Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne

  • rojane
  • 09:12 2 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE - Serokê Avrasya Araştirmayê Kemal Ozkîraz, anî ziman ku divê HDP ne bi îqtidar an jî muxalefetê re, bi derdorên civakî yên pê re hevalbendiyê bikin re kom bibe û bi texmîna wî rêjeya dengên HDP'ê 11.5 e û niha her kes muhtacî HDP'ê ye. 

HDP'ê di 20'ê Mijdara 2019'an de ji bo hilbijartina "pêşwext" bang kiribû. Vê dawiyê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû û Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê jî ji bo hilbijartina pêşwext bi hev re daxuyanî dan. 
 
Serokê Avrasya Araştirmayê Kemal Ozkîraz, geşednên dawî yên li Enqereyê diqewimin ji bo ajansa me nirxandin. 
 
HILBIJARTINA PÊŞWEXT
 
Ozkîraz, bilêv kir ku li gor texmîna wî dê di şert û mercên niha de hilbijartineke pêşwext çênebe û got: "Ji lewra Erdogan di anketan de rêjeeke dengan a ku cesaretê bidê nabîne. Lê belê heger hin parlementer ji Tifaqa Cumhûrê yanî ji AKP an jî MHP'ê veqetin û piraniya meclîsê ji dest wan biçe, dibe ku hilbijartinek pêşwext çêbibe. Lê li gor texmîna dê ev çênebe. Yanî ne bawerim di sala 2021'ê de hilbijartineke pêşwext çêbibe." 
 
Ozkîraz, bal kişand ser kesên ji ber tifaqa AKP-MHP'ê nerihet dibin û ji AKP'ê vediqetin jî û got: "Dê di zivistanê de diyar bibe bê ka rewşa aborî çawa dibe. Girêdayî vê dê hin tişt biqewimin. Heger ev parlementer qaneh bibin ku dê Tifaqa Cûmhûrê yan jî AKP cardin nebe îqtidar, dê jê veqetin." 
 
GOTINÊN ARINÇ Û MUHTACIYA AKP'Ê YA BI MHP'Ê
 
Ozkîraz, ji bo dîskalîfiyekirina Bulent Arinç ku ji ber gotinên xwe yên derbarê Demîrtaş û Kavala de ji Desteya Îstîşareyê ya Bilind îstifa kir jî anî ziman ku ji xeynî Tifaqa Cumhûrê tu vebijêrkeke Erdogan nemaye û got: "Ji lewra, komên din ên derî Îtifaqa Cumhûrê ne mimkun e ku daxilî nav wan bibin. CHP nabe, Partiya ÎYÎ'yê jî nabe. A herî zêde xwedlî li girseya HDP'ê derdikeve partiya muxalefeyê ye, ew jî nikare girseya xwe ber bi vê ve bibe. Yanî tekane partiya ku bi awayekî girseyî piştgiriya AKP'ê bike, MHP ye. Lewma muhtac û mehkûmê MHP'ê ye. Divê gotinên Bulent Arinçî jî di vê çarçoveyê de bên xwendin." 
 
PIRA JI MÛ ZIRAVTIR Û MEQESA DI DEST BAHÇELÎ DE 
 
Ozkîraz, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP li rêvekirinekê digere û got: "Ev rê jî pirek e ku ji mû ziravtir û ji şûr tûjtir e. Divê li ser vê pirê bi hevsengiyî bimeşe. Erdogan, niha tam li nava vê pirê ye. Heger paş de gav bavêje dê bikeve û jixwe hêzeke wî ya pêş de biçe jî tune ye. Ji bo vê rêyê, dixwaze rêya xwe berfireh bike. Lewma serî li gotinên wekî reformê dide û dixwaze rêveberiya nû ya DYA'yê li pişta wî be. Di vî warî de Arinç xwest piştgiriyê bike. Arinç, bawer kir ku dê Erdogan li pişta wî be. Di çarçoveya gotinên derbarê reformê de, behsa du navan kir; Demîrtaş û Kavala ku AKP bi çavê dijminan li her duyan dinêre. Gava xwest rêya Erdogan fireh bike, dît ku Bahçelî li serê wê pira ji mû ziravtir, di dest de meqes û sekiniye. Nîqaşa derbarê Alaattîn Çakici de ji ber vê dest pê kir. MHP'ê bi zanebûnî ev nîqaş da destpêkirin. Ev beyanek bû ku Devlet Bahçelî li hemberî gotinêN Erdogan kir. Yanî bi vê xwest tibîhetên dewletê yê nû bidomîne."
 
Ozkîraz, anî ziman ku Bahçelî bi vî awayî Erdogan baş çavtirsandî kiriye û rê wî daye ku dê pirê bibire û got: "Erdogan jî, ji dêvla ku ew ji pirê bikeve, rabû Arinç ji pirê avêt." 
 
Ozkîraz, nêzîkatî û helwesta hilbijêrên AKP'ê ya ji ber nêrîna "êdî Devlet Bahçelî welêt bi rê ve dibe" jî şîrove kir û got: "Êdî ji bo AKP'ê gefên mezin hene. AKP, êdî bûye partiyeke ku dixwaze çi dibe bila bibe dêv îqtidara xwe bidomîne. Ji şewra şefafbûn û hesbêdayîn ji holê rakiriye. Şefafbûyîn û hesêbdayîn êdî hebûn û tunebûna AKP'ê ye. Ji zû da sînorê wê reformê derbas kir. Yanî tu fikareke wan a ku bi MHP'î bin tune ye. Jixwe ji MHP'ê pir wêdetir çûne. Ji MHP'ê xirabtir bûne. Yanî wekî gefekê lê nanêrin. Heya li ser îqtidarê bin çi qasî dejenere bibin bila bibin, çi qasî xera bin bila bibin, ji bo wan ne mesele ye." 
 
HER DIÇE RÊJEYA DENGÊ TIFAQA CUMHÛRÊ KÊM DIBE 
 
Ozkîraz, destnîşan kir ku dengên Tifaqa Cumhûrê kêm didin û got: "Di anketa me ya roja duşemê de, me dît ku li dor 12-13 puanên Tifaqa Cumhûrê kêm bûne. Dipirsin, çima dengê Tifaqa Gel zêde nabe? Li gor anketên me puanê Tifaqa Gel 7-8 puanan zêde bûye. Her wiha du partiyên nû jî ava bûne (DEVA û Gelecek). Ê wan jî li dor 5.5-6 puanan, puanê wan zêde bûye. Jixwe kêmbûna puanên Tifaqa Cumhûrê jî ev qas e. Mirov li tabloyên ku hilbijêrên bêbiryar jî dinêrin. Li wir CHP ji sedî 22 dixuyê. Yanî ev ne li gor hilbijêrên biryara xwe aşkere kirine. Dê qismek bêbiryar dengê xwe bidin muxalefetê dê qismek jê jî bidin îqtidarê. Jixwe îqtidara heyî hema hema bi ser dikeve. Lê kêmbûna dengê wê nîşan dide ku dê îqtidar ji dest biçe. Lewma ne reşbîn im. Dikarim bi rihetî bibêjim; ji hilbijartina dawî heya niha dengê tu partiyeke muxalefetê kêm nebûye. Rêjeya dengên Tifaqa Cumhûrê pir dûrî 50+1 e." 
 
Ozkîraz, ji bo krîmînazlîkirina HDP'ê ku ji aliyê Tifaqa Cumhûrê tê kirin jî destnîşan kir ku ev ji ber hilbijartinê ye û got: "Lê belê ez di vî warî de muxalefetê jî tawanbar nakim. Di hin anketan de piraniya hilbijêrên muxalefetê naxwazin tifaq bi HDP'ê re bê çêkirin. Yanî partî nikarin berkesê hilbjêrên xwe tifaqekê çêbikin. Heger bikin dê encam nebaş be. Her wiha ji sê parên hilbijêrên HDP'ê perek jê jî li dijî tifaqa bi CHP'ê ye. Yanî fêm dikim ku çima muxalefet di warê tifaqa bi HDP'ê re xwe dûr dixe." 
 
'MUHTACÎ HDP'Ê NE'
 
Ozkîraz, ji bo rewşa HDP'ê ya li gor îtifaqan jî got: "Wekî di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP bêyî têkiliyeke sazîbûyînî hebe, dikare têkiliyên xwe yên heyî biparêze. An jî dibe ku ev bê kirin; her kes namzetê xwe nîşan bide. Axirê her tişt di hilbijartina serokomariyê de diyar dibe. Çima? Ji lewra ji bo çûyîna meclîsê pêdiviya HDP'ê bi tifaqekê tune ye. Ji lewra HDP bi tena serê xwe bendê erbas dike. Di rewşa herî xirab de jî derbas kir. Me sê roj berê anketek çêkir. Rêjeya HDP'ê ji sedî 11.5 bû. HDP, ne muhtacî tu partiyê ye. Berevajî di hilbijartina serokomariyê de muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne. Heger namzetekî hevpar tunebe ji xwe dê hilbijêr di tûra duyem de biryara xwe bidin. Heger namzetekî hevpar hebe û HDP bibêje ez namzetê xwe nîşan nadim, ji xwe mesele namîne. Lewma li gor min bihevrebûneke di çarçoveya saîbûyînê de ne ew qasî girîng e. Gelek derdorên civakiyî hene ku HDP dikare hevalbendiya wan bike. Ez behsa kurdên dîndar dikim. Lê HDP her tim berhewa dike. Ez behsa KHK'iyan dikim. Ez behsa EYT'iyên heqê wan hatiye xwarin dikim. Heger HDP li ser vê yekê hîn bêtir hûr bibe û bi vê derdorê re tifaqekê çêbike, wê baştir bibe." 
 
MA / Selman Guzelyuz 

Sernavên din

02/12/2020
14:29 Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî
14:10 Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
13:48 Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin
13:47 Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin
13:41 Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:27 Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:40 26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne
12:28 Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin
12:17 Li Rihayê kesek hat girtin
11:54 Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan
11:53 Polisan li Qoserê 3 kesan binçav kir
11:49 Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
11:37 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 23'an
09:55 Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e
09:40 Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin
09:28 Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
09:27 Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê
09:27 Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye
09:26 Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
09:20 Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
09:13 Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne
09:12 Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin