Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye

  • rojane
  • 13:48 22 Cotmeh 2020
  • |
img
WAN – Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ê ji ber nûçeyên êşkenceya bi helîkopterê çêkiribû hat girtin got: “Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye. Heke em ji nedîtî ve bihatana em ê nehatina girtin lê me yê rojnamevaniyê jî nekira. Em li gorî pîvanên pîşeya xwe xebitîn.” 
 
Li navçeya Şaxê ya Wanê leşker derketibûn operasyonê. Di operasyonê de welatî Osman Şîban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û bi rapora nexweşxaneyê hatibû piştrastkirin ku her du welatî ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da û Osman Şîban hêj li mala xwe tedawî dibîne. Nûçegihanên me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala bi hêceta ku nûçeyên derbarê helîkopterê de çêkirine hatibûn girtin. 
 
Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ê li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin nameyek nivîsand û şand Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê (TGS) û di nameyê de bal kişand ser tiştên hatine serî wî. 
 
‘NAXWAZIN KU EM RASTIYAN RAGIHÎNIN’ 
 
Nameya Cemîl Ûgûr wiha ye: 
 
“Di 6’ê cotmehê de polîsan bi ser mala min de girt. Min binçav kirin. Di 9’ê cotmehê de û sê hevpîşeyên xwe hatin girtin. Tevî ku delîlên şênber nîn in jî em hatin girtin. Di esasê xwe de ne Cemîl, Adnan, Şehrîban û Nazan hatin girtin, rojnamevanî hat girtin. Naxwazin ku em rastiya zext û girtinan ragihînin.
 
Em dizanin ku îqtîdar di meseleya helîkopterê de aciz e. Lê belê em nikaribûn raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidan ji nedîtî ve werin. Heke em ji nedîtî ve bihatana em ê nehatina girtin lê me yê rojnamevaniyê jî nekira. Em li gorî pîvanên pîşeya xwe xebitîn. Bedelê wê çi dibe bila bibe me hewl da ku rastiyê bigihînin xelkê.
 
REWŞEK BEREDAYÎ DIDE NÎŞANDAN 
 
Nemaze dixwazim balê bikişînim ser vê mijarê. Dozgerê xwest em werin girtinê, di daxwaza bi hêcet ku şand ji dadger re, tê gotin ku ‘di serdegirtinê de alavên me hatine desteserkirin, xwedîgiravê yên diziyê ne’ û girtinê xwestiye. Dozgerê ku derbarê me de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ biryara binçavkirinê daye, li ser rewşek li holê nîne girtinê xwestiye, di esasê xwe de pir eşkere ye ku li ser ‘fermanê’ girtinê xwestiye. 
 
Dadger jî vê hêcetê pejirand û me da girtinê. Yanî em ji ‘diziyê’ hatin girtin. Ji emniyetê heta dadger têkildarî ‘diziyê’ tiştek ji me nehat pirsîn. Asta ku bêcidîbûn û beredayîtiya hiqûqa Tirkiyê dide nîşandan di tu demê de neketiye vê rewşê. 
 
JI ROJNAMEVANÊ 20 SALÎ RE GOTIN ‘TU NE ROJNAMEVANÎ’ 
 
Li aliyê din dadger bi îdiaya ‘karta me ya zer a çapemeniyê’ nîne da girtin. Rewş hatiye vê astê. Endamtiya min a TGS’ê û Cemiyeta Rojnamevanên Mêrsînê her şahidiyê û delîltiyê radixe ber çavan. 
 
Ji bo Adnan Bîlen ê 20 sal in rojnamevaniyê dike dibêjin ‘ne rojnamevan e.’ Ez bi dadgehek wiha keniyam. Pêkenok in. Di esasê xwe de ez dizanim ev biryar hemû eletewş in. Çimkî li holê sûcek nîne lê ferman heye. Ji bo vê fermanê pêk bînin çi ji destê wan hat kirin. Lê nizanin çi kirine. Ev tiştên qewimîn di dîroka Tirkiyê de cihê lanetê ye. 
 
Bifikirin bi mehan li telefonên me guhdar kirine. Qeyda tapeyek min hatiye girtin. Ew jî hevpeyvîna min a nûçeyê ye. Di vir de xwestin rojnamevaniyê bidarizînin. Me di her platformê de got em şopdarê û dengê heqîqetê ne û em mafê nûçeyên rastîn ê ku ji gel werin ragihandin diparêz in. Em ê vê rastiya xwe bidomînin. Em ê xwedî li rûmeta rojnamevaniya dixwazin binpê bikin derkevin û em ê her li ser pêya bin.
 
Ez dizanim hûn jî her dem li gel me ne. Ji ber piştevaniya we, ez spasiya we dikim.” 
 
 

Sernavên din

22/10/2020
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
09:23 Karneya çapemeniyê ya 18 salên AKP'ê: Binçavkirin, girtin, sansûr û reşkirin
09:23 Estûkyan: Rol û rista Koma Mînksê aştî ye, lê pratîka wê şer e
09:21 Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan
09:21 Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike
09:20 9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e
09:19 'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye'
09:19 Bi kurdî danasîna wesayîtan dike
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN
20/10/2020
22:17 Panzêran li Efrînê 2 zarok eciqandin
20:47 SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:39 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445
18:00 Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir
16:57 HDP’e serdana ajansa me kir
16:23 Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe
15:41 Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin
15:36 Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin
15:35 TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe
15:08 Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
14:48 Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat!
14:48 Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin
14:37 Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin
14:14 Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin
13:47 Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin
13:30 Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin
13:23 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
13:08 ‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’
12:22 Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin
12:17 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr hat berdan
12:14 Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne
12:02 Li Rojava kongreya jinan