Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe

  • rojane
  • 10:42 14 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, destnîşan kir ku şertê ewil ê makeqanûna demokratik aştiya navxweyî u rakirina tecrîdê ye û got: “Ji bo vê jî divê tecrîd û îzolasyona Ocalan rabe û ji nuve fikrên Ocalan bên guhdarkirin û hiqaşkirin." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan didome. Di ser radestkirina Ocalan a Tirkiyeyêre 22 sal borîn. Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan ket nava gelek hewldanan. Ocalan heri dawî di salên 2013- 2015’an de ji bo pêvajoya çareseriye pêş bikeve gelek têkoşiya. Lê hikûmeta AKP'e ev yek xera kir. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ku di nava Heyeta Mirovên Aqîl a ku bi pêşniyara Ocalan ji 62 kesan pêk dihat de cih digirt, tecrîd û encamên wê nirxandin.
 
JI DMME’YÊ Û AYM’Ê RE BANG
 
Turkdogan, ji bo ku tecrîd û izolasyona ser Îmraliyê bê rakirin hevdîtinên bi Wezareta Dadê û şandeya CPT’yê re kirin bi bîr xist û anî ziman ku li Îmraliyê qanûn nayên pêkanîn, hevdîtin bi awayekî kêfî tên astengkirin. Turkdogan, da zanîn ku ji polîtîkayên tecrîdê qasî Wezareta Dadê û desthilat berpirsyarin daraz jî berpirsyare û wiha axivî: “Heke hûn ji ber parastina Abdullah Ocalan a beriya 10 salan kirî, qedexeya hevdîtina parêzeran bînin, ji xwe mirov nikare behsa xebateke darazê bike. Divê hin kes girtiyên timik di bin tecrîd û îzolasyonê de û cezayên ji Ocalan û hevalên wî re hatine dayîn îfade bikin. An ku kesekî ku nahêlin bi kesekî re hevdîtinekê bike çi kiriye ku hûn ceza didin wî û dixwazin hevdîtinê heta hetayê taloq bikin. Hûn nikarin tiştekî wisa bikin.”
 
BÊ DENGÎ TECRÎDÊ DIRÊJ DIKE
 
Turkdogan, bang kir ku serlêdanên parêzerên Ocalan li Destûra Dadgeha Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin demildest bigihînin biryarekê. Turkdogan, bêdengiya muxalefeta Tirkiyeyê rexne kir û wiha got: “Li dijî Ocalan û hevalên wî bi awayekî vekirî cihêkarî tê kirin. Heke li vî welatî girtîgeheke weke Îmraliyê hebe, mafên qanûnî yên van mirovên ku hemwelatiyên vî welatî ne neyên pêkanîn, di serî de partiya sereke ya muxaletefê partiyên siyasî bêdeng bimînin, li vîr cihêkeriyeke cidî heye. Divê ev bê bi dawî kirin. Divê teqez kî derbarê vê de çi difikire eşkere bikin. Li dijî vê yekê rêxistinên muxalefetê yên civakî jî divê fikrên xwe yên derbarê vê mijarê de ji raya giştî re parve bikin. Encax bi vî şiklî desthilatî bê îkna kirin. Ev bêdengî dibe sedemê dirêjkirina tecrîdê.”
 
SIYASETA ‘BERÎ HEV DANÊ’
 
Turkdogan, derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd de qala pozisyona hêzên navnetewî jî kir û wiha berdewam kir: “Welatên ji aliyekî dibêjin em mutefîkên Tirkiyeyê ne, îdea dikin ku aştiya li Tirkiyeyê diparêzin. Ji aliyê din jî piştevaniya polîtîkayên şer ên hişmendiya îttîhatî birêvedibe dikin. Siyaseta berîhevdanê bi rêve dibin. Ev ji gelên Tirkiyeyê re xizmetê nake. Tirkiye encax bi aştiyeke navxweyî dikare pêşbikeve. Dikare aboriya xwe mezintir bike û encax bi vî şiklî dikare demokrasî û mafê mirovan pêşbêxîne. Îngilistanê jî Fransayê jî wisa kir. Çareseriyên Îngilistanê, Almanyayê, Îspanyayê û Îtalyayê di paşerojê de ji bo xwe kirin çima pêşniyarî Tirkiyeyê nakin divê mirov bi dengekî bilind bipirse.”
 
VÎNA ÇARESERIYÊ 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku fikr û pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd girîng in û wiha axivî: "Piştî nêzîkatiya ji bo çareseriyê vala derxistin, şer dest pê kir. Di pêvajoya çareseriyê de wekî mirovên aqîl çûm herêma Derya Spî.  Wê demê îqtîdarê vîna ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê çareser bike danî holê. Ji me alîkarî xwest. Tevî hemû rîskan me 62 kesan li hemû bajar û navçeyên Tirkiyeyê civîn li dar xist. Di nava 2 mehan de gelê Tirkiyeyê ji sedî 70’ê destnîşan kir ku pêdivî bi aştiyek navxweyî heye û piştgirî dan vê hewldanê. Di raporê me de jî ev yek heye. Îqtîdara  Tirkiyeyê eger tenê li gorî raporên Heyeta Mirovên Aqil tev geriya bûya, deqez dê carek din li Tirkiyeyê şer pêk nehatiya. Mirovan digot bila aştî pêk bê û xwîn raweste. Kesên nijadperest fikrên xwe gotin û destnîşan kirin ku hewce be bila Ocalan bê berdan. Ev hemû di raporan de hene û bi îqtîdarê re hat parvekirin." 
 
‘FERASETA ÎTTÎHATKAR NEHATIYE GUHERTIN'  
 
Turkdogan, da zanîn ku dema li encama pêvajoyê dinerin dibînin ku feraseta îqtîdarê ya heyî feraseta îttihatkar e û ev feraset nehatiye guhertin. Turkdogan, anî zinan ku divê êdî Tirkiye xwe ji vê feraseta sedsala 20’an rizgar bike û wiha got: "Ev feraset hêj berdewam e. Em ji MHP'ê bipirsin. Em bêjin we PKK xelas kir û tune kir. Hûn der barê mafê nasnameyê yên Kurdan de çi difikirin? Hûn dê çi bikin? Li bajarên Kurdan hûn dê hilbijartina şaredariyan çawa pêk bînin? Vê yekê ji mere bêjin. Em dipirsin gelo we disalên 1950, 1960’an de mafê Kurdan dan, lê agahiya me çênebû? Divê her kes vê yekê bipirse, çima Tirkiye hêj li gorî feraseta sedsala 20'an xwe bi rêve dibe? Divê berî her tiştî şer bi dawî bibe." 
 
KU HEVDÎTIN DEST PÊ BIKE DÊ DÎSA PÊVAJO DEST PÊ BIKE
 
Turkdogan, anî ziman ku astengiyên li pêş hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan re rabe, dê li ruxmê îqtîdarê dîsa pêvajo dest pêbike û wiha berdewam kir: "Ocalan rola xwe di salên 2013-2015'an de nîşan da. Her kesî ev yek dît. Îqtîdar hêj bi rêbazên berê nêzîkî gelê Kurd dibe. Lê Birêz Abdullah Ocalan hem bi rêya parêzeran û malbatê û hem jî bi rêya pirtûkên paraznameyên xwe nexşereya çareseriyê û paradigmaya nû ya çareseriyê aşkere kiri. Modela Civaka Ekolojik, Demokratik divê ji raya giştî re bê vegotin. Modela rêveberiya Demokratik rêgeza rêveberiyê ye. Em ji hemû welatiyên li Tirkiyeyê dipirsin: Her tiştên Tirkiyeyê dikare li Enqereyê bê rêveberin? Destûr bidin bila şaredarî bajarên xwe birêve bibin." 
 
ŞERTÊ DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK RAKIRINA TECRÎDKIRINA OCALAN E
 
Turkdogan, helwesta hêzên muxalif jî rexne kir û wiha got: "Partî û hêzêm muxalif her tim rexne dikin ku îqtîdar bêtir her tiştî di xwe de navendî dike. Lê her tim bi sekna xwe dibe alîkarê îqtîdarê. Binerin dibêjn 'Em naxwazin 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn bên guhertin.' Ji xwe hemû kemîn di van 4 xalan de veşarî ye. Xala ‘Dewleta tevahî ya bi millet û welatê xwe nayê perçekirin' feraseta îttihatkar di nava xwe de vedişêre. Ev hevok li ser nijadperestiya Tirk hatiye avakirin. Di vê mijarê de divê mirov guh bide gotin û fikrên Abdullah Ocalan. Niha berdevkên îtîfaqa Millet arguman û destûra bingehîn ya darbekar û generallan nivîsîbû esas digirin. Eger li Tirkiyeyê dê Destûra Bingehin a Demokratîk bê sazkirin, wê demê divê berî her tiştî aştiyek mayinde pêk bê. Şertê vê yekê jî divê berî her tiştî tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Divê fikrên wî bên niqaşkirin. Divê dawî li şer bê. Divê di şertên ku deng ji çekan neyê de niqaş bên kirin. Qet nebe ji divê parêzer, malbat û heyet karibin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Kengî tecrîd û îzolasyon zede bûye, bêtir pêvajo dijwar bûye. Ev xizmeta Tirkiyeyê nake. 
 
Divê beri her tiştî em li ser aştiya navxweşî bi axivin. Di sala 2013’an de me ev pêk anî û em bi ser ketin. Tecrubeyên me hene. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de divê bi rastî pêvajoya aştiyê bê avakirin. Gel dê bersîvê bide vê yekê. Bi taybetî mafê gelê Tirkiyeyê heye ku di vê pêvajoya nû ya aştiyê de  Abdullah Ocalan çi difikire fêr bibe." 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

18/02/2021
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin
16:20 Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê
16:16 Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:42 Polîsan mudaxileyî jinên zanîngehê kir
15:21 Li Mûşê 2 jin hatin girtin
15:17 7 hezar û 80 TL cezayê pere li seroka TTB’ê birîn
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir
14:31 Ji ber pere ji bavê xwe yê girtî re şandiye di bin çavan de ye
14:18 Derbarê rojnamevan Sancili û Kizilkaya de lêpirsîn
14:07 Ji Rojnameger Çoban re ceza hat xwestin
14:02 Sancar: Operasyona Garê komkujî ye
13:46 Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye
13:29 DFG: Cezayên doza Ozgur Gundemê nayên qebûlkirin
13:17 Walitiyê Şirnexê der barê teqîna Cizîrê de daxuyanî da
12:49 Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin
12:34 Li Dersimê ciwanek mirî hat dîtin
12:29 Li gundek Amedê koronaya bi mutasyonî hat tespîtkirin
12:03 Komîsyona 21’ê Sibatê: Em ji bo statûya zimanê kurdî kampanya îmzeyan didin destpêkirin
11:38 Doza serdegirtina Ozgur Gundem taloq bû
11:12 Huseyîn Ozcan ê bav û pîrika xwe kuşt hat girtin
10:48 Li Girtîgeha Duzceyê gardiyanan bi ser qawişan de girtin
10:24 Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye
09:56 Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin
09:03 Jinên sosyalîst: Ji bo maf û azadiyan divê tecrîd bê rakirin
09:03 Ciwanên ku ji kurdî dûr ketine, dengbêjî bala wan nakişîne
09:03 Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye
09:03 'Dewlet dibêje bila esnafên biçûk bimire, ê mezin bijîn'
09:03 Xizmê girtî Bakir: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:03 Unal ê ku hat berdan: Helwesta me têkoşîn e
09:03 Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim
09:03 Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82'yan de ye
08:07 Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin
15/02/2021
23:27 Li Hewlêrê teqîn
21:32 Li Cizîrê teqîneke dijwar
21:04 Li hember deriyê Edliyeya Amedê jinek hat kuştin
20:56 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:12 Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin
16:54 Li Rihayê jinek hat kuştin
16:05 Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin
16:04 Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan
15:47 Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin
15:04 Li Amedê protestoya 15’ê Sibatê
15:00 Qursên Quranê derveyî qedexê hatin hiştin
14:53 Serokê TUÎK’ê Şîrîn ji peywirê hat girtin
14:50 Hat xwestin Velî Yildiz were berdan
14:44 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e
14:39 Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin
14:20 Guven: Ne ji ber em sûçdar in, ji ber em Kurd in dadgeh vê biryarê dide
14:08 Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt
13:40 Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
13:26 Kayayê ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin bi merasîma dewletê hat veşartin
13:25 Polîsan li Colemêrgê 8 kes binçav kirin