Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan

  • rojane
  • 17:33 25 Mijdar 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi sedan jinên Helebê daketin qedan û tundî şermezar kirin. Li Şengalê jî jinên Êzidî meşek girseyî lidarxistin.
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, jinan li Heleb û Şengalê meşên girseyî li dar xistin. 
 
HELEB 
 
 
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, bi sedan jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta Hola Cebbanat dewam kir. Di meşê de bi sedan jin sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Jihan di meşê de êneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Kongreya Star û pankartên "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin" hilgirtin. Piştî meşê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girtin. Piştre Hevseroka Tev-Demê Zelal Cîger axivî û got: "Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ye. îro bi sedan jin li ser piyan in. Ev tundî ne tenê li ser jinê tê meşandin, berovajî li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin. Em li dijî hemû tundiyan têkoşînê dimeşînin. Divê jin herdem li ser piyan bin û têkoşîna azadiyê bidin. Ji ber em vê rastiyê dibînin dijminê hov û kedxwar ji bo ku civak, welat, çand û ziman tune bike dixwaze di serî de jinê tune bike. Em jî ji dijmin re dibêjin ji bo ku em welatê xwe azad û zindî bikin divê em weke jin li ser piya bin û xwedî li şoreşa jinê derkevin." 
 
Paşê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ve listikek şanoyê ya têkîldarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li  Jinê hate pêşkêşandan.
 
 
ŞENGAL 
 
Bi heman armancê jinên Êzidî li Şengalê jî meşek girseyî lidarxistin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meş li dar xist. Meş ji ber Meclia Gel heya ser rêya sereke ya Sinûnê berdewam kir. Jinan di meşê de alên YŞJ’ê TAJÊ’ê, wêneyên kesên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane û jinên bune qurbanî bilind kirin. Jinan di meşê de dirûşmeyên “jin jiyan azadî", "Jin jiyane jiyanê nekujin” berz kirin.  Piştî meş gehişt ser rêya sereke ya nahiya Sinunê, li vir daxuyanî dan. Li ser navê TAJÊ’ê Siham Dexîl daxuyanî xwend. 
 
 
Daxuyaniya TAJÊ wihaye;
 
“Ji destpêka avabûna cıvakbûnê de û heya roja me ya îro jın xwedî rolekî sereke û bingehîna. Demê ku em rupelên dîrokê vedıkın, dixunın em baş dibînin ku  civakbûn li dora jın ango dayka xwedawend avabûye. Lê bi avabûna sîstema desthilat ya ku bi zihnê zilam hat avakirin, her ku çû ew rolê jin di civakê de hat biçûk xistin. Tune hesibandina hebûn û rola jin, bi demê re civak ber bi hilweşandinê ve bir. Ji ber ku hebûnek bingehîn ji civakê dihat rakirin. Sîstema desthilat ya zilamê serwer li ser esasê tûnebûna jin xwe avakiriya. Her ku çûya bi hemû hovîtî û hêza xwe berê xwe daye îradeya jin, li kuderê jın xwe bi hêz kira li wêderê şidet daye meşandin. Mînakên vê yekê jî 25 Mijdara 1960 an qetilkirina sê jinan li Komara Domînîk a ku di navnetewî de roja li dijî şideta li ser jina tê naskirin. Bi dehan mînakên wekî vê di roja me ya îro de tên jiyan kirin. Jin di nava civak, malbat, saziyên kar û sîstema heyî de rojane rastî şidetek dijwar tên. Rojek nine ku jin dibin navê namûsê de neyê qetilkirin. Lê li beramberî vê şidetê di serîde li Rojhilata Navîn û di navnetewî de tekoşîna jin di asta herî jor de ye. Tekoşîna jina azad ya li dijî şidetê li her derê xwe bi hêz kiriye.
 
Bi taybet civaka Êzidî ku xwedî dîrok, çand, bawerî û erdingariyek kevnare bi pêşengtiya jin xwe parastiya û bi berxwedanê gihiştiya roja îro. Jina Êzidî bi hebûn û îradeya xwe rûxmî ku tim bûya qurbanî jî, lê civaka xwe ji 74 fermanan parastiya. Îro jina Êzidî li dijî şideta li ser jin xwe li her deverê de bi rêxistin dike û bi berxwedanî û tekoşîna xwe pêşengtî ji xweseriya Şingalê re dike. Li ser vê esasî em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî di wê baweriyê de ne ku tenê bi tekoşîna Jina azad, Jina Êzîdî  xweseriya Şengalê bê avakirin. Civaka Êzîdî ewê bi pêşengtiya Jina Êzîdî bigihîjê azadiya xwe.
 
Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em berxwedaniya roja 25 Mijdarê bibîrtînin û soza berdewamiya tekoşîna her sê xuşkên Mîrabel, tekoşîna hemû Jinan di nav dîrokê de, Şêhîdên Fermanê û Şehîdên Şoreşê didin. Di heman demê de em bang li hemu sazî û dezgehên Jinan, saziyên sosiyalîst û femînist dikin ku bi çalakiyên xwe li qada bin û yekitiya Jinên cîhanê nîşan bidin.
 
Jina azad pêşeroja xweseriya Şengalê ye! Na ji şidetê re! Jin jiyan azadî!”

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê