Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin

  • rojane
  • 10:54 22 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Zilamên ku tevlî atolyeyên “Em xwe diparêzin” bûn, diyar kirin ku di civakê de pirsgirêkeke zilam heye û gotin: “Divê me xwe biguherînin û veguherînin û zilam jî têbikoşin." 

 
Kampanyaya bi şîara “Em xwe diparêzin” a ku Tevgera Jinên Azad (TJA) ya di 15’ê Îlonê de ji bo 4 mehan da bû dest pê kirin, bi çalakî û bernameyên cuda dewam dike. Di çarçoveya kampanyeya li Amedê starta wê hat dayîn de, li gel atolyeyên xweser, atolyeyên zayendiya civakî jî tên dayîn. Jin û zilam bi hevre tevlî van atoleyayan dibin û li ser nîqaşên hevpar digihin encamekê. Jin û zilanên tevlî van atolyeyan dibin, bandorên nêrîna serdest li ser xwe û civakê di lêpirsînêre derbas dikin. 
 
Zilamên ku tevlî van atolyeyan bûn, bandor û girîngiya kampanyayê ya li ser xwe nirxandin. 
 
‘DI ME DE QALIB HENE’ 
 
Suleyman Ataş, diyar kir ku kompanya ji aliyê gelek beşan ve bi awayekê erênî hat pêşwazîkirin û wiha axivî: “Ez tevlî atolyeyê bûm û zayindperestiya heyî min di lêpirsînê re derbas kir. Li vê derê min ev yek di xwe de dît. Me weke zilam, gelek rol û misyona li jinan bar kiriye. Li gorî fikir û zihniyeta xwe me gelek qalib di xwe de ava kirine û me hemû neyîniyên heyî ji jinan re kirine yek. Ewce nake em pir dûr herin. Em dikarin ji malbatên xwe dest pê bikin. Hemû karê di malê de, me kiriye aîdê jinê. Weke ku ev erka jinan be, me lê mezê dikir.” 
 
‘ZILAM DI LÊPIRSÎNÊ RE DERBAS NAKIN’
 
Ataş, da zanîn ku wan rojekê bi tenê jî, nêrîna serdestiya zilan di lêpirsînê re derbas nekirine û wiha got: “Em ketin ferqa vê yekê û me ev kêmasiya xwe dît. Ev kêmasiyek mezine. Ji ber vê tundî û komkujiya li dijî jinê civakî dibe. Divê mirov heya bingeha vê biçe û ji vê derê dest pê bike. Her çiqasê em di nava HDP’ê de cih digirin jî, tu cudahiyeke me ji hemcinsên me yên di nava civakê de cih digirin tuneye. Em çiqas bêjin, em baş nêzî jinan dibin û nêrîna me ya li hemberî wan başe jî, tu ferqa me ji civakê tuneye. Çi dema em dixwazin em derdikevin derve û çi dema em bixwazin jî em diçin malê. Em qet pêwîst nabînin agahî jî bidin. Lê çi dema ku xwişka min di saetek diyar de neyê malê, ez tavilê li wê diğerim û maf dixwe de dibînim ku hesap jê bipirsim. Sedema vê yekê jî hişmendiya min a serdest e. Lê piştî atolyeyê min jiyana xwe di lêpirsînê re derbas kir. Divê em di her qadê de, pirsgirêkan bi awayekê hevbeş çareser bikin. Pêwîste ku em qebûl bikin ku em û jin wek hevin. Tu tiştekê me ji hev ne cudaye. Ger em xwe qane bikin, wê jin tu carî zor û zehmetiyan nejîn û rastî êrîşan neyin. Ji ber ku jin û zilam ne wek hevin, di nava civakê de her tim tundî li wan tê kirin. Atolyeyên TJA’yê li dar xistin pir girîng bûn. Me hişmendiya zilam bi hevre nîqaş kir. Em ezberên di serê xwe de bi hevre têk dibin. Ji bo guhertin û veguhertina zilaman ev kampanya girînge. Girînge ku ev xebat li her derê belav bibe.” 
 
‘DIVÊ ZILAM JÎ TÊBIKOŞIN’
 
Alî Bal ê tevlî atolyeyê bû jî, anî ziman ku bi salane di nava siyasetê de cih digire û wiha axivî: “Fikir û ramana min her çiqasî wekheviyê biparêze jî, lê di hişmendiya min de kodên serdestiya zilam hene. Ev her tim xwe di rêbaz û şeweyê me de dide der. Min di vê atolyeyê de, ferq kir ku nêrîna serdest a zilam bi min re heye. Xebatên wiha dibe sedem ku hişmendiya zilam bê guhertin. Minak zimanê min pir serdest bû. Dema ku ez diaxivim weke ku jin tunebin, nêrîna xwe dibêjim. Xebata atolyeyê mudaxilekirina hişmendiya me ye. Min di xwe de pir kêmasî ditîn û dest bi lêpirsînê kir. Atolyeyên wiha pir girîngin. Fikra ku divê zilam jî têbikoşin di min de ava bû. Yanî divê zilam jî têbikoşin.”
 
‘DIBE DEST PÊ KÊ’
 
Erkan Tepelî jî, dest nîşan kir ku di demên dawî de, ji nû de çanda zilamtiyê di civakê de tê avakirin û wiha bilêv kir: “Li hemberî vê jin jî parastina xwe dikin û bersiv didin. Min dît ku di min de jî feraseta serdest heye. Min ferq kir ku divê ez vegerîm dest pê ka jiyana xwe. Bi xwebaweriyek 5 hezar sal bi zilaman re heye. Ez xwebawerî jî, bi helwesta serdestiyê pêş dikeve. Ji ber vê divê em vegerin dest pê kê. Ev xebata TJA’yê pir berfireh û girînge ji bo me hemû zilaman.” 
 
‘DI RASTIYÊ DE PIRSGIRÊKA ZILAM HEYE’
 
Yek ji beşdarvanên atolyeyê Mûrat Kalmaz jî, bal kişand ser girîngiya atolyeyê û wiha bilêv kir: “Bi vê atolyeyê min dît ku ez gelek paşve ma me. Ez her tim difikirîm ku, pirsgirêka jinê tenê jinê eleqedar dike. Min nû fêm kir ku di rastiyê de pirsgirêka jinê pirsgirêka civakê ye. Ji ber vê di civakê de pirsgirêka zilam heye. Yên ku jinan tecîz, tecawîz û qetil dikin zilamin. Lazimek ku zilam vê pirsgirêka xwe çareser bikin. Em polîtîkayên dewletê yên dixwaze, belav dikin. Bi kurtasî di bingeha vê pirsgirêkê de zilam heye. Divê me xwe biguherînin û veguherînin.” 
 
MA / Semra Turan
 

Sernavên din

22/10/2020
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
09:23 Karneya çapemeniyê ya 18 salên AKP'ê: Binçavkirin, girtin, sansûr û reşkirin
09:23 Estûkyan: Rol û rista Koma Mînksê aştî ye, lê pratîka wê şer e
09:21 Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan
09:21 Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike
09:20 9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e
09:19 'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye'
09:19 Bi kurdî danasîna wesayîtan dike
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN
20/10/2020
22:17 Panzêran li Efrînê 2 zarok eciqandin
20:47 SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:39 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445
18:00 Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir
16:57 HDP’e serdana ajansa me kir
16:23 Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe
15:41 Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin
15:36 Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin
15:35 TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe
15:08 Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
14:48 Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat!
14:48 Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin
14:37 Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin
14:14 Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin
13:47 Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin
13:30 Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin
13:23 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
13:08 ‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’
12:22 Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin
12:17 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr hat berdan
12:14 Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne
12:02 Li Rojava kongreya jinan