Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin

  • rojane
  • 11:09 21 Nîsan 2021
  • |
img
STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Razîye Ozturk, têkildarî qutkirina telefona bi Ocalan re diyar kir ku hemû mafên Ocalan ên çandî, civakî û hiqûqî di nava axaftinek 4 deqîqeyên telefonê de bi sînor dikin. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di hucreyê de tê girtin. Ji ber Ocalan ku 22 salin di tercîda giran de tê girtin, Girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdara 2020'an de li girtîgehan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Ocalan, nikare bi malbat û parêzerên xwe re rû bi rû bi axive û hemû mafê wî yê ragihandinê ji destê wî tê girtin. Piştî îdeayên li ser medya civakî yên der barê jiyana Ocalan de hatin belavkirin bertek û nerazîbûnên civakê zêde bûn. Gelê Kurd li Qadên Newrozê bi yek dengî bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman. Bi zêdebûna bertekên civakê re Mehmet Ocalan di 25'ê Adarê de li Edliyeya Rihayê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi telefonê axivî. Lê tenê destûr dan ku 4.5 deqîqeyan Abdullah Ocalan bi telefonê bi Mehmet Ocalan re bi axive. 
 
Ocalan di telefonê de gotibû: "Dewlet şaşiyan dike û hûn jî şaşiyan dikin. Ev ne li gorî hiqûqê ye. Ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtin bikim". Piştî vê gotinê telefon ji ser Ocalan hatibû qutkirin. Ocalan di hevdîtinê de parêzer hişyar kiribûn û xwestibû parêzer biçin îmralmiyê. Li ser vê yekê Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û xwestibûn bi lez biçin Îmraliyê. Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qutkirina telefona bi Ocalan re ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê Raziye Ozturk nirxandin kir. 
 
Ozturk, anî ziman ku piştî salek şûnde bi rêya telefonê agahî ji muwekilê xwe girt û wiha got: "Îdeayên li ser medya civakî der barê jiyana muwekilê me Birêz Ocalan de hatin parvekirin raste rast bi tecrîda 22 salin bê navber didome ve raste rast girêdayî ne. Tê zanîn ku yekem car di 27'ê Nîsana Nîsana 2020'an de Birêz Ocalan bi telefonê bi malbatê re axivî bû. Piştî vê telefonê me bi tu awayî ji Birêz Ocalan agahî nedigirt. Li ruxmê hemû serlêdanên hiqûqî jî tu bersîv nedihatin dayîn û destûr nedidan hevditinê. Dema mijar dibe tenduristiya Birêz Ocalan û şertên tecrîdê ew qas giran bin, wê demê di nava raya giştî ya demokratîk de mirov nikare tiştekî hêsan pênase bike. Di 22 salan te tenê 2 caran mafê axaftina telefonê da. Mafê duyemîn ê telefonê ji ber bertekên zêde yên civakê dan Ocalan." 
 
'DAXWAZA ME HEVDÎTINA RÛ BI RÛ BÛ' 
 
Prz. Raziye Ozturk, anî ziman ku berî her tiştî dema serî li serdozgeriyê didin dixwazin rû bi rû bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin û wiha axivî: "Em dixwazin ji ber şewba vîrûsê tedbîr bêne girtin û em rû bi rû bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Dîsa em dixwazin li gel mafê telefonê mafên wî yên din ên ragihandinê jî bêne dayîn û parastin. Ji bo mafê li girtîgehên din tên naskirin li Îmraliyê jî bê naskirin em ketin nava hewldanan. Lê ev daxwazên me li dijî hiqûq û zagonan hatin redkirin." 
 
Raziye Ozturk, da zanîn ku ji ber bertekên civakê yên zêde, di 25'ê Adarê de ji malbata muwekilên wan xwestin ku biçin li Dozgeriyên bajarên xwe bi telefonê bi axivin û wiha berdewam kir: "Bi vî şiklî bi Birêz Ocalan û Birêz Hamîlî Yildirim re hevditinek kurt pêk hat. Di 27'ê Nîsana 2020'an de jî axaftina telefonê di van şert û mercan de pêk hatibû. Li girtîgehên din, girtî raste rast bi telefonê bi malbatên xwe re hevdîtin dikin. Lê ev hevdîtinên di şertê awarte de tenê li Îmraliyê pêk tê. Ev hevdîtinên telefonê yên Îmraliyê nîşan dide ku Îmralî bi hiqûqek taybet tê rêvebirin. Ne li Tirkiye û ne jî li tu derên cîhanê mînakek bi vî rengî tune ye. Tu spartina hiquqî û zagonî ya van pêkanînan tune ye. Em nikarin van şertên li dijî hiqûq û mafên mirovan qebûl bikin." 
 
HEM MAFÊ HEVDÎTINÊ Û HEM JÎ MAFÊ PARASTINA MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWEÎ ASTENG DIKIN
 
Ozturk, da zanîn ku hem mafê wan ê hevdîtina bi Ocalan re tê astengkirin û hem jî mafê wan ê parastina mekanîzmaya hiqûqa navneteweyî tê astengkirin û wiha lê zêde kir: "Mînak heta beriya 6 mehan me der barê naveroka dosyayê de agahî negirtaya jî me li ser dadgehên herêmî agahiyên dosyayê dixwestin. Dema ku agahî nedidan jî me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dida. Lê di rewşa niha de dema muwekilê me cezayê dîsîplînê distîne jî serlêdanên me têne redkirin. Dema serlêdanên me tên redkirin qala cezayê dîsîplînê nakin. Piştî cezayê dîsîplinê teqez dibin û pêvajoya serlêdana ferî bi dawî dibe û şûnde em agahdar dibin ku cezayê dîsîplînê dane muwekilê me. Piştî ku em fêr dibin cezayê dîsîplênê daye muwekilê me û em dixwazin mudaxilê dosyayê bibin jî vê carê bi "Hinceta ewlehiyê ya razber" agahiyê nadin me. Ev hem li dijî mevzûatên Tirkiye û hem jî li dijî hiqûq û mevzûata navneteweyî ye." 
 
'HEMÛ MAFÊ OCALAN BI DENGEKÎ BI SÎNOR DIKIN' 
 
Raziye Ozturk, da zanîn ku hemû mafê Ocalan ên hiqûqî, civakî, çandî û tenduristiyê tenê bi dengekî bi bînor dkin û wiha pêde çû: "Hemû mafê Birêz Ocalan ê jiyanî, çandî, civakî, hiqûqî û tenduristiyê tenê bi dengekî telefonê bi sînor dikin. Destûr nadin ku Ocalan dengê xwe bigîne derve. Axaftina Ocalan a telefonê tenê 4-5 deqîqeyan berdewam dike. Dema Ocalan daxwaz û rexneyên xwe tîne ziman telefon tê qutkirin. Hemû mafê muwekilê me ji destê wî digirin û dixwazin wî tenê bi telefonekê razî bikin. Ev nîşana pergala kapîtalîst a ‘Mirinê nîşan dide û bi şewbê razî dike. Hemû mafê wî bi dengekî bi sînor dikn. Ne pêkan e em vê rewşê qebûl bikin." 
 
'MAFÊ OCALAN Ê HEVDÎTINA 15 ROJAN Û MEHEKÊ YA BI MALBATÊ RE ASTENG DIKIN' 
 
Prz. Raziye Ozturk, bibîr xist ku Ocalan hikûmxwarê cezayê muebetê ye û girêdayî xala 25'an a Zagona Înfazê ye û wiha got: "Li gorî vê zagonê divê muwekilê me Birêz Ocalan ji 15 rojan carekê bi malbatê re hevdîtinên girtî û mehê carekê hevdîtina vekirî bi malbatê re bike. Dîsa mafê wî ê telefonê divê ji 15 rojan carekê 10 tdeqîqayan bi malbatê re bi axivin. Lê ji ber şewba vîrûsê divê hefteyê 2 caran û her carê 10 deqîqeyan bi malbatê re bi axive. Dîsa divê mafê hewşê, mafê spor û din biparêze. EV yek di zagonên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) de hatiye diyarkirin. Dîsa heyeta CPT her ku diçe Îmraliyê ziyaret dike, diyar dike ku teqez divê şertên Ocalan bêne guhertin. Lê li gel van mafan, Ocalan nikare ji mafê xwe yê ragihandina nivîskî jî sûdê bigire. Li vir armanc dikin ku fikr, raman, nerîn, deng û dîmenên Ocalan dernekevin derve. Dixwazin her tiştên Ocalan asteng bikin. Qutkirina telefonê ya piştî 4-5 teqîqeyan jî encama vê polîtîkayê ye. Ji xwe Birêz Ocalan bi fikr û nerinên xwe ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo gelê Rojhilata Navîn û Cîhanê aştiyê pêş dixe. Kesên li dijî van fikrên Ocalan li ber xwe didin, bi taybetî şer û kaosê kûr dikin. Ji ber vê yekê naxwazin Ocalan dengê xwe bigîne derve û dengê Birêz Ocalan asteng dikin." 
 
'DIXWAZIN BERTEKÊN CIVAKÊ BIPÎVIN' 
 
Ozturk, da zanîn ku bi îdeayên li ser medya civakî yên der barê Ocalan de xwestin refleks û bertekên civakê bipîvin û wiha dirêj kir: "Girtiyên siyasî ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi girevê kirine. Di demek wisa de ev îdeayên der barê tenduristiya Ocalan de belav kirin. Xwestin refleksa civake bipîvin. Piştî bertekên raya giştî ya demokratîk pir zêde bû, destûr dan ku Birêz Ocalan û Hamili Yildirim bi telefonê bi axivin. Birêz Konar û Aktaş ji bo rewşê şermezar bikin derneketin hevditina teleuonê. Birêz Ocalan di axaftina kurt de dewlet rexne kir û got 'Dewlet şaşiyan dike. Hûn jî şaşiyan dikin. Ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Ev tişt li dijî hiqûq<ê ye.' Bi vê gotinê bal kişand ser bê hiqûqiyê. Birêz Ocalan 22 salin di tecrida giran de ye. Her ku diçe tecrîd girantir dibe. Lê vê telefonê wekî lutfekê nişan didin. Ev yek nayê qebûlkirin. Tu mafên wî yên zagonî nayên naskirin. Lê tenê bi telefonekê wekî ku hemû mafên wî hatibin naskirin nîşan didin. Ev nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye. 
 
'OCALAN BÊ HIQÛQÎ NÎŞAN DA'
 
Ozturk, bal kişand ser gotinên Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan di axaftina xwe de got 'Dewlet jî şaşiyê dike û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye û ne jî rast e.' Bi vê gotinê bêhiqûqiya heyî nîşan da. Ev nêzîkatiya li dijî Birêz Ocalan berhemê feraseta siyasî ye. Em li dijî hemû agahiyên der barê Ocalan de pir cîddî nêzîk dibin. Têkildarî agahiyên der barê Birêz Ocalan de me serî li Serrdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Wezareta Dadê û CPT da. Me xwest raste rast bi rayedaran re hevdîtin bikin. Piştî bertekê zêtde yên raya giştî Dozger daxuyaniya nivîskî da û mafê telefenê da. Birêz Ocalan xwest parêzer raste rast biçin Îmraliyê. Em li gorî vê yekê serî li dozgeriê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Piştî axaftina telefonê hefteyê 2 caran bi rêk û pêk ji bo çûna Îmraliyê em serlêdan dikin. Piştî îdeayên li ser medya civakî heta niha me 26 caran serî li sertozgeriyê da. Lê dozger bersîvê nade daxwazên me. Hekîmê Înfazê jî van daxwazên me red dike. Me ev yek îtiraz kir û me serî li Dadgeha Cezayê Giran da. 
 
Bersivê nadin serlêdanên me. Der barê biryarên qedexeyan de agahiya me tune. Dema em li biryara qedexeya 23'ê Îlonê dinerin, beriya biryarên qedexeya nivîskî yên 'Muxalefeta hewayê heye', ‘koster xerabe ye' hebûn. Dema em li astengiyan dinerin, tu astengî ne li gorî hiqûq û zagonan e. Em ê her roj ji bo parêzer biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê bidin. Heta niha me ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê da, lê heta niha bersîv nedane me. Em fêr bûn ku têkildarî ziyareta malbatê ji ber cezayê dîsîplînê destûr nadin hevditina malbatê. Me ev yek di 30'ê Adarê de dema me serî li Dadgerê Înfazê da em fêr bûn. 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

22/04/2021
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye
09:01 Rojnamegerên Kurd: Wê penûsa Ersoz û Anter nivîsandinê bidomînin
09:01 Dengê gel: Em ne kartolan kar dixwazin
09:01 Dr. Ozturk: AKP ji bo tenduristiya gel ne baş e
09:01 Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2021'AN
21/04/2021
17:05 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:04 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza ‘bêwezîfetî’ hat redkirin
14:54 Leşkeran bi ser teziyê de girtin, sendelî desteser kirin!
14:20 Ji OHD’ê banga hevpar: Dawî li tecrîd û binpêkirinên mafan bînin
14:08 Di qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:58 Bi dehan karkerên xwestin daxuyanî bidin hatin binçavkirin
13:47 Li Amedê şermezarkirina tecrîdê
13:42 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
13:37 Cezayê dîsîplînê dan jinên girtî yên ketin greva birçîbûnê
12:57 Salih Muslim: Êrişên li Qamişloyê lîstokên Rûsya û Şamê ne
12:57 Li Farqînê angaşta întiharê
12:47 Wesiyeta dayika Mûhlîse: Destmala kesk, sor û zer bû
12:02 Doza Lokûmcû piştî 10 salan dest pê kir
12:02 Mişextvaniya mirovan a Şaredariya Kanîreşê Şaredariya Hawilê temam kir
11:34 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng mayîn, hevkariya zilmê kirin e
11:09 Parêzera Ocalan: Hemû mafên Ocalan di 4 deqîqeyan de bi sînor dikin
11:08 Ridvan O. yê ji tecawizkirina zaroka xwe hat girtin, ji tacîzkirina jinekê hatiye berdan
11:04 Ûca: Çi karê eskerên Tirk li Şengalê heye?
10:38 Dayê Şemê ji leşkerên Iraqê re bû bend: Yek ji we nikare derbasî Şengalê bibe
10:26 Wê HDP bi koma xwe ya meclisê tevlî danişîna doza Kobanê bibe
10:15 Yerlîkaya: Li bakur rêjeya pêketî û miriyan zêde bûye
09:57 Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn
09:37 Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe
09:32 Li Qamişloyê hêzên girêdayî rejîmê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kirin
09:08 Erdogan 2 wezîrên xwe ji peywirê girt
09:00 Li Cizîrê avêtiyên kanalîzasyonê diherikin Çemê Dîcleyê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê koma 30'emîn dewr girt
09:00 Cezayê li keşe Aho birîn tirsa Suryaniyan zêde kir
09:00 Tapeyên ku derbarê wan de biryara 'îmhakirinê' hatibû dayîn, wekî delîl hatine hesibandin
09:00 Ceylan: Ku tecrîd bi dawî bibe dê civak bêhnê bistîne
09:00 Kanên keviran gefê li jiyana mirovan dixwin
09:00 'Sedema zêdebûna pêketî û miriyan hikûmet e'
09:00 Rojnamevaniya kurdî 123 salî ye
09:00 Endama PYNK'ê Bektaş: Tirkiye rê li pêş statuya Kurdan digire
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2021'AN
20/04/2021
20:53 346 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:50 Şengaliyan nehişt artêşa Iraqê derbasî gundê Gir Zerikê bibe
17:19 Li Elkê gundek xistin karantinayê
17:09 Kesê ku xwişka xwe kuştibû hat binçavkirin
16:38 Yenî Yaşam formata xwe diguherîne
16:23 Odeya Tabîban a Stenbolê: Nexweşxaneyên Taybet li pey karê ne
16:12 Rojnamevan Aydin hat beraetkirin
15:48 Gilîkirina li xeta tundiyê jî îstîsmarê neda sekinandin
15:42 Li Cizîrê banga li AYM'ê: Bila binpêkirinên mafan bên mehkûmkirin
15:14 Sancar: Doza Kobanê dozek bi fen û fût e
15:03 Li Geverê avêtiyên petrolên li qerexê rûbar vala kirin
14:27 Walîtiya Sêrtê çalakiyan qedexe kir
14:22 ‘Qîrîna dayika Emîne dilê me diêşîne’
14:00 Pankarta Peymana Stenbolê jî ‘qedexe’ kirin
13:48 Li Sêrtê karkerê înşaetê giran birîndar bû
13:38 Îşkenceya li gundê Zorava ji Soylû pirsî
13:34 Di doza êrişa wesayîta şaredariyê de 3 kes hatin berdan
13:08 Bi belgeya bêîmze ku ji dozgerê Doza Kobanê re hatiye şandin xwestine parlamenter werin girtin
13:00 Ji bo Rûbarê Nerdûşê daxwaza lêkolîna meclisê kirin
11:50 Cenazeyê zaroka ku ketibû çem hat dîtin
11:47 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:47 Malbata Şenyaşar: Dawiya zalim nêz e
11:32 Şivanên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man dest ji kar berdan
11:15 Ji 5 kesên duh hatibûn binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:08 Genç: Gel Ocalan wekî muxatabê çareseriya kêşa Kurd dibîne
11:07 Hunermend Kilpper: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
10:52 ‘Emîne Şenyaşar wêneyê bêedaletiyê ye’
10:37 RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket
10:17 Li Stenbolê cinayeta jinekê
10:12 Li Mêrdînê ‘Komeleya Piştevaniyê ya Parêzeran’ hat avakirin
09:29 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
09:14 Malbata Yagarcik 111 caran bi serdegirtina malê re rûbirû maye!
09:00 Greva birçîbûnê di roja 145'emîn de didome
09:00 Ev gund hem heye hem tune ye!
09:00 Li quntarên kelehê nebatên 'bi şîfa' berhev dikin