Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin

  • rojane
  • 09:11 15 Cotmeh 2020
  • |
img

WAN – Li Wanê ji Mijdara 2016'an heya niha lidarxistina çalakiyan qedexe ye. Parêzer Mahmût Kaçan têkildarî biryara qedexeyê got: "Der barê Wanê de biryar ji jor de tên girtin. Ev biryar ne biryarên ku di înîsyatîfa walî de bin e." 

Walîtiya Wanê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, li bajêr 15 rojan carekê qedexeya lidarxistina çalakiyan radigihîne. Qedexeya li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an heya niha didome. Her wiha bi vê qedexeyê re li bajêr binpêkiria mafan zêde bûye. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê di meha Tîrmehê de rapora xwe ya der barê binpêkirinên mafan ên di 6 mehan de qewimşne parve kir. Li gor raporê herî kêm mafê hezar û 170 mirovî hatiye binpêkirin. 
 
‘BIRYARINE KÊFÎ' 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mûrat Melet, anî ziman ku bi qedexeyê re li bajêr binpêkirinên mafan zêde bûne û her wiha tê xwestin bi qedexeyan ser van binpêkirinên mafan bên girtin. Melet, destnîşan kir ku tu hêleke qanûnî û hiqûqî ya qedexeyan tuneye û ji bo pêkanînên tên kirin jî got, "biryarên kêfî yên walîtiyê" ne. 
 
‘JIYANEKE BINAXKIRÎ' 
 
Melet, diyar kir ku li bajêr çalakiyan partiya îqtidarê nayên qedexekirin, lê belê çalakiyên partiyên muxalîf jî di nav de hemû çalakî û daxuyaniyên rêxistin civaka sivîl tên astengkirin û qedexekirin. Melet, ji bo vê rewşê got, du standardî ye. Melet, bilêv kir ku 4 sal in hemû daxuyaniyên xwe li avahiya komeleyê didin û got: "Hema bibêje jiyana me ya li vî bajarî, jiyaneke binaxkirî ye. Em bi tu awayî nikarin xebatên xwe ragihînin raya giştî." 
 
‘JI BER JEOPOLÎTÎKA WANÊ...' 
 
Melet, bilêv kir ku feraseta qedexekr a salên 90'î niha jî didome û got, parêzvanên mafên mirovan û demokrasiyê nikarin bi awayekî azad fikrên xwe bilêv bikin. Melet, anî ziman ku ji ber ku bajêr nêzî Îranê ye û navenda herêmê ye qedexe didomin û got: "Îran û Tirkiye gelek hevdîtinên xwe yên dîplomatîk li vî bajarî dikin. Ji Îranê gelek kes wekî turîst tên bajêr. Her wiha ji ber ku nayê xwestin çalakiyên demokratîk ên li vê derê bandorê li Îranê nekin jî ev qedexe tên domandin. Wan, navend aherêmê ye. Heger li Wanê lêgerîneke ji bo mafan çêbibe wê bandorê li bajarên din ên herêmê jî bike. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin qedexeyan datînin." 
 
Melet, destnîşan kir ku qedexe binpêkirina mafên mirovan e û got, lê belê wê feraseta qedexeker tu carî negihê armanca xwe.
 
BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊN KIRIN
 
Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê Parêzer Mahmût Kaçan jî pêvajoya hiqûqî ya di vî warî de nirxandin. 
 
Kaçan, anî ziman ku qedexe ji Mijdara 2016'an heya niha bi awayekî sîstematîk tên kirin û got, zêdetirî 4 sal in mafên sereke yên welatiyan tên astengkirin. Kaçan ku got "der barê Wanê de biryar ji jor tên girtin" û got, sedema vê jî walîtî bi înîsyatîfa xwe nikare biryarên ku mafê qanûnî ji holê rabike bigire. 
 
WALÎ: HIN TIŞTÊN HÛN BI WAN NIZANIN HENE
 
Kaçan, anî ziman ku anî ziman ku baro hevdîtin bi walî re çêkiriye û got: "Di hevdîtinê de walî ji me re got, 'hin tiştên ku hûn bi wan nizanin hene.' Lê belê gava em li parêziyên ku walîtî der barê dozên betalkirina şandine dinêrin, em dibînin ku bûyerên tu eleqeya wan bi Wanê re tuneye wekî hincet tn nîşandan. 
 
Kaçan, bilêv kir ku wî bi xwe jî bi awayekî şexsî der barê qedexeyan de serlêdan kiriye, lê belê dadgehê cardin bi heman hincetan doza betalkirina qedexeyan red kiriye. 
 
‘BIRYARÊN DARAZÊ CESARET DIDE WAN' 
 
Kaçan, destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya van qedexeyan tuneye û got: "Daraza ku ji bo vê bêhiqûqîtiyê dibîne jî xwe li nedîtinê datîne. Biryarên ku daraz digire jî cesaretê dide îdareyê. Em ê bibînin bê ka dadheha îstinafê dibêje. Lê belê ji ber rewşa heyî pir ne bihêvî me. Mixabin em bi rewşeke wiha re rû bi rû ne."
 
QEDEXE DIBIN SEDEMA PIRSGIRÊKINE NÛ
 
Her wiha wanî ji ber van qedexeyan nerazî ne. Esnaf Newroz Aslan a 31 salî jî diyar kir ku qedexeyên tên ragihandin tenê ji bo hin derdorên civakê ne û got: "Ev qedexe bi temamî ji bo gelê kurd û nûnerên wan tên danîn." Aslan, anî ziman ku bi van qedexeyan tê xwestin ku civak bê tepisandin û got, lê belê ji bo her kes bi awayekî azad fikar xwe bibêje rojek berî rojekê divê ev qedexe bên betalkirin. 
 
Nûjîn Yildiz a 20 salî jî anî ziman ku ev qedexe dibin sedem ku mafên jinan jî bên binpêkirin û got, lê belê ji ber qedexeyan nikarin van binpêkirinan ragihînin raya giştî. Yildiz, bilêv kir ku ji ber ku raya giştî bi van binpêkirinan nahese pirsgirêk jî hel nabin û got: "Lewma ev yek dibe sedema zêdebûna pirsgirêkan û sedema pirsgirêkên nû." 
 
Yildiz, diyar kir ku îqtidar ji bo gel deng ji xwe neyne û zirar negihê wê qedexaynd idomîne û got, ji bo gel bê tepisandin û bêdeng bibe qedexeyan didomînin. 
 
MA / Mehmet Şah Orûç 
 

Sernavên din

17/10/2020
09:09 'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart'
09:08 Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê
09:08 Dest bi çêkirina bastêqê kirin
09:07 Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye
09:06 ‘Baterî, ne qewet û masûlke ne'
09:06 Tenê ji bo muxalifan tuneye!
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2020'AN
01:10 Di lêpirsîna Kobaniyê de Kişanakê cardin girtin, li Yildirimê jî cezayê 'hepsa malê' birîn!
16/10/2020
20:31 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1812 kes jî pê ketine
18:43 Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin
16:31 Parêzerê Mûsa Orhan, beriya dozger û dadger biryarê da
16:18 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne
15:54 Danişîna Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû dest pê kir
15:44 ‘Bila Mûsa Orhan were girtin’
15:34 Girtiyên Girtîgeha Mereşê li dijî binpêkirina mafan ketin grevê
15:27 Dayika Îpek: Heqê me ji wan re nehêlin
15:16 Îtîrazî girtina rojnamevanan hat kirin
15:11 Danişîna doza endezyar Cîhan Can hat taloqkirin
15:00 ‘Divê cenaze ji peyarêyê werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin’
14:41 Xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:39 Bavê Bagatûr ê li ser sînorê Îranê birîndar bû: Dij hiqûqiye
14:33 ‘Di salên 90’î de cenaze winda dikirin, niha jî îşkence li wan dikin’
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:02 CÎSST'ê giliyên ku ji 114 girtîgehan kom kirin, kirin rapor
13:38 TSK'ê li Eyn Îsa xist: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
13:20 2 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
13:08 Şandeya CHP’ê serdana Ayhan Bîlgen kir
13:06 Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin
12:57 Dozgerê îdîanameya Kavala amade kir hat terfîkirin
12:36 Koca: Li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyan zêde dibe
12:22 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:14 Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn
11:05 TTB: Em ê li her qadê gotina xwe bêjin
09:31 Li Gabar û Cûdî şewat
09:15 Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn
09:14 Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye
09:14 Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
09:11 Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar
09:10 Navê navçeyan û gundan ên bi kurdî dinexşîne
09:09 'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike'
09:09 Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê
09:08 Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN
15/10/2020
20:15 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi sê deveran ketiye
20:12 66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:34 DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî
16:33 Danişîna rojnamevan Temîzkan ji bo biryarê hat taloqkirin
16:19 6 sal cezayê hepsê li Kok hat birîn
15:55 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:50 Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin
15:35 Salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin
15:21 Di bin navê ‘testa Kovîd-19’ de sewqî girtîgehên cuda kirin
15:01 Piştgirî dan Kûş ku li civîna meclisê axaftina wê hat astengkirin
13:54 Rêxistinên pîşeyî serdana piştevaniyê kirin
13:38 ‘Divê berjewendperest werin darizandin’
13:17 “Jimartina li ser pêya” li girtiyan ferz dikin
13:06 Ji bo Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê cezayê girtîgehê hat birîn
12:50 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafra derman nakin
12:38 Şahidê derbarê nûçegihanê me de ifade da li holê tuneye
12:01 Îdîaya di Girtîgeha Amedê de lingê girtiyekê şikandin…
12:01 Li 4 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:34 Ayhan Bîlgen ji doza Ozgur Gundemê bereet kir
11:33 Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
11:25 Di şewata Çemişgezegê de 4 mal şewitîn
10:34 Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger
09:56 HDP 8 salî ye
09:47 Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e
09:11 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye
09:11 Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin
09:11 Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
09:11 Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
09:11 ‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
09:11 Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
09:10 Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
09:10 MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN
14/10/2020
22:38 Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin
21:11 9 hezar û 14 mirov li Tirkiyeyê bi Covîd-19'ê mirin
17:22 Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn
16:50 Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin
16:45 Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn?
16:39 Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
16:25 Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê
16:23 Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in
16:13 Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê
16:07 Beştaş: Di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe çê dikin
15:43 Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye
15:21 Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin
15:06 Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn
15:05 Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan
15:03 ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin
14:50 Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin
14:29 Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da
14:08 Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
13:42 Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir
13:27 Ji bo lêkolîna bûyera helîkopterê wê li benda encama lêpirsînê bê sekinandin
13:07 AYM: Hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziyê nîşan nade
12:58 Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin
12:51 Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû
12:49 20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin