STENBOL - Li Perava Yenîkapi ya Stgenbolê, cenazeyê jinekê nasnameya wê ne diyar hat dîtin.
Li ber Perava Yenîkapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê, cenazeyê jineke 50 salî hat dîtin . Piştî agahî dayînê, ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyer. Cenazeyê jina ku nasnameya wê ne li ser, ji bo lêpirsînê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkoşînê ya Samatya yê.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike û piştî otopsiyê wê sedama mirina jina navê wê nehat zanîn, bê tespîtkirin.