Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye

  • rojane
  • 09:03 11 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Dîroknas Erdogan Aydin, bal kişand ser danezana generalên teqewît û diyar kir ku danezana amîralan şerê navê yê hêzên nava dewletê ye û wiha got: “Ev geşedan dê tifaqên nava dewletê biguherîne."
 
Serokê Meclîsê Mustafa Şentop, beşdarî bernameyek tv bû û têkildarî pirsa "Pêkan e ku Peymana Montro ji aliyê Serokomar ve bê fesixkirin ya na? got "Ji aliyê teknîkê ve pêkan e." Piştî vê yekê 104 fermandarên girêdayî Hêzên Deryayê belavoka Montro parve kirin. Bi vê yekê Peymana Montro dîsa kirin mijara niqaqê. Pişti vê yekê îqtîdarê bertek nîşanî danezana van amiralan dan.
Serokomar Erdogan ev danezana amîralan wekî “Darbeya li dijî rêveberiya welat a hilbijartî" pênase kir. Piştre Serdozgerê komarê yê Enqereyê der barê 14 amîralên teqawît de biryara binçavkirinê da. Li ser vê yekê polîsan bi ser malên 10 amîralan de girt û 10 amîral binçav kirin. Bang li 4 amîralan jî kir û xwest îfade bidin.
 
Têkildarî niqaşên Peymana Montro Dîroknas û nivîskar Erdogan Aydin, nirxandin kir. Aydin, anî ziman ku peymana Montro di sala 1936'an de bi peymanek navneteweyî hat îmzekirin û wiha got: "Hemû rêyên avê, ji derbasbûna keştiyên bazirganiyê yên cîhanê re vekirî ne. Lê pir hindikê wan ên wekî boriya Derya Çanakkale û Marmara, di qada dewleta serdest de ye. Ji ber vê yekê maf û destûra derbasbûna van deryayan di destê Tirkiyeyê de ye. Ev peyman bi daxwaza Yekîtiya Sovyetan pêk hat. Lê wê demê Îngîlîstan li dijî vê yekê bû."
 
Aydin, da zanîn ku dema ev peyman hat îmzekirin, Şerê Cîhanê yê 2'yemîn hebû û wiha got: "Wê demê Fransa, ji êrîşên Almanyayê ditirsiya. Ji ber vê yekê xwest bi Yekîtiya Sovyetê re peymanê çêke. Fransayê piştgirê da teza Sovyetê. Dîsa ji ber Îngîlîzan jî nedixwest Tirkiye nêzî Almanya bibe. Li ser daxwaza Tirkiye destûr dan muzakereyên peymana Montro. Tirkiye jî ev peyman anî rojeva Neteweyên Yekbûyî û erê kir.
 
'RÊ LI BER KURDAN GIRT'
 
Aydin, bibîr xist ku wê demê Iraq, Îran, Tirkiye û Afganistan bi arastekirina emperyalîsta Îngilizan bi navê CENTO rêxistinek nû hat avakirin. Îngîlîzan armanc kir ku li dijî Yekîtiya Rûsya blokajekê ava bike. Dîsa xwest li dijî mafê hebûna neteweya Kurd bi piştgiriya Îngîzan peymana CENTO îmze bike. Tirkiye jî bi aramiya vê peymanê bêtir xwe nêzî Îngîlîzan kir. Ji ber vê yekê heta Mustafa Kemal mir jî polîtîkayên xwe li gorî nêzîkbûna Îngîlîstanê diyar kir. Bi CENTO ne tenê rê li pêş Yekitiya Sovyetan girt, di heman demê de rê li pêş dewletbûna Kurdan û bi destxistina mafên kurdan jî girt. Ji ber vê yekê Peymana Montro ji bo Tirkiyeyê wekî gavek erênî mirov dikare şirove bike.
 
Aydin, bibîr xist ku dema keştiyek li gorî peymana Montro derbasî derya Çanakkale bibe ket derya Marmara tu hêz nikare bêje tu nikare di vir re derbas bibe û wiha got: "Hikûmeta Tirkiye wisa difikire ku ji bo keştiyên di boriyê re derbas dibe serê tonê 0.95 dolar distîne. Wisa difikire ku qanalek din veke û wan arasteyî wir bike dê ve carê terê tonê 5 dolar bistîne. Lê tiştekî wisa ne pêkan e."
 
'PEYMAN XERA BIBE REWŞEK XERAB LI BENDA TIRKIYÊ YE' 
 
Aydin, diyar kir ku eger peyman xera bibe, dê Derya Spî ji derya aştiyê derkeve û bibe deryaya ku DYA û Rûsya lê şer bike û wiha lê zêde kir. "Dê bi vê yekê mafê Tirkiye yê serdestiyê ji destê wê derkeve. Piştî peyman xera bibe, dê hêzên metin li ser pişta Tirkiye şer bikin û Tirkiye dê bêtir têkeve rewşek xerab. Lê îqtidara AKP'ê wisa difikire ku bi vê rageşiyê civakê bêdeng bike û li gorî xwe bi encam bike. Bi taybetî dixwaze bi ve yekê têkiliya xwe û DYA ya xerabûye ji nûve rast bike.  Ev dê bibe sedem ku rageşiya navbera Tirkiye û Rûsya bêtir mezin bibe. Dîsa Rûsya ku li Suriyeyê li ser mêtîngeriya Kurdan hatiye avakirin, dê bibe sedem ku mutabakata di navbera Esad û Tirkiyeyê de jî xera bike.
 
Serokomar wisa difikire ku navbera wan û Rûsya xera bibe ji dê DYA li wan xwedî derkeve. Dibêje ez endamê NATO me. Ji ber vê yekê difikire ku NATO û ABD li Sûriye êdî piştgiriyê nede Kurdan. Dibêje ez dewlet im, bazar û hêza min heye. Lê ev kar dê ne hêsan be.
 
Erdogan Aydin, herî dawî bal kişand ser danezana amîralan û wha got: "Ji vê yekê tu darbe dernakeve. Ev danezana amîralan wekî şerê navê yê navbera du hêzên di nava dewletê de ye. Encama vê yekê dê çibe mirov niha nikare tişteki bêje. Binçavkirina amîralan, rîsa belavkirin û rageşiya îtîfaqa li dijî gelê Kurd hatiye avakirin nîşan dide. Em ê di rojê pêş de bibînin ku dê bandora xwe çawa li ser siyaseta Tirkiyeyê bike.
 
MA / Mehmet Alî Ertaş - Ferhat Çelîk 
 
 
 

Sernavên din

13/04/2021
16:43 Piştî 170 salan jinek bû gerînendeya Reutersê
16:33 Jinên ku fesixkirina Peymana Stenbolê şermezar kirin hatin binçavkirin
16:26 Ji DMME’yê biryara ji bo Demîrtaş
16:14 Berxwedana Bogaziçiyê di roja 100’emîn de ye
16:13 77 roj in agahî ji rojnamevan Şûkrî nayê girtin
15:54 ‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’
15:46 Bûldan: Rêya sêyemîn raya giştî ya demokratîk bi xwe ye
15:26 Tarik Ziya Ekîncî: Demokrasî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye
14:33 8 dibistanan ji ber koronayê navber da perwerdehiyê
14:30 ‘Em xwedî li Peymana Stenbolê derkevin’
14:03 Bersûc beşdarî danişîna doza Somayê nebûn
13:55 Ji bersûcên destdirêjiyê re 18 sal ceza hat xwestin
13:30 Doza sereke ya KCK'ê taloq kirin
13:18 Ji Hêzên Ked û Demokrasiyê banga 1’ê Gulanê
12:38 DMME’yê ji bo Ahmet Altan biryara binpêkirina maf da
12:38 Derbarê rojnameger Olmez de doz hat vekirin
12:30 Malbata Şenyaşar wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke
12:05 Pirtûka 'Raperîna Baba Îshaq' a nivîskar Oncu derket
11:58 Li du bajaran tacîz û cînayet: 4 faîl hatin girtin
11:46 Doza Somayê dest pê kir: Hûn wê pehînê her roj bi bêhiqûqiyekê diavêjin
11:31 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:19 Cezayê hucreyê dan girtiyên ketine greva birçîbûnê
10:53 4 kesên zarokek îstîsmar kirin hatin girtin
10:14 Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir
09:52 Berfa nîsanê Wanê bi rengê spî xemiland
09:41 Kanadayê destûra îxracata ÎHA û SÎHA'yan a Tirkiyeyê betal kir
09:41 Xweşikiya Geliyê Horê mirovan heyirî dihêle
09:20 Suyuncu ya bi tundiya sîstematîk re rûbirû maye beriya bimire serî li qereqolê daye
09:08 Amîralên ku danezana Montroyê îmze kiribûn hatin berdan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 138'emîn de berdewam dike
09:00 Nûnerên saziyan: Em kelehê ji nû ve ava bikin
09:00 Serokê DEVA'yê yê Amedê: Daxistina tabelayê nayê wateya girtina partiyê
09:00 Di temenekî biçûk de hat zewicandin: Min navê zilam jî nizanibû
09:00 'Sererastkirinên derbarê Kod-29'ê bêkêr in'
09:00 Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!
09:00 Jinên kaxezan berhev dikin: Erebok li piştê, zarok di selikê de
09:00 Mezrika bêceryan di bin avê de ma: Gundiyan bar kir
09:00 Li Dîlokê karker li dijî Kod-29'ê têdikoşin
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2021'AN
12/04/2021
23:44 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:05 Cenazeyê Zeynep Dayan veşartin
17:13 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî diyalog navnîşan jî Îmralî ye
16:59 Fîncanci: Desthilat ‘bazirganiya hêviya derzîkirinê’ dike
16:50 OHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:36 Li Cizîrê valêzê gumanbar bû sedemê qurfê
15:27 Ji Îranê bersiva sabotajê ya Îsraîlê: Em tolê bigirin
15:12 Lîsteya torpîla qeyûmê Amedê derket holê
15:03 CHP’iyan ji bo betalkirina vekişandina ji Peymana Stenbolê serî li Şûraya Dewletê da
14:57 Bernameya xebata “Ji xizaniya jinê re na” hat aşkerakirin
14:49 Cenazeyê Saynûr Suyuncu hat veşartin
14:34 Li Şirnexê bang kirin: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:21 Danişîna Hevşaredara Geverê Yaşar hat taloqkirin
14:13 Erkan Şenses bû serokê Baroya Êlihê
13:52 Komîsera USCIRF’ê: Dema nasîna Amerîkayê ya Rêveberiya Xweser e
13:47 DFG’ê kongreya xwe pêk anî: Em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin
13:23 Aydenîz: Ger tecrîd rabe wê Tirkiye bêhnê bistîne
13:02 Parêzerên Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:45 Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
12:06 Karkera bêmûçe derxistin destûrê, xwîn werivî mêjiyê wê
11:51 Malbataş Şenyaşar dixwaze 23 gumanbarên hatine tespîtkirin werin girtin
11:39 Jina bi giranî birîndar bibû hat dîtin, jiyana xwe ji dest da
10:12 Hejmara jinên li Amedê hatin girtin derket 11’an
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 137'emîn de berdewam dike
09:12 Ji bo nexweşa SMA’yê Asenat banga piştgiriyê
09:12 Banga tevlîbûna Doza Somayê: Em ê salonê tije bikin
09:07 Banga greva birçîbûnê: Qîrîna ji girtîgehan bilind dibe bibihîzin
09:06 Dozger hewce bi darizandina eskerê sûcdar nedît
09:04 Bazargan û welatî tev ji bihabûnê bi gazinc in
09:02 Dîroka 2 hezar û 800 salan a ji Ûrartûyan maye terkî tunebûnê hatiye kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2021'AN
11/04/2021
20:47 Baroya Amedê serokê xwe yê nû bijart
20:31 Di 24 saetan de 237 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:06 Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist
18:16 Pirsgirêka aboriyê cotkarek ber bi întîharê ve bir
17:49 'Dîroka me, çanda me û xwezaya me tune dikin'
17:24 Li Efrînê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
17:14 Biryara hinceta cezayê girtîgehê yê li Demîrtaş birîbûn, hat aşkerekir
16:24 Ûca: Wê çûyîna AKP'ê beriya sala 2023’an be
15:58 Li Rihayê bi çekan şerê hev kirin: 6 kes birîndar bûn
14:48 Komeleya Ziman û Çandê Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
14:32 Li Rihayê qezaya trafîqê
13:47 Şeniyen Rişmilê: Şaredarî şev nîvê şevê xaniyan xera dikin
13:46 Jina penaber a li GGM’ê tê girtin: Her roj întihar çêdibin
12:31 Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da
12:31 43 karkerên ku Şaredariya AKP’ê ew şandin Almanyayê venegeriyan
12:04 Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin
11:55 Îşkenceya serdegirtina malê: Poşet kirin serî, mal hat kolandin û gefa kuştinê lê xwarin
10:57 Wê Slavoj Zizek li Zanîngeha Kobanê wane bide
10:01 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
09:38 Kedkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest da
09:22 Koma 28'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Doza 10'ê Cotmehê: Divê 11 jinên din jî bên guhdarîkirin
09:11 'Wê tecrîd bi kêr neyê'
09:10 Piştî salên dûr û dirêj cardin dest bi lîstika pesteyê kirine
09:09 ‘Evrîm Alataş, pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand'
09:08 'Em ne mehekê 12 mehan bi rojî ne'
09:06 Bi milyonan pere lê hatiye xerc kirin, lê balafir nikarin xwe lê deynin
09:04 Ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin: Malbat 28 sal in li benda edaletê ye
09:03 Dîroknas Aydin: Danezana generalan şerê navê yê hêzên nav dewletê ye
09:02 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2021'Ê