Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin

  • rojane
  • 09:23 19 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Serokê Baroya Stenbolê yê berê Tûrgût Kazan, destnîşan kir ku îqtidar ne qanûneke bingehîn a nû, dixwaze rejîma sultaniyê ava bike. 

 
AKP, her cara ku ditengije nîqaşên "qanûna bingehîn a nû" dixe rojevê. Herî dawî çend roj berê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan, cardin heman tişt xist rojevê. Serokê Baroya Stenbolê yê berê Tûrgût Kazan, anî ziman ku divê gotinên îqtidarê esas neyên girtin. 
 
Kazan, bilêv kir ku "Tifaqa Cumhûrê" qanûnên heyî qebûl nake, lewma divê lêgerînên wê yên ji bo qanûna bingehîn ên nû esas neyên girtin û got: "Ên ku qanûna bingehîn a heyî pêk naynin, gotinên wan ên derbarê ya nû de na gotinene ku mirov bi wan bawer bike." 
 
Kazan, diyar kir ku îqtidar dibêje dê bi qanûneke bingehîn a nû komareke nû ava bike û got: "Jixwe ji xeynî xwe hemû kesî wekî 'terorîst' an jî 'dijmin' dihesibnin. Lewma kes bawer nake ku dê qanûneke bingehîn a nû çêbikin." 
 
QANÛNA BINGEHÎN A YEKZILAMΠ
 
Kazan, bal kişand ser gotinên îqtidarê ku behsa "Qanûna Bingehîn a 1921'ê" dike û ev qanûna bingehîn, qanûna têkoşîna neteweyî ye. Kazan, Qanûna Bingehîn a 1921'ê tekane qanûna bingehîn e ku meclîs tekane hêz e û got: "Xwestiye meclîs têkoşîan neteweyî bi rê ve bibe. Lê belê îqtidara siyasî ya niha, bi referandûma 2017'an re meclîsê girt. Meclîs heye an tune ye, hebe bi kêrî çi tê? Kes nikare van pirsan bibersivîne. Îqtidar strana Qanûna Bingehîn a 1921'ê dibêje, lê li vir meclîsek heye ji bo birêvebirina têkoşîan neteweyî. Di vir de meclîs tekane hêz e. Lê hûn rabûn, we qanûnûneke bingehîn a yekzilamî afirand. Hûn dixwazin wê tahkîm bikin. Yanî hûn dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin. Lewma tu eleqe û pêwendiya we bi feraseta Qanûna Bingehîn a 1921'ê re tune ye." 
 
MAFÊN BINGEHÎN JI HOLÊ HATIN RAKIRIN 
 
Kazan, destnîşan kir ku divê bi lihevkirineke dorfireh re qanûneke bingehîn bê çêkirin û got: "Lê em bi derewa 'Em qanûna 12'ê Îlonê an jî qanûna bingehîn a Kenan Evren biguherînin' re rû bi rû ne. Jixwe di 2021'ê de mafên bingehîn ên di vê qanûna bingehîn de, ji holê hatin rakirin. Yanî di vê qanûna bingehîn de şop û dewsên Kenan EVren filan bêvan nemane. Qet nebe di qanûna bingehîn a Kenan Evren de, zanîngeh xweser bûn. Lê hûn guh li vê jî nakin." 
 
DARAZ RADESTÎ YEKZILAMÎ KIRIN 
 
Kazan, anî ziman ku başbûna qanûneke bingehîn ne bi dirêjbûn û kinbûna wê ye, bi maf û azadiyên bingehîn e ku bi çi rengî tê de cih digirin. Kazan, bilêv kir ku di qanûna bingehîn a niha de maf û azadiyên bingehîn baş hatine nivîsandin û got: "Ma ê mafê civîn û xwepêşandanan wekî din bi çi awayî bê nivîsandin? Lê ka hûn dikarin vî mafî bi kar bînin? Kîm bi kar tîne, çawa bi kar tîne û gava bi kar tîne bi çi re rû bi rû dimîne? Çima wisa ye? Ji lewra daraz tune ye. Daraz radestî yekzilamî hatiye kirin. Pêşî daraz radestî terîqatê kirin, niha jî radestî zilamekî kirine. Di van şert û emrcan de daraza we kin be ê çi be, dirêj be ê çi be? Divê darazeke wisa bê çêkirin ku hem serbixwe be hem jî biqalîte be. Lê niha ne serbixwebûna darazê ne jî qalîteya wê maye." 
 
Ê NIKARIBIN ÇÊBIKIN 
 
Kazan bal kişand ser gotinên îqtidarê ên derbarê "qanûneke bingehîn a sivîl" jî û got: "Yanî yê hem lêxin hem jî bilîzin. Ma tifaqeke qerase wekî dijmin nahesibînin? Lê mixabin hejmareke wan jî ya bi vî rengî tune ye. Ê nikaribin çêbikin, ê çênekin. Ne 360 wan heye, ne jî 400'ê wan heye." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

22/02/2021
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye