50 car hat binçavkirin û 3 caran ket girtîgehê

img
AYDIN - Tamîş Akpinar a 62 salî di operasyona li dijî HDP’ê de hatibû binçavkirin û berdan di 33 salan de 50 caran hatiye binçavkirin û 3 caran jî ketiye girtîgehê. 
 
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Aydinê di 14’ê sibatê de 13 jinên rêveber û endamên HDP’ê hatibûn binçavkirin. Piştî 4 rojan bi qedexeya derketina derveyî welat ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Yek ji van jinan jî Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Aydinê û endama Meclîsa Giştî ya HDK’ê Tamîş Akpinar bû. 
 
DI 15 SALIYA XWE DE SIYASETÊ NAS DIKE 
 
Tamîş Akpinar 62 salî ye û gelek salên dûr û dirêj in di nava têkoşîna demokratîk de bi awayek çalak cih digire û di 33 salên dawî de 50 caran hatiye binçavkirin û heta îro 3 caran wê avêtine zindanê. Akpinar diyar kir ku ew ji navçeya Elbîstana Mereşê ye û di sala 1970’yî de li gel malbata xwe koçî Stenbolê kirine û ew di 15 saliya xwe de siyaset û têkoşîna demokratîk nas kiriye. 
 
Akpinar anî ziman ku ewilî ew di nava rêxistina Partîzan de xwe bi rêxistn kiriye û heta sala 2000’î di nav de cih girtiye. Akpinar got wexta ciwaniya xwe ew dixebitî hemû qezenca xwe ji malbata xwe vedişart û ji bo piştevaniya saziya xwe û însanên di girtîgehan de belav dikir. 
 
Akpinar diyar kir ku ew di sala 1984’an de zewicî ye û hevjînê wê di operaysonek li dijî Partîzan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê girtin, 5 meh û nîv girtî tê darizandin û wê çaxê keça wê 8 mehî bûye û bi lawê xwe jî ducanî bûye. 
 
BINÇAVKIRINA EWIL 
 
Akpinar anî ziman ku cara yekemîn ew di sala 1988’an de di çalakiyek ji bo piştevaniya girtiyan li Meydana Çanakkaleyê hatiye binçavkirin. Akpinar got ew cara duyemîn jî di sala 1990’î de li Parka Yogûrtçû ya Stenbolê li gel xwişka xwe hatiye binçavkirin û 45 rojan bi îşkenceya giran re rûbirû mane. Akpinar diyar kir ku ew hatiye berdan û xwişka wê hatiye girtin. Akpinar da zanîn ku ew di sala 1996’an de di çalakiyên ji bo girtiyan li Enqereyê 26 roj maye û 9 caran hatiye binçavkirin. Akpinar diyar kir ku pişt re ew di çalakiyên li ber Girtîgeha Bayrampaşaya Stenbolê de jî 30 caran hatiye binçavkirin. Akpinar anî ziman ku ew du caran li mitîngan hatiye binçavkirin û ew di serdegirtina avahiya ODP’ê de jî hatiye binçavkirin û bi giştî 45 caran hatiye binçavkirin. 
 
DIKEVE GIRTÎGEHÊ 
 
Akpinar anî ziman ku ew di sala 1997’an de jî di serdegirtina avahiya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Navenda Çanda Tohûm de hatiye binçavkir û vê carê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 6 meh di Girtîgeha Umraniyê de ma û pişt re hat berdan û di darizandina du sal dewam kir de 3 sal û 9 meh cezayê zîndanê lê birîne. 
 
50 CAR HATIYE BINÇAVKIRIN 
 
Akpinar anî ziman ku ew di sala 2000’î de ji bo çalakiyên li girtîgehan li ser pêya bûne û di serdegirtinek Navenda Çanda Tohûm a li Enqereyê de cara 47’emîn hatiye binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û 5 meh û nîv li Girtîgeha Ûlûcanlarê maye û pişt re hatiye berdan. Akpinar anî ziman ku dema ew Hevseroka Rêxistina HDP’a Aydinê bûye jî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin 3u girtin û ew di hezîrana 2017’an de hatiye berdan. Akpinar got di sibata 2018’an de dîsa ew di serdegirtina mala xwe4 de hatiye binçavkirin û piştî 4 roj binçavkirinê bi qedexeya derketina derveyî welat hatiye berdan. Akpinar anî ziman ku ji ber xebatên HDP’ê derbarê wê de 25 lêpirsîn û doz vebûne û herî dawî ew di 14’ê sibata îsal de di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDP’ê de hatiye binçavkirin û bi vê binçavkirinê re bi giştî bû 50 car têbinçavkirin. 
 
BIRYARA TÊKOŞÎNÊ 
 
Akpinar anî ziman ku li gel ewqas binçavkirin, girtin û lêpirsîn û dozan jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernede û ji bo ew cîhanek xweş ji zarokên xwe re bihêlin dê li ber xwe bidin. Akpinar anî ziman ku li dijî gelê kurd û aliyên din serdema faşîzmê berdewam dike. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

10/03/2021
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste
13:24 Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin
12:49 Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin
12:18 Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin!
12:05 Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin
11:51 Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin
11:37 Li Sasonê serwîsa dibistanê qelibî: 2 mirî, 24 birîndar
11:37 Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye
11:34 Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence
10:54 Malbata Şenyaşar a daxwaza ‘edaletê’ dike cardin di nobetê de ye
10:22 Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:05 Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe
09:38 Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in berdewam dike
09:03 Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye
09:01 Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze
09:00 'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN
09/03/2021
16:33 Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin
16:15 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:13 Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin
16:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye
15:37 Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê
15:33 Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin
15:16 Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
15:13 Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
15:12 Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike!
15:01 Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.
14:57 Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt
14:54 Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir
14:37 Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû
14:37 5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin
14:35 Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema
14:11 Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin
13:30 Li Çewlikê bi pîleya 4,2 erdhej çêbû
12:58 HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye?
12:57 Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin
12:41 Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin
12:06 Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin
11:41 Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê
11:26 Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin
11:18 Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin
11:00 Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin
09:50 Li çar perçeyan jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in berdewam dike
09:30 Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê
09:25 Daxwaza hevpar a jinan: Azadî
09:20 Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin
09:15 Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye
09:10 'Em kampanyaya ji bo kurdî berbelav bikin'
09:05 Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN
08/03/2021
22:35 64 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:07 Bi hezaran jin daketin Taksîmê
17:16 Jinan ji Enqerê bang kirin: Têkoşîn didome
16:45 Ayşe Gokkan: 8’ê Adarê serhildan e
16:32 Jinên Êlihê qedexeya walîtiyê nas nekirin û meşiyan
16:29 Jinan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:15 Aydenîz: Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin
15:31 Jinan ji qadan bang kirin: Em ê bi tekoşînê azad bibin
14:39 Yuksekdag: Em li ku bin jî di heman dilî de tên ba hev
14:17 Çûbûk a ji bo 8’ê Adarê hefsa xwe ya malê bi dawî kir: Em ê serbikevin
13:59 Li gel qedexeya reklamê jî afişê Erdogan bi Sûran ve kirin
13:55 Jin bi reng û dengê xwe dimeşin mîtingê
13:53 Jinan li Botanê 8'ê Adarê pîroz kir: Em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê pêk bînin
13:27 Ji Şentop daxuyaniya Gergerlîoglû
13:24 Dozger xwest kujerê Şîrîn Tosûn heta hetayê were cezakirin
13:12 Li YE’yê ji bo berdana Demîrtaş kampanya dan destpêkirin
13:10 Ji jinên baroyan peyama 8'ê Adarê: Em hebûn, em hene emê hebin
12:53 Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê Hakan Atîlla îstîfa kir
12:23 Coşa 8'ê Adarê li Wanê dest pê kir
11:38 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Em li vir in û bi hev re ne
11:25 50 girtî sewgî girtîgehên din kirin
11:04 Di zimanên xizmetê yên KADES’ê de kurdî tuneye
10:46 Li Wanê bi pîleya 3,6 erdhej çêbû
09:45 Li Farqînê qezaya duyemîn a trafîqê: 2 birayên hev jiyana xwe ji dest dan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 102 roj in berdewam dike
09:00 ‘Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya zilaman’
09:00 Dadgehê ji doza Onkol Wezareta Karên Hundir mahkûm kir
09:00 Piştî 16 salan atolyeya xwe ya tekstîlê vekir
09:00 Li dijî cihêkariya zayendî jin li her derê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'AN
07/03/2021
22:00 Beriya 8’ê Adarê jinên di greva birçîbûnê de silav kirin
20:05 Li Midyadê kesekî dawî li jiyana xwe anî
19:58 Hejmara qurbaniyên koronayê ji 29 hezarî derba bû
19:32 Li Amedê qezaya trafîqê: 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:19 Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin
17:29 Li Enqerê jinek hat qetilkirin