Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e

  • rojane
  • 09:00 20 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL – Stenboliyên ku ji ber krîza aborî bi zor debara xwe dikin, rêveberiya AKP'ê rexne kirin û gotin, heger prisgirêka kurd çareser bibe dê welat aram bibe. 

Li Stenbolê ji esnafan heya karkeran, ji kesên teqawidbûyî heya kedkarên navmalê her kes bi awayekî dijwar bandorê ji krîza aborî digire. Welatiyan destnîşan kirin ku sedema sereke ya krîz aborî şer û ji bo çareserkirina vê meseleyê jî îşaret bi pirsgirêka kurd kirin û gotin, heger pirgsirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin vê ev krîz jî hel bibe. 
 
EM BI NAN Û ZEYTÛNAN ZIKÊ XWE TÊR DIKIN 
 
Bavê 7 zarokan karkerê înşeatê Selehattîn Bag (50), anî ziman ku ligel hemû hewldanan jî heqê keda xwe bi dest naxe û got, lewma di şert û mercên zehmet de dijîn. Bag, diyar kir ku mehê 2 hezar û nîv an jî 3 hezar bi dest wî dikeve û got: "Heqê kirêya me hezar û 500 TL ye. Fatûrey avê 80-100 TL tê. Heqê ceryanê 150-200 TL tê. Zivistanê zêdetir tê. Gaza xwezayî tune ye. Hebûna jî em ê ji bin ranebûna. Em sobeyê pêdixin. Gava em êzing û komirê jî hesab bikin 2 hezarî derbas dike. Bi qasî 500-1000 TL di dest min de dimîne. 3 zarokên min jî dixwînin. Îjar ez ê bi vî pereyî çawa debara xwe bikim? Em ê çi bixwin û çi vexwin. Em bi zor û heft bela debara xwe dikin. Yanî em bi nan û zeytûnan debara xwe dikin." 
 
SEDEMA KRÎZÊ NERÊVEBIRINA WELÊT E 
 
Bag, destnîşan kir ku sedema krîê ew e ku îqtidara AKP'ê nikare welêt bi rê ve bibe. Bag got: "Rêveberî tune ye. Her tişt di destê zilamekî de ye. Ev dîktatorî ye. Dê kesek çawa karibe bi rê ve bibe. Mirov nizanin kî wezîr in. Kesên nehilbijartî dibin wezîr. Li gor dilê xwe xizmên xwe, zavayê xwe tîne dike wezîr. Heger tu wisa bikî dê halê aboriyê jî ev be. Halbûkî Tirkiye welatekî pir zengîn e. Lê hemû xwarine." 
 
3 MEH IN HEQÊ KIRÊ NEDAYE 
 
Karkerê tekstîlê Abdûrrahman Yildiz ê 36 salî jî anî ziman ku piştî şewbê betal maye û 7 meh in naşixule. Yildiz, bilêv kir ku bi tena serê xwe dimîne lê belê cardin jî nikare debara xwe bike û got: "Çay û penêr e, hew. Tu li mala tu kesî nikarî du cure xwarin bibînî. 3 kirêyên min ketine ser hev, nikarim bidim. Her wiha fatûreyên av, ceryan û gaza xwezayî jî ketine ser hev. Wisa xuyaye vê mehê dê bigirin. Ji roja ku betal mame, ji heval û hogiran deyn dikim." 
 
Yildiz got: "Rêveberiya AKP'ê 5 qurîşan jî nake. Gava em li welatên din dinêrin, qet nebe dewlet heqê kirêya kesên nikarin debara xwe bikin didin. Lê li welatê me tiştekî wisa tune ye. Çavên wan li bêrîka meriv e." 
 
GEL MEHKÛMÎ BIRÇÎTIYÊ KIRINE 
 
Kemal Îpekçî yê 57 salî jî karê qeynaxê dike. Îpekçî, bilêv kir ku gelên Tirkiyeyê mehkûmî şert û mercên zehmet hatine kirin û got, herî zêde jî ên zehmtiyê dikişîn in kurd in. Îpekçî, bilêv kir ku rewşa kuçeyan qet nebaş e û got, sedema vê jî polîtîkayên xirab ên AKP'ê ne. Îpekçî got: "Ji ber ku pergaleke baş a AKP'ê tune ye, her tişt li ber çava ye. Nan bi dest mirovan nakeve. Polîtîkaya wan a derve ji tiştekî re nabe. A navxweyî jî werê ye. Heger hilberîn tune be, tiştek jî pêk nayê. Hilberîn qedandin. Divê hûn hilberînin ku hûn pêş bikevin. Da ku gele aram bibe. Lê tiştekî werêt une ye. Ev dîmeneke êşbar e. Gel di nav xizaniyê de perîşan bûye. Meseleya sereke maf û azadiyên mirovan e. Lê dîmeneke êşbar û reşbîn heye. Ev serê kunêrê ye. Heye serê kunrê neyê qelihandin dê jiyaneke bi hev re çênebe û dê pirsgirêk hel nebin. Dêya min tirk, bavê min kurd e. Îja ê çawa be? Heya ev mesele hel nebe dê tu tişt çareser nebe." 
 
Mehmet Emîn Ay jî karkerê tekstîlê ye û ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha betal maye. Ay got: "Em li malê 5 kes in. Tenê ez dixebitim. Şert û merc pir giran bûne. Em ji her tiştî kêm dikin. Em bibêjin berê me hefteyê carekê goşt dikirî, lê niha em mehê carekê dikirin." 
 
Ay, anî ziman ku pirsgirêka sereke ew e ku AKP nikare welêt bi rê ve bibe. 
 
‘MIN BAZINÊN HEVJÎNA XWE FIROTIN' 
 
Mehmet Ege yê 30 salî ku tekstîla wî heye, anî ziman ku kargeha wî 6 mehan girtî maye û di vî şeş mehî de xisiriye. Ege got: "Kirêya cihê kargehê heye, heêq mirovên li cem me dişixulin heye. Piraniya van kesan di kirê de ne. Sirf ji bo karibim nan bibim malê min bazinên hevjîna xwe firotin. Qet nebe xanî yê min e. Li vî welatî bi milyonan mirov di kirê de ne. Gelek kes nikarin heqê kirêya xwe bidin û nikarin nan bibin malê. Îcar dê ew çawa bikin?" 
 
HEGER PIRSGIRÊKA KURD BÊ ÇARESERKIRIN... 
 
Ege, destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirkên Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Heger li ciehkî neheqî li gelekî bê kirin, ew der pêş nakeve. Heger îstikarar siyasî û qanûneke bingehîn a demokratîk hebe dê pêşketin çêbibe. Bawer nakim tu dadger û dozger bêalî bin. Sed sal e pirsgirêka kurd heye. sed sal in kurd tên eciqandin. Heger li welatekî demokrasî tune be dê rewşa aboriyê baş nebe. Çima dê turîst bên cihekî şer lê hebe. Çima dê veberhênan werin cihekî ne ewle. Tu yê karekî ji xwe re bikî, lê çima tu yê li chekî ne ewle bikî. Ez wisa bawer dikim ku heger pirsgirêka kurd çareser bike dê ev welat 10 sal şûnde bibe welêt herî zengîn ê cîhanê." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan – Tolga Guney 

Sernavên din

22/11/2020
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê