AGIRÎ - Şîna endamê HPG’ê Okan Gul a li bajarê wî Panosê, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Endamê HPG’ê Okan Gul (eşref Ferhat Sipkî), di 5’ê Kanûna 2023’yan de li Qada Heftanînê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Okan Gul, li gundê Siltamût ê navçeya Panosê ya Agiriyê şîn hate danîn. Şîna Gul, bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê û bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek welatiyan ve hate ziyaretkirin.
Girseyê, di şînê de dirûşma "Şehîd namirin" berz kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Serdan, bi kirina duayan bi dawî bû.
