‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'

img

ENQERE - ÇHD û OHD'yê nerazîbûna xwe ya ji bo qanûna nû ya ku rê li ber tayinakirina qeyûman vekiriye anîn ziman û li dijî vê qanûnan ji bo têkoşînê bang kirin. 

"Teklîfa Qanûna Derbarê Pêşîlêgirtina Çekên Komkujiyê de" di 27'ê Kanûnê de li Meclîsê hat qebûlkirin û berpêşî Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan hat kirin. Bi vê qanûnê re dê serokomar karibe qeyûm tayinî rêxistinên civaka sivîl, weq û komeleyan bike û her wiha wê karibe dest deyne ser mal û milkên wan jî. 
 
Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Şaxa Enqereyê Mûrat Yilmaz û Seroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê Şevîn Kaya, qanûna navborî nirxandin. 
 
BÊDENGKIRINA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL 
 
Yilmaz, anî ziman ku îqtidar ji bo ku rêxistinên civaka sivîl bitepisîne dest bi êrîşeke nû kiriye. Yilmaz, bilêv kir ku qanûna navbirî dijî Qanûna Bingehîn e û naveroka wê ne wekî navê xwe xêrxwaz e û got: "Tu eleqeya vê qanûnê bi pêşîlêgirtina li çekên komkujiyê tune ye. Li ber me careke din qanûneke torbeyî ya îqtidarê heye. Gava mirov lê dinere dibîne ku tu eleqeya wê bi armanc û tişta tê armanckirin tune ye. Em jî ne li dijî astengkirin ji bo fînanskirina ji bo çekên komkujiyê ne, lê gava em li xalên qanûnê dinerin em dibînin ku armanc bêdengkirin û tepisandina rêxistinên civaka sivîl e." 
 
HER KES HEDEF E 
 
Yilmaz, destnîşan kir ku qanûna navbirî bi tu awayî ne demokratîk e û dê azadiya rêxistinbûyînê ya rêxistinên civaka sivîl asteng bike. Yilmaz, bilêv kir ku îqtidar muxalefetê, partiyên siyasî, parêzer û hemû kesên dijî xwe dike hedef û got: "Berê vê yekê bi awayekî bêhiqûqî dikir, lê mdî dê bi awayekî 'qanûnî' bike." 
 
Yilmaz di dawiya axaftina xwe de got: "Helbet li ber van êrîşan em ê dev ji têkoşîn bernedin. Hîn jî mirovên li ber zext û zoriyan radibin hene û ev kes dê her tim gotina xwe bibêjin." 
 
ARMANC VESAYETEKE TOPYEKÛN E 
 
Seroka OHD'ê ya Şaxa Enqereyê Şevîn Kayayê jî destnîşan kir ku îqtidar dixwaze kesên serî natewînin têxe bin kontrola xwe û got: "Armanca vê qanûnê vesayeteke topyekûn e." 
 
Kaya, anî ziman ku bi vê qanûnê tê xwestin ku komeleyên bi KHK'yan hatine girtin bên krîmînalîzekirin û got: "Bi vê qanûnê re kî li ber îqtidarê rabe dê hedef bê girtin." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Kaya, destnîşan kir ku heger rêxistinên civaka sivîl bên bêdengkirin dê bêhan civakê biçike û got: "Rêxistinên civaka sivîl, ji bo welatian cihê hêviyê ye. Lewma peywira her kesî ye ku xwedî li vê hêviyê derkeve. Em ê her tim li djî gefa qeyûm bitêkoşin. Em ê ji her wextî bêtir bixebitin û tu carî dev ji têkoşînê bernedin." 
 
MA / Emrûllah Acar 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye