Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze

  • rojane
  • 12:30 26 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Şivan Perwer geşedanên dawî yê yên di rojevê de nirxand û destnîşan kir ku pêwîste Tirkiye ji ber polîtîkayên tund ji kurdan lêborîn bixwaze û got: “Divê gelê kurd bizanibe meseleya Garê meseleyek netewî ye." 

Hunermendê navdar ê kurd Şivan Perwer li ser hesabê xwe yê kanala YouTube derbarê pêşketin û geşedanên dawî de nirxandinek berfireh kir. Di rojeva Perwer de operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a li devera Garê ya Başûrê Kurdistanê jî hebû. Perwer bertek nîşanî operasyonê dide û banga yekîtiyê li kurdan dike. 
 
‘DIVÊ TIRKIYE BI SEDAN CAR JI KURDAN LÊBORÎN BIXWAZE’ 
 
Perwer diyar kir ku Tirkiye bi her awayî li ser miletê kurd neheqiyê dike û got: “Hûn rastiyê bixwazin gerek tirk bi sedan caran ji gelê kurd lêborînê bixwaze. Yek; polîtîkayek asîmîlasyonê, dido; qanûnên bingehîn hemû dijî miletê kurd in, sise, hemû armanc homojen dewletek tirkan e. Ji ber vî awayî kurd li ku derê rabin, behsa kurdan bibe, tirk qet tu carî nikarin tehamûl bikin û nikarin hilgirin. Ji ber vî awayî divê her kes vê dizanibe.”  
 
‘ŞEHÎDÊN GARÊ JI ÇAR PARÊN KURDISTANÊ NE’ 

Perwer bal kişand ser operasyona li Garê hat lidarxistin û wiha got: “Ew şerê îro li Garê dibe, li nava Başûrê Kurdistanê, hûn dibînin ku tirk, qet xêra miletê kurd ne li başûr, ne li rojhilat, ne li bakûr û ne li rojava naxwaze. Bila em viya dizanibin. Dewleta tirk bi tevahî dijminê miletê kurd e û kurdayetiyê û Kurdistanê ye. Li gorî dewleta tirk tunebûna kurdan hebûna tirkan e. Îjar ji ber vê hemû dewlet bûne dijminê me. Ji ber vê yekê jî li şerê Garê mêze dikî ew kesên li wir şehîd bûne; serê gelê me sax be. Şehîd taca serê me ne. Ew şehîdên me yên li Garê ji hemû parên Kurdistanê ne. Ji Efrînê bigire heta Mahabadê, Kirmaşanê û heta Sêwazê şehîdên me ne. Divê êdî gelê kurd dizanibe ev mesele meseleyek neteweyî ye. Bi rabûnek netewî êdî li pêş ketiye. Û viya ji bo temamê miletê kurd mizgîniyek mezin e. Em ê gelek zehmetan bikişînin lê belê pêwîste em li ber xwe bidin. Ev ji her tiştî girîngtir e. Hebûna me berxwedana me ye.”

‘DIVÊ EM NESEKININ’ 
 
Perwer behsa pêşketinên li cîhanê jî kir û wiha got: “Dinya bi her awayî li pêş dikeve. Girîng e û pêwîste kurd êdî wextê winda nekin, Em miletek zêdetirî 50 milyonî ne. Li ku devera dinyayê dibe bila bibe em li wir kar û barê xwe bikin. Û ji wir îstîfade bikin. Divê em nesekinin. Dewam bikin. Li ser me neheqin ev dewlet. Heqê wan ewqas li me tune ye.” 
 
‘BI OLÊ NEXAPIN’ 
 
Perwer bal kişand ser meseleyên olî ku kurdan pê dixapînin û got: “Xwedê her kes daye xwedayê her kesî ye. Tirkan ji xwe re xwedayekî taybet çêkirine, ereban wisa kiriye, farisan wisa kirine. Xwedayê mezin ê her tiştî ye. Yê me ye jî, daye me jî. Ew neheqiyê li me dikin. Dîn û îmana wan tune ye. Ji ber vê yekê viya bizanibin nexapin. Bi meseleyê olî nexapin.”  
 

Sernavên din

02/03/2021
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin