'Divê berteka civakî bê bilindkirin'

img

STENBOL - Parêzvanên mafên mirovan ku ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên berê di nav Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê de cih girtibûn, diyar kirin ku çalakiya ku di dema pandemiyê de tê kirin fikarên wan zêdetir kirine û gotin: "Heger dilê me û bihîstina xebera mirinê tune be, divê em berteka civakiyî bilindtir bikin."  

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatine destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an ve didomin. 
 
ÊN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Herî dawî di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û di 16'ê Kanûnê de li tevahiya girtîgehan belav bûbû.  Piştî wextekê çalakî veguherîbû rojiya mirinê û çalakî 200 rojî dewam kiribû û li tevahiya cîhanê belav bûbû. Di dema vê çalakiyê de li bajarê Krefeld ê Almanyayê Ûgûr Şakar di 20'ê Sibata 2019'an de agir berdabû bedena xwe û di 22'yê Adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daabû. Her wiha girtî Zulkuf Gezen ê 33 salî jî di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tekirdag a Jimare 2 a Tîpa F'yê, Ayten Becet a 24 salî jî di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Gebze ya Jinan, Zehra Saglam a 23 salî jî di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Oltû ya Tîpa T'yê, Medya Çinar a 24 salî jî di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Mêrdîn a Tîpa E'yê, Yonca Akici jî di 9' Adarê de li Girtîgeha Şakran a Jinan, Sîraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Osmaniye ya Jimare 2 a Tîpa T'yê û Mahsûm Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Xarpêt a Jimare 1'ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbûn. 
 
Piştî daxwaz hatibûn qebûlkirin di 26'ê Gulan a 2019'an de bi bangawaziya Rêberê PKK'ê Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûbûn. Wê demê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bên şopandin Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê hatibû acakirin. Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî û Serokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakiyê (SES) a Şaxa Anadolû ya Stenbolê Erdal Guzel jî di nav heyetê de bûn. Yolerî û Guzel, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi heman dawazê cardin dest pê kirine nirxandin. 
 
PANDEMÎ Û FIKAR 
 
Seroka ÎHD'ê ya Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, anî ziman ku ji ber pirsgirêk nayên çareserkirin girtî ji bêgavî serî li vê çalakiyê dane. Yolerî, bilêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de girtîgehan ji nêz ve dişopînin û bi awayekî aşkere dîtine ku di vê pêvajoyê de tecrîda li ser girtiyan pir giran bûye. Yolerî, destnîşan kir ku qedexeyên ku di bin navê tevdîrên pandemiyê de hatine danîn, tu eleqeya wan bi pandemiyê re tune e. Yolerî, anî ziman ku ji ber ku di pêvajoyeke bi vî rengî de çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine fikarên wan jî zêde bûne. 
 
Yolerî, ji bo daxwaza girtiyan ku dixwazin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin jî got: "Tecrîda li Îmraliyê û gelek pirsgirêkên rû didin, bi hev ve girêdayî ne. Kesên doza aştî, demokrasî û edaletê dikin divê li tecrîda li Îmraliyê binerin. Ji lewra di vî warî de Îmralî nîşan e. Jixwe dewletê berê jî Îmraliyê wekî nîşanekê dabû der. Dewletê di pêvajoya çareseriyê de tecrîda li Îmraliyê rakir û ber bi aştî û demokrasiyê ve çû. Lê belê bidawîkirina vê pêvajoyê re cardin tecrîd dest pê kir. Yanî tecrîda li Îmraliyê têkildarî aştiya li trikiyeyê ye. Divê mirov zanibe û lê hûr bibe ku çima girtî tecrîda li Îmraliyê bilêv dikin. Nîşaneyên ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê, rasterast bi hebûn û tunebûna tecrîdê ve girêdayî ye." 
 
BANDORA WÊ YA LI DERVE 
 
Yolerî ku got "Heger li girtîgehan îşkence û tecrîd hebe, li derve jî îşkence û tecrîd heye. Jixwe gava mirov li tabloya giştî ya Tirkiyeyê mêze bike, dê bi rihetî vê yekê bibîne. Wê bibîne ku girtîgeh rengvedana derve ne" wiha domand: "Hundir perçeyeke jiyana derve ye. Li hundir çi biqewime, em jî bi wî tiştî re rû bi rû dimînin. Lewma divê mirov çalakiyên li hundir wekî perçeyeke têkoşîna li derve binirxîne. Ji ber vê yekê jî divê mirov vê çalakiyê tenê wekî çalakiyeke di nava çar dîwaran de nenirxîne. Ji lewra pêwendiya di navbera hundir û derve de pir zelal e. Hestiyariya civakî bi vî awayî xwe dide der. Heger têkoşîna me ji bo pêşîlêgirtina îşkence û tecrîdê be, ev tê wateya ku ji bo civak bi tevahî ji vê îşkence û tecrîdê xelas bibe ev têkoşîn tê kirin. Ji ber vê, divê pêwendiya îtiraza hundir û meseleyên civakiyî baş bê danîn. Divê bi awayekî civakiyî xwedî li grevên birçîbûnê bê derketin." 
 
HEGER DILÊ ME Û MIRINA WAN TUNE BE...
 
Yolerî, herî dawî got: "Heger dilê me û bihîstina xebera mirinê tune be, nexwe divê em berteka civakiyî bilind bikin. Divê em pirsgirêkên li girtîgehan wekî perçeyeke pirsgirêkên civakê qebûl bikin û li gor vê bertek nîşan bidin. Ji bo hesasî û hestiyariyê bang li her kesî dikim." 
 
XETEREYEK MEZIN HEYE, ÇI HEWCE BE BIKIN
 
Serokê SES a Şaxa Anadalû ya Stenbolê Erdal Guzel jî destnîşan kir ku helwesta îqtidarê ya ji bo civakê û girtîgehan bûye cihê fikarên mezin û got: "Helwesta girtiyên di greva birçîbûnê de pir hêja û girîng e. Demildest divê mesele bê helkirin." 
 
Guzel, destnîşan kir ku ji ber ku çalakî di dema pandemiyê de tê kirin, fikarên wan zêde bûne û got: "Pandemî, şewbeke pir cidî ye. Zirareke mezin dide laşê mirovan. Ji ber çalakiya greva birçîbûnê muqawemeta laşê mirovan qels dibe û heger pandemî jî lê zêde bibe, dibe ku bibe sedema mirinê. Lewma ya esas ew e ku di dema pandemiyê de valakirina girtîgehan e. Divê girtî giş bihatana berdan. Peywira sereke ya dewletê jiyan e. Girtiyên siyasî hemû demildest divê bên berdan." 
 
Guzel, anî ziman ku ji ber şewbê çalakiyên greva birçîbûnê xetereyên mezin di xwe de dihewînin. Guzel, bilêv kir ku heger çalakî dirêj dewam bike, wê Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê cardin kom bibe û dê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. 
 
MA / Nacî Kaya

Sernavên din

05/01/2021
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!