15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin

img

AMED - Di ser bûyerên 28'ê Adarê re 15 sal derbas bûn. Di dema bûyeran de 7 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kiryarên wan hîn jî nehatine cezakirin. 

Di 24'ê Adara 2006'an de li bejahiya Şenyayla ya Mûşê 14 HPG'î bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Li Amedê ji bo 4 HPG'iyan merasîma cenaze hatibû lidarxistin. Bi deh hezaran kes tevli merasîmê bûbûn û ji bo definkirina cenaze ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiyabûn. Di dema merasîma cenaze de gelek balafirên F-16 jî li ser goristanê firiyabûn. Wê demê polîsan li ber Qereqola 10 Nîsan a Rezanê tevdîr girtibûn û gava girse ji goristanê vegeriyabû polîsan gazên bombeyê û ava şid li ser girseyê rewşandibûn. Piştî demekê bûyer li seranserê bajêr belav bûbûn û paşê jî li Êlih,Qoser, Nisêbîn, Şirnex, Dersim, Wan, Sêrt, Riha, Serêkaniyê û Wêranşarê û gelek navçe û bajarên din belav bûbûn. Di dema bûyeran de 7 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 
 
14 SIVÎL HATIN KUŞTIN 
 
Di "Bûyerên 28'ê Adarê" de 14 sivîl hatibûn kuştin û nêzî 300 kes jî birîndar bûbûn. Li gor rapora Baroya Amedê 543 kes jî hatibûn binçavkirin û ji van kesan 91 jê zarok bûn. Ji kesên hatibûn binçavkirin 278 kes hatibûn girtin. 
 
 NAVÊN KESÊN JIYANA XWE JI DEST DABÛN 
 
Di çalakiyan de 7 jê zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Navên kesên jiyana xwe ji dest dabûn ev in: “Li Amedê; Mehmed Akbûlût (18), Halîl Soğut (78), Tarik Ataykaya (23), Mehmet Işikçi (19), Mûstafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (17), Abdûllah Duran (9), Enes Ata (6), Mahsûm Mizrak (17), Îsmail Erkek (8), Îlyas Aktaş (24). Li Mêrdînê; Ahmet Araç (27), Sıddık Önder (22). Li Êlihê; Fatîh Tekîn (3).”
 
KIRYARÊN WAN NEHATIN CEZAKIRIN 
 
Ev qasl derbas bûne lê belê kiryarek jî nehatiye cezakirin. Tenê derbarê 3 polîsên ku bûne sedema mirina Enes Ata û Mahsûn Mizrak de doz hatibû kirin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê di 26'ê Nîsana 2018'an de bi hinceta kêmbûna delîlan derbarê polîs H.A., B.O. û N.O. de biryara beraetê dabû. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dabûn serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn û DMME'yê kiryar tawanbar kiribûn, lê belê di hiqûqa navxweyî de kes jî nehat cezakirin. 
 
NAVÊ WÎ LI KURÊ WÎ KIRIN
 
Yek ji kesên ku di bûyerên 28'ê Adarê de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû Mûstafa Eryilmaz bû. Gava Eryilmaz ji cihê kar diçû malê, li ber malê ber malê polîsan ew kuştibû. Piştî mirina wî kurek wî çêbûbû û malbatê navê Mûhammed Mûstafa lê kiribû. Mûhammet Mûstafa niha 15 salî ye. 
 
Xizma Mûstafa Eryilmaz Kudsiye Eryilmaz got: "Mûstafa li ber destê min mezin bû. Zarokekî pir baş bû. Girêdayî gelê xwe bû, lê wê rojê çûbû kar. Sal û nîvek wî qediyabû ku zewicîbû. Di dema bûyeran de hevjîna wî ducanî bû. Mûstafa kurê xwe nedît. Niha kurê wî 15 salî ye." 
 
 
‘NEDIHAT NASKIRIN' 
 
Eryilmaz, anî ziman ku xizmekî wan ê li nexweşxaneyê haya wan pê xistiye û got: "Em çûn nexweşxaneyê. Di beşa awarte de bû. Ewilî enhiştin em wî bibînin. Lê paşê hiştin. Gule li serê wî ketibû. Serê wî pir werimîbû. Lewma kesî wî nas nekir. Lê gava min xeta li ser biruyên wî dîtin, min ew nas kir. Ne ji wê xetê bûna, min ê jî ew nas nekira. 4 rojan di beşa awarte de ma. A rast gava wî anîbûn miribû. Lê bijîşk ji ber bûyeran tirsiyane. Lewma negotine Mustafa miriye." 
 
Eryilmaz, bilêv kir ku di dema definkirina cenaze de jî bi astengiyan re rû bi rû mane û got: "Piştî ku me cenazeyê xwe wergirt, me xwest em li cem kesên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane veşêrin. Lê dewletê nehişt. Dewletê got, 'an hûn ê bibin gundê xwe an jî em ê wî veşêrin.' Me çi kir nekir nehiştin. Me jî cenazeyê Mustafa bir Farqînê, li gundê Tilmînê defin kir." 
 
‘BILA KUJER BÊN CEZAKIRIN' 
 
Eryilmaz ku got "Heya kujerên Mustefa neyên dîtin dê dev ji vê dozê bernedin" destnîşan kir ku ji bo edalet pêk bê çi ji destê wan bê dê bikin. Eryilmaz got: "Li vî welatî edalet tune ye. Hêvîdar im heq û hiqûq pêk bê." 
 
'EM Ê BIÇIN DMME'YÊ'
 
Endamê Desteya Rêvebir a ÎHD'a Amedê Yakûp Guven jî destnîşan kir ku di bûyerên 28'ê Adarê de jî polîtîkaya bêcezatiyê rû daye. 
 
Guven, bilêv kir ku derbarê van bûyeran de tenê dosyeya Enes Ata û Mahsûn Mizrak ketine ber lêpirsînê, dosyeyên din hemû hatine sekinandin. Guven, destnîşan kir ku ji bo cezakirina kiryaran têra xwe delîl di dosyeyan de hebûn, lê belê delîl hatine reşkirin û tunekirin û got: "Bersûc bi bêcezatiyê hatine xelatkirin." 
 
Guven, da zanîn ku piştî ku dadgeha herêmî biryara beraetê daye, serî li îstinafê dane û piştî ku îstinafê jî serlêdan red kiriye serî li Dadgeha Bilind dane. Guven, bilêv kir ku divê Dadgeha Bilind biryara heyî xera bike û got: "Me got bersûc kiryarên bûyerê ne û divê bên cezakirin Lê heger Dadgeha Bilind jî biryara bêcezatiyê bide, em ê biçin DMME'yê." 
 
'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN' 
 
Guven, destnîşan kir ku dê dev ji vê dozê bernedin û got: "Dadgeha çi qasî bi bêcezatiyê û dozger jî çi qasî di lêpirsîneke bêçalak de israr bikin, em ê jî ew qasî zorê bidin rêên hiqûqî. Ji bo bersûc bên cezakirin çi rêyên hiqûqî hebin em ê serî li wan bidin. Heke bivê, ji bo DMME Tirkiyeyê mehkûm bike, em ê zorê bidin xwe û li rêyeke darizandinê bigerin. Em hîn jî bi hêvî ne." 
 
MA / Eylem Akdag - Cengîz Ozbasar 

Sernavên din

29/03/2021
13:58 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:41 Li Qempa Holê li dijî DAIŞ’ê operasyon
13:06 Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn
12:41 Dozger xwest berpirsên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê werin beraetkirin
11:57 Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir!
11:06 Gundên Geliyê Tiyarê hefteyeke bê ceyran in
10:53 Malbata 10’ê Cotmehê li ser medya civakî çalakî pêk anî
09:37 Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 123'yemîn de dewam dike
09:00 Ferit Şenyaşar: ‘Bêedaletî’ me areste dike
09:00 Hunermed Çat ku derket ser dika Newroza Amedê: Bandorker bû
09:00 Keyatî veguherîne buroyên îcrayê!
09:00 Gelo vekişandina ji Peymana Stenbolê soza hilbijartinê ye?
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2021'AN
28/03/2021
21:29 153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
21:22 Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest
20:32 Şik balyeyên pereyên ku tê angaştkirin ên şewirmendê AKP’î ye parve kir
19:31 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
19:17 Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin
17:07 Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e
16:40 Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn
16:07 MED-DER’ê kongreya xwe pêk anî
15:26 Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
14:25 Li Perava Yenîkapiyê cenazeyê jinekê hat dîtin
14:25 Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin
13:46 Ayvatoglû yê AKP’î cardin hat binçavkirin
13:27 Civîna Meclîsa HDP’ê: Li dijî girtinê dê nexşerê bê diyarkirin
13:23 Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin
12:43 Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da
12:43 Penaberê Kurd ê girtin şermezar kir dawî li jiyana xwe anî
12:16 Malbata Şenyaşar: Sûcdar wekîl û malbata wî ye
11:25 Ji 10 kolberên dibin çavan de agahî nayê girtin
11:05 PDK’ê rêya 53 gundên Biradost girt
10:39 Cara 4’emîn depoya avê teqiya: Mal dibin avê de man
10:37 ‘Îmralî dê pirsgirêkê çareser bike'
10:37 Gef li dayika zaroka wê hat îstîsmarkirin tên xwarin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 122'emîn de dewam dike
09:11 Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê tiştên tên meraqkirin
09:09 Lojmanên edliyeyê bûne lojmanên tiryakkêşan
09:08 Destê qeyûman ji vê pirê nabe: Di 4 salan de du caran dan ber îhaleyê
09:06 Ji bo tenduristiya civakê pêşî divê tenduristiya jinê baş be!
09:04 Agiriyê xistine çi halî!
09:03 Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê hildiweşe!
09:01 Birayê Aliçê berasteng ê hat kuştin: Ma ev edalet e?
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2021'Ê
27/03/2021
20:54 Li Hezexê qeza: 4 kes mirin
20:29 30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:52 Endamên KESK'ê bang li AKP’ê kirin
16:34 ÎHD: Biryara der sînor kirina penaberê Sûriyeyî Sulo bi talûkeye
16:16 Encamnameya 'Hevditina Heq, Edalet û Wîcdan': Ji bo edaletê têkoşîna hevpar
15:51 Xwendekarên Bogazîçiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
15:33 ‘Nobeta Edaletê’ ya Gergerlîoglû didome
15:29 Kadrî Yildirim li Amedê hat definkirin
15:08 ÎHD: Em ji bo mafê jiyanê yê girtiyan rayedaran vedixwînin peywîrê
14:15 Nûçegihanê me Cemîl Ûgûr hêjayî ‘Xelata Taybet a Jurî’ a Metîn Goktepe hat dîtin
14:07 Dayikên Şemiyê: Em dozlêbûyî nîn in, em dozdar in
13:50 Jinên şirnexî Emîne Şenyaşar ziyaret kirin
13:30 Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê
13:19 'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’
12:45 Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin!
12:44 Jinên HDP’î bi Seroka AKPM’ê re Peymana Stenbolê axivîn
12:44 Dadgehê 99 sal ceza li 12 siyasetmedaran birî
12:32 Buldan: Em natirsin, cesareta me heye
12:19 ‘Cenazeyê Tokçû yê ji zinaran hatibû avêtin bidin malbatê’
12:18 Şandeya ‘Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan’: Me ji Behra Reş hêz wergirt
12:07 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 47 xwendekarên di binçavan de hatin berdan
10:13 Ji bo KADES bi Kurdî xizmetê bide serî li wezaretê dan
09:57 Jina ciwan a ducanî hat kuştin
09:57 Temel: Bi tecrîdkirina Ocalan Tirkiyeyê davêjin bîrek bê binî
09:00 Koma 25'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 15 sal in kiryarên bûyerên 28'ê Adarê nehatine cezakirin
09:00 Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e
09:00 Şer û penaberî goristana bêkesan' mezin dike
09:00 Di sir û seqema Enqereyê de 13 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Li jinên ku 8'ê Adarê pîroz kirin ceza birîn
09:00 Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2021'AN
26/03/2021
21:07 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:57 Nivîskar Adil Başaran hat girtin
18:49 Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da
17:01 MATUHAYDER: Divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn
16:56 Bûldan: 200 sal jî derbas bibe em ê hesabê Koçgirî bipirsin
16:55 HDP’ê bi Sekretera Giştî ya KE'yê re hevdîtin kir
16:05 Polîsan rojnameger Kaya binçav kir
16:05 Ji Behra Reş şandeya HDP’ê bi horonan bi rê kirin
15:57 Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin
15:21 Êrişî xwendekarên Bogazîçiyê kirin: 50 binçavkirin
15:19 Polîsan rêvebera HDP'ê li Avanosê binçav kir
15:18 Rojnameger Huseyîn Aykol wekîl Gergerlîoglu ziyaret kir
15:16 TTB: Hejmara pêketiyan 3 milyonî derbas kir, bila berpirsyar îstîfa bikin
15:15 Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin
14:44 Bûldan: Kesek nikare partiya bi milyonan bigire
14:40 ‘Heke zilam bûna we yê vî cezayî bixwesta?”
14:40 Demîrtaş: Em piştgiriyê bidin kampanya zimanê kurdî
13:52 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:44 Di ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ de destnîşankirina têkoşîna hevpar
13:35 Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir
13:22 Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan
13:12 Berdevka HDP’ê Gunay: Fikar zêdetir bûn