Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin

  • rojane
  • 09:56 16 Sibat 2021
  • |
img

WAN – Derbarê 5 rojnamegerên ku li Wanê avêtina ji helîkopoterê ya 2 gundiyan kirin nûçe û 4 ji wan girtî ne de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dozname hat amadekirin. Rojnamegerên ku bi gotinên “kopî bike û pêve bike” cezakirina wan tê xwestin, bi hevdîtinên xwe yên bi çavkaniyên xwe yênn nûçeyan re tên sûcdarkirin. 

 
Di 11’ê îlona 2020’an de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Dûrgût binçav kiribûn û piştre wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji ber vê avêtina ji helîkopterê Dûrgût piştî tedawiya 20 rojan jiyana xwe ji dest da û Şiban jî hê bi ser hişê xwe ve nehatiye. Ji ber ku vê bûyerê kiribûn nûçe derbarê nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di 9’ê cotmeha 2020’an de hatibûn girtin. 
 
DOZNAME HATIYE QEBÛLKIRIN
 
Piştre di çarçoveya heman lêpirsînê de nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût jî hatibû binçavkirin, lê piştre hatibû berdan. Lêpirsîna ku derbarê rojnamegerên navborî de hatibû destpêkirin temam bû û dozname hat amadekirin. Doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve hat amadekirin û pêşkêşî 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat kirin, hat qebûlkirin. 
 
DAXWAZA CEZA
 
Di doznameya ku ji 14 rûpelan pêk tê de sûcdariya “endamtiya rêxistinê” li her pênç rojnamegeran tê kirin û tê xwestin bê vê sûcdariyê bên cezakirin. Her wiha tê xwestin ku rojnameger Nazan Sala bi angaşta “propagandaya rêxistinê” jî bê cezakirin. Di doznameyê de derbarê belavkarên berê yên rojnameyan Ramazan Çinar, Ferdî Sertkal, Mîkaîl Tûnçdemîr, Fehîm Çetîner û Şukran Erdem ku hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan de jî biryara neşopandinê hatiye dayîn. 
 
DELÎLÊN SÛC
 
Di doznameyê de de weke delîl jî parastinên gumanan, qeydên tapeyan, girtekên nîrxandinê,  girtekên şopandina fizîkî, girtekên desteserkirin û lêgerînê,  girtekên  lêgerîna çavkaniyên aşkera, girtekên lêkolîna dokumentan, raporên lêkolînên amûrên dîjîtal, amûrên sûc ên desteserkirî, fezlekeya hêzên ewlehiyê û qeydên sîcîl û gelheyê hatine nîşandan. 
 
SÛCDARIYÊN LI ROJNAMEGERAN 
 
Di doznameyê de rojnameger Adnan Bîlen, bi hevdîtinên xwe yên bi çavkaniyên nûçeyan re û xebata xwe ya li Ajansa Mezopotamyayê tê sûcdarkirin, rojnameger Nazan Sala, bi parvekirinên xwe yên li ser medya civakî yên salên 2015-2016’an û hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan tê sûcdarkirin, rojnameger Şehrîban Abî, potê bi rengên kesk, sor û zer, qertê ajansa lê dixebite, kovara jîneolojiyê, girtekên têkildarî operasyonên leşkeri tê sûcdarkirin, rojnameger Cemîl Ûgûr, bi pirtûka bi navê  “Bedirhan Bir Cudi Söylencesi”, Kovara Demokratîk Modernîte, hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re û hin pirtûkên kurdî tê sûcdarkirin û rojnameger Zeynep Dûrgût ku berdayî tê darizandin jî bi dîmekî ku têde ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dûrişme tên berzkirin, tê sûcdarkirin. 
 
MA / Gokhan Altay-Mujdat Can 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/02/2021
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin
16:20 Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê
16:16 Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:42 Polîsan mudaxileyî jinên zanîngehê kir