5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin

img

MÊRDÎN - Yek ji bajarên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû dorpêçkirin û piştî şer û pevçûnên bi mehan domandibûn hatibû rûxandin, Nisêbîna Mêrdînê bû. Gelek malbat 5 sal in li bendê ne ku hestiyên zarokên xe bibînin. 

Di navbera 16'ê Tebaxa 2015'an û 18'ê Adara 2016'an de di bin navê "qedexeyên derketina derve" de gelek bajarên kurdan hatibûn dorpêçkirin. Gimgim, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûr jî di nav de li 7 bajaran û 35 navçeyan qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin. Li gor rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) li van bajaran herî kêm 310 sivîl jiyana xwe ji dest dane û milyon û 642 kesî bandor ji vê rewşê girtine. 
 
 
Yek ji van bajaran jî Nisêbîn bû. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 25'ê Gulana 2016'an de daxuyandibû ku "Ji Nisêbînê derketine". Piştî vê daxuyaniyê di 26'ê Gulanê de 17 jê zarok herî kêm 17 sivîl ji bajêr hatine derxistin. Li gor qeydên dozgeriyê li navçeyê 69 polîs, esker û cerdevan mirine û 528 jî birîndar bûne. Wezareta Karên Navxweyî jî îdia kiribû ku 495 YPS'yî jiyana xwe ji dest dane, lê belê YPS'ê jî daxuyandibû ku 51 endamên YPS û YPS/Jinê jiyana xwe ji dest dane. Li gor qeydên dozgeriyê cenazeyê 58 kesî ji navçeyê hatine derxistin, lê belê Hevserokê Şaxa MEYA-DER a bi KHK'ê hat girtin Şerîf Çelîk jî diyar kiribû ku ji navçeyê 83 cenaze hatine derxistin. 
 
BAJÊR KAVIL KIRIN 
 
Piştî ku şer bi dawî bû, li bajêr qedexeya derketina derve di 25'ê Tîrmeha 2015'an de bi awaekî qismî û di 21'ê Nîsana 2018'an de jî bi temamî hatibû rakirin. Şêniyên navçeyê yên vegeriyabûn, li şûna xaniyên xwe bi molozan re rû bi rû mabûn. Li taxê Kişla, Zeynelabidîn, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîrê, ku bi giştî 42 hezar kes diman, hezar û 786 xanî hatibûn xerakirin. 
 
NEDIYARIYA DNA'YÊ 
 
Cenazeyên ji navçeyê hatibûn derxistin li Mêrdîn, Riha, Dîlok û Meletiyê li goristanên bêkesan hatibûn definkirin. Ji van cenazeyan 22 jê hîn jî li goristana bêkesan a navçeya Artûklûyê ne û yên din jî li bajarên derdorê ne. Heya niha nehatiye zelalkirin ku bê çend cenaze radestî malbatan hatne kirin û çend jê radestî malbatan nehatine kirin. Her wiha hin cenazeyên ku DNA'yên wan û ên malbatan li hev derketine jî, lê belê ji ber ku Qeymeqamtiya Nisêbînê biryar daye ku "divê cenazeyên PKK'yiyan" li Goristana Hecacê neyên definkirin, malbat jî nikarin rahêlin cenazeyên xwe. 
 
Piştî şer û xerakirina bajêr, li bajêr dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ'yan hatibû kirin. Di dema çêkirina avahiyan de gelek perçeyên laşên mirovan hatibûn dîtin û tê texmînkirin jî gelek perçeyên laşên mirovan di nav molozan de mane. 
 
QEDEXEKIRINA DEFINKIRINÊ 
 
Yek ji cenazeyên ku radestî malbatê nehatiye kirin jî cenazeyê Mehmet Şîrîn Agirman e. Ji bo DNA'yê xwîn ji malbatê hatibû stedin û piştî 6 mehan encama DNA'yê diyar bûbû. Lê belê hatibû tespîtkirin ku wê demê cenazeyê Agirman li Rihayê hatiye definkirin. Malbatê ku xwest cenazeyê kurê xwe li Goristana Hecacê defin bike, bi biryara qedexekirina definkirinê ya qeymeqamtiyê re rû bi rû mabû. 
 
Dapîra wî Latîfe Akyuz ku li Nisêbînê dijî, anî ziman ku di 7 qedexeyên ewil de ji ber ku ji bajêr derneketine polîsan avêtiye ser mala wan û di dema avêtina ser malê de polîsan tahde li bûka wê û kurê wê kiriye. Akyuz, diyar kir ku li di qedexeya 14'ê Adara 2016'an de ji bêgavî ji bajêr derketine. Akyuz, anî ziman ku wê çaxê neviyê wê ku bi navê "Memoş" bang wî dikirin winda bûye û lêgeriyane, lê belê piştî pê hesiyane li cem hevalên xwe li bajêr e, êdî fikar û guman bi wan re nemane. Akyuz got: "Em tirsiyan ku ketiye destê dewletê. Dewlet tahdê dike, înfaz dike, digire, winda dike. Em li zarokên xwe bigerin jî em wan nabînin. Em ji tirsa dewletê li zarokên xwe digerin." 
 
Piştî ku malbat pê dihee Mehmet Şîrîn jiyana xwe ji dest daye, vê carê li Riha, Mêrdîn û Qoserê, li morgan li cenazeyê wî digere. Akyuz, diyar kir ku li morga Rihayê rayedarê morgê ji wan re gotiye, ji ber ku cenaze perçe bûne nikarin rê kesî bidin û wan jî li gelek cenazeyan neriye, lê belê cenazeyê Agirman teşhîs nekirine. Akyuz, li bendê ye ku cenazeyê neviyê xwe li Goristana Hecacê defin bike. 
 
'DOZA HESTIYAN DIKIM' 
 
Cenazeyê Abdulselam Deger jî radestî malbatê nehatiye kirin. 
 
Dayik Latîfe Deger got: "Ez doza hestiyên kurê xwe, doza gora wî dikim. Dixwazim axa wî mist bidim." 
 
Deger bang li malbatên ku zarokên wan li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan wernegirtine kir: "Werin em bi hev re doza cenazeyên xwe bikin." 
 
Deger, diyar kir ku heya niha gelek caran serî li saziyên têkildar dane, lê belê ji wan re gotina: "Li gor vê xwînê cenaze tune ne." Dayik Deger got: "Gava çûm Nisêbînê her der bi têlan girtibûn. Xênî xera kiribûn. Ez çûm, qîriyam. Lê tiştek bi dest min neket. Mafê me ye ku em doza hestiyên zarokên xwe bikin. Heya sax bim ez ê doz bikim. Dev jê bernadim." 
 
Cenazeyê Abdûllah Karadûman ê 17 salî jî radestî malbatê nehatiye kirin. 
 
Bav Metîn karadûman, anî ziman ku çûye ser 50 cenazeyî û gelek caran çûye dozgeriyê lê dîsa jî tiştek bi dest nexistiye û rayedaran jê re negotiye ji ber çi encama DNA'yê diyar nebûye. Bav Karadûman, bang li raya giştî û rayedaran kir ku cenazeyên wan radestî wan bên kirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

14/03/2021
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya