“Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike

  • rojane
  • 09:08 5 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – “Nexşerêya” ku ji bo 6 mehan bûye hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, şert û pêngavên ku divê ji bo çareseriya Pirsgirêk Kurd bên avêtin dihewîne nav xwe. 

Duyemîn Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî dimînin, heta 6 mehan qedexe kir. Biryar, li gorî xala 59’emîn a Qanûna Bijimara 5275’an, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatiye dayîn. Ji bo biryarê, cezayên hucreyê yên ku di navbera salên 2005 û 2009’an de li Ocalan û her sê girtiyên din hatine birin, kirine hincet.
 
NEXŞERÊ 
 
Dîsa biryara Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgehê ya têkildarî “Nexşerêya” 176 rûpel ku Ocalan, di sala 2009’an de weke berdewama parastina xwe pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû jî di nav hincetên qedexeyê de cih girtibû. 
 
“Nexşerêya” ku Ocalan nivîsandibû û ji 176 rûpelan pêk tê, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd plana çalakiyê ya ji astan pêk tê dihewîne nav xwe. Ocalan, “Nexşerê”yê di 15’ê tebaxa 2009’an de dabû rêveberiyê girtîgehê û xwestibû radestî parêzerên wî bikin. Lê Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgehê, bi hinceta ku “Li dijî menfîetên dewletê ye û propagandaya rêxistinê dihewîne nav xwe” “Nexşerê”yê nedabû parêzerên Ocalan. Parêzerên endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan dikin, li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê îttîraz kiribûn, lê vê daxwaza parêzeran hatibû redkirin. 
 
 
LI SER ÎTTÎRAZÊ JI DMME’YÊ RE HAT ŞANDIN
 
Ocalan, “Nexşerê”yê jî li parastina xwe ya 550 rûpel ku dê bida DMME’yê zêde kir. Tirkiye, nêzî sal û nîvekê “Nexşerê”yê neda parêzeran. Di vê navberê de DMME’yê parastina Ocalan xwest. Tirkiye, beşa “Nexşerê”yê ji parasinê derxist û ji DMME’yê re şand. Li ser serlêdana parêzerên Ocalan DMME’yê, bi hinceta ku “Nexşerê” jî beşeke parastinê ye, ji Tirkiyeyê xwest. Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve, nêrîna xwe ya ku “Nexşerê”yê ji DMME’yê bişîne, ji Wezareta Edaletê re şand. Tirkiye, piştî ku “Nexşerê”yê şand, ji DMME’yê daxwaz kir ku komîsyoneke teknîkê ku hiqûqnasên tirk jî di nav de cih bigirin ava bike û beşên ku eleqeya xwe bi parastinê re tunene nede parêzerên Ocalan. Li gel hemû astengiyan jî DMME’yê “Nexşerê”yê da parêzerên Ocalan. 
 
PÊNASEKIRINA 10 PREKSÎBAN
 
“Nexşerê”, piştre bi sernavê “Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê, li Kurdistanê Şêwazên Çareseriyê (Nexşerê)” hat weşandin. “Nexşerê”ya ku li nav raya giştî deng veda,  ji beşên “Çarçoveya têginî, teorîyî û prensîbî, li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê û çareseriya destûra bingehîn a demokratîk, Pirsgirêka kurd û derfetên çareseriyê, Plana çalakiyê û encam” pêk tê. Dîsa di “Nexşerê”yê de 10 prensîn cih digirin.
 
Prensîbên mijara gotinê ne û pênaseyên ku di “Nexşerê”yê de tên kirin wiha ne: 
 
1- Rêgeza Neteweya Demokratîk: Xwe naspire ziman, nîjad, çîn û dewletê, pir ziman, pir nîjadî, cih nade cudabûna çînê û imtiyaza dewletê, rewşa civaka demokratîk a neteweyê ku xwe disipire kesên wekhev û azad îfade dike. Neteweya demokratîk ji welatî û civakên demokratîk pêk tê. Paradîgmaya neteweya nerm a nasnameyên çandî yên serê wê vekirî esas digire.
 
2- Rêgeza Welatê Hevpar: Tu kes kesê din, tu civak civaka din dîke nake, yekûna welat a parvekirina azad û wekhev  nîşan dike. 
 
3- Rêgeza Komara Demokratîk: Vekirîbûna dewletê ya li hemberî kes û civaka demokratîk esas digire. Rêxistinbûna dewletê û rêxistinbûna demokratîk a kes, bûyerên cuda ne û ji meşrûyeta hev re rêz digirin. 
 
4- Rêgeza Destûra Bingehîn a Demokratîk: Destûra Bingehîn a ku lihevkirina civakî ya civak û welatiyê demokratîk li dijî netewe-dewletê esas digire ye. 
 
5- Rêgeza Çareseriya Demokratîk: Rêgeza Çareseriya Demokratîk, piranî dewletê hedef nake, demokratîkbûna civaka sivîl a ne dûvika dewletê, yanî nodela çareseriyê ku civaka demokratîk esas digire ye. Ji guhertina di bin banê dewletê de wêdetir, aresteyî lêgerîna rejîmeke demokratîk a di bin banê civakê de dibe. 
 
6- Rêgeza Jihevnebûna Mafên Takekesî û Hevpar: Çawa ku civaka ji kesan pêk tê ji yekûna kesan cuda ye, di navbera wan de cudayî hebe jî, mafên takesî û hevpar jî ruyên cuda yên heman civakê nîşan didin. Çawa ku medalyayê yek rû nîne, civak û kesên tenê xwedî mafên takekesî ango hevpar jî nînin.
 
7- Rêgeza Serxwebûna Bîrdozî û Azadiyê: Çareseriya neteweya Demokratîk, heta ku hegemonya pozîtîvîst û bîrdozî ya modernîteya kapîtalîst û koletiya liberal ku weke ferdparêzî hatiye avakirin derbas neke nikare pêk were. Xwehişê derbarê xwezaya civakîbûna xwe de, rêgeza hişê çareseriya demokratîk e.
 
8- Rêgeza Dîrokî û Niha: Rastiyên civakî rastiyên dîrokî ne. Rastiyên di dîrokê de jiyane, bi cudabûnek hindik di niha de û di tişta rojane de jî dijîn. Bêyî ku girêdana di navbera dîrok û niha de bê danîn, kesayetiya hatiye bêdîrokkirin û zîhniyeta civaka nihaker, têgihan û homojen nikare bê derbaskirin. Fêmkirina dîrok û nihayê ji bo çareseriya neteweya demokratîk rêgezeke pêwîst e.
 
9- Rêgeza Ehlaq û Wijdan: Tu pirgirêkeke civakî bêyî ku serî li ehlaq û wijdan bide, nikare bigihîje çareseriyeke tendurist. Çareseriyên bi tena serê xwe yên hiqûq û hêzê yên modernîteyê, pirsgirêkan tepisînin û berovajî dikin. Ji bilî vê encameke din jî nadin. Di çareseriya neteweya demokratîk de ji ber ehlaq û wijdan nefsûqiyas şert e.
 
10- Rêgeza Parastina Rewa ya Demokrasiyan: Çawa ku hebûneke bê parastina rewa nîne, hebûna herî pêşketî ya xwezayê civakên demokratîk jî nikarin bê parastina rewa pêk bên û hebûna xwe bidomînin. Neteweyên demokratîk neçare ku di çareseriyan de pêwîstiyên rêgeza parastina rewa bibersivîne.”
 
PLANA ÇALAKIYÊ YA JI 3 ASTAN PEK TÊ
 
Bi rêgezên mijara gotinê re ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd gavên ku divê destpêkê bên avêtin jî di “Nexşerê”yê de cih digirin.
 
3 astên ku di bin sernavê “Plana Çalakiyê” de hatine formulekirin jî wiha ne:
 
“Asta Yekemîn: Bi awayekî mayînde îlankirina agirbestê ya PKK’ê. Di vê astê de divê alî neyên provakasyonan, kontrola xwe ya li ser hêzên xwe zêde bikin û raya giştî amade bikin.
 
Asta Duyemîn: Bi pêşniyarên ku bike ji rakirina astengiyên hiqûqî re bibe alîkar, bi înîsiyatîfa hikûmetê û erêkirina meclisê, Qomîsyona Lêhevkirin û Heqîqetê bê avakirin. Wê di avakirina qomîsyonê de lihevkirina mezintirîn a hemû aliyan bê gerîn. Girêdayî lêxwemikûrhatin û paratinên ku di vê qomîsyonê de bên kirin, saziya aştiyê bê pêşniyarkirin û pêşkêşî meclisê bê kirin. Heke bi vê rengî astengiyên hiqûqî bên kirin, wê PKK karibe hebûna xwe ya derqanûnî, di bin kontrola lîjneyeke ku rayedarên Amerîka, Yekitiya Ewropya, Neteweyên Yekbûyî, Iraq, Rêveberiya Federa ya Kurd a Iraqê û Komara Tirkiyeyê têde cih bigirin, derxe derveyî sînorên Tirkiyeyê. Piştre jî bi awayekî bikontrol van hêzên xwe li qad û welatên cuda bi cih bike. Tişta di vê astê de krîtîk, derketina derveyî sînor a hêzên çekdar a PKK’ê û berdana girtî û hikumxwarên siyasî yên PKK’ê bi hev re hatiye plankirin. Rêgeza ‘Yek bêyî ya din nabe’ derbasdar e.
 
Asta Sêyemîn: Heke gavên demokratîkbûnê yên makeqanûnî û qanûnî bên avêtin wê bingeha ku careke din serî li çeka bê dayîn nemîne. Di serî de kesên ku di PKK’ê de cih girtine û kesên ku salên dirêj in li sirgûnê dijîn, ji welatibûnê hatine derxistin û ketine rewşa penaberan wê li pey hev vegera wan a welat dest pê bike. Bi qanûnîbûna xebatên KCK’ê re wê pêwistî bi xebata PKK’ê ya di nav sînorên Tirkiyeyê de nemîne. Di her warî de xebatên legal ên demokratîk, siyasî, civakî, aborî û çandî esas bên girtin.”
 
MA / Erdoğan Alayûmat
 

Sernavên din

08/10/2020
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam
11:42 Şahidê mirina li ser sînor vegot
11:31 'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da'
10:39 Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin
10:11 Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?
09:18 Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye
09:17 Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin
09:17 Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...
09:16 Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim
09:16 ‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê'
09:08 Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin
09:08 Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne
09:04 Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir
06/10/2020
20:32 Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine
20:29 Agirê bi Baxçeyên Hewselê ket hat tefandin
16:56 Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me
16:25 Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e
15:49 Li Ebexê li ser sînor welatiyek hat kuştin
15:34 Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin
15:06 Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
14:50 Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû
14:33 Li El Babê teqînek mezin rû da
14:26 Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
13:51 Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû
13:51 Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir
13:40 ‘MA li vî welatî kok berdaye, êrîş nikarin wê bêbandor bikin’
12:43 Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
12:36 ÎHD: Divê çalakiyên Kobanê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin
12:25 23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye
12:03 Li Rihayê qezaya trafîqê: 15 karker birîndar bûn
12:00 3 kes li Mêrdînê hatin girtin
11:33 Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de
11:11 Jinên kurd ên rojnameger: Em ê pêşengtiya xwe mezin bikin
11:06 Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
11:05 Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn
10:37 Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin
10:24 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:11 Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike
10:10 Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne