Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband

img

QERS - Danişîna ewil ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, wê roja pênçşemê bê dîtin. Di îdîanameya derbarê Alaca hat amadekirin de, tevlîbûna wê ya daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a ku piştî binçavkirina Ayhan Bîlgen çûbû bajêr, sûc hat hesibandin.

Serdozgeriya Komarê ya Qersê, îdîanameya derbarê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û girtin de, amade kir. Serdozgeriyê di îdîanameya ji 133 rûpelan pêk tê de, têkildarî Alaca bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ji 5 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest. Di dosyaya ku ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê ve hat amadekirin de, hevserokatî wek sûc hatiye nîşandan.
 
Derket holê Alaca bi mehan hatiye şopandin. Di îdînameyê de, hat îdîakirin ku Alaca weke endama Meclîsa şaredariyê hatiye hilbijartin, lê li dijî qanûnan Hevşaredartî kiriye. Dîsa di îdîanameya ku gotinên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û rêveberên PKK’ê yên derbarê hevşaredariyê de cih danê, hin broşur, nûçeyên hatine weşandin û di bîosa twîterê de nivîsa Hevşaredara Qersê sûc hatin nîşandan.
 
GOVEND GERANDIN SÛC HAT DÎTIN
 
Di heman demê de, tevlîbûna Alaca ya konferansa TJA’yê ya di Sibata 2020’an de pêk hatibû, sûc hatiye hesibandin û bi strana Mem Ararat a “Hawara Kobanê” ya ku di konferansê de hat lêxistin re govend gerandin, ji ber “propagandaya rêxistinê kirin” sûc hatiye nîşandan.
 
VEKIRINA BAZARA KEDA JINÊ SÛC E
 
Dîsa di  îdîanameyê de bernameyên ji bo 8’ê Adarê hatine amadekirin sûc hatine nîşandan. Weşandina ANF’ê ya bernameya 8’ê Adarê û vekirina Bazara Keda Jinê ya di çarçoveya bernameyên 8’ê Adarê de hatiye kirin jî, sûc hatine hesibandin.
 
CÎMER CÎDÎ GIRTIN E
 
Di îdîanameyê de meîla kesekî ku ji bo qeyûm tayînî şûna Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bikin ji Navenda Ragihandina Serokomariyê (CÎMER) re şandin jî cih digire. Dîsa di şîkayeteke din a ji CÎMER’ê hatiye şandin de tê gotin ku Bilgen û Alaca wê Koleja Çandê ya Emerîqayê vekin û ev jî dê weke “Projeya Ermenîstana Mezin” were binavkirin. Tevlîbûna Alaca ya civîna gel a bi xwarin ku di 20’ê Çileya 2020’an de li Îdirê pêk hat û peyamên ku ji Navenda Giştî ya HDP’ê ji Alaca re şandine jî weke sûc hatine hesibandin.
 
KAMPANYAYA HDP’Ê JÎ KIRIN SÛC
 
Banga hevşaredaran a têkildarî “Kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira”ya ku HDP’ê dabû destpêkirin jî bûye mijara sûc. Dîsa hevdîtinên telefonan ên kesên cuda yên ku eleqeya wan bi Alacayê nînin jî weke sûc hatiye nîşandan.
 
Di îdîanameya Alacayê de tevlîbûna daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlementer, endam û rêveberên HDP’ê ku piştî binçavkirina Ayhan Bîlgen di 29’ê Îlonê çûbûn bajêr, sûc hatiye hesibandin.
 
ÇÛYÎNA AVAHIYA HDP’Ê JÎ SÛC HATIYE HESIBANDIN
 
Kaxizên nîşeyan ên têkildarî hevşaredariyê nivîs li ser hatine nivîsîn û ajandaya xemir a îbareya HDP’ê li ser ku di serdegirtina mala Alaca de polîsan dest danîbûn ser jî bûn mijara sûc. Di îdîanameyê de dozgeriyê bi hevrebûyîna Alacayê ya HDP’iyan a li avahiya HDP’ê jî kirine mijara sûc.
 
Îdîaneya derbarê Alaca de hat amadekirin, ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê ve hat qebûlkirn û dê yekemîn danişîna Alaca di 7'ê Çileyê de, bê dîtin.
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

05/01/2021
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike
09:02 Girtiyên siyasî yên Gumuşhaneyê nikarin bêhn bistînin
09:02 Dozger tevlîbûna Alaca ya daxuyaniya Bûldan sûc hesiband
09:02 Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî
09:02 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:12 Di 3 salan de li Efrînê 674 sivîl hatin kuştin
03/01/2021
20:30 Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan
16:27 Cenazeyê jina winda hat dîtin
14:06 Li Rihayê ciwanê winda mirî hat dîtin
12:50 Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye
12:17 Çalakiya Mexmûriyan a li dijî tecrîdê didome
11:43 Hêjmara Xwebûn a 55'an derket
10:40 Ji bo qedexeya 5 sal in li Wanê didome korona kir hincet
10:38 Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe
10:08 Walîtiya Meletiyê tecawiza li dijî zaroka astengdar derewand
09:47 Li Qeyseriyê xebatkarê tenduristiyê mir
09:46 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 38'emîn de ye
09:45 Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin
09:11 Esnaf îflas dikin
09:10 Unsal: AKP'ê bi salan peywir neda jinên sergirtî
09:09 ‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'
09:08 CÎSST: Di pandemiyê de xetereya greva birçîbûnê du qat zêdetir e
09:05 Muhsîn Osman: A girîng ne mezinbûna dijmin e, yekîtiya me ye
09:04 Qeyûmê Îdirê pereyên şaredariyê ji bo eskeriyê xerç dike
09:02 Sê hevrêyên berxwedêr: Sêvê, Pakîze û Fatma
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2021'AN
02/01/2021
21:03 Daxuyaniya Şaredariya Artûklûyê ya derbarê tabeleyan de
19:13 202 kes mirin, 11 hezar û 180 kes jî pê ketin
17:13 Di teqîna Serêkaniyê de 5 kes mirin
17:05 Dijminantiya AKP'ê ya li dijî zimanê kurdî: Tîpên X,W û Q ji lewheyan bir
16:42 Daxuyaniya qeyûm a têkildarî karkerên ji kar avêtin: Karkerên demsalî bûn
15:59 Di teqîna li Hesekê de 2 kes mirin
15:42 KCDP: Di 2020'an de 300 jin hatin kuştin 171 jin jî mirî hatin dîtin
15:34 Di Rûniştina F de hat xwestin ku girtî Kadriye bê berdan
14:51 'Demildest Koyuncu serbest berdin
13:39 Dayikên Şemiyê: Bila sala 2021'an bibe sala dîtina windayan
13:33 Li Somaliyê êrîşê eskerên Tirk kirin
13:13 Komîsyonên Edaletê yên Gulistan Dokû rapora salekê belav kir
12:43 Înîsiyatifa Ji Girtiyan re Azadî: Girtiyê nexweş Fîlîz berdin
11:52 Qeyûmê Qersê navên ‘mor’ guhert!
11:42 Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin
11:32 Berdevka HDP’ê Gunay: Ji bo çûyîna îqtîdarê roj tên jimartin
11:10 Cendirmeyan 26 sal berê Tekîn winda kirin
10:41 Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan
10:41 3 ciwan li Enqereyê mirî hatin dîtin
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye