Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire

  • rojane
  • 09:00 21 Nîsan 2021
  • |
img

STENBOL -  Endama Heyeta Muzakereyan a PYNK'ê, Sema Bektaş, têkildarî hevdîtinên di navbera PYNK'ê û ENKS'ê de anî ziman ew ji bo muzakereyan amade ne. Bektaş, da zanîn ku li aliyekî hevdîtin tên kirin û li aliyê din Tirkiye bi hemû hêza xwe hewl dide rê li pêş rêveberiya xweser û statuya Kurdan bigire. 

Hevdîtinên di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) yên li Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demek dirêj in didomin, her diçe ber bi xetimandinê ve diçe. Ji ber ENKS dîsa mijarê ji destpêkê de digire dest her tim xwe dubare dike û gavan pêşve navêjin. Rêveberiya Xweser ku li aliyekî armanc dike Yekîtiya Neteweya Kurd xurt bike, li aliyê din armanc dike ku statuya neteweya Kurd di qada navneteweyî de bê naskirin û qebûlkirin. Têkildarî geşedan û hevdîtinên di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweya Kurd (PYNK) û Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de demek didome Endama Heyeta Muzakereyan a PYNK'ê Sema Bektaş, hewldanên hevdîtinan û helwesta Tirkiyeyê nirxand. 
 
HEVDÎTIN RAWESTIYAN 
 
Beştaş, anî ziman ku hevdîtin beriya hilbijartina DYA'yê ji ber hin hincetên ENKS'ê hatine rawestandin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de hevdîtin nehatine kirin. Piştî Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Abdî daxuyanî da û diyar kir ku dê dîsa hevdîtin pêk bên, PYNK ji bo hevdîtinan amade ye. Lê ENKS'ê ji bo ji nûve hevdîtin bên kirin tu daxuyanî nedan. 
 
ENKS HEVDÎTINAN DIXETIMÎNE 
 
Bektaş, destnîşan kir ku DYA ji bo ji nûve hevdîtin bên kirin hem bi wan re û hem jî bi ENKS'ê re hevditin kirine û wiha got: "Niha li Herêma Federe a Kurdistanê hevdîtin tên kirin. Lê ENSK hevdîtinan dixetimîne. Niha gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe. Lê ENKS wekî gelê Kurd jî tînin ziman bi hincetên biçûk rê li pêş pêvajoyê digire. Nûnerên ENSK'ê dixwazin ku em lêborînê bixwazin. Beriya hilbijartina DYA xwet heta hilbijartin bi dawî bibe em rawestin. Niha rewşa ku Sûriye di navde ne pir baş e. Ku Beşar Esad biçe dê li şûna wî hêzên muxalif bên. Lê ji ber ku ew jî di nava hêza muxalif de cih digirin vê yekê wekî astengî datînin pêş me. Hêj dibêjin 'Em binerin ka siyaseta DYA ya li Sûriye û Rojhilata Navîn çawa pêş dikeve' em li gorî wê tev bigerin." 
 
'ENKS DIXWAZE DAWÎ LI PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÎNIN' 
 
Bektaş da zanîn ku ENSK ji destpêka hevditinan heta niha her dem berê me dide kaş û wiha axivî: "Ji destpêkê heta niha me pêvajoyek pir dijwar derbas kir. Me berê li ser hin mijaran bi ENKS’ê re li hev kir. Lê van mijarên berê dîsa nû dike û tîne pêş me. Ji serî ve dest pê dike. ENKS dixwaze em Hêzên Xweseriya Demokratîk belav bikin. Dixwaze em li dibistanan dawî li perwerdehiya zimanê zikmakî bînin. Dixwaze em Peymana Civakê ji nûve biguherînin. Dibêjin piştî van guhertinan em ji nûve hevdîtinan bikin. Lê me berê li ser van mijaran li hev kiribû. Niha dibêjin em Peymana Civakî biguherînin. Kurd bi tena kerê xwe nikarin peymanê biguherînin. Me hemû gelan bi hevre ev pêvajo ava kir. Her tim dixwazim em lêborîn bixwazin. Bi tiştên biçûk me mijûl dikin. Berê rejîm li vir bû, DAIŞ li vir bû. Salek berê ji aliyê QSD'ê ve komîsyon hat avakirin. Li ser kesên winda lêkolîn dikin. Dibêjin ka ev winda li ku ne. Niha hêj bi sedan mirovên me jî winda ne." 
 
‘ME ÇIMA DEST BI ŞOREŞÊ KIR' 
 
Beştaş, destnîşan kir ku ENKS dixwaze em ji daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî berdin û li gorî pergala rejîmê perwerdehiyê bibînin û wiha lê zêde kir: "Piştî pêngava şoreşê dest pê kir, bi hezaran dibistan û bi dehan zanîngeh hatin avakirin. Çawa çê dibe ku em li 10 salên berê vegerin û ji nûve bi pergala rejîmê dersan bidin zarokên xwe. Ger ku wisa be me çima dest bi têkoşîna şoreşê kir. Gel li dijî vê helwesta wan pir bi bertek in. Gel van daxwazên wan qebûl nake." 
 
'KURD Û EREBAN CIHÊ DIKIN' 
 
Bektaş, bibîr xist ku ENKS dixwaze li herêma Kurd lê dijîn rêveberî tenê ji Kurdan pêk bê û li herêma Ereb lê dijîn jî rêveberî tenê ji ereban pêk bê û bi vî rengî Kurdan û Tirkan cihê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê li van herêman tenê Kurd najîn. Kurd, Ereb, Suryaniyan bi hevre rêveberiyek ava kirin. Em nikarin bêjin bila tenê Kurd bi rêve bibin. Eger em vê yekê bikin ev li dijî projeya Xweseriyê ye. Eger Xweserî li hemû cîhanê erênî tê dîtin, sedem ewe ku hemû bawerî, gel û kesên cuda xwedî nûnertiya wekhev in. Ev rêbaz li ser pîvanên demokratîk hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ev daxwaza wan li dijî pergala xweseriyê ye." 
 
MIJARÊN ESKERÎ MANE
 
Beştaş, da zanîn ku wan ji sedî 90'ê niqaşan li pey xwe hiştine û tenê mijarên eskerî mane û wiha got: "Niha tenê peymanên eskerî mane. Di çarçoveya Peyana Duhokê de dê bi QSD'ê re hevdîtin bên kirin û ev hevdîtin dê encamê diyar bike. Me li ser mijarên herî zor li hev kirin. Me di mijarên siyasî de li hevkirin. Me li ser rêveberiya xweser li hevkir. Niha gel dibêjin çima salek bûye we hêj li hev nekiriye." 
 
EM AMADE NE
 
Bektaş da zanîn ku ji bo dîsa li maseyê vegerin û dest bi hevdîtinan bikin amade ne û wiha got: "Divê her kes bibe yek fikir. Perçebûna Kurdan, Ereban û Suryaniyan pirsgirêkê bêtir kûr dike. Yekîtî ji bo gelê Kurd firsendek dîrokî ye. Kurd xwediyê projeya xweseriya demokratîk in. Cîhan ji vê projeyê hêzê digire. Em ji hevdîtinan re amade ne. Em ji ENKS'ê dixwazin ku ew jî bi vê kerpirsiyariyê nêzî meseleyê bibe. Yekîtî û muzakere ji bo Sûriye û çar perçeyên Kurdistanê pir lgirîng e. 
 
TIRKIYE ASTENG DIKE
 
Bektaş,, herî dawî anî ziman ku Tirkiye naxwaze Kurd bibin xwedî statu û rêveberiya xweser û wiha bi dawî kir: "Tirkiye têkiliyên xwe dixe dewrê û naxwaze Kurd bibin xwedî statu û rêveberiya xweser pêş bixin. Em dizanin ku heta niha eger xweserî nehatibe îlankirin jî sedema herî mezin astengiya Tirkiyeyê ye. 
 
MA / Îdrîs Sayilgan 
 

Sernavên din

25/04/2021
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye