Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne

  • rojane
  • 17:12 2 Nîsan 2021
  • |
img
AMED - MED-DER’ê ji bo ku balê bikişîne ser zexta li ser zimanê kurdî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bila rayedarên dewletê baş zanibin ku êdî gelê kurd ji gotinên derewîn û xapînok ên ku dibêjin em wekhev in, bawer nakin.”
 
Komeleya Lêkolînê ya  Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo balê bikişîne ser zextên li ser zimanê kurdî li ber deriyê saziya xwe daxuyaniyek da. Tora Çand û Zimanê Kurdî, Komeleya Wêjekarên Kurd, Tevgera Jinên Azad(TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinan Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Navenda Baroya, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya 78'an, Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Egîtîm Sen’ê başdarî daxuyaniyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e! Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye!” hat vekirin. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan ve hat xwendin.
 
POLÎTÎKAYÊN BIŞAVTINÊ
 
Kan, diyar kir ku êdî binpêkirina maf û azadiyan li welatên demokratîk û pêşketî wekî şermeke mezin tê dîtin û got: “Piştî dem û serdemên dirêj û dijwar, nîha mirovahiya hemdem a sedsala 21'emîn gihîştiye pêşketina hêmana maf, azadî demokrasiyê. Lê ziman, ji ber ku ji van maf û azadiyan hêmana herî girîng û bingehîn e, di heman demê de tê wateya nasnameya gel û neteweyan jî zext û qedexeyên li ser ziman wekî sûcê li dijî mirovahiyê tên dîtin. Ev 98 sal in ku zarokên kurd ji avabûna komarê, heta vê demê ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in û li ser zimanê kurdî polîtîkayên pişaftinê yên herî tund û hovane tên meşandin.”
 
'HIKÛMET HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE'
 
Kan, destnîşan kir ku ferman û telîmatên hikûmetê ji bo makezagona bingehîn hatine dayîn nêzîkatiya hikûmetê ya hiqûqê bi zelalî li ber çavan radixe û got: “Bi van pêkanînan baş tê dîtin ku hemû gotinên rayedarên dewletê yên 'em xwişk û birayên hev in û wekhev in', derew in û ji bo xapandina gelê kurd û hemû gelên vî welatî ne. Li aliyekî dibêjin demokrasî, maf û azadî, li aliyekî jî polîtîkayên bişaftin û înkarê li ser Gelê Kurd kûr dikin. Di binpêkirina maf û azadiyan de tu hiqûqê navneteweyî nas nakin, heta ku hiqûqa xwe jî binpêdikin.”
 
'HELWESTA DADGEHÊ TÊ WATEYA HEQARETÊ'
 
Kan, bal kişand ser danîşîna dawî ya berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî û got: “Berdevka demî ya TJA rêzdar Ayşe Gokkan; ligel ku mafê wê ye, bi berdêlên giran hatiye bi destxistin û bi caran vî mafî bikar aniye jî, di danişîna wê ya dawî de daxwaza wê ya 'Parastina bi zimanê dayikê' ji aliyê heyeta dadgehê ve nehatiye qebûlkirin û ji vî mafê xwe yê zagonî bêpar hatiye hiştin. Birêz Ayşe Gokkan jî vê bêhiqûqiya dadgehê protesto kiriye û îfade nedaye dadgehê. Em, ji ber vê helwesta wê ya bi rûmet rêzdar Ayşe Gokkan pîroz dikin û di kesayetiya wê de ji tevahiya girtiyan re silavên xwe dişînin û wekî jinên kurd dibêjin: ev helwest û nêzîkatiya dadgehê li jinan û tevahiya Gelê Kurd heqaret e û tê wateya înkar û tune hesibandina Gelê Kurd.”
 
Kan, bal kişand li ser zextên girtîgehan ên di warê ziman de jî û axaftina xwe bi vî awayî domand: “Li gorî agahiyên dawî ku girtiyên siyasî yên Tîpa D ya Amedê dane malbatên xwe, ji ber ku girtî di navbera xwe de bi kurdî axivîne, rastî êrîşa rêveberiya zindanê û gardiyanan hatine û îşkence li girtiyan hatiye kirin. Girtiyan jî, ji bo vê pêkanîna hovane, rêveberiya zindanê protesto kirine, derneketine hevdîtinê û diyar kirine ku ji niha pêve jî, dê dernekevin hevdîtinan. Ev pêkanîn jî zext, zor û pêkûtiyên li ser zimanê kurdî bi zelalî nîşan dide û li ber çavan radixe. Bila rayedarên dewletê baş zanibin ku êdî Gelê Kurd ji gotinên wan ên derewîn û xapînok ên ku dibêjin em wekhev in, em êdî jê bawer nakin. Heke em birayên hev in, xwişk û biratî nîşaneya wekheviyê ye. Ji ber vê jî di serî de Gelê Kurd, divê hemû gelên vî welatî xwedî maf û azadiyên wekhev bin.”
 
Kan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wekî hemû gelan, ji bo Gelê Kurd jî ziman kesayet e, nasname ye, nîşaneya statuya siyasî û nasnameya azad e. Çand û ziman, ji bo hemû gelan nirx û rûmetên bingehîn in. Heke bikaranîna van nirxên bingehîn ên welatîbûnê jî ji Gelê Kurd re zêde bên dîtin, gelê kurd xwişk û biratiya derewîn naxwaze, qebûl nake. Em van konetî, bêbextî, dirûtî, bêhiqûqî û rûreşiyên hikûmeta heyî bi tûndî şermezar dikin û dibêjin: Gelê Kurd û jinên kurd, dê tu car li hemberî van pêkanînên înkar û tune hesibandinê çok daneynin û serî netewînin. Heta ku van nirx û rûmetên ku mafên herî rewa û xwezayî ne, bidest bixin, heta ku daxwaza Gelê Kurd a; 'Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê' pêk were, dê Gelê Kurd têkoşîna xwe ya rewa û mafdar bî biryardarî  bidomîne.”

Sernavên din

03/04/2021
12:59 HDP: Tecrîd welat dixe nava felaketê
12:55 Li Girtîgeha Amedê kemera DAÎŞ’ê!
12:45 Girtiyên jin çawa ku kovîd derbas kirin hatin sewqkirin
12:44 Aqûbeta Adiguzel ê dibin çavan de wihda bû pirsîn
11:37 Li Stenbolê mirina bi guman a jinekê
11:29 Hevalên Ocalan ên zarokatiyê: Her tişt ji bo Kurdan kir
11:07 Şaredariya Rendeyê hemwelatîbûna rûmetê da Ocalan
10:17 Peyvirdara CADA: Ji bo peymanê pêwiste komeleyên penaberan bibin yek
09:57 Di mulaqata qeyûm de tenê biraziyê serokê AKP’ê bi ser ket
09:34 Gergerlîoglû anjiyo bû: Îro wê di çavderiyê de bimîne
09:19 Dêya Hêlîn Bolek: Bila neyê jibîrkirin ku ji bo çi jiyana xwe ji dest daye
09:14 Li Edeneyê polisan 8 kesan binçav kirin
09:14 Dogankiliç a Suryanî: Me pir êş kişand lê me terk nekir
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 128'emîn de ye
09:10 Ji bo darzeytûnên ku wekî zarokên xwe li wan miqate ne têdikoşin
09:08 12 sal derbas bûn: Hîn jî lêpirsîna derbarê mirina Karaoglan û Dag wekî berê ye
09:06 Muwekîl ji parêzer pirsiye: Peyman hat fesixkirin, gelo dikarim welayeta zarokê xwe bigirim?
09:04 'Hevdîtineke mezin a jinan şert e'
09:01 Bi hinceta Kod 29'ê derxistina ji kar ji sedî 70 zêde bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2021'AN
02/04/2021
20:53 176 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:49 Gergerlîoglû hat binçavkirin
20:42 Rojnamevanên ji girtîgehê derketin: Piştevanî bi ser ket
17:12 Mafê parastina bi zimanê zikmakî: Ê gelê kurd serî netewîne
16:58 Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza mala Şenyaşaran de aşkere kir
16:54 Di doza Şenyaşaran de ji bo biryarê navber hat dayîn
16:20 Rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
16:10 Dayikên 71 û 79 salî ji ‘gumana revê’ nehatin berdan
15:33 Qonaxa ewil a operasyona Holê bi dawî bû: 125 DAIŞ'î hatin binçavkirin
15:12 ‘Yên ku nebin hevparê qîrîna Emîne Şenyaşar, dirûne’
15:12 SES: Desthilat li şûna tenduristiya gel girîngî da aboriyê
14:19 Rojnamegerên ji doza helîkopterê girtîbûn, piştî 175 rojan hatin berdan
14:18 Wezaret: Veguherîna bajar a Rezan hê nebûye proje
14:05 Siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtine: Dawî li vê reziltiyê bînin!
14:05 ‘Em ê dev ji Peyman û Etfalê bernedin’
13:28 Parêzerên rojnamevanên girtî: Dozger li benda belgefîlma penguenê ye?
12:21 Uca: Li gorî kîjan xala qanûnê tecrid tê sepandin?
12:21 Parastina rojnamevanan qediya: Ez ji ber nûçeya helîkopterê girtî me
12:08 Rojnamevan Sala: Heke em ne azad bin hûn jî nikarin azad bin
12:08 Doza malbata Şenyaşar dest pê kir
11:52 Di roja danişîne de jî 'nobeta edaletê' dewam kirin
11:43 Lêkolîna girtina 28 siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin dest pê kir
11:18 Bîlen: Tevahiya rojnamevanên muxalîf tên darizandin
11:04 Di meha Adarê 28 jin hatin qetilkirin
10:22 Danişîna rojnamegerên girtî bi qedexeyan dest pê kir
10:11 Cendirme piştî 16 saetan çûn mala ku êriş lê hatibû kirin
10:04 Prz. Bayraktar: Tecrîda li ser Kurdan bêtir giran e
09:03 Gurkan: Girtina partiyan encam nagire
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 127'emîn de ye
09:03 Li dijî kanên mermeran bang kirin
09:02 Kanên keviran gefê li şêniyên Ornekkoyê dixwin
09:02 Qeyûm xeraca ku çêkiribû difiroşe
09:01 Hilberînerên çîlekan: Maliyet zêde ye, em deyndar in
09:01 HDP li her herêmê ji bo karkerên demsaliyê komîsyonan ava dike
09:01 Heya bidawîbûna lêpirsînê cezayê hepsa malê!
09:00 Ocalan 72 salî ye: 4'ê Nîsanê cejna gel e
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2021'Ê
01/04/2021
20:28 40 hezar û 806 kes bi Covîd-19'ê ketin
20:25 Wesayîta zirxî li zarokekî qelibî
17:08 Hevşaredarên Qoser û Stewrê hatin berdan
16:40 Rojnameger Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:29 Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê: Dengê me bilind bibe, wê tecrîd jî biqede
16:08 ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin
16:00 Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin
15:51 Li nêzîkî cihê dîrokî yê li Ebexê teqînek pêk hat
15:39 79 sal ceza li bersûcê 6 zarok îstîsmar kiribûn hat birîn
15:31 Ferît Şenyaşar giliyê polîsên lêdabûn kir
15:25 Mamosteya tacîzê wê hat kirin di dozê de bû bersûc
14:48 Platforma Demokrasî ya Wanê: Divê rojnameger tavilê bên berdan
14:37 Gunay: AYM’ê îdianameyê pûç kir
14:29 Îdiaya ku ciwanekê li Rihayê ‘xwe kuştiye’
14:07 Di şerê biçek ê Peyasê de 4 kes hatin girtin
13:52 Emîne Şenyaşar: Xwestin Ferît jî bikujin
13:48 Gel li dijî biryara Iraqê li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kir
13:27 Guzel redkirina parastina kurdî bir rojeva Meclîsê
13:27 Ji partiyên muxalefetê daxuyanî: Maç qediya
13:16 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehan: Hezar û 182 girtiyan serlêdana binpêkirina mafan kirine
13:15 Parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
13:09 Gokkan, li dijî feskirina Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê doz vekir
12:58 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
12:47 HDP’ê Cejna Akîtû pîroz kir
12:35 Dozger cezayê doza Ozgur Gundemê kêm dît
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'