Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên

img

STENBOL – Xwendekarên ku ji ber şermezarkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î hatibûn binçavkirin û cezayê hefsa malê li wan hatibû birîn ev tişt gotin: “Em ê dîsa bên, nikarin me kesên ku li dijî tarîtiyê bûne kirdeya ronahiyê bi zextan têk bibin.”

 
Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku ji ber şermezarkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku ji aliye Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve weke rektore qeyûm tayînî zanîngeha wan hatibû kirin, hatibûn binçavkirin û cezayê hefsa malê li wan hatibû birin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
 
‘EM HILBIJARTINEKE DEMOKRATÎK DIXWAZIN’
 
Ji xwendekaran Ozan Acidere, diyar kir ku rektorên qeyûm tayînî gelek zanîngehan hatine kirin û ew vê yeke şermezar dikin û wiha got: “Em weke pêkhateyên zanîngehan dixwazin ku di nav zanîngehê de ji bo rektoriyê hilbijartineke demokratik pêk were. Ev pirsgirêkeke zanîngehê ye. Ev pirsgirêk pirsgirêk pirsgirêka pergal û qanûnan e. Tişta xwendekar dixwazin guhertina pergalê ye. Desthilat û wezîr bûyeran şaş radigihînin û hedef nîşan didin. Ji ber ku em bi pêkanînê kêfî û neqanûnî re rû bi rû dimînin xemgîn in.  Meheke polis me dişopînin û tacîz dikin. Em xwendekar difikirin ku dewlet bi temamî ji aliye çeteyan ve tê birêvebirin.”
 
‘EM Ê DÎSA BÊN’
 
Endama Koordînasyona Navenda Rizgarkirina Jinan  Başak Yeşîlot ku dema şermezarkirina hatibûn binçav kirin jî bi lêv kir ku desthilat dixwaze ciwanan bike qadên ku wê diyar kiriye û ev tişt got: “Çiqas ku berxwedan mezin dibe ewqas dixwazin van qadan teng bikin. Ji ber ku desthilat ciwanan hêzeke li hemberî xwe dibine bi vî rengî êriş dike. Em ne mexdûr in, mafdar in û bihêz in. Li dijî hemû êrişan me li ber xwe da û wê berxwedana me bênavber bidome. Em ê dîsa bên, nikarin me kesên ku li dijî tarîtiyê bûne kirdeya ronahiyê bi zextan têk bibin.”
 
DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE
 
Di berdewamê de Yeşîlot îşkenceya ku di bin çavan de li wan hatibû kirin jî bi van gotinan vegot: “Li ser laşê çêrên zayendperest kirin. Pêhînan li zik û vajîna me dixistin. Singên me guvaştin. Dema ku em li dijî vê derdiketin û digot ku hûn bi taybetî vê dikin hê bêtir pêk dianîn. Hêrsa me mezin e. Vê hêrsa li jinan a li hemberî xwe dibinin. Ên ku hêrsa xwe bi ser wan de vereşin jî di serî de jin şoreşger in.”
 
DELÎL TUNEYE CEZA HEYE
 
Yek ji xwendekara ku hatiye binçavkirin jî Gamze Toprak e. Toprak, diyar kir ku negihîştiye  çalakiyê û dema ku ji bo biçe malê çûye rawestgehê ji aliye polisan ve hatiye binçavkirin û di bin çavan de gelek îşkence lê hatiye kirin. Toprak, da zanîn ku di bin çavan de qeydên arşîvên 10 kesan hatine vekirin û wiha got: “Bi hinceta ku gumana revandina me heye cezayê hefsa malê dan me. Lê li gel ku tu qeyd tunebû jî ev ceza dan me. Kesên ku hewl didin welat bi qeyûman bi rê ve bibin, kesên ku dixwazin binçav bikin binçav dikin û kesên ku bixwazin bigirin digirin. Lê weke ku me duh jî dît gel û hêzên pêşeng destûr nedin vê yekê. Wê sibê jî li kuçeyan bin û dîwarên tirsê yên faşîzma qersê bişikînin.”
 
 
WÊ NIKARIBIN ASTENG BIKIN
 
Toprak di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di demên dawîn de cezayê hefsa malê dane gelek kesan û wiha pêde çû: “Ji hêzên pêşeng ên girseyan ku nikarin wan bigirin cezayê hefsa malê li wan dibirin û dixwazin wan ji têkoşînê dûr bixin. Têkoşîna me ya li hemberî faşîzmê nakeve malê. Dibe ku faşîzm bixwe li kûçeyê bi berxwedanê re rû bi rû bimîne. Ji ber vê em li mal bin jî li derve bin jî  wê nikaribin pêşî li beşdarbûna me ya şer bigirin. Em ê qeyûman bişînin.”
 
HEWL DAN PIŞTEVANIYÊ BIŞIKÎNIN
 
Ji xwendekaran Esra Çalişkan jî got ku divê zanîngeh ne di destê rektorên tayînkirî de nemînin û ev tişt anîn ziman: “Bi derewa ku wêneyên “Qabeyê” li erde raxistine 2 hevalên me girtin. Destpêkê êrişî nobetên me yên berxwedanê nekiribûn. Lewre ev mafekî me yê destura bingehîn e. Lê piştî ku pêşandan derket holê, bala xwe danê ku xwendekar xebatên xwe yên xwerû radigihînin û dest bi êrişan kirin. Pêşandanê weke sûc nîşan dan û hewl dan piştevaniyê bişikînin. Herkesê ku li mag digere weke “terorîst” îlan dikin. Zextên li ser xwendekaran berxwedana Geziyê tîne bîra mirov. Kesên ku wê demê li ber xwe dan îro jî heman bersivê didin qeyûman. Wê teqez berxwedan encamê bîne.”
 

Sernavên din

06/02/2021
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin