Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin

  • rojane
  • 09:06 16 Çile 2021
  • |
img

MÊRDÎN – Îdianameya derbarê nelirêtiyeke Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, hat amadekirin. Di îdianameyê de hûrguliyên ecêb hene. Di îdianameyê de hûrguliyên 3.6 milyon TL bertîlê hene û behsa zext û zoriyên xwarziyê qeyûm hatine kirin ku li gor dilê xwe îhale dane kîjan fîrmayan. 

Îdianameya derbarê "nelirêt" û "bertîleke" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, temam bû. Di îdianameyê de Zeynî Teker jî heye ku ev kes yek ji zilamên sereke yê qeyûm bû û qeyûm midûriyeta gelek beşan û serokatiya gelek daîreyên şaredariyê xistibû destê wî. Teker, ji 26'ê Mijdara 2020'î ve girtiye. Ji xeynî Teker navê kardêr Şerîf Acar ku îhaleya xebitandina Baxçeyê Gel ê Kamorê wergirtibû, xwarizyê qeyûm Mûstafa Yamanî Yûnûs Emre Akça û 8 rêvebirên di dema qeyûm de di îdianameyê de heye. Ev kes jî di îdianameyê de ne: M.S.H., O.K., S.C., Ş.E. û Y.E. 
 
XWARZIYÊ QEYÛM 
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku bedêla îhaleya Baxçeyê Gel a Kamorê li gor usûla qanûna jimare 2886'an nehatiye tespîtkirin, lê belê kifş bûye ku Yûnûs Emre Akçe bi zorê daye şîrketa Nasirogûllariyê. 
 
2 MILYON Û 689 HEZAR TL ZIRAR 
 
Di îdianameyê de rapora mufetîşan jî cih girtiye. Mifetîşan di rapora xwe de bal kişandibûn ser nelirêtiya îhaleya Baxçeyê Gel a Kamorê. Di vê raporê de navê 8 kesan derbas dibe. 
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku tenê di îhaleyekê de şaredarî 2 milyon û 689 hezar û 850 TL hatiye xisirandin. 
 
3 MILYON Û 625 HEZAR TL BERTÎL 
 
Di îdianameyê de hat rapora pêzaniyê jî hatiye bicihkirin. Li gor rapora pêzzaniyê mutehît Adnan Yuksel ê ji Xarpêtê ji bo dev ji îhaleyê berde 500 hezar TL bertîl ji Şerîf Acar stendiye.
 
Di îdianameyê de îfadeyên kardêr Şerîf Acar ê girtî yên derbarê bertîl de jî hatine bicihkirin. Şerîf, di îfadeya xwe de li xwe mikur hatiye ku ji xeynî 500 hezar TL'yî, 2 milyon û 300 hezar TL'yê din jî daye. Acar, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku mutehît Adnan Yuksel û Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê û Midûrê DEDAŞ'ê yê Mêrdînê Mehmet Bûlût, wekî "zilamên qeyûm" nas kirine. Şerîf, di îfadeya xwe de gotiye: "Ji ber tahde li min dihat kirin û gef li min dihatin xwarin, ji bo îhale betal nebe min nêzî 2 milyon û 300 hezar TL pere dan Adnan Yuksel. Bi qasî ku ez dizanim bi vî pereyî wesayîta model 2018 a Audi A6 ku qeyûm Mûstafa Yaman bi kar dianî û 2 wesayîtên bi markeya Passat ên model 208 hatine stendin... Ji bo vê jî min 825 hezar TL da Yûnûs Emre Akça." 
 
GEFÊN XWARZIYÊ QEYÛM 
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku gelek xebatkarên şaredariyê ji ber tahde û zoriyê ji mecbûrî hin belge îmze kirine û xwarizyê qeyûm Yûnûs Emre Akça jî li gor dilê xwe îhale dane şîrketan. Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku îhaleyên hatine kirin bêusûl in û Akça gef li xebatkarên ku nexwestine îmze bikin xwarine. Di îdianameyê de hatiye nivîsandin ku Akça ev gef li xebatkaran xwariye: "Werin îstifa bikin. Em dewlet in. Em qeyûm in. Ê ku li ber me rabe ya FETO'yî ye yan jî PKK'yî ye." 
 
Her wiha di îdianameyê de hatiye destnîşan kir ku çendî ku li şaredariyê tu erkeke fermî ya îmzekirinê ya Yûnûs Emre Akça tune bûye jî, hemû kar û bar bi telîmata qeyûm Walî Mûstafa Yaman kirine. 
 
Dozger îdiname ji Dadgeha Cezayê Giran re şandiye. Tê payîn ku dê dadgeh van rojan biryara xwe aşkere bike. 
 
MA  /  Ahmet Kanbal

Sernavên din

18/01/2021
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan
13:16 Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin
12:18 Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
12:17 Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn
11:51 Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin
11:31 Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê
10:55 Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin
10:14 Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
09:54 Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne
09:48 Koma 11’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:08 32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn
09:08 Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike
09:07 Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
09:07 Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin
09:06 Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin
09:06 Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin
09:05 DBP'ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot!
09:04 Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2021
20:15 169 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:18 Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir
16:00 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşan da: Em nikarin debara xwe bikin
15:55 Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin
15:44 'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?
15:17 'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye'
15:14 Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
15:07 Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê
14:46 Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin
14:41 ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir
14:21 Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn
14:16 Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin
14:14 Li Êlihê qezaya trafîkê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
13:49 Alinak giliyê polîsan kir
13:48 Li hemberî Alîkarê Davutoglû êrişa çekdarî pêk hat
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!