HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir

  • rojane
  • 13:03 18 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca, diyar kir ku êzidiyek tenê jî bimîne wê li Êzîdxanê û li Şengalê jiyana xwe bimeşîne û Cejna Êzî ya civata êzidiyan pîroz kir.

 
Hevberdevka Komîsyona Karên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, bi wesileya cejna civata êzidiyan a pîroz Cejna Êzîyê li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.
 
Ûca, diyar kir ku di dîrokê de civata êzidî gelek caran rastî komkujiyan hatiye û wiha axivî: “Civata êzidî li dijî hemû komkujî û fermanan serê xwe netewand. Serê xwe dan lê serê xwe netewandin. Bi destê DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de fermana 74’an pêk hat. Bi hezaran mirov mecbûr man ku ji Şengalê koç bikin. DAIŞ’ê gelek jin û zarok dîl girtin. Hêj jî aqûbeta 2 hezar û 800 jinan ne diyar e. Li Mûsilê jinên êzidî li bazaran firotin. Gelek jinên êzidî ji bo ku teslîmî DAIŞ’ê nebin xwe kuştin. Bi dehan kal, zarok û jin dema ji DAIŞ’ê reviyan Çiyayê Şengalê ji tîna mirin.”
 
‘GELÊ ÊZÎDÎ BI FERMANEKE NÛ RE RÛBIRÛ YE’
 
Ûca, da zanîn ku civata êzidî piştî komkujiyê ji bo ku jiyana xwe careke din saz bike, xwe biparêze xwe bi rêxistin kir û wiha got: “Civata êzidî li Şengalê rêveberiya xwe ava kir. Lê îro dixwazin careke din fermanekê bi gelê Şengalê bidin jiyîn. Li pêş çavên dinyayê dixwazin civata Şengalê bi fermana 75’emîn re rûbirû bimîne. Li derveyî vîna Şengalê di navbera rêveberiya Bexda û Hewlêrê de peymanek hat îmzekirin. Hûn çi ji civata êzidî dixwazin? Civata êzidî yê ku nifûsa wî ji 2 milyonan kêmtir e çima dibe hedefa hemû hêzan?
 
'LI ŞENGALÊ BIRYAREK SIYASÎ DI DEWRÊ DEYE'
 
Ûca, anî ziman ku bila her kes baş zanibe ku civata êzidî çawan kû li hemberî 74 Fermanan serê xwe ne tewand, wê ji vir û şûnde jî, netewîne. Ûca, dest nîşan kir ku ne peymana di navbera Hewler-Bexdayê û ne jî Fermana 74'an wê karin bîr û bawerî û berxwedana û têkoşîna gelê Êzidî asteng bikin. Ûca, bi bîr xist ku her cejn, nûnera azadî-aştiyê ye û ev peyama girîng da: "Êzidiyan tu carî ji bo tu kesî ne başî nexwestine. Di duayên xwe de jî, dest pêkê başiyê ji bo 72 miletan dixwazin dûre ji bo xwe dixwazin. Lê rastî 74 Fermanan hatin. Îro li ser Şengalê biryareke siyasî di dewrê deye. Bi vê biryara siyasî dixwazin gelê me ji çand û dîroka wê dûr bixin. Ger Êzidiyek jî bimîne wê li Êzîdxanê û Şengalê jiyana xwe dewam bike. Ligel van hemû êrîşan jî em cejna gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin."
 
CEJNA ÊZÎ ÇIYE? 
 
Li gorî salnameya kurdî (Rojhilat), rojiya di rojên Sêşemê, Çarşemê û Pêncşemê yên destpêka meha Kanûnê de tê girtin, Cejna Êzî tê pîrozkirin. Navê Cejna Êzî ya din jî weke "Cejna Hebûnê" jî tê zanîn. 
 
 

Sernavên din

19/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin