Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê

  • rojane
  • 10:18 29 Mijdar 2020
  • |
img

QAMIŞLO - Tirkiye li Sûryiyeyê ku şer dîsa zêde dibe, dixwaze ji nûve bi DYA û Rusya re li ser masê rûnê. Têkildarî geşedanên dawî Rojnameger Nihat Kaya, diyar kir ku Tirkiye ji bo ji cihê xistine kontrola xwe derkevin, dixwazin  berê xwe bidin Kurdan û dawîzan bi dest bixin. Kaya, da zanîn ku di şexsê Sûriyeyê de şerê cîhanê cîhanê pêş dikeve. 

 
Şerê Sûriyeyê yê navxweyî li Îdlibê bi operasyonên hêza rejimê û li Eynî Îsa jî bi êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê berdewam dike. Li aliyekî li van 2 bajarên Sûriyeyê şer didome, li aliyê din jî hêzên navnedeweyî ji li ser heremên Sûriyeyê peymanan îmze dikin û şûr li hev dikişînin. Li Libya, Derya Spi û Karabagê ku Tirkiye dixwaze bibe şirîkê maseyan û parekê ji axê wan bistîne rageşî û dîplomasiyên nava hêzên navneteweyî didomin. 
Dîsa li tevahiya Sûriye plan û bazarên hêzên navdewletî didomin. Tirkiye jî dixwaze bibe şirîkê van planan û li ser masê cihê xwe bigire. Tirkiye di serî de êrîşî Sûriye dike û piştre dixwaze li Rojhilata Navîn serdestiyê pêş bixe. Têkildarî hewldana Tirkiye ya li dijî Sûriye û peymanên DYA û Rûsya Rojnameger Nihat Kaya nirxandin kir. 
 
Kaya, anî ziman ku Tirkiye naxwaze di mijara hevsengîya nû de tawîzan bide û ji bo vê yekê jî Kurdan dike hedefa xwe û wiha got: "Hewldanên Tirkiye ne tenê bi Sûriyeyê bi sînor e. Dîsa geşedanên li Sûriye pêş dikevin tenê bi hêzên nava Sûriye ne bi sinor in. Destê hêzên navdewletî jî di nava şerê Sûriyeyê de heye. Niha li Karabagê agirbestek hatiye îlankirin. Lê nayê zanîn ku ev agirbest heta kengî bidome. Li gel ku hevdîtinên li Libya didomin jî hêj encam negirtiye. Ne tenê li Libya, li Derya Spî, Suriye, Mali, Etiyopya û Yemenê şer heye. Ew şer ji şerê gel û civaken li ser wê axê zêdetir şerê dewletên derve ne. Mînaka herî berbiçav mînaka şerê Sûriyeyê ye. Operasyonên li Idlibê li dijî komên çekdar ên derve ne. Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan in. Dîsa li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li Eyn îsa êrîş didomin. Ev ne şerê Sûriyeyê ye. Minov wekî şerê Suriye pênase bike şaş e.  Di şexsê şere Sûriyeye de şerê cîhanê pêş dikeve."  
 
TIRKIYE LI SER NAVÊ NATO LI DIJÎ RÛSYA ŞER DIKE
 
Kaya, destnişan kir ku Tirkiye hem bazariye bi Rûsyayê re dike û hem jî li aliyê din li dijî Rûsyayê ye û wiha axivî: "Dîsa di navbera hêzên DYA û NATO de jî nakokî hene. Ev rewş wekî li hemû herêmê, di nava Sûriyeyê de jî heye. Mînak şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li Karabagê pêş ket, Tirkiye bi destûra NATO ket nava vî şerî. Tirkiye bêyî destûra NATO nikare gavak wisa bavêje. Dîsa Tirkiye li ser navê NATO li Libyayê cihê xwe digire. Niha Tirkiye li Idlibê li dijî Rusya bi piştgiriya NATO li ser piyan e. Li Serêkaniyê û Girê Spî her çend wekî ku sedem Trump bê nîşandan jî destûr da ku Tirkiye li ser navê NATO têkeve van herdu bajaran. Li hemberî Rusya îro li ser navê NATO Tirkiye cihê xwe digire."  
 
DÊ MASA BAZARIYÊ JI NÛVE BÊ AVAKIRIN
 
Kaya, bal kişand ser helwesta Tirkiye ya li Sûriye û wiha berdewam kir: "Tirkiye zû bi zû ji Sûriye dernakeve. Ez bawer dikim ku piştî rêveberiya DYA hat guhertin, dê li herêmê bazarên nû bên kirin. Tirkiye dê li ser hevsengiya Îdlib-Karabag û Îdlib-Eyn Îsa li Suriye, Karabag, Libya û Akdenizê hewl bide ku bi Rûsya û DYA Re li ser masa bazarê rûnê. Tirkiye dibe ku di gelek mijaran de gavan paşve bavêje, lê di mijara Kurdan de tawîzan nade û gavan paşve navêje. Dibe ku Tirkiye di vê mijara Kurdan de ji DYA û Rûsya tawîzan bixwaze. Di pêvajoya bazarên giştî de Tirkiye dê hewl bide ku di mijara Kurdan de tawîzan ji Rûsya û DYA bistîne. Bi şertên ku li bajarên Kurdan serweriyê bike hêza xwe ji Îdlipê vekişîne. Dibe ku Tirkiye di Libyayê de gavan paşve bavêje. Li aliyê din jî DYA û hêzên Ewropa li şûna li Akdenizê tawîzan bidin, dê di mijara Kurdan de tawîzan bidin. Ji ber ku heviyên DYA û welatên ewropa zêde ji Kurdan tune ye." 
 
DI DESTÊ TIRKIYE DE SÎHA HENE
 
Kaya, bal kişand ser çekên destê Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha di destê Tirkiyeyê de di milê eskerî de Balafirên bi Çek ên Bê Mirov (SÎHA) hene. Herî zêde Tirkiye SÎHA bikar anîn. Tirkiye hem li Libya hem li Karabagê û hem jî ev yek li Sûriye pêk anî. Me mînaka vê yekê li Efrînê dît. Eger SİHA tune bûna, Tirkiye nikarîbû li vê herêmê encam bigire. Li cîhanê di destê tu dewletan de bi qasî Tirkiye hêzên çekdar ên bi pere tune ye. Tirkiye vê hêza eskerî wekî mobîlîze hin caran wan dişîne Libya, hin caran dişîne Karabagê û niha jî şandine Başûrê Kurdistanê û dixwaze wan li dijî PKK'ê bide şerkirin. " 
 
Kaya, bal kişand ser penaberên li Tirkiyeyê jî û got: "Tirkiye di aliyê diplomatik de, penaberên li welatê xwe wekî hêz mertal digire dest. Tirkiye bi penaberan gefan li Yekîtiya Ewropa (YE) dixwe û niha YE kiriye dîlê xwe. 
 
HÊZA DYA LI HERÊMÊ NAYÊ ÎNKARKIRIN
 
Rojnameger Nîhat Kaya, herî dawî bal kişand ser encama hilbijartina DYA û serokê nû Joe Biden û wiha bi dawî kir: "Bandora DYA ya li herêmê nayê inkarkirin. Tirkiye çav berdaye herêmên nû. Dîsa Rusya li Sûriye bêtir hêza xwe zêde dike. Sedema vê yekê ji ber stratejiyek cîddî ya Trump tune bû. Tirkiye ji vê rewşa DYA finsend bi dest xist. Rûsya ji vê rewşê firsend dît. Piştî Biden bû serokê DYA, dê stratejiyek çawa pêş bixe mirov nikare tam tiştekî bêje. Lê DYA siyaseta wê ya dewletê heye. Ne Trump û ne jî Biden nikarin derkevin dervê vê siyasetê. 
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

30/11/2020
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin
16:01 Taşdemîr: Berxwedasna kurdan AKP kir nava krîzek kûr
15:17 Uçar a testa wê pozitif derket hat berdan
14:49 Li Şirnexê berteka li dijî binçavkirinan
14:19 Sancar: Pirsgirêk bi înkarê çareser nabe
13:50 Qûrsên zaravayên Soranî, Hewramî û Kelhurî yên kurdî dest pê dikin
12:47 Girtiyê nexweş Çakmak ê daket 35 kîloyî rakirin nexweşxanê
10:18 Kurd û masa bazarê ya Sûriyeyê
09:57 Li Xerpetê erd hejiya
09:44 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Dibe ku hemû girtî bi vîrûsê bikevin
09:25 'Dadgeh, walî û qeymeqam milîtaniya qeyûm dikin'
09:23 'Her tişt biha bûye, lê em hîn bi fiyetê 10 sal berê difiroşin'
09:18 Dayikan bang li Barzanî kir: Dê zirar bigihê her kesî
09:13 Paylan: Peymana Qetarê bi feraseta 'milk ê padîşah e' hatiye kirin
09:11 Saleke cenaze nedane malbatê
09:08 Tenduristkarên bi şewbê dikevin piştî 10 rojan cardin dixebitin
09:05 Nivîskar bûyerên komkujiya Pilimûriye kir pirtûk
09:03 'Armanc astengkirina xebatên HDP'ê ye'
09:01 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'AN
28/11/2020
22:44 îro 182 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:49 Ciwanên hatibûn binçav kirin hatin berdan
16:15 Ji bo Coşkûnê ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da çalakî
16:05 Parêzer Guner hat berdan
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket