Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan

  • rojane
  • 11:08 21 Nîsan 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Hat tespîtkirin ku Ridvan O. yê li Qoserê destdirêjî keça xwe ya 6 salî kir û hat girtin, 4 mehan cixare û madeyên hişbir bi zaroka xwe dane kişandin. Hat zanîn ku bersûc beriya niha jî ji tacîzkirina jinekê hatiye binçavkirin û pişt re hatiye berdan.
 
Ridvan O. yê li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber destdirêjî keça xwe ya 6 salî û dayika xwe ya 60 salî îstîsmar kir û tundî li 2 zarokên xwe kir, pêr hatibû binçavkirin û girtin. Ji ber ev yek derket holê, bi hêceta pîrika zarokan nikare li wan binêre, her sê zarok bi biryara dadgehê li wargehê hatin bicihkirin. Piştî ku bersûc hat girtin, zarokan ji pedagog û psîkologan re tiştên bi serê wan hatin vegotin. Hat zanîn ku di 4’ê nîsanê de gilî li Xeta Tundiyê ya Elo 183’ê hatiye kirin û li ser vê yekê Navenda Xizmeta Civakî ya Qoserê ku girêdayî Wezareta Xizmeta Malbat û Civakî ye rewş lêkolîn kiriye. Lê hat diyarkirin ku pîrika zarokan “agahiyên xelet” dane rayedarên bi psîkolog û pedagogan çûne mala wan û li ser vê yekê bi hêceta “tundî nehatiye tespîtkirin” tu kirarî nehatine kirin. Rayedarên Navenda Xizmeta Civakî, piştî du roj bi ser gilîkirinê re derbas bûn, careke din çûn malê û lêkolîn kirin. Rayedaran piştî lêkolînên ku kirin, ji bo xizmeta Aborî û Civakî bidin malbatê kirin bin çavdêriya.
 
ÎSTÎSMAR 4 MEHAN DOM KIRIYE
 
Pirîka zarokan ku di 8’ê nîsanê de dît keçika 6 salî cardin hatiye îstîsmarkirin, bertek nîşanî Ridvan O. da. Li ser vê yekê tundiya fîzîkî û zayendî li dayika xwe kir. Pirîka zarokan êdî li dijî tiştên qewimîn xwe ne girt û di 15’ê nîsanê de giliyê kurê xwe kir. Piştî ku bersûc duh hat girtin, derket holê ku pîrikê beriya niha tiştên bi serê zaroka 6 salî hatine vegotiye lê kesê jê bawer nekiriye. Wekî din hat tespîtkirin ku di lêkolîna li hember beyanên têkildarî ku zaroka biçûk 10 roj in tê îstîsmarkirin ên pirîka wê de, zarok 4 meh in bi awayekî sîstematîk tê îstîsmarkirin. Her wiha di dema îstîsmarkirinê de cixare û madeyên hişbir bi zarokên xwe daye kişandin. Ji aliyê din ve hat zanîn ku ji bo zarok û dayika wî îstîsmarê venebêjin, Ridvan O. bi kuştinê gef li wan xwariye.
 
JI TACÎZÊ HATIYE BINÇAVKIRIN
 
Hat tespîtkirin ku Ridvan O. ji ber di sala 2020’an de tevlî şerekî bûye cezayê hefsê girtiye, piştî ku salekê di girtîgehê de maye hatiye berdan û madeyên hişbir jî bikar anîye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Ridvan O. rojekê berî 8’ê nîsana ku dayik û zaroka xwe îstîsmar bike, ji ber tacîzî jinekê dike hatiye binçavkirin. Ridvan O. yê li ser giliyê wê jinê hatiye binçavkirin piştî îfadeya wî hat girtin hatiye berdan.
 
MA /Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

25/04/2021
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye