Soylû hat zextên TÎGEM'ê zêde bûn

  • rojane
  • 09:00 18 Nîsan 2021
  • |
img

RIHA - TÎGEM'a Serêkaniyê, piştî hatina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî, dest datîne ser heywanên gundiyan. 

Midûriyeta Kargehên Çandiniyê (TÎGEM) a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, hem mêrgên gundên li derdorê qedexe kiriye hem jî koçberiyê ferz dike. Her wiha bi hinceta "qedexeyê binpê dikin" dest datîne ser heywanên gundiyan. Gava gundî doza heywanên xwe dikin, TÎGEM çend rojan êm dabe wan, ew qasî cezayê pereyî li wan dibire. Gava mihek têkeve nav erdê TÎGEM'ê, ji bo rojekê 250 TL li xwediyê wê mihê tê birîn. 
 
Hat diyarkirin ku hîn jî nêzî 80 heywan li şantiyeyên TÎGEM'ê girtî ne û ji ber ku baş nayên xwedîkirin hin jê mirine. 
 
SOYLÛ HAT QEDEXE ZÊDE BÛN 
 
Gundiyan anîn ziman ku piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî di 4'ê Kanûnê de hatine navçeya Serêkaniyê, qedexe zêdetir bûne. 
 
MÊRG TÊN ÇANDIN 
 
Kargeha Çandiniyê ya Serêkaniyê, xwedî milyon û 634 hezar dekar erazî ye. Ev erazî, li cîhanê tekane eraziyê herî mezin ê yekperçeyî ye. Mêrgên li derdorê diajo. 
 
Şêniyên gundê Xidirxelef, Ûmeyra, Emûşa Jêr, Emûşa Jor û Offayê bi salan e debara xwe bi sewalvaniyê dikin, lê ev 4 sal e tahde li wan tê kirin. 
 
HEYWAN DIMIRIN 
 
Sewalvan Îbrahîm Çîn ku li gundê Ûmeyrayê sewalvaniyê dike û 500 pezên wî hene, anî ziman ku gava heywanên wan Çemê Circipê derbas dikin, TÎGEM dest datîne ser wan. Çîn got: "Ewlekar heqaretê li me dikin. Car heye gazî eskeran dikin û li me dixin. TÎGEM dest datîne ser heywanên me û gava em dixwazin ceza li me dibire. Heywanên tên desteserkirin gelek jê ji ber bêxwedîtiyê nexweş dikevin û dimirin." 
 
Çîn, bilêv kir ku bi sedan şêniyên gundên nêzî çem debara xwe bi sewalvaniyê dikin û got: "Heger em sewalvaniyê nekin, em ê ji bîrçîna bimirin. Berê sewalvaî baş bû. Heywan diçûn mêrgê. Me êm nedikirî. Lê piştî van qedexeyan em nikarin biçin mêrgê. Fiyetê êm jî pir biha bûye. Her roj biha dibe. Cejna Qurbanê hindik maye, lê hê jî rûyê me nakene. Li van deran gelek kesan heywanên xwe firotin. Gava sewalvaniyê nekim, mecbûr ez ê koç bikim." 
 
LI KUÇEYAN DIÇÊRIN
 
Şêniyê gundê Xidirxelefê Temel Aykût ku 30 sal in sewalvaniyê dike, anî ziman ku li herêmê sewalvanî nemaye û got: "Ceza dibirin. Ma em qezenc dikin ku em van cezaya bidin. Em dixwazin sewalvaniyê bikin, lê ger wisa dewam bike em ê dev jê berdin." 
 
Şêniyê gundê Emûşa Jêr Îsa Yeloglûyê 56 salî jî anî ziman ku li gund 80 mal hene û her malê 40-50 mihên wan hene. Yeloglû, bilêv kir ku TÎGEM bi hinceta "heywan zirarê didin darên fisteqn" têl danîne derdorê û got: "Derdora erd girtin. Lê cihê girtine, hema bibêje dar lê tune ne. Hemû mêrg e. Ma heywan li wê mêrgê biçêrin ê ne çêtir be?" 
 
GIRTÎGEHA VEKIRΠ
 
Şêniyê gundê Emûşa Jêr Alî Aslanê 50 salî jî bilêv kir ku ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike. Aslan, destnîşan kir ku ceza li wî jî hatiye birîn û got: "Ji mecbûrî em li nav gund diçêrînin. Ji dêvla ku dewlet aliyê me bike, me dixe girtîgehê. Hatime vî umrî min tiştek wis anedîtibû. TÎGEM, dibêje ev erdên min in. Ka tapo? Mêrgê dagir kiriye û bi vî awayî tahdê li gel dike. Ev çend meh e, eynî wekî leymonê me diguvêşin. Li her malê çend xwendekar hene. Qedexekirina mrêgan, tê wateya mexdûrkirina xwendekaran." 
 
KOÇBERIYÊ FERZ DIKE 
 
Li gundê Offê 300 kes hene. Lê TÎGEM dixwaze gund vala bike. Şêniyê gund Ekrem Çakir ê 20 salî got: "TÎGEM, heywanên li ber malên me jî dibe û ceza li me dibire. Heywanên li nav erdên neajotî jî dibin. Ev der li me kirine zindan. Hizûr nemaye." 
 
Çakir, anî ziman ku gorên kalên wan li gund in û got: "Ev gund ji roja ku hatiye avakirin heya niha şêniyên wê debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Heywan birçî ne. Êm tune ye. Ne tenê gundê me, li derdorê 400-450 gund hene. Hemû sewalvaniyê dikin. Dibêjin em ê xaniyên we xera bikin. Dixwazin em jê derkevin. Em ê biçin ku? Ji bo em koç bikin çi ji destê wan tê dikin. Piştî Suleyman Soylû hat, zext û zorî zêde bûn. Bila ji me re çareyekê bibînin." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

22/04/2021
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin
09:00 Qeyûm qada hêşîn kir sergo
09:00 Satila mast bi 30 TL'yî, kîsê êm bi 140 TL'yî!
09:00 Sozên ji bo Bager Çalişçi hatin jibîrkirin
09:00 Rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî pir xirab e
09:00 Roja Rojnamevaniya Kurdî: Di çapemeniya kurd de rolek jinan a cuda heye
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2021'AN
08:28 Zilamê ku zarok û hevjîna xwe îstîsmar kir hat girtin
19/04/2021
23:00 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
22:56 Dayika Aştiyê Sonmez jiyana xwe ji dest da
20:03 341 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 AYM’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got, 'li gor hiqûqê ye'
16:33 Ji bo Şahin ê 30 salin girtiye daxwazname da komîsyonê
16:02 Nexweşxane pitikê penaber nade malbata wî
15:42 Netehemûliya pankarta Peymana Stenbolê
15:40 Dozger ji bo bersûcê îstîsmarê daxwaza beraetê kir
15:22 Ji bo 1’ê Gulanê serî li Walitiyê dan
14:32 Wê “Nobeta Edaletê” ya Gergerlîoglû li Kocaeliyê bidome
14:32 Ji 6 şaredariyan re lêpirsîna ‘qaçaxçitiya mirovan’
14:24 Şandeya HDP û HDK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:22 Parazvanên mafan ji bo Metîn Lokûmcû banga edaletê kirin
13:59 Koma 22’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
13:51 Mûameleya xirab a li 26 jinên dibin çavan de hatibû kirin bir Mêclîsê
13:33 Ahmet Şik derbasî TÎP'ê bû
13:01 Mudaxaleyî karkerên Sînboyê kirin: 3 jê rojnameger 5 kes hatin binçavkirin
12:46 Li Bogazîçiyê li 97 xwendkaran doz hat vekirin