Bi roketên li Nisêbînê ketin 12 kes mirin, dosyeyê daxilî nav ên 'kiryar nediyar' kirin

  • rojane
  • 09:08 8 Cotmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Di dema êrişên Tirkiyeyê yên biribûn ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin roketên ku nehat zanîn ji ku derê hatine li Nisêbînê ketibûn û ji ber van roketan 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Der barê van roketan de tu lêkolîn nehatine kirin û lêpirsînên der barê 12 kesên jiyana xwe ji dest dan jî daxilî nav dosyeyên kiryar nediyaran kirin. 

Tirkiyeyê di 9'ê Cotmeha 2020'an de tevî komên çekdar ên di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de êrîş biribû ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev êrîş bi awayekî neyînî bandor li Nisêbîn, Qoser û Cizîrê jî kriibûn. Di dema van êrîşan de çend roketên ku nehat zanîn ji kû derê hatine li Nisîbînê ketin. 
 
Roketa ewil di 10'ê Cotmehê de li Taxa Firatê ya Nisêbînê ket. Ji ber vê roketê Fatma Yildiz a 47 salî û keçên wê Leyla (16) û Emîne (12) jiyana xwe ji dest dabûn. Di 11'ê Cotmehê de roket li Taxa Yenî Tûranê jî ket û 9 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 74 kes birîndar bûbûn û 126 mal jî xesar dîtibûn. Huseyîn Çakir (48), Naîf Sîncar (68), Ahmet Delen (16), Orhan dogan (30), Aytekîn Eroglû (35), mehmet Şîrîn Demîr (50), Hasan Mûhammed (39) û Dara Alî (17) li cihê bûyerê û Şivan Çetîn ê 26 salî jî piştî bûyerê bi 20 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji det dabû. 
 
BERTEKA NISÊBÎNIYAN 
 
Çendî ku hîn jî rayedarên hikûmetê dibêjin "YPG'ê roket avêtine", lê belê Nisêbînî qeyda dengên nûnerên MÎT, artêş û hikûmetê ku gotibûn "Em ji wî aliyî 3-5 roketan bavêjin. Em ê şer derxin" bibîr dixin û bertek nîşan didin. Her wiha Berdevkê QSD'ê Kino Gabrîel jî daxuyanî dabû û gotibû, tu eleqeya wan bi topên hawanê yên li Nisêbînê ketine tuneye û wî jî heman qeyd adeng bibîr xistibû û gotibû: "Beriya dostên me dijminên me jî dizanin ku em her tim xwe ji tiştên werê dûr dixin." 
 
Çendî ku rayedarên hikûmetê hin daxuyanî dan jî, lê belê piraniya malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane bawer nekirin ku hêzê QSD'ê roket avêtine. Her wiha berî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ji bo şînê were navçeyê, hatibû xwestin ku ala bên daliqandin. Lê belê malbatan ev yek qebûl nekiribû û her wiha li ber nexweşxaneyê, di merasîmên cenazeyan de bertek nîşan dabûn û bang kiribûn ku êrîş bên rawestandin. 
 
Her wiha malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn û welatiyên ku malên wan xesar dîtibûn, ji bo tazmînatê serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn, lê belê serlêdanên wan nehatibûn qebûlkirin û wezaretê berê wan dabû komîsyonê. Hîn jî serlêdana li komîsyonê bi dawî nebûye. 
 
Ligel vê wezaretê ji malbatan xwestibû ku bibêjin "em mexdûrê terorê ne", lê belê malbatan qebûl nekiribû. 
 
DOSYE DAXILÎ NAV ÊN KIRYAR NEDIYAR KIRIN 
 
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rê ve dibir jî di demek kurt de hat girtin û dosyeya der barê mirina her 12 kesan de jî daxilî nav ên "kiryar nediyar" hatine kirin. Dozgeriyê di çarçoveya "demboriyê" de ji bo 30 salan dosye sewqî buroya demboriyê kir. 
 
MA  /  Ahmet Kanbal 
 
 
 

Sernavên din

11/10/2020
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane