Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne

  • rojane
  • 09:13 2 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL –  Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 26 sal derbas bûn. Nûçegihana rojnameyê Zekîne Turkerî, anî ziman ku manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne" ku piştî bombekirina rojnameyê diyar kiribûn, îro pêk hatiye. 

Rojnameya Ozgur Ulkeyê ku di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşana xwe kiribû, di 3'yê Kanûna 1994'an de hatibû bombekirin û bi vî awayî hatibû xwestin ku bê girtin. Şeva 3'yê Kanûnê avahiya teknîkê ya rojnameyê ku li Kadirgaya Stenbolê bû, burya navendî ya li Cagaloglûyê û buroya Enqereyê bi hev du re hatibûn bombekirin. Di êrîşê de xebatkarên rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 xebatkar jî birîndar bûbûn. Heya niha derbarê kiryarên bûyerê de tu tişt nehatine kirin û kesên di bûyerê de birîndar bûbûn jî piştî tedawiya li nexweşxaneyê hatibûn binçavkirin. Çendî ku rojnmave hatibû bombekirin jî lê belê dotira rojê bi manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne!" gihaşt ber destê xwendevanên xwe û bersivan kesên ev talîmat dabûn, da. Her wiha wê demê gelek kesan piştgiriya xwe ya ji bo rojnameyê ragihandibû. Hin rewşenbîran jî bi qunciknivîsên xwe piştgiriya xwe dan û Orhan Pamûk, Ahmet Altan, Latîfe Tekîn, Mûrathan Mûngan û Lale Mansûr jî di nav de komek rewşenbîr daketin kuçeyê û hejmara rojnameyê ya bi manşeta "Xwedî li Ulkeyê derkeve" belav kirin. 
 
Piştî bombekirina rojname di 2'yê Sibata 1995'an de hat girtin. 
 
ÇÎLLERÊ FERMAN DA 
 
Rojnamevan Zekîne Turkerî ku wê demê nûçegihana rojnameyê bû, behsa wan rojan kir. 
 
Turkerî, anî ziman ku ji roja komar hatiye avakirin heya niha li hemberî kurdan nêzîkatiyeke mîlîtarîst heye û polîtîkayên tunekirinê tên kirin. Turkerî, diyar kir ku salên 1990'î jî salên herî dijwar bûn û got: "Dewlet, dijminê hemû kurdan bû. Biryara bombekirina rojnameyê jî di MGK'ê de hat girtin. Tansû Çîllerê ev ferman da. Ji lewra nikaribû yeko yeko serî derxîne. Wê çaxê nêzî 100 xebatkarên rojnameyê hebûn û ji 4 parên wan parek hatibûn kuştin. Wê çaxê hevalek me jî nikaribû 6 mehan li ser hev du li Kurdistanê bixebite. Ên 6 mehan li ser hev du dixebitîn dihatin kuştin. Gelek hevalên me mecbûr man biçin sirgûnê." 
 
JI BER RASTIYAN BÛ HEDEF 
 
Turkerî, anî ziman ku wê çaxê nikaribûn bi rihetî biçin nûçeyan bişopînin û got: "Li Kurdistanê em nikaribûn biçin nûçeyan. Li Stenbolê jî heger pêkan bûna em du kes diçûn. Ji lewra li pişt me tim kesên wekî izbandotan û kesên rûpoş ên di dest wan de çekên lûledirêj hebûn. Li her derî em dişopandin. Me di serdemeke wiha de rojnamevanî kir. Nexwe me rojnamevaniyeke baş kiriye ku hikûmeta wê demê nerihet dibû. Ji lewra ji xeynî me kesî derbarê kurdan de tiştek endigot. Ozgur Ulke ji ber rastiyan bû hedef." 
 
NEGIHAŞTIN ARMANCA XWE' 
 
Turkerî, destnîşan kir ku dewletê ji bo wan bitepisîne serî li rêyeke wiha dabû, lê belê tu carî zext û zoriyan nikaribûye wan bitepisîne. Turkerî got: "Ma dewlet bi bombekirinê gihaşt armanca xwe? Na. Jixwe armanca dewletê ew bû ku zirarê bide. Fikra wê ew bû, 'Ez çend ciwanên din ên kurd bikujim jî kar e.' Ji lewra wan jî dizanibû li wê derê em giş bimirana jî dê hin ciwanên kurd rabûna û cardin rojnamevanî bikirana. Ew li dû çareyên rojane bûn, lewma wiha kirin. Pêşeroja wê nefikirîn." 
 
Turkerî, anî ziman ku kesên rojname bombebaran kirin baş dizanibûn dê neyên cezakirin, lewma avahiya rojnameyê bombebaran kirin û got: "Li vî welatî cezayê kuştina kurdan tune ye. Hûn ê rabin li orta Stenbolê bombeyan têxin avahiyê û wê derê bombe bikin. Li wir zêdetirî 20 kes hebûn. Dibû ku hemû jî bimirana. Lê ev ne xema wan bû. Ji lewra dizanibûn dê neyên cezakirin. Wê rojê jî wiha bû, niha jî wisa ye." 
 
‘MIN HÎS KIR KU TIŞTEK BÛYE' 
 
Turkerî, anî ziman ku beriya bombekirinê bi 10 rojan ji Amedê çûbû Stenbolê û ji ber tiştên ku li Amedê hatibûn serê wê derûniya wê nebaş bû û bi tirsa tim tê şopandin li paş xwe dinêrî. Turkerî, diyar kir ku ji ber vê yekê polîsan pêşiya wê biriye û got: "Polîs û hêzên paramîlîter tim li paş me bûn. Polîsan ez dam sekinandin û gotin 'Çima tu wisa dimeşî?' Min got, ez ji Kurdistanê hatime. Wê demê dê heyetek biçûn Kubayê. Rêveberiya rojnameyê jî xwest ji ber vê rewşa min qenciyekê bi min bike. Ji min re gotin tu jî biçe. Lukseke werê ya rojnameyê tune bû, lê dîsa jî ez şandim. Ji ber ku min bi spanî dizanibû heyetê bilêta min stend û rojnameyê jî 100 dolar da min û ez çûm. Ersîn ez birim balafirgehê. Gava em ê bi rê biketana, Min ji Ersîn re got 'Daxwaziyek te heye?' Got, 'Puroyên wan deran navdar in, hema tiştekî bîne.' Gava vegeriyam Ersîn hat pêşiya min. Ez tam jî roja bombebarankirinê, bi şev hatim. Em çûn me walêzê min bir buroyê. Dû re ez çûm mala hevalekê. Serê sibehê gava ez hatim Kadirgayê min hîs kir ku tiştek bûye. Min got, her hal cardin heval hatine binçavkirin. Saet li dor 9'an bû. Berê her roj gava em diçûn buroyê polîsan kontrol dikir. Lê wê rojê nekirin. Ez hatim ber buroyê, min serê xwe rakir mîn dît ku avahî tune ye. Avahî serobino bûye. Pêşî çav bi wî halê avahyê ketim. Dû re min hevala xwe Gulsenê, dû re jî hevalên din. Paşê hîn bûm ku Ersîn miriye û 20 heval jî birîndar bûne." 
 
EW AGIR HER KESÎ DIŞEWITÎNE 
 
Turkerî, diyar kir ku piştî bombekirinê, dotira rojê nesekinîne û bi manşeta "Dê ev agir we jî bişewitîne' rojname derxistine û niha ew agir her kesî dişewitîne. Turkerî, bilêv kir ku ew agir wekî rizandinekê tevahiya Tirkiyeyê şewitandiye û got: "Tirkiye hingî pirsgirêka kurd taloq kir, riziya. Ew agir welêt bi vî awayî şewitand; Îqtidareke faşîst a wekî AKP'ê her kesî mehkûm kir. Ma ji vî agirî çêtir agir heye?" 
 
YEK E KESEK JÎ NETIRSIYA 
 
Turkerî, destnîşan kir ku piştî bombekirinê rojnameya Atilimê derî li wan vekiriye û got: "Manşeta 'Dê ev agir we jî bişewitîne' li wir hat nivîsandin. Em bi rojan li Atilimê, man. Me betanî li erdê radixistin û em li ser radizand. Ez ji bo gazinan van tiştan nabêjim. Ji lewra hevalên me mirin û dikaribûn tiştine din jî bikirana. Lê tiştek hebû diviya ev dewlet û hikûmet fêm bikira. Piştî wê bombekirinê yek hevalekî jî negot ez ê dev ji kar berdim û ditirsim. Piştî wê hin rojnameyên din derketin. Hatin sansurkirin. Roj hebû nîviyê hin rûpelan vala bûn. Lê belê hîn jî ew rojname û peyrewên wê dewam dikin. Bi hezaran rojnamevanên kur hene. Yanî kesên bombe teqandin bi tu awayî negihaştin armanca xwe." 
 
MA / Ferhat Çelîk 

Sernavên din

02/12/2020
14:29 Dadger salek û 3 meh ceza li rojnamevan Muftuoglû birî
14:10 Haber-Sen: Êdî bes e em dimirin
13:48 Olûç: Hûn bi operasyonan nikarin xebatên HDP’ê asteng bikin
13:47 Li Dersimê rêya 56 gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin
13:41 Kesên li Denîzliyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:27 Danişîna Ferhat Tûnç taloq bû
12:40 26 sal di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re derbas bû: Em sibê li Kadirgayê ne
12:28 Nivîskar Îmrek ji doza Emîne Erdogan hat beraetkirin
12:17 Li Rihayê kesek hat girtin
11:54 Siyasetmedar Celal Yoldaş hat berdan
11:53 Polisan li Qoserê 3 kesan binçav kir
11:49 Koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
11:37 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 23'an
09:55 Rojnameger Karataş: Sedema girtina me teşhîrkirina îşkenceyan e
09:40 Li Sûrê dîrok hat paqijkirin û avahiyên dişibin girtîgehê hatin çêkirin
09:28 Esnafên Cizîrê: Dewletê em bi zirareke mezin re rû bi rû hiştin
09:27 Akkûzû: Em dixwazin çanda kurdî derxînin holê
09:27 Li gor walîtiyê sedema kuştina sivîlan a bi destê eskeran ji ber heman sedemê ye
09:26 Aborîzan Ari: Wekî her salê ji sedî 83'yê budçeyê li ser milê xebatkaran hatiye barkirin
09:20 Kesê ji bo debara xwe bike du karan dike: Werin li sarinca min mêze bikin, vikîvala ye
09:13 Ozgur Ulke 26 salî ye: Dê ew agir we jî bişewitîne
09:12 Ozkîraz: HDP, ne muhtacî tu kesî ye, berevajî muhtacî hilbijêrên HDP'ê ne
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'AN
01/12/2020
19:24 Îro 190 kes mirin, 30 hezar û 110 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
17:08 Li Colemêrgê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:54 Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin
16:54 Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da
16:32 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Tûran hat redkirin
16:23 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
16:00 Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin
14:55 HABER-SEN: Êdî bes e kedkarên PTT’ê westiyan e
14:43 Sancar: Fatoreya derewên desthilatê ji tenduristiya gel re dertê
14:23 'Ligel rapora ATK'ê, çima girtiyên nexweş nayin berdan?'
14:08 Dadger daxwaza sekinandina darizandina Temel û Dundar red kir
13:56 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:27 Dest bi îfade girtina 18 kesên dibin çavan de hat kirin
12:58 Hevdîtina bi telefonê ya têkildarî Roja Ziman sûc hat dîtin
12:55 Koma li ber HDP’ê êrişî xebatkarên HDP’ê kir
12:38 Polisan li Amed û Mersînê 4 kesan binçav kirin
12:35 Li Şirnexê 21 binçavkirin: Destê keça min şikandin
11:53 Li gorî Walîtiya Colemêrgê leşkerên ku Erbaş kuştine guleyan berî hewayê dane
11:27 ‘Ji ber xemsariya dewletê tundî li jinên karkerên malê tê kirin’
11:27 Koma duyemîn dê greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewr bigire
11:14 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' hat taloqkirin
10:43 Girtiya nexweşa pençeşêrê Çetîn nayê dermankirin
10:41 Malbata pitika li Êlihê mir wê derbarê xemsariyê de gilî bike
10:11 Newaya Jin bi manşeta 'Dîktator tê darizandin!' derket
09:59 Li Edîrneyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
09:34 Parêzer îtîrazî girtina nûçegihanê me Karataş kirin
09:23 Li Şirnexê operasyona binçavkirinê
09:03 Dadgeha Bilind cezayê derbarê Ûca de xera kir
09:03 Gardiyanê ku li girtî da nedan ber lêpirsînê!
09:03 Altintaş: Peymana bi Qetarê re nîşaneya têkçûyîna aboriyê ye
09:03 Di 40 rojî de 5 rojnamevan hatin girtin
09:02 Bankeya Îllerê kredî neda, şaredariyê nikaribû tesîsê ava bike, lê niha tê xwestin ceza lê bê birîn
09:02 Yilmaz: YE li dijî doktirîna 'Welatê Şîn' e
09:00 ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2020'AN
30/11/2020
23:20 Eskeran li Rûbarokê ciwanek kuşt
20:56 188 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:12 Meclîsa Xweser a Şengalê: Banga xwedî derketina li Şengalê kir
16:58 Rêxistinên tenduristiyê girtina Gokalp şermhezar kirin
16:55 Bavê Zainal Abarakov ê polîs ji dosyeya Dokû ji wezîfeyê hat girtin
16:07 Li girtîgehên Sîncan û Kirikkaleyê 7 girtî ketin greva birçîbûnê
15:32 Şandeya HDP’ê li Nisêbîn û Qoserê bi coş hat pêşwazîkirin
14:54 Nûçegîhanê me Yalçin hat berdan
14:39 TJA: Em xwedî çalakiyên greva birçîbûnê derkevin
14:17 Girtî bi armanc tecrîda 20 salan rakin ketin çalakiyê
14:17 Wê li Amedê goristaneke nû bê vekirin
14:15 'Ji bo ku cînayeta Elçî bêceza nemîne emê têbikoşin'
13:55 Li Îzmîrê kesek hat girtin
13:51 Sancar: Em armanc dikin ku gelê kurd bi nasnameya xwe tevlî rêveberiya Tirkiyê bibe
13:22 TJA: Em li xwezaya xwe xwedî derdikevin
13:08 Dozger xwest nûçegihanê me Yalçin bê girtin
12:52 Meclisa Jinê ya HDP’ê: Li girtîgehan serdegirtina kogûşan îşkence ye
12:41 Ji TTB’ê banga lezgîn: Bila nexweşxaneyên taybet pêşkêşî xizmeta xelkê werin kirin
12:23 Dadgeha Bilind cezayê Havva Zor a xwe parastibû erê kir
12:22 DÎB: Derewên Wezîrê Tenduristiyê aşkere bûn
12:13 Nûçegîhanê me Yalçin sewqî dozgeriyê kirin
11:35 Ekîba ragihandinê ya Qesra Spî ji jinan pêk hat
11:19 Dadgehê li Oztekîn 18 meh û 22 roj ceza birî
11:19 Îhaleya testa koronayê dan Ferhat Danişman ê endamê Menzîlê ye
11:06 TTB: Di hefteyekê de 20 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
11:06 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosa Esmer hat taloqkirin
11:06 Dozgeriyê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir
10:18 Xwebûn bi hêjmara 50'emîn derket
10:04 Li Cûdî qedexeya beriya operasyonê
09:42 Li Colemêrgê erd hejiya
09:11 Rastiya GAP’ê: Dewlemend dewlementir xîzan jî xîzantir bû
09:08 Tenê dîwarên Medreseya Feqiyê Teyran mane
09:06 Durûtiya DMME’yê: Darvekirinê cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye
09:06 Rojeva ciwanan tecrîd e: Heke ‘reform’ tê xwestin navnîşan Îmralî ye
09:05 Lîstikvanê ‘Keypa12500’: Mijara bingehîn a lîstikê talana Kurdistanê ye
09:04 Hevserokê KNK'ê Qeremûs: Em bihêvî ne ku wê encamek erênî derkeve holê
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2020'AN
29/11/2020
20:45 5 kes li Mêrdînê hatin berdan
20:33 185 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Li Siwêregê şerê çekdarî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
18:48 Li Rihayê 2 kes hatin binçavkirin
18:40 Li Îzmîrê 16 kes hatin berdan
16:33 Gardiyanan li Kandirayê bi ser hucreyên çalakgerên jin de girtin