Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye

  • rojane
  • 09:08 27 Çile 2021
  • |
img
WAN - Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ji bo gelê kurd bivê nevê ye û got: "Fikra me çi dibe bila bibe, em dikarin li dor kurdbûyînê bên cem hev du." 
 
Piştî ku li Herêma Kurdistana Federe PDK'ê hêzên eskerî li herêma Zînî Wertê bi cih kirin, rageşiyek rû da. Ev rageşî hê jî didome. Her wiha piştî ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar serdana Bexdayê kir û pêwendî bi Herêma Kurdistana Federe re danî, êrîşên li ser Şengalê careke din bûn rojev. Ev yek û helwesta PDK'ê bûne cihê bertek û nerazîbûnên mezin û bi xwe re cardin bivênevêbûna yekîtiya neteweyî ya kurd da der.
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Rumeysa Gulmez, bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got: "A rast yekîtiya neteweyî pêkanîna hişmendiyekê ye. Lewma gere kurdên li her çar perçeyan di vî warî de tevbigerin." 
 
ÊŞ YEK IN
 
Gulmez, bilêv kir ku ji  ber perçebûnê kurd bi bişaftinê re rû bi rû mane û kesên vê yekê qebûl nakin jî bi sirgûnkirin û kuştinê re rû bi rû dimînin. Gulmez, destnîşan kir ku lê belê cardin jî têkoşîna kurdan didome û got: "Çendî ku niha ji ber pevçûnên siyasî ji hev qetiyabin jî, lê belê pêvajoya Rojavayê kir ku kurd li dor êşên xwe ên cem hev du. Gava kurd li dor êşên xwe bên cem hev, tu ji her pênc tiliyan kîjanî jêbikî jî dê tiliyên din jî heman êşê bikişînin. A muhîm ew e ku gava xwişk û birayên te di zor û zehmtiyê de bin, tu berjenwendiyên xwe yên şexsî û partiyî deynî aliyekî û tu bibî yek." 
 
Gulmez, destnîşan kir ku ev veqetîna di warê siyasî de li bara gel bûye cihê şikestnek mezin û got: "Dem bi dem şikestin çêbûne. Lê cardin jî gel xwedî hişmendiya 'Ez mecbûr im hebim, di nav hemû neteweyan de ez jî neteweyek im û mafên di dest her kesî de divê di dest min de jî hebin' e. Dibe ku di warê siyasî de cudahî hebin, lê kurdbûyîna me çarenûsa me ye. Fikira me çi dibe bila bibe, em dikarin li dor kurdbûyînê bên cem hev du." 
 
YEKÎTÎ Û AZADΠ
 
Gulmez, bilêv kir ku heger kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin dê azad bibin. Gulmez, diyar kir ku gava kurd xw ebi rê ve bibin dê di warê zimên, çandê de jî xwe bi rê ve bibin. 
 
Gulmez bal kişand ser hêza leşkerî ya kurdan jî û destnîşan kir ku pirsgirêkek din jî, nebûna hêza leşkerî ya yekbûyî ya kurda ye. 
 
Gulmez, anî ziman ku ji bo ku yekîtiya neteweyî çêbibe li her çar perçeyan divê kurd li hev bên. 
 
GEL ŞER NAXWAZE 
 
Gulmez, bal kişand ser şerê gengaz ê di navbera hêzên kurd de jî û destnîşan kir ku divê mirovên aqilmend têkevin dewrê. Gulmez got: "Jixwe gelê kurd jî şer naxwaze. Gel rageşiya ku di demên dawî de rû da qebûl nekir û piştî wextekê ev rageşî bi dawî bû. Ji lewra kurdên her çar perçayan nîşan dan ku ev yek nayê qebûlkirin. Carinan têkoşînên siyasî vediguherin berjewendiyan. Lê wisa bawer dikim ku dê gelê me êdî tamûl neke û wê berteka xw enîşan bide. Kurd dikarin bi vê ferasetê yekîtiyê ava bikin." 

Sernavên din

29/01/2021
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike
14:56 Engîn Yucel ê agahiyên veşartî parve kiribûn tevlî danişînê nebû
14:56 Konê berxwedanê yê polîsan hilweşand careke din hat vedan
14:28 Li Îranê hejmara girtiyan derket 92’yan
14:26 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana CPT daxuyanî da
13:44 Li Şirnexê jinan biryara girtina Gokkan şermezar kir
13:03 Mihrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
12:46 Kujer Marûf ê Dilan Kok kuşt hat girtin
12:26 Nivîskar Faîk Bûlût hat beraetkirin
12:06 Çiyayê Agirî tê bombekirin: Eskerên birîndar hene
12:00 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan derxistin edliyeyê
11:34 Nûçegihanê me Aslan: Lêgerîna tazî ferzî min kirin
11:22 Kujerê Arzu Aygun 42 roj şûnde cihê cenaze nîşan da
11:05 Derbarê nûçegihana me Dûrgût de biryara neşopandinê
10:39 Xanî li ser şûnwarê dîrokî lê kir
10:19 Ji bo parvekirina nûçeyên îşkenceya li Xelfetî biryara dozvenekirinê hat dayîn
10:15 Prof. Keyman: Karê Erdogan ê bi Biden re zor e
09:44 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 63’yemîn de didome
09:43 Parêzer Kozan: Di hiqûqê de beramberiya xweparastinê parêziya rewa ye
09:20 'Ji çîroka xwe dizanim, hêza herî mezin rêxitinbûyîn e'
09:19 Qirkirina cinsî çi ye, Meclîs divê çi bike?
09:18 Aktivîstên jin: Em biryara derbarê Gokkan de nas nakin
09:18 Dayika girtiyê nexweş: Berî ku bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:18 Sîxurtî li penaberê sûriyeyî ferz kirin: Biçe partiyê û tiştên li wir diqewimin ji me re bibêje
09:17 Qalibên ku mêran berz dikin hatin şikênandin
09:10 Malbatên elewî yên malên wan hatin nîşankirin: Dixwazin dîsa salên 1990'î dubare bikin
09:09 TJA wê di meha Sibatê de balê bikişîne ser greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:51 Heyeta CPT hat Tirkiyeyê lê neçû Îmraliyê
27/01/2021
21:12 132 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:38 Xebatên ji bo yekîtiya neteweyî didomin
19:12 Ayşe Gokkan hat binçavkirin
17:26 Daraz jinên kurd dike hedef: Duh Leyla îro Ayşe kirin hedef
17:17 Danişîna rojnameger Akin û Sarisozen hat dîtin
17:15 Li dijî projeya Zanîngeha Jinan çalakî: Em destûrê nadin hişmendiya zilam
16:56 Di paceyê de daxuyanî dan!
16:51 TJA'yê atolyeya hunerê li dar xist
16:50 MEBYA-DER: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:30 Serdana penaberên di tariyê de mane kirin
16:16 Ji ber ku şandeya doza Somayê guherî biryar jî guherî
16:09 Dadgehê danişîna doza kujerê Karadûman taloq kir
15:56 Parêzerên Doza 10’ê Cotmehê derbarê Miduriyeta Dîlokê de gilî kirin
15:34 DÎSK'ê HDP ziyaret kir
15:32 Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên binçavkirîn anîn Enqerê
15:22 Di doza Arslan ê DBP’î de hemû daxwaz hatin redkirin
14:38 Êrîşkar kirin gazincker
14:38 Jina hatibû binçavkirin hat berdan
14:30 ÎHD: Me Guneş dît Tûnç û Kuçukozyîgît li ku ne?
14:15 Meclîsa Ciwanên HDP: Em ê di her qadên jiyanê de bin
14:14 Dadgehê doza rojnameger Kaya û Sayilgan taloq kir
14:11 Beştaş: Divê banga Ocalan bê bersivandin
13:39 Di dema AKP'ê de 27 hezar karker mirin
13:21 Dundar: Bi tecrîdê dixwazin dengê aştiyê qut bikin
12:51 Biryara girtina Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan hat dayîn
12:30 Kerestecîoglu: Revandina bi zorê rêbaza şerê qirêj e
11:58 Li Amedê heqê rêya minîbûsan biha bû
11:57 Bi guhertina înfazê hat berdan, jinek kuşt û du jin jî birîndar kir
10:26 Dozger derbarê lêpirsîna nûçeya destdirêjiyê de biryara neşopandinê da
10:11 Qedexeyên derketinên derve yên li Mêrdîn û Bedlîsê rabûn
10:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi daxwaza edaletê li meydanan be
09:25 TÎGEM’ê girikên dîrokî tune kir û bermayiyên dîrokî jî bir şantiyê
09:19 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 62’yemîn de dewam dike
09:11 Salaz: PDK, xwe radestî Tirkiyeyê kiriye
09:11 Dede: Rejîma Îmraliyê êrişeke li ser hiqûqê ye
09:10 Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê: Tirkiye dixwaze şer dewam bike
09:09 ‘Tecrîd, astengkirina daxwazên derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de ye'
09:09 Keça girtiya nexweş: Ne dêya min, kujer tên berdan
09:08 Gulmez: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan bivê nevê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2021'AN
26/01/2021
21:46 Şenoglû: Dê têkoşîna me dewam bike
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 344
16:45 Gokhan Guneş: Tazîkirî îşkence li min kirin
16:25 Rêya Wan û Miksê hefteyeke girtî ye
16:16 Li şûna ceyranê deterjanê dan penaberên sûriyeyî
16:13 Nîşankirina malên elewiyan hat protestokirin