18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin

  • rojane
  • 10:13 17 Mijdar 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Di operasyonên siyasî yên heta niha li navçeya Cizîrê hatin lidarxistin de, Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç 3 caran û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî 15 caran hatin binçavkirin. Tunc û Kutlu têkildarî hedef girtina xwe de, gotin: "Êrîşên wan çiqas zêde bibin, em ê berxwedana xwe ewqasê mezintir bikin." 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polîsan di 7'ê mijdarê de bi ser malan de girtibûn û Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 12 endam û rêvebirên HDP'ê binçav kiribûn. Di her operasyonên siyasî yên li navçeyên de herî zêde jin û xebatên wan tên hedef girtin. Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, 15 caran di operasyonên siyasî de tê binçavkirin 50 lêpirsîn derbarê wê de hatine vekirin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunc jî ev 3 carin tê binçavkirin û 16 lêpirsîn lê hatine vekirin. Di heman demê de Tunc ji propagandayê salek û 2 meh ceza lê hatiye birin. Têkîldarî binçav û lêpirsînên ku der barê wan de hatine vekirin, Tunc û Kutlu axivîn.
 
'DIXWAZIN EZ WELAT TERK BIKIM'
 
Kûtlû, diyar kir ku ew di her binçavkirinê de bi cureyên tundiyê yên cur bi cur re rûbirû dimînin û wiha axivî: "Roja ku min dest bi têkoşînê kir û heya roja îro rojek ku beyî tundiya dewletê min derbas nekiriye. Bi gefan, zextan û êrîşan her tim me dixwin hedef. Bi giştî heta niha ez 15 caran hatim binçavkirin û 2 caran ketim girtîgehê. Derbarê min de 50'î lêpirsîn hatine vekirin. Di nava jiyana rojane de jî, di lêgerîna polîsan de û çalakiyan de em bi heman nêzîkatiyan re rûbirû dîminin. Min ji vê rewşê ev yek fêm kir berxwedana jinê û pêşveçûna jinê ji vê pergalê re xetereya herî mezin e. Ji ber wê evqas êrîşî me dikin. Bi sedemên vala em tên binçavkirin. Di her binçavkirinê de tundiyeke cuda li me tê kirin. Ji ber ku şenber nikarin tiştekî bikin, serî li van rêbazan didin. Dixwazin pêşiya berxwedana me bigirin. Ez weke jineke botanî dibêjim girtin û binçavkirin wan wê nekarin pêşî li têkoşîna me bigirin. Dixwazin ez welatê xwe terk bikim û dev ji siyaset û têkoşîna xwe berdim. Lê ez ê gavekê jî paş neavêjim. Ez li ku bim ez ê têkoşîna jinê û ya siyasî bidomînim. Ew çiqas li ser me tundiyê û êrîşan zêde bikin, em ê ewqas berxwe bidin."
 
BI AVAKIRINA YPS'Ê HATIN SUCDAR KIRIN
 
Kûtlû, di dewama axaftina de wiha got: "Di binçavkirina me ya dawî de xebatên me yên jinan weke sûc hatin nîşandin. Em bi avakirina YPS'ê sucdar kirin. Digotin 'ji we re ferman hatiye ku hûn YPS'ê dîsa ava bikin.' Tiştên ku tu eleqeyek me wan re tuneye ji me hatin pirsîn. Dîsa civîn û xebatên TJA'yê ji me pirs kirin. Ji min pirsa 'Tu çima tevlî civînên TJA'yê dibî' kirin. Ev jî dide nîşandan ku ji rêxistinbûyîn û hêza jinan ditirsin. Em 11 kes hatin binçav kirin. Her 9 hevalên mêr hatin berdan. Lê em 2 hevalên jin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Bi binçavkirin û girtinên jinan dixwazin, civakê bifetisînin. Lê heya em hebin emê destûr nedin van polîtîkayan. Em li ku mabûn em ê li wir berdewan bikin"
 
16 LÊPIRSIN LÊ VEKIRIN
 
Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Cizîrê Guler Tunc jî, bal kişand ser lêpirsînên ku heta niha derbarê wê de hatin vekirin û wiha axivî: "Ev nêzî 3 sal û nîve, ez di nav rêveberiya HDP'ê de cih digirim û ev du serdemîn jî ez hevserokatiyê dikim. Êrîşên hêzên dewletê yên li dijî me her roj zêde dibin. Kesên ku herî bi çalak dixebite dewlet bêtir ser wan de êrîşên xwe zêde dike. Der barê min de heta niha 16 lêpirsîn hatine vekirin. Min jî dozekî ceza girt. Dosyayên ku hatin vekirin jî biryara bêşopandinê tê dayîn, lê bi awayeke lez dosyayeke cuda tê vekirin. Di van 3 salên dawî de dewletê li Cizîrê li dijî rêvebiran êrîşên xwe zêde kirine. Ev êrîş jî, her roj berdewam dikin. Ji xwe kesên ku endamên HDP'ê bêtir êrîş dikin."
 
'XEBATÊN JINAN ÎLEGALÎZE DIKIN'
 
Tunç, operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP'ê weke operasyonên tolhildanê pênase kir û bilêv kir: "Bêriya niha jî em 12 kes hatibûn binçavkirin. Bi hincetên vale me binçav dikin. Îfadeyên şahîdên nepen ên wan bi xwe li gorî xwe peyda kirine nîşanî me didin. Xebatên me yên jinan tên îlegalîze kirin. Ev operasyon jî operasyonên tolhildanê bû. Di serdegirtina malan de jî, bi muameleyeke cuda nêzî me bûn. Weke ku em mirovên îlegalîn tevgeriyan. Derdorê mala me girtin û dema serdegirtinê de çek kirin serê min de. Deriyên me şikandin. Lê em vê yekê dizanin ku dewlet ewqas teng bûye ku wisa bi awayek hovane êrîş dike. Dema ku xebatek me encam digire êrîş dikin."
 
'EM Ê GAV PAŞVE NEAVÊJIN' 
 
Tunc, dest nîşan kir ku ewê heta dawiyê tebikoşîna xwe birêve bibin û wiha bi dawî kir: "Ev êrîşên ku HDP'ê krîmalîze dikin, wê têkoşîna me mezintir bike. Ev 40 salin êrîşî me dikin. Lê nekarin me. Ev dosyayên ji bo me hatine vekirin, wê nekarin gav bi me bidin paşve avêtin. Em ê têkoşîn, bertek û nerazîbûnên xwe mezintir bikin."
 
MA/Zeynep Dûrgût
 
 
 
 

Sernavên din

19/11/2020
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn