Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin

  • rojane
  • 09:01 6 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED - Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Turhalli derbarê nimêjkirina qeyûmê Qersê ya li ber şaredariyê de diyar kir hişmendiya ku li wir nimêj kir bingeha xwe ji ola sexte digire û got: “Kesên ku roja înê li ber şaredariyê nimêj kirin, ji bo ku zilm û heqaretê bicih bikin, diziye bikin û îradeya gelekî binpê bikin nimêj kirin. Bi navê ‘Xwedê’ me dixapînin.”

Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de hat girtin, Wezareta Karên Navxweyî, Bîlgen ji peywirê girt û li şûna wî Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Oksuz ê ku bi artêşa parêzvan û polîsan re derbasî avahiya şaredariyê bibû û pişt re weke wezîfe û karê xwe yê ewil li ber şaredariyê nimêja înê kiribû. Nimêja qeyûm bi bertekan re rûbirû ma û nerazîbûnên ji bo qeyûm didomin. 
 
Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli derbarê nimêja qeyûm a ku li ber Şaredariya Qersê kir, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. 
 
‘NIMÊJA LI BER ŞAREDARIYÊ BINGEHA XWE JI OLA SEXTE DIGIRE’
 
Turhalli diyar kir ku bi derketina olê du rê derketine holê û wiha got: “Riya ewil ewe ku kesayet û terafên ku ji xwe re ol difiroş in û pê îdareya xwe dikin, desthilatdariya xwe ava dikin e. Terafê din jî ji dilekî samîmî, bawerî bi olê tîne û li pey olê dimeşe. Ev du terefên ku em behs dikin piştî wefata Hz. Muhammed di ola îslamê de jî çêbûye. Yek sexte ye yek jî heqîqî ye. Heqîqet ji holê hatiye rakirin, sexte bûn lê hatiye barkirin. Ev hişmendiya ku li ber Şaredariya Qersê nimêj kirin bingeha xwe ji ola sexte digire. Di ola sexte de çi heye? Ji bo ku xwe bicih bikin, bikaranîn û firotina olê heye. Erkdar û desthilatdar weke qirixan li ser sergoyan xwarin û vexwarin kom dikin. Ji ber wê yekê di hişmendiya wan de jî yek armanca wan heye nimêj, rojî, hec û îslamê tenê ji bo ku desthilata xwe bikar bînin. Meseleya Şaredariya Qersê û yên berê wê jî bi vî rengî ye.”
 
‘WEK KU GEL GIHIŞTIYE EDALET Û AZADIYÊ ŞIKUR DIKIN’
 
Turhalli da zanîn ku di çavên desthilatdariyê de şaredarî ne cihê xizmetê ye, wek sergoyekê ye ku jê zikê xwe têr bike  û wiha axivî: “Di îslamê de şeklekî şikurkirina ji bo Xwedê yek jî nimêje. Dema pêxember ji Medineyê diçe Mekkeyê ji bo ku dîsa çû ser warê xwe nimêja şikurê kir. Ev jî diçin warê xelkê dagir dikin, wek ku cihekî fetih kiribin û ji destê zaliman derxistine, milet gihîştiye edaletê, azadiyê ji Xwedê re şikur dikin. Şikura van ya nimêjê ne ji bo Xwedê ye, ji bo sergoya ye, ji bo ku xwarin û vexwarina wan zêde bibe ji sergoyê bikaribin sûdê wergirin spasiyê dikin. Lê di cihekî şaş de şikur dikin ji ber ku Xwedê spasiyek bi vî awayî qebûl nake.”
 
‘EW NIMÊJA ZILMÊ BÛ’ 
 
Turhalli destnîşan kir ku nimêja li ber Şaredariya Qersê hatiye kirin nimêjeke mirî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nimêja ku li ber şaredariyê hatiye kirin mirî ye ji ber ku di vê nimêjê de edalet, wekhevî tune ye, zilm û deshilatî heye. Ji ber wê yekê Xwedê dibêje ‘Nimêjê zindî bikin’ lê wan nimêj kuştî ye û kiriye amûrên zilm, xerabî, heqaret û destilatiya xwe. Gelê misilman hûn vê nimêjê nekin, nimêjê nekujin zindî bikin. Rojên înê dema mele ji mînberê tên xwarê ayetekê dixwînin dibêjin ‘Xwedê emrê tevgera bi edalet dike’. An ku dibêje başiyê, qenciyê bikin. Ji zilm û xirabiyê dûr bikevin. Kesên ku roja înê li ber şaredariyê nimêj kirin, ji bo ku zilm û heqaretê bicih bikin, diziye bikin, îradeya gelekî binpê bikin, desteser bikin nimêj kirin. Xwedê vê nimêjê qebûl nake”
 
‘EV YEK FIROTINA DÎN E’
 
Turhalli, xwest ku misilmanên durust û oldarên kurd li cem desthilatdariyê cih negirin û wiha berdewam kir: “Li gor Qûranê kî li cem van cih bigire weke ku li cem Ebû Sufyan, Nemrûd û Fîrewn cih girtiye, tu ferqa wan nîne. Kesê ku nimêj bike nayê wê wateyê ku kesekî paqij e, ji ber wê yekê gereke mirovên me û oldarên rast hemû bizanibin ev yek tenê firotina dîn e. Xweda dibêje ew mirovên ku li ser navê dîn we dixapînin xwe ji wan biparêzin. Îro jî bi navê ‘Xwedê’ me dixapînin.”
 
‘ELEQEYA SUREYA FETHÊ Û ŞER BI HEV TUNE YE’
 
Turhalli bal kişand ser Sureya Fethê ya ku di Quranê de cih digire û got: “Di dema şerê Rojava de hemû meleyên wan li mizgeftan Sureya Fethê xwendin. Esas eleqeya wê sureyê û şer bi hev tune ye. Ew Fetha ku Xwedê li wê derê behs dike vekirina dilê mirovan a ji bo Xwedê ye. Ji ber wê yekê Fetha ku desthilatdar behs dikin û ya Quranê tu eleqeya wan bi hev re tune ye. Tiştê îro ku bi navê îslamê tê kirin bi temamî li dijî Quranê ye.”
 
‘LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN’
 
Turhalli bang li hemû misilmanan û gelê kurd kir ku li dijî pêkanînên desthilatdariyê bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke hûn bi rastî bawer dikin ku axîret heye, xwe nekin hevalê van zalim û dizekan. Heke bêdeng bimînin jî li gor Quranê dibin hevalên wan. Zilm ji kî derê were bila were li ser me ferz e ku li dijî zilmê bisekinin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç 
 

Sernavên din

08/10/2020
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan
19:35 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût hat binçavkirin
18:36 Hevserokê Tûrgûtlûyê hat binçavkirin
18:31 Mahmût Alinak hat binçavkirin
18:28 Li Parka Koşûyolûyê cesedê zilamekî hat dîtin
17:04 MEBYA-DER: Cenazeyên di morg û goristanên bêkesan de bidin malbatan
16:43 Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin
16:05 Yekemîn danişîna rojnameger Sayilgan û Kaya hat dîtin
15:14 DFG'ê rapora Îlonê aşkere kir: 10 rojnameger hatin cezakirin
15:00 Sînordarkirina parêzeran a li ser nûçegîhanên me rabû
14:48 Ji bo qatilê Gultekîn cezayê muebeta giran hat xwestin
14:23 Xwediyê Xelata Nobelê ya Wêjeyê diyar bû
14:20 Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin
13:20 Li Edenê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
13:18 Dozgerê bê hincet ceza xwest: Ji yên fêm dikin re hincet pir in
13:16 Şevîn Alaca û 4 kesên li gel wê birin edliyê
13:02 Danişîna Hevşaredar Yildiz Çetîn taloq bû
12:41 Li Girtîgeha Elbîstanê ji ber koronayê pirsgirêkên cidî tên jiyîn
12:35 Aktar: Êdî ewlehiya tu kesî tuneye
12:15 Dozgerê bûyerê û dozgerê dosyeya rojnamevanan heman dozger e
12:12 Li Meletiyê 5 kes hatin binçavkirin
12:02 Dîtin ku nayê îmhakirin, ‘Plana Îmraliyê’ xistin dewrê
12:00 Siyasetmedarên girtî wê îfadeya ‘Kobanê’ bidin
11:25 Rojek berî danişîna doza hevberdanê hat kuştin
11:02 Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin
11:01 Dozger beraeta Rojnameger Demir xwest
10:35 6 sal borîn, lê hêj êrîşkarê Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ronî nebûye
09:09 Serpêhatiyên kurdan nadin jibîrkirin
09:08 Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin
09:05 ‘Rojnamevanên di binçavan de demara berxwedêr a heqîqetê ne'
09:04 Endama ÎTO'yê: Wezareta Tenduristiyê divê bi awayekî aşkere û zelal tev bigere
09:03 Nivîskar Temel: Tirkiye li dijî tevahiya kurdan e
09:02 ‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e'
09:01 Rojnamevan: Naxwazin binpêkirinên mafan bên nivîsandin
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2020'AN
08:41 Li Qersê 9 kesên din jî hatin girtin
07/10/2020
20:03 Bêrîtiya Tûma Çelîk hat betalkirin
19:34 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine bû 8 hezar û 609
19:07 Cenazeyê Emîrê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû li Stenbolê hat definkirin
17:02 Îttîraza girtina Ayna bi bayê bezê hat redkirin
16:03 Li Amedê dest bi hilweşandina Mala Artêşê kirin
15:54 Li Licê muhîmata leşkerî bi şivanekî ve teqiya
15:49 Doza helbestvan Tellî hat taloqkirin
15:45 Gunay: AKP tecrîdê veguherandiye awayê rêvebirinê
15:31 Ji ciwanan li Cizîrê panela tecrîdê
15:10 Girtîgehê girtina cenazeyê ku ragihand hatiye veşartin xwest
15:02 Îtîraza dijî qedexeya hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
15:01 Serokê AYM’ê: Sererastkirina ‘Efûya taybet’ li dijî Destûra Bingehîn e
15:01 Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin
14:45 Polîsan gef lê xwarine û sîxûrtiyê lê ferz kirine
14:12 Qeyûm şopîneriya Ayhan Bîlgen a Twîttera Şaredariyê asteng kir
13:29 Ji kesên ku li Qersê hatibûn binçavkirin 10 jê sewqî edliyeyê kirin
13:21 Dema binçavkirina rojnamevanan hat dirêjkirin: Sedema operasyonê nûçeyên helîkopterê ne
13:20 Bertek nîşanî binçavkirina dayikên aştiyê dan
12:38 MKGP: Ersoz, çawaniya têkoşînê ji me re mîrate hişt
12:32 Qeyûmê Sûrê ku budçeya şaredariyê qedand bi deyn pere ji şaredariya mezin stend
12:24 Gava ewil a destwerdana li dijî Rojhilata Navîn
12:19 Ji bo karê ‘nelirê’ şertê ‘mafê feragatê’
12:00 Li Rihayê tundiya zilam
11:42 Şahidê mirina li ser sînor vegot
11:31 'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da'
10:39 Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin
10:11 Darizandina têkildarî Yasîn Boru çima ji bo yên din nehat kirin?
09:18 Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye
09:17 Sarisaç: Ji ber ku bûyer eşkere kirin hedef hatin girtin
09:17 Heger 'Nexşerê'ya Ocalan pêk bihatana...
09:16 Berfîn Ozek: Niha wateya hevoka 'heya neyê serê mirov, mirov fêm nake' baş fêm dikim
09:16 ‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê'
09:08 Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin
09:08 Ji ber tevlî çalakiya Peymana Stenbolê bûye cezayê pereyî lê birîne
09:04 Xêrûbera wan zêde ye lê bihayê wan kêm e
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Polisan li Stenbolê gelek ESP ve SGDF'iyan binçav kir
06/10/2020
20:32 Îro li Tirkiyeyê 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1511 kes jî pê ketine
20:29 Agirê bi Baxçeyên Hewselê ket hat tefandin
16:56 Birayê Tûrgût : Rojnamegerên dibin çavan de bûn dengê me
16:25 Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e
15:49 Li Ebexê li ser sînor welatiyek hat kuştin
15:34 Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin
15:06 Mirina bi guman a li Girtîgeha Elbîstanê birin rojeva Meclîsê
14:50 Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû
14:33 Li El Babê teqînek mezin rû da
14:26 Bûldan: Dozgerê operasyonê Erdogan e
13:51 Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû
13:51 Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir
13:40 ‘MA li vî welatî kok berdaye, êrîş nikarin wê bêbandor bikin’
12:43 Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
12:36 ÎHD: Divê çalakiyên Kobanê ji hemû aliyan ve bê lêkolînkirin
12:25 23 salên bê Gûrbetellî: Wêrekî, biryardarî û xîreta wê li her deverê ye
12:03 Li Rihayê qezaya trafîqê: 15 karker birîndar bûn
12:00 3 kes li Mêrdînê hatin girtin
11:33 Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de
11:11 Jinên kurd ên rojnameger: Em ê pêşengtiya xwe mezin bikin
11:06 Rêxistinên rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
11:05 Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn
10:37 Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin
10:24 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin
10:11 Bêcezahiştina ku mirinan zêde dike
10:10 Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne