Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire

  • rojane
  • 10:50 28 Cotmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera hêzên Kurdan de hevdîtinên yekîtiya neteweyî didomin. Hêzên Kurd li gel ku ji bo yekîtiyê li hev kirine jî ji ber sekn û helwesta ENKS’ê hevdîtin li ser bingehek lawaz didome. ENKS bi şertên ku dide pêş, helwesta wekî li dijî yekîtiyê israr bike, nîşan dide. 
 
Rageşiya di navbera Tirkiye û Fransayê ku bi qeyrana karikatur dest pê kir, piştî ku ji bo îstîşarê bang li sefaretên herdu welatan, kirin, biryarên boykotê hatin dirêjkirin. Serokomar û Serokê AKP’ê Tayyip Erdogan hefteya borî bi gotinên tûj Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kiribû hedefa xwe. Her çend Tirkiye sedema bertekên xwe wekî ku Fransa bi karîkaturê Hz. Muhammed li dijî Misilmaniyê bê hurmetî kiribe nîşan bide jî; di esasê xwe de, eleqeya Fransa a germ ku li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ye. Erdogan di axaftina xwe ya li dijî Macron her çend got "Derdê vî zatî yê li dijî Îslam  û Misilmantiyê çiye? Di aliyê zihnî de pêdivîya Macron bi tedawiyê heye" jî di berdewama axaftina xwe gefên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhihilatê Sûriyeyê berdewam kir. Tişta Erdogan werê hêrs dike jî piştî sala 2011'an ku li Sûriyeyê şerê navxweşî dest pê kir, Rejîma Esad li şûna bi hêzên navneteweyî re parve bike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser hatiye avakirin e. Pişti vê yekê Hikûmeta Tirkiyel li dijî siyesata Kurd dest bi ‘Plana têkçûn û hilweşînê" kir û dest bi dagirkeriya herêma Bakurê Sûriyeyê kir. 
 
Li gel Tirkiye bi her awayî hewl da rê li pêş yekîtiya neteweya Kurd bigire jî; li gorî dixwest encam negirt. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Gulana 2020'an de 25 partî û tevgerên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî gavên çareseriyê avêtin. Dîsa Partiyen Yekitiya Niştimani ya Kurd (PYNK di bin baneyê "Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd" de hatin cem hev. Piştî yekîtiyek hat avakirin gava ewil a vê yekîtiyê; di 17'ê Hezîrana 2020'an de bi ENKS'ê ya bi Tirkiye re têkiliyê wê pir germ in re, li ser Peymana Duhokê ya di sala 2014'an de îmze kiribûn, li hev kirin. 
 
MUZAKERE LI SER MÛ DIMEŞIN 
 
Ji bo Kurdên ku bi Peymana Lozanê bûn Çar Perçe û Tirkiye, Sûriye, Iraq û îranê ew li hev parvekirin, bi gava li “Rojava” hat avêtin hevî û baweriya ji bo yekîtiya neteweyî bêtir geş kir. Niha ji ber helwesta ENKS'ê xebatên yekîtiya neteweyî li ser tayê mû dimeşin. Ji ber ENKS şertên dide pêş, xebatên yekîtiyê li gorî tê xwestin pêşve naçin. Di xebatan de Rêveberiya Xweser pêşniyar kir ku ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê bê avakirin. Kengî û li Ku hat avakirin? Têkiliya wê û Tirkiye di çi astê de ye. Têkildarî Rêveberiya Xweset heta niha ket çi rewşê? 
 
NAVENDA WÊ LI HEWLÊR E
 
Piştî li Sûriyeyê Şerê navxewşî dest pê kir, di 26'ê Cotmeha 2011'an de ENKS hat avakirin. Navenda ENSK'ê li Hewlerê hat avakirin. Mesud Barzanî piştgirî da van xebatan. Di sala 2017’an de bi kongreya dawî Sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Siûd Mela anîn ser partiyê. Ji roja ENSK hat avakirin heta niha Tirkiye aşkere li dijî partiyên Kurd piştgiriyê dide ENKS'ê. ENKS, ku aşkere piştgiriyê ji Tirkiyeyê distîne, heta demek nêzîk di nava rêveberiya Muxalifên Sûriye û Konseya Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) ku bi hevkariya Tirkiyeyê hat avakirin de cihê xwe girt. ENKS li gorî xeta siyasî li dijî Rêveberiya Xweser cihê xwe girt û dest bi kampanya reşkirinê kir. Rêveberiya Herêmê Rewatiya ENKS’ê qebûl nekir û di sala 2017'an de buroyawê girt. 
 
BAZARA LI SER EFRÎNÊ 
 
Piştî Tirkiyeyê di 20'ê Çileya 2018’an de Efrîn dagir kir, ENSK'ê helwesta xwe aşkere kir û beriya operasyofa Efrînê rêveberên ENKS’ê bi rayedarên MÎT'ê re hatin cem hev. Dîsa hin komên çekdar ên girêdayî ENKS’ê raste rast tev li operasyonê bûn. Endamê ENKS'ê Fuad Aliko, Piştî dagirkirina Efrinê li Dilokê civîn li dar xistin. ENKS û Tirkiye li ser Efrînê li hev kirin. Gotin "Ji bo gelê Efrînê axa xwe bi rêve bibe li hev kirine" Lê derket holê ku wekî ku EKNS'ê dixwest pêvajo pêş neket. Wisa bû ku binpêkirina mafan heta endamên ENKS'ê belav bû. Vê yekê bandor li ser têkiliyên ENKS û Tirkiyeyê kir. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Îbrahîm Biro ku serokê berê yê ENKS’ê bû, di Gulana 2019'an de daxuyaniyek da û got: "Ji ber me bertek nîşanî komên çekdar ên li Efrînê mafan binpê dike dan, têkiliyê me û Tirkiye lawaz bûn. Wê demê hin rêveberên ENKS’ê dersînor kirin. Lê ENKS'ê her tim hewl da têkiliyên xwe ji Tirkiyeyê qut neke. 
 
3 MILÊN CUDA HENE
 
ENKS wekî tê zanîn ne rêveberiyek yekpare ye. Tema li têkiliyên heyî, politikayên têne meşandin û refleksên tên nîşan tê nerîn, tê dîtin ku di nava ENSK'ê de 3 milên cuda hene. Ev 3 mil yek girêdayî Tirkiye, yek girêdayî Barzanî û yek jî girêdayî Rojava ye. Li gel van milên cuda ji bo yekîtiya neteweyî ENKS di bin baneya neteweyî de hat cem hev. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) Mazlum Abdî, di 10'ê Mijdara 2019’an de bi ENSK'ê re hevdîtin kir. Rêveberiya Xweser a Serokatiya Konseya ENKS'ê ji bo bi PYD'ê re li hev bike, pêşniyarên xwe bi Mazlum Abdî re parve kir. 
 
LI KOBANÊ BURO VEKIRIN
 
Rêveberiya Xweser piştî van temasan aşkere kir ku hemû astengiyên li pêş xebatên ENKS’ê radike. Piştî vê biryarê ENKS'ê piştî 3 salan di 6'ê sibata 2020’de li Kobanê buro vekir. 
 
Piştî hêzên Kurd ji bo yekîtiyê hatin cem hev û ENSK xistin bin baneyê xwe Tirkiye bêzar kir. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di 19'ê Sibatê de bi nûnerê ENKS'ê re li Enqereyê hevdîtin kir. Çovuşoglu, têkildarî van hevdîtinan got “Em bi nûnerên rewa yên Kurdên Sûriyeyê bi heyeta Konseya Neteeya Krud a Sûriyeyê re hatin cem hev. Me diyar kir ku zerara herî mezin rêxistina Terorê PKK/YPG daye Kurdan." 
 
Ji bo yekîtiya neteweyî yekem car ENSK û Mazlum Abdî li hev kom bûn. Piştî meha Gulanê Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) hat avakrini. Piştî hevdîtinên di nava heyetan de di 16'ê hezîranê de alîgiran peymana Duhokê ya sala 2014'an li hev kirin. Hertu heyet ji bo yekîtiya Kurdan dê li hev bikin û gavan bavêjin. 
 
Peymana Duhokê piştî konferansên Yekîtiya Neteweyî yên li Enqere, Amed û Brukselê pêk hatin, hat îmzekirin. Di sala 2014'an de li Duhokê kom bûn. Heyetea ENKS û Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) 9 rojan hevdtini kirin û di encama van hevdîtinan de li ser mijarên hêza hevpar û yekîtiya siyaseta kurd li hev kirin. Di 23'ê Cotmeha 2014'an de li hev kirin. Di Mekanîzmaya Biryara Siyasî de biryar dan ku 12 jê endamên TEV-DEM û 12 jî endamên ENKS’ê bin. 6 endanên serbixwe jî dê ji aliyê 24 endamên meranîzmayê ve bihatina diyarkirin. Xwestin ji bo parastina rewa YPG  koordîne bike. 
 
Piştî ENKS’ê Peymana Duhokê îmze kir û bi PYNK'ê re li hev kir, Koordînasyona Neteweya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê (SMDK) li dijî vê yekê bêzar bû. Di 27'ê Tîrmeha borî de endamên SMDK'ê di civînê de ji rêveberên ENKS'ê têkildarî mijarê agahî xwest. Di malpera fermî ya SMDK'ê ya https://tr.etilaf.org/haberler/koalisyon-haberleri/smdk-ve-enks-yonetimi-ortak-konulari-ele-aldi de hat gotin ku Endamên ENSK'ê aşkere kirine ku dê SMDK û endamên Heyeta Muzekereyên Sûriyeyê (SMH) biparêze, di navenda muzakereyan de “Qutkirina têkiiyên di navbera PYD û PKK'ê de ye" Endamên ENKS'ê di heman hevdîtinê de herêma Deyr-i Zor û Rakka dê dîsa ji aliyê gelê herêmê ve dê bê birêvebirin. 
 
Piştî mehekê Serokê SMDK'ê Nasr Al Hariri, endamê ENKS’ê yê konseyê Hewas Agid ji rêveberiyê derxist û li şûna wî endamekî Ereb bi cih kir. ENKS li aliyekî ji bo yekîtiyê bi PYNK'ê re li ser peymana Duhok'ê li hev kir. Li aliyê din ENKS şertê dide pêş rê li pêş yekîtiyê digire. Endamê Komîteya  ENKS'ê Îbrahim Biro di 20'ê ÎLonê de anî ziman ku heta niha li ser 5 xalên sereke li hev nekirine û got: "Di nava niqaşan de pirsgirêka PKK'ê, mijarên perwerdehiyê, eskeriya mecbûrî, peymanên civakî, mijarên girtiyan heye. Hebûna PKK'ê ya li Rojava ji bo gelê me bi talûke ye. PKK, bi mayîna li Rojava peyamê dide Rejîma Sûriye Tirkiye û DYA'yê. Divê PYD û HSD têkiliyên xwe yên bi PKK'ê re zelal bike." 
 
Rayedarê ENKS'ê xwest Pêşmergeyên Roj guhertinê bikin û ji aliyê Hêzên Herêmê û Navneteweyî ve bên parastin. 
 
Endamê Konseya Hevserokê PYD'ê Aldar Xelîl jî di 26'ê Îlonê de anî ziman ku bi ENK'ê re muzakereyan berdewam dikin. Yek ji mijarê niqaş dikin jî “Mercîya Bilind a Kurd" û meseleyên rêveberiyê û parastinê ne. 
 
 

Sernavên din

31/10/2020
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir
14:48 Tenduristîvan: Bi qedexe û astengiyan pirsgirêk nayên çareserkirin
14:39 Biryara bihincet a cînayeta Aydemîr: Nelihevkirina mîrateyê
14:21 Li Girtîgeha Şakranê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketin
13:39 TTB: Em ê dev ji mafên xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin
13:38 Kovara listikên zarokan a bi Kurdî GOG derdikeve
13:13 Li Girtîgeha Antalyayê careke din pêkanînê Rewşa Awarte di dewrê de ne
12:59 Pêşniyara mafê perwerdeya zikmakî qebûl nekirin
12:49 Polis: Tu Leyla Guven teşhis bike dê dozger bibe alîkar
12:17 Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine
12:02 Operasyona leşkerî li Elbakê didome
11:52 Ûgûr: Dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kir
11:37 Der barê Ekîncî de biryara girtinê
11:11 Rojnameger Demîr beraet kir
10:56 Li Stenbolê 3 HDP’î binçav kirin
10:51 Ji av û rê re na ji qada medenê re jêhatî ne!