Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin

  • rojane
  • 09:44 31 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Rewşenbir û nivîskarên Êzidî, bal kişandin ser peymana Şengalê ku vîna gelê Êzidî tune dihesibîne û diyar kirin ku ev peyman li ser daxwaza Tirkiye pêk hatiye. Rewşenbiran wiha gotin: "Bi vê peymanê dixwazin komkujiya ku DAIŞ'ê li Şengalê pêk anî, berdewam bikin. Dixwazin Şengalê bê Êzidî bihêlin." 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Hikûmeta Iraqê di 9'ê Cotmehê de li ser rewşa Şengalê peymanek îmze kir. Lê bêyî nerîn û daxwazên gelê Êzidîyên şengalê guhdar bikin û esas bigirin peyman îmze kirin. Bertek û nerazibûnên li dijî peymanê didomin. 511 rewşenbir, nivîskar û pêşengên Êzidî, di 25'ê Cotmehê de deklarasyonek weşandin û bertekên xwe yên li dijî peymanê anîn ziman. Nivîskar û rewşenbiran, diyar kirin ku ev peyman nayê qebûlkirin û dê li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bertek û nerazibûnên li dijî peymanê didomin. Ji helbestvan, nivîskar û rewşenbirên ku îmze avêtin bin deklerasyonê Xebat Şakir, Rojnameger Osman Şahin, Nivîskar Îbrahim Osman û Dîroknas Loqman Bariş nerazibûnên xwe anîn ziman. 
 
DIXWAZIN KOMKUJIYÊ BIDOMÎNIN
 
Helbetvan û nivîskarê Êzidî Xebat Şakir, destnîşan kir ku armanca vê peymanê komkujiya Êzidîyan berdewam bikin û wiha got: "Em vê peymanê nas nakin. Bi vê peymanê vîna Êzidîyan tune hesibandin. Dê bi vê peymanê DAIŞ komkujiya li dijî Êzidîyan dewam bike. Ev peyman li ser hebûn û vîna gelê Şengalê talukeyek pir mezin e. Di vê peymanê de rola Tirkiye gelek mezin e. Li ku vîna kurd û hêza demokratîk û azad hebe, Tirkiye êrîş dike. Tirkiye bi rêya PDK'ê hewl dide vê plana xwe pêk bîne. Dewleta Tirk wekî eskerên hêzên global tev digere. Şerê li herêmê dê bibe sedema windakirinê." 
 
BI 9'ê COTMEHÊ PEYAM DAN 
 
Şakîr bal kişand ser roja îmzekirina peymanê ya 9'ê Cotmehê û wiha lê zêde kir: "Di 9'ê Cotmehê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê derxistin. Di heman dîrokê de Tirkiyeyê li dijî Serêkanîyê û Grê Spî operasyon pêk anîn û axa wan dagir kir. Dîroka îmzekirina peymanê jî di heman rojê de ye û ev ne tesadifî ye. Hin hêzên Kurd jî dibin amûrê vê yekê. Tu qezenca Kurdan di qetilkirina Êzidîyan de tune ye. Kurdistan baxçe ye. Êzidî jî gula vî baxçeyî ne. Bi qetilkirina Êzidîtiyê dê bingeha Kurdatiyê jî tune bibe. Îro Ezidî bên qetilkirin dê sibê hemû gelê Bakur bên qetilkirin. Divê em bibin yek. Divê em vê firseta yekîtiyê bernedin."  
 
EM DESTÛR NADIN
 
Şakir, destnîşan kir ku wan bi vê deklarasyonê aşkere kir ku peymana vîna Êzidîyan têde tune qebûl nakinû wiha lê zêde kir: "Em civaka Êzidî xwe nas dikin. Em xwedî vîn û hêz in. Em destûr nadin vê peymanê û destûr nadin ku kesên din me bi rêve bibin. Piştî hezar salan Ji Şêx Adî heta niha yekem car civaka êzidî wisa xwe bi rêxistin kiriye û bûye xwedî hêz. Divê vîna Êzidîyan esas bê girtin. Armanca me aştî û diyalog e."
 
 
Rojnamegerê Êzidî Osman Şahîn jî anî ziman ku bi vê peymanê dixwazin di nava civaka Êzidî de nakokiyan zêde bikin û wiha got: "Bi vê peymanê dixwazin rê li pêş ji nûve avakirina Şengalê bigirin. Dixwazin di nava civaka Êzidî de nakokiyan zêde bikin û perçe bikin. Ji bo hesabê komkujiya Êzidîyan a sala 2014'an ji Hewlê û Bexdeyê neyê pirsîn ev peyman îmze kirin. Êzidîyan ji komkujiya 2014’an ders derxist. Civaka Êzidî êdî dizanin ku pêşerojek çawa û çi dixwazin. Dikarin xwe biparêzin û dizanin êdî li ser axa xwe bijîn. Em amade ne ku li dijî vê peymanê têbikoşin." 
 
PDK LI SER ÊZIDÎYAN LÎSTIKÊN QIRÊJ DILÎZE
 
Nivîskarê Êzidî Îbrahim Osman jî peymana di navbera Hewlêr û Bexdeyê de pêk hatiye di esasê xwe de di navbera li ser daxwaza Tirkiye ev peyman pêk hatiye û wiha got: "PDK li ser civaka Êzidîyan lîstikên qirêj dilîze. Heta birînên komkujiya 2014'an neyê dermankirin, nayê qebûlkirin ku PDK têkeve nava lîstikên qirêj. PDK li ser daxwazên Tirkiyeyê tev digere. Êzidîyan ev peyman erê nekir û erê nakin. PDK'ê komkujiyek mezin kir. Ew neparastin. Divê her kes li dijî vê peymanê bertekên xurt nîşan bidin. Ev peyman ne li gorî berjewendiyên Êzidîyan e. Ev li dijî Êzidîyan e. Ewil xwestin bi rêya Pêşmereyên Roj  têkevin Şengalê. 
Li Almanyayê hin Êzidî û Kasım Şeşo, Kasımê Simêr, Loqman Qulî, Mervan İlyas  Beder, Şêz Elo, Şêz Şamo xistin nava tevgerê û xwestin Êzidî şerê hev bikin. Dixwazin Êzidyan bi hev bidin şerkirin." 
 
 
ARMANC ŞENGALÊ BELAV BIKIN
 
Dîroknas û rojnamegerê Êzidî Loqman Bariş jî anî ziman ku bi vê peymana îmze kirin, xwestin darbeyekê li yekîtiya Kurdan bixin û wiha got: "Divê li dijî vê peymanê em bêtir bibin yek û bêtir bi hevre dengê xwe bilind bikin. Ev pejyam ji bo Êzidiyan fermanek nû ye. Li gorî Destûra Bingehîn a Irakê ya xala 140’an ev herêm tê nasîn. Li vir pêdivî bi referandumê heye. Bi vê peymanê dixwazin komkujiya sala 2014’an dubare bikin. 
Dîsa bi vê peymanê dixwazin Şengalê bê Êzidî bihêlin. 
 
MA / İdrîs Sayilgan
 

Sernavên din

03/11/2020
15:20 TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da
15:07 Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin
14:42 Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin
14:22 Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
14:16 Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:56 Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
13:18 Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin
13:18 Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
12:59 Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê
12:18 Banga beşdarbûna hatina gel hev a jinên elewî
12:02 Gulum: Divê bondara şewbê ya li ser jinan bê lêkolînkirin
11:56 Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket
11:38 HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir
10:54 Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê
10:47 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
09:40 Agir bi Bazara Rûs ket
09:05 Li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê sîxurtî ferz kirin
09:05 Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin
09:05 Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye
09:05 SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn
09:05 Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe
09:05 ‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene'
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir
20:22 75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin
19:06 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35
17:05 Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin
16:04 'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’
16:02 Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da