Kurê Gergerlîoglû CHP’ê rexne kir

  • rojane
  • 10:14 13 Nîsan 2021
  • |
img
ENQERE - Kurê Omer Farûk Gergerlîoglû, Salîh Gergerlîoglû ji ber ku helwesta xemsar a CHP’ê ya derbarê bavê xwe de rexne kir û got: “Divê êdî dev ji karên biçûk ên siyasî berdin û em di daxwaza edalet û aştiyê de bicivin.” 
 
Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’yî piştî parlamenteriya wî hat betalkirin, hat girtin û niha di Girtîgeha Sîncana Enqereyê de ye. Kurê Gergerlîoglû, Salîh Gergerlîoglû di 9’ê nîsanê de li girtîgehê serdana bavê xwe kir. 
 
Salîh Gergerlîoglû qala serdana bavê xwe ji ajansa me re kir. Gergerlîoglû diyar kir ku bavê wî ji ber şewba koronayê 14 rojan wê di hucreya yek kesî de bimîne û tenduristî û moralê bavê wî baş bûye. 
 
NOBETA EDALETÊ LI GIRTÎGEHÊ DIDOMÎNE 
 
Gergerlîoglû destnîşan kir ku bavê wî “Nobeta Edaletê” ya li Meclîsê da destpêkirin û li Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam kir niha jî li girtîgehê berdewam dike û got: “Bavê min wê di her şert û merci de Nobeta Edaletê berdewam bike. Wê daxwaza wî ya edaletê qet bi dawî nebe.” 
 
Salîh Gergerlîoglû wiha got: “Wê qet nikaribin daxwaza edaletê ya gel bêdeng bikin. Ew li hundir be jî li derve be jî wê nobeta edaletê bidomîne. Xebatên edaletê yên bavê min li girtîgehê jî hene. Ez ê jî li derve ji bo bavê xwe bibim alîkar. Pilanek me ya ku ez ê weşanên medya civakî ya bavê xwe bidomînim heye. Em ê bi piştgiriya parêzvanên mafê mirovan û aktîvîstan nobetê bidomînin. Em hewl didin ku têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
‘RAYEDARÊN DEWLETÊ CIVAKÊ NAS NAKIN’ 
 
Gergerlîoglû destnîşan kir ku berê jî parlamenteriya parlamenteran hat betalkirin, partiyên siyasî hatin girtin lê belê dewletê bi ser neket û wiha got: “Bi milyonan mirov dengê xwe didin HDP’ê. Ev dewlet û kesên wê bi rê ve dibin civakê nas nakin. Ji daxwaz û pêşniyazên mirovên bajarên herêmê fêm nakin. Partiya van însanan nas nakin. HDP li ser bingeha çareserkirina pirsgirêka kur dli Meclîsê ye. Îqtidar hurmetê nîşanî îradeya bi milyonan însan nade. Hûn çawa wekîlên ku gel wan bijartiye diavêjin zindanê? Ev îqtidar hurmetê nîşanî gelê kurd û tirk nade. 40 sal in têkoşînek heye. Çiqas êriş bikin jî tu wateya wê nîne.” 
 
CHP’Ê REXNE DIKE 
 
Gergerlîoglû anî ziman ku muxalefet li hember tiştên diqewimin bêbandor dimîne û wiha axivî: “Wexta ku parlamenteriya bavê min hat betalkirin, tenê partiya wî HDP li cem wî sekinî. Muxalafete sereke helwestek cidî nîşan neda. Bavê min bi xwe jî piştgiriyê da Meşa Edaletê ya CHP’ê. Her tim li dijî neheqiya ku li Enîs Berberoglû hat kirin sekinî. Heke ku îro CHP piştgiriyê nede bavê min neheq e. Divê her kes di vê mijarê de bertek nîşanî bêhiqûqiyê bide. Divê em dev ji karên biçûk ên siyasî berdin û di daxwaza edalet û aştiyê de werin cem hev.” 
 
MA / Hakan Yalçin
 
 

Sernavên din

16/04/2021
11:02 Banga îfadeyê li hin amîralên din jî hat kirin
10:47 Agahî ji aktîvîsta Îranî Şemsaî nayê girtin
10:44 Rêveberê AKP’ê yê Amedê bi kalaşnîkofê gef xwar
10:25 Mizrakli: Em ê Amedê ji dagirkirina qeyûm xelas bikin
10:25 Gokkan ji girtiyên jin ên Fîlîstînî re nameya piştevaniyê şand
10:06 Li ODTU’yê têkoşîna boyaxkirina derenceyan: Em dîsa li vir in
10:03 Zilamê tundiyê li jinekê dikir hat girtin
09:46 ‘Axaftina yek zilamî red bikin’
09:41 Ozturk: Yên ku ji yekîtiyê re bibin asteng cihê wan sergoyê dîrokê ye
09:08 Şaredariya AKP'î xana dîrokî bi betonê restore kiriye
09:00 Koma 29'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 Parêzerê malbata Şenyaşar: Bi krokiyê îdia hatin pûçkirin
09:00 Fîncanci: Negirtina tevdîran binpêkirina mafê jiyanê ye
09:00 Seranserê Kuçeya Hunerê kirin beton
09:00 2 projeyên qeyûm ên bi milyonan pere hatin çêkirin nayên bikaranîn
09:00 Dixwazin berî mirinê kurê xwe yê 28 sal in girtiye bibînin
09:00 Ji ber twîta derbarê Kemal Kûrkût de fezleke amade kirin
09:00 Hindik maye berê xwe bidin zozanan
09:00 Berikên Gulsaryayê bi destê jinan tên hûnandin
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2021'AN
15/04/2021
20:41 297 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:53 Li Girtîgeha Aragan cezayê ragihandinê dan girtiyekê
16:52 8 kesên ku afîşa 1’ê Gulanê daliqandin hatin binçavkirin
16:38 HDP'ê birîna darên li Licê bir rojeva Meclîsê
16:34 Belavkirina petate û pîvazan bergiriyên şewbê ji holê rakirin
16:26 Di doza tecawizê de derbarê bersûcên berdayî de biryar girtinê hat dayîn
15:36 Li Colemêrgê dîsa qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:30 Rêxistinên tenduristiyê bang li hikumetê kirin: Mirinan rawestînin
15:18 Gundên Lîcê di dorpêçê de ne
15:07 Pankarta ‘128 milyar dolar li ku ne?’ bi Meclîsê ve hat daliqandin
15:03 Heyeta HDP’ê li Aydinê bi jinan re tûfirengî berhev kir
14:50 Ji HDP’ê ‘Hevdîtinên Ekolojiyê’: Bila li şûna betonê dar şîn bibin
14:37 Hevseroka HDP'ê Alokmen girtin
14:17 Li binya Keleha Rihayê cenazeyek hat dîtin
14:11 Şantaja vekişandina Rûsyayê ya ji Til Rifatê tenê rojek domiya
13:55 Li Gola Wanê qedexeya nêçîra masiyan dest pê kir
13:36 Dersim Dag: Ciwan li Tirkiyê di hedefa polîtîkayên ‘şerê taybet’ de ne
13:35 Derbarê parlementer Ahmet Şik de fezleke hat amadekirin
13:26 'Em ê li her derê hevserokatiyê biparêzin’
13:26 Danişîna rojnamevan Şahîn û Gayip hat taloqkirin
12:55 Danişîna bersûcê êrişî HDP’ê kiribû 5 deqan dewam kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Hêj jî kujeran diparêzin
12:32 Parêzer ji bo için Îmraliyê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan
12:32 Hevşaredar Erdîşê Çetîn tehliye bû
12:10 Jina ku êrişî wê hat kirin bi giranî birîndar bû
11:52 Cîgirê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi cebilxaneya çekan gef xwar
11:46 Îdîanameya nûçegihanê me Aslan hat qebûlkirin
10:51 Ji ber nivîsa li ser diwarekî leşkeran li gundiyan da
10:32 Li Çelê 6 kes hatin binçavkirin
10:31 Ji Beştaş ji bo Bahçelî: Êdî çîrokên wan nemane
10:31 Serokê TURSAB: Piştgiriya bo turîzmê, ji bo alîgiran diçe
09:51 Li Licê operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin û 4 kesan binçav kirin
09:39 Mamosteyê Laz: Perwerdehiya zimanê dayikê maf e
09:34 ‘Em ê pirsgirêkên xwe bi têkoşîna hevpar çareser bikin’
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 140'emîn de berdewam dike
09:07 Gola Wanê ku li fezayê bû yekemîn, derdora wê ji çopan xalî nabe
09:07 Şaredariya AKP'î 35 dikan daxilî nav rapora fealiyetê nekirin
09:06 Qeyûm ji welatiyan re got: Em ê we bidin ber îcrayê
09:06 'Alîkariya nexweşa SMA'yê Havînê bikin'
09:06 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê dê dest bi perwerdehiya rûbirû bike
09:06 Şaredariyê ruxset da, lê rê çênake!
09:06 Ne ji darazê, ji hêza rêxistinbûyî ya jinan bawer dikin
09:06 Polîsan ji bo hevjînê wê yê koçî Ewropayê kiriye îmze pê dane berhevkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2021'AN
14/04/2021
20:08 Hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 25 hezar û 557
16:56 MATUHAY-DER: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin
16:48 Li Samsûnê jinek hat qetilkirin
16:16 10 Fezlekeyên din hatin Meclisê
16:09 Jinên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:55 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
15:47 Jinên HDP’yî li pirsgirêkên jinan guhdar kirin: Dengê me ragihînin
15:41 Ji dadgerê ku li Akademiya Edaletê ders dide pirtûkeke zayendparêz
14:38 Derbarê Hevseroka KCD’ê Guven de lêpirsîn hat destpêkirin
14:30 Nûçegîhanên me beraet kirin
14:01 Malbatan cenazeyên zarokên xwe yên 'şewitandî' teşhîs nekirin
13:48 HDP’ê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê li dar xist
13:07 Togrûl ê malbata Şenyaşar ziyaret kir: Ev ne edalete hiqûqa serdestane
13:05 Dadgehê derbarê Alokmenê de biryara girtinê da
12:47 Dadgehê xwest doza sereke ya Demîrtaş û doza Kobanê bibe yek
12:09 Di doza Surmî Înce de daxwaza ‘reda dadgerî’
12:05 Hêceta girtina ji ‘endamtiya rêxistinê’: Xwediyê firin û çêlekan e
11:32 Parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:24 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
11:17 Ji polîsên ku ‘derveyî rastiyê’ girtek girtine re biryara neşopandinê
11:13 Rewşa girtiyê nexweş Guler ê 81 salî giran dibe
10:25 Sîxurê ku navê xwe aşkera kir: Serokê şebeke fermandarê qereqolê ye
10:09 Şaredariyê qada heşîn a taxê ji bo ‘bazirganiyê’ dewr kir
09:38 6 roj in agahî ji Bedîa Cûlha nayê girtin
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 139'emîn de berdewam dike
09:01 Wê biryara fesixkirinê merciyên edlî pasîftir bike
09:01 Şaredariya Sêwregê çopên Qerejdaxê berhev nake
09:01 TUMOSAN: Ma cotkarê ku nikaribe traktorê bikire dê çawa hilberîne?
09:01 Kadroyên nû yên Şaredariya Mêrdînê ji Edene, Mereş, Stenbol...
09:01 Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê
09:01 Parêzerê malbata Şenyaşar: Her tişt di dîmenên kamerayê de aşkere xuya dike
09:01 Hîn jî îdianameya derbarê kuştina Hantaş nehatiye amadekirin, malbatê koç kir
09:00 'Xwedî derketina li kampanya ziman xwedî derketina rûmetê ye
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2021'Ê
13/04/2021
20:37 59 hezar û 187 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:56 Heyeta HDP’ê li Îzmîrê bi jinan re civiya