DERSIM - Hevserokê HDP’ê yê Pertegê Aydin Kose, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsan bi awayekê hemwext bi ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pertegê û mala Hevserokê navçeyê Aydin Kose de girtin. Kose piştî serdegirtina malê hat binçavkirin.
Polîsan piştî lêgerîna mala Kose û avahiya rêxistina navçeyê dest danîn ser amûrên dijîtal. Kose yê hinceta binçavkirina wî nehat zanîn, li Miduriyeta Polîsan a Pertekê tê girtin.