêjim ku ew di warê pejirandinê de jî gavek e. Rûsya li Sûriyeyê aktorek girîng e. Îran jî ji destpêkê ve bi hêzên dewleta Sûriyê re li qadê ye. Tevlîbûna hêzên Amerîkî û koalîsyonê ya li qadê di 2014’an de hat destpêkirin. Tirkiye ji xwe di  destpêkê de  dest bi dagirkirina Sûriyeyê kir. Dûre di 2016’an de, rasterast ket qadê.  Pişt re operasyonên dagirkirinê pêk anî. Di vê wateyê de, du aktorên herî girîng hene, yek Rûsyaye û yek jî ABD ye. Em dikarin têkiliya dîplomatîk a bi Rûsyayê re wekî  gaveke erênî bi nav bike."
 
'HERÊMÊN KU DESTÊ TIRKIYEYÊ DE ALOZIYEK HEYE'
 
Sarya, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de û wiha got: "Li Sûriyeyê herêmên ku Tirkiyê ketiyê tu aramî tune. Komkujiya gelan, qirkirina gelê kurd, talankirina milkên wan, paqijkirina etnîkî û guhertina demografî têne meşandin. Revandin û destavêtin hene. Ji ber vê yekê herkes dibîne ku  herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de aloziyên mezin hene." 
 
'TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ Û LEŞKERÎ ZÊDE KIRIN'
 
Sarya, dest nîşan kir ku di pêşerojê de, dibe ku dorpêçkirina Îranê çêbibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê wateyê de, di hişê her kesê de pirs hene. Hem û îhtîmal tên nirxandin. Mînak, hevdîtinên ENKS  û PDK’ê  didome. Amerîka  pêşengiya vê dike.Di derbarê vê yekê de jî  serê gel de pirs hene. Di derbarê Rûsyayê de ev nîşanên pirsê jî hene. Gavên Rusya û ABD’ê paralel in? Gel dibêje Rusya û ABD her du hêzan tîne ku li vir dîsa li dijî Tirkiyeyê hêz bikar bînin? Pirsên wekî  vê hene. Hemû  derfet tên zanîn. Tê zanîn ku li vê herêmê xweparastin her gav e. Ji ber vê jî  vî alî de, tedbîrên ewlehiyê û tedbîrên leşkerî jî zêde dibin."
 
MA/ ZEYNEP DÛRGÛT
 
 
 

Sernavên din

15/09/2020
12:56 TJA'yê kampanyayek berfireh da destpêkirin: Em xwe diparêzin
12:26 Li Mêrsînê 3 kes hatin binçavkirin
12:19 Ji DMME’yê parastina Spano: Sepana standart e
12:08 Fermandarê Tabûra 2’yemîn a Hidûd ji qaçaxî û bertîlê hat girtin
11:27 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
11:07 ÎHD’ê xwest 60 hiqûqzan werin berdan
10:26 Dr. Mustafa Salgin jiyana xwe ji dest da
10:00 Hawirdorparêz: Li dijî şewatan divê deng û têkoşîna me hevpar be
09:31 Kesê destdirêjî kir di encama raporê de hat girtin
09:23 Rojnamevan Kaplan: Fatûreya rageşiyê li penaberan tê birîn
09:06 Surucu: TEM'a Rihayê bûye îşkencexane
09:06 ‘Ew tabelayên ku wan daxistine em ê li her derê Kurdistanê deynin’
09:05 Biryara karkeran a 'neçûyîna kar': Heger bivê wê bi mehan jî bidome
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê 76 salî giran dibe
09:05 Jinên bertek nîşanî cinayetan dan ceza li wan hat birîn
09:04 Li Girtîgeha Panosê meseleya avê: Pirsgirêkê hel bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2020'AN
14/09/2020
18:37 Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
17:02 Pasdaran kolberek qetil kirin
16:32 Li Dersimê 2 bira winda bûn
16:32 Li Balikesîrê jinek hat qetilkirin
15:51 Karkerê kurd ê li Afyonê hat kuştin li Erdîşê hat veşartin
15:33 Li Cûdî bang kirin: Şewat li tevahiya mirovahiyê bandor dike
15:32 Bertek nîşanî daxistina tabeleyên bi kurdî dan
15:32 Ozturk: Bi şer çareserî nabe
15:04 Ji TTB’ê banga meşê
14:49 ‘Ji bo aştî pêk were tecrîdê rakin’
14:45 Li Dersimê bertek nîşanî projeya madenê dan
14:19 Birayê gundiyê di lênêrîna awarte de ye: Dema binçav kirin tiştekî birayê min tunebû
13:59 Derbarê parêzerê Gulîstan Dokû de, lêpirsîn hat destpêkirin
13:49 Walîtiya Afyonê nûçeyan hedef girt
13:44 130 kesayetên ji Derya Reş: Êrişên nijadperest bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ne
13:22 Bi birîna ceyranê re testên koronayê hatin derengxistin
13:21 Hevşaredara Karazê Nazlier hat berdan
13:20 Li Amedê 660 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine
12:40 Li Amedê 'doza betalkirina qeyûm' hat dîtin
12:30 HDP: Em ê nehêlin ku êrişên nijadperestî asayî bibin
12:06 Piştî Dolar Euro jî derket asta reqorê
11:57 Sendîkaya Çandinî û Daristanê: Em ê temaşeyî şewatan nekin
11:41 HDP’ê têkiliya xwe bi endamekî xwe yê meclisa şaredariyê re birî
11:41 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
10:11 Li seranserê Cîhanê di hejmara pêketiyên koronayê de reqorek nû çêbû
09:21 Qursên Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê dest pê kirin
09:20 Li her 4 perçeyan êş hevpar in: Çare yekîtiya neteweyî ye
09:01 Li qişleyê êrîş birine ser eskerekî kurd
09:00 Sêla nên jê re bûye çavkaniya debarê
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2020'AN
13/09/2020
23:32 Li Afyonê bi çekan êrîş birin ser karkerên kurd: Karkerekî jiyana xwe ji dest da, 2 jê jî birîndar bûn
21:47 57 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:29 Li Ebexê lewheyên kurdî hatin daxistin
15:37 Qarantînaya li ser gundê karkerên ku êrîş li wan hatibû kirin rabû
14:19 Mele dest dirêjî zarokekê kir
14:11 Ji komeleyên karkeran biryara ‘derneketina kar’
13:41 Havva Bakirdal hat qetilkirin
13:20 Otobusa karkeran qulipî: 2 karker mirin, 9 jê birîndar bûn
13:05 Hevserokên Giştî yên HDP’ê wê Demîrtaş ziyaret bikin
11:34 Li Îranê li girtiyekî din cezayê darvekirinê hat birîn
10:40 4 kesên ku li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Ozugurlu: Li Libyayê rewşa hêzên paramîliter ku Tirkiye şandine ne diyar e
09:06 Li Mexmûrê fikara korona û êrîşan: Divê ambargo bê rakirin
09:06 Dr. Yavîç: Wê zivistanê şewb girantir bibe
09:06 Qeyûmê Mêrdînê zilamek danî şûna Serokatiya Daîreya Jinan
09:05 Partiyên siyasî: Em ê bi têkoşîneke yekbûyî li ber êrîşan rabin
09:05 Dibe ku Akkûyû bi mûtasyonê re rûbirû bimîne
09:04 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker'
09:04 Rojnameger Sarya: Peyman îtîrafa qebûlkirina rêveberiya xweser e
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2020'AN
08:45 Kolberê bi giranî birîndar bû di lênêrîna awarte de ye
12/09/2020
17:28 Çalakiya rûniştinê bi dawî bû: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
15:44 Xebatkarekê tenduristiyê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:34 '40 sal berê çi bû îro jî heman tişt pêk tê’
15:27 Li Stenbol û Îzmîrê hat xwestin girtiyên nexweş werin berdan
14:59 Destûr nehat dayîn tace gula reş deynin ber Sefaretxaneya DYA’yê
14:36 Hewldana 78’an: Em sûcê şirîkiya bi darbekaran re red bikin
14:30 Li gundê Girherrîn bûyer narawestin
14:10 ‘Heke ziman û nasnameya kurdî were nasîn, wê Tirkiye pir rengîn bibe’
13:55 Aqûbeta kesên di 12’yê Îlonê de hatin windakirin pirsîn
13:28 Ji 2 kolberên derbasî Wanê bûn agahî nayê girtin
13:19 Li cihê darbe lê hat ragihandin bang kirin: 12’ê Îlonê didome
13:17 Şaredariyê bi polîsan re dest bi hilweşandina xaniyên qaçax kir
13:01 Çalakiya rûniştinê di roja 3'yemîn de ye: Em xwedî li xwezaya xwe derdikevin
12:40 Birayê Bariş Çakan hat binçavkirin
12:36 Hat xwestin cezayê Tîtîk a nexweş were taloqkirin
12:35 HDK’ê bertek nîşanî girtinan da
12:21 Xizmên Windayan li aqûbeta Kamîl Bîlgeç pirsîn
12:13 Îtîraza berdana tecawîzkar hat redkirin: Gilîdar nikare îtîraz bike
11:51 Li navçeya mirin lê zêde bûne biryara kinkirina selatan hat dayîn
11:04 HDP: Desthilatdariya AKP-MHP'ê rihê 12'yê Îlonê dewam dike
10:51 Mardînî li dijî DEDAŞ’ê bihirsin: Gel ji ber pirsgirêkn heyî acize
10:27 Li erdê ku serokê AKP’yî desteser kiriye avahiya qaçax li ber qedandinê ye
09:52 Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe
09:40 Nameya ku HDP’ê ji Farisogûllari re şand hat desteserkirin
09:07 ‘Xelasiya ji kevneşopiya darbeyê bi tevgera aştiyê pêkan e'
09:02 Prof. Guvenç: Bertekên li dijî polîtîkaya mîlîtarîzebûyî qels in
09:02 Bijîşk Tûran: Gava tenduristkar bi şewbê dikevin kêfxweş dibin
09:01 Qeyûm, Nûrbakiyê ku jinan bi 'fuhûşê' tawanbar kiribû anî ser serokatiya daîreyekê
09:00 Çalakiya karkeran didome: Em ji bo pêşeroja xwe li ber xwe didin
09:00 Her ku krîz dorfirehtir dibe çavkaniyên welêt jî tên helandin
09:00 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Dengê wî bibihîsin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2020'AN