Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin

  • jin
  • 09:07 15 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Name Ozturk ji bo girtina jinên ku li dijî tahdeyê xwe diparêzin got: "Tên cezakirin." Parêzer Dîren Cevahîr Şen jî destnîşan kir ku divê xala 25'an a TCK'ê pêk bê. 

Li Antalyayê Ramazan Îpek, tahde û îşkence li Melek Îpekê û zarokên wê kiribûn. Melek Îpek jî di 7'ê Çileyê li hemberî tahdeya hevjînê xwe, xwe parastibû û ew kuştibû. Piştî vê Îpek hatibû girtin Bertekên li dijî girtina Îpekê didomin. 
 
ÊN KU XWE PARASTIN
 
Yek ji van jinên ku li ber tahdeyê xwe parastibû jî Nevîn Yildirim bû. Yildirim, di 28'ê Tebaxa 2012'an de li gundê Korûyaka yê navçeya Yalvaç a Ispartayê Nûrettîn Gîderê ku bi zora çekê tecawizî wê kiribû kuştibû. Yildirimê, serê Gîder jê kiribû û xistibû kîsekî û biribû avêtibû meydana gund û gotibû: "A ji we re serê kesê ku dest dirêjî min kir."  Lê belê Yildirim hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Yildirim niha di Girtîgeha Ispartayê ya Tîpa E'yê de ye. 
 
Yasemîn Çakalê jî êdî li ber tahdeya hevjînê wê Ozkan Kaymakli hew îdare kiribû û di 10'ê Tîrmeha 2014'an de ew kuştibû. Çakal jî hatibû girtin û dozger xwestibû ji 18 salan heya 24 salan ceza lê bê birîn. Lê belê di 4'ê Tîrmeha 2017'an de hatibû berdan. Çakal, piştî hatibû berdan ji ber gefên malbata Kaymakli ji bêgavî berê xwe dabû derveyî welêt. 
 
Çîlem Dogan jî li ber tahdeyê û ferzkirina fuhûşê, di 8'ê Tîrmeha 2015'an de li Edeneyê xwe parastibû û hevjînê xwe Hasan Karabûlût kuştibû. 15 sal li Doganê hatibû birîn. Lê piştî parêzeran îtiraz kir Dogan bi kêfareta 50 hezar TL'yî hatibû berdan û dosyeya wê niha li Dadgeha Bilind e. 
 
Aylîn Işik jî li ber tahdeya sîstematîk a hevjînê xwe Cîhangîr Işik xwe parastibû û di 17'ê Kanûna 2017'an de li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê hevjînê xwe Işik kuştibû. Dozger xwestibû cezayê muebeta giran li Işikê bê birîn. Lê belê dadgehê di danişîna 14'ê Gulana 2019'an de 18 sal ceza li Işikê birî û dû re cezayê wê kêm kir, kir 15 sal. 
 
Gulşen Bîlgî jî ji ber tahdeya sîstematîk xwestibû dev ji hevjînê xwe berde. Lê belê daxwaza wê nehatibû qebûlkirin. Hevjînê wê Vedat Bîlgî di 18'ê Tîrmeha 2020'î de çûbû cihê karê wê û êrîş birbû ser. Gulşen Bîlgî jî ji bo xwe xwe ji mirinê xelas bike, xwe parastibû û hevjînê xwe Vedat Bîlgî kuştibû. Guleşn Bîlgî hatibû girtin û dozger diwaze 30 sal ceza lê bê birîn. 
 
NAME OZTURK
 
Name Oztur jî eynî wekî Melek, Nevîn, Gulşen, Çîlem, Aylîn û Yasemînê xwe parastiye û ji mirinê xelas bûye. Ozturk, behsa sedema xweparastina jinan kir. 
 
Name Ozturk ku li Tûzla ya Stenbolê dijî, dev ji hevjînê xwe Kazim Aydemîr ê ku bi awayekî sîstematîk tahde lê dikir, berdabû. Aydemîr jî bi hinceta ku zarokên xwe bibîne hatibû mala Ozturkê û li mala wê tecawizî wê kiribû. Kazim Ozturk, di Tîrmeha 2016'an de êrîş biribû ser Ozturkê û Ozturkê jî xwe parastibû û ew kuştibû. Ozturk, piştî ku 3 salan di girtîgehê de ma, di 15'ê Gulana 2019'an de hat berdan. 
 
CARDIN BÊ EDALETΠ
 
Ozturk ku di çaçroveya xweparastinê de hat berdan, ji bo Melek Îpek a xwe parast got: "Cardin bê edaletî. Li vî welatî jin nayên fêmkirin." 
 
Ozturk, anî ziman ku ji ber girtina Îpekê mat nemaye û got: "Wê darizandineke adil çê bibe yan na? Nizanim. Em bi şik û guman nêz dibin. Gava em li darizandina Kadir Şeker mêze dikin, ji bo Melekê jî tiştên baş nayên bîra min. Li vî welatî çi bên serê jinan bila bên, nayên fêmkirin." 
 
Ozturk, anî ziman ku jinên ji bo bijîn xwe diparêzin tên cezakirin û got: "Bedêla tiştên tên serê me giran e. Jinên xwe diparêzin tên girtin, tên cezakirin. Bawer nakim bi piştevaniya jinan Melek bê berdan. Lê gava em bi hev re bitêkoşin, dê bigihê zarokên xwe." 
 
DEWLET NAPARÊZE 
 
Parêzer Dîren Cevahîr Şen ku parêzeriya gelek jinan kiriye, diyar kir ku dewlet jinan naparêe û got: "Dewlet peywira xwe pêk nayne." Şen, bibîr xist ku jin ji ber tahdeyê serî li saziyan didin, lê belê tiştek nayê kirin û bi ser de berê jinan didin mala ku tahde lê hatiye kirin. 
 
XALA 25'AN 
 
Şen, destnîşan kir ku jin ji bo xwe biparêzin xwe bi xwe tevdîrên xwe digirin û ev tevdîr jî "xweparastin" e. Şen got: "Xala 25'an a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) bi awayekî aşkere balê dikişîne ser xweprastinê. Xweparastin, parastineke mafdariyê ye. Lewma divê xala 25'an a TCK'ê pêk bê. Lê mixabin ev xal ji bo jinên ku xwedî li jiyana xwe derdikevin pêk nayê. Ev jî tê wateya, 'serê xwe li ber tahdeya mêr bitewînin, xwedî li jiyana xwe dernekevin.'" 
 
Şen, ji bo Melek Îpekê jî anî ziman ku diviyabû bihatana berdan û got: "Demildest divê Melek Îpek di çarçoveya xweparastinê de bê berdan." 
 
MA / Semra Tûran  

Sernavên din

18/01/2021
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan
13:16 Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin
12:18 Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
12:17 Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn
11:51 Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin
11:31 Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê
10:55 Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin
10:14 Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
09:54 Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne
09:48 Koma 11’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:08 32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn
09:08 Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike
09:07 Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
09:07 Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin
09:06 Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin
09:06 Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin
09:05 DBP'ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot!
09:04 Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2021
20:15 169 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:18 Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir
16:00 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşan da: Em nikarin debara xwe bikin
15:55 Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin
15:44 'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?
15:17 'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye'
15:14 Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
15:07 Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê
14:46 Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin
14:41 ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir
14:21 Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn
14:16 Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin
14:14 Li Êlihê qezaya trafîkê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
13:49 Alinak giliyê polîsan kir
13:48 Li hemberî Alîkarê Davutoglû êrişa çekdarî pêk hat
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!