Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Şekir: Pêşketinek siyasî li pêş nekeve wê Iraq hilweşe

  • rojane
  • 09:01 22 Nîsan 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclîsa Rêveberiya PADÊ Îdo Şekir derbarê geşedanên li Şengalê yên herî dawî de axivî û got: "Heger di van herdû salan de pêşketineke siyasî di Iraqê de çênebe, bi dîtina me wê Iraq bikeve tengasiyeke mezin û wê hilweşe. Hilweşandina siyasî bila nebe sedemê hilweşandineke leşkerî." 

Piştî ku Peymana Şengalê di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, li dijî civaka êzidî gef û zext jî zêde bûn. Di 10'ê adarê de hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku hêzên Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê derbikevin wext dabû Rêberiya Xweser a Şengalê. Li dijî êrişeke gengaz e jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi awayeke lezgîn civiya û li navenda Şengalê meşeke girseyî li dar xistibû. Piştî van geşedanên dawî li Şengalê bêdengiyek çêbû. Herî dawî di 12 nîsanê de Wezîrê Karên Navxweyî Osman Xanmî li Şengalê parêzgeha Nînovayê ziyaret kir. Piştî vê serdana Wezîrê Karên Navxweyî, artêşa Iraqê xwest ku bikeve gundê Gir Zerikê û li dijî vê hewlêdanê Şengaliyan li ser riya gund dest bi çalakiya rûniştinê kir û berxwedana xwe a li dijî vê hewlê didomînin. 
 
Endamê Meclîsa Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrat a Êzidiyan (PADÊ) Îdo Şeker derbarê geşedanên herî dawî de ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'KESÊ KU ÊZIDIYAN NAS NEKE WÊ EM JÎ NAS NEKIN' 
 
Îdo Şekir bal kişand ser "Peymana" ku di 9'ê Cotmeha 2020'an di navbera Hewler û Bexdayê de hatiye îmzekirin û wiha axivî: "Meseleya Şengalê ne meseleyeke leşkerî ye, meseleyeke siyasî ye. Destê Tirkiyeyê û Amerîkayê jî di nava vê meseleyê de heye. Li Şengalê bi berxwedanê vîneke xweser hatiye afirandin. Li gel avakirina vê îradeyê armancên dewleta Tirkiyeyê û dewletê din pêk nehatin. Ji bo ku ev Peyman ji hêla hikûmeta Iraqê ve bê îmzekirin, gelek zext hebûn. Li gel îmzekirina peymanê rewşa Şengalê hate guhertin. Rewşa Şengalê bi taybetî leşkerî meşiya. Heger ku rewş di qada siyasî de neyê çareserkirin, wê rewş bi leşkerî biçe. Iraq naxwaze ku şerê êzidiyan bike, lê bi zext û êrişan re rûbirû ye. Dibe ku ji hêla hikûmeta Iraqê ve heta niha helwesteke erênî nehatibe nîşan dan, lê di vê dema dawî de nêzikatiyeke baş tê nîşandan. Piştî ku Peymana Şengalê hat îmzekirin, rewş hat guhertin. Rastî jî êzidiyên ku li vir mayîn û yên ku ji derveyî Şengalê mayîn xwesteka wan yekemîn jî ew e ku jinên êzidî yên di destê DAIŞ'ê de ne bên xelaskirin. Ya duyemîn jî dixwazin vegerin ser xaka xwe. Ya sêyemîn jî ew e ku hêza wan a leşkerî fermî bê qebûlkirin. Êdî divê bêferq û cudahî baweriya me bê naskirin û qebûl kirin. Wexta ku me weke civaka êzidî esas neyên girtin, wê demê tişta ku ew ji bo me bikin jî wateya wê tune ye. Dema ku em vê dibêjin em ne tenê ji hikûmetekî re dibêjin, em ji hemû cîhanê re dibêjin. Hikûmeta ku vîna êzidiyan nas neke, wê êzidiyan ji Şengalê dûr bike, wê êzidiyan bêhêz bihêle û êzidiyan bêsiyaset bihêle. Wexta ku ev hemû ji destê êzidiyan hatin standin, êzidî êdî weke êzidî nikarin bijîn. Jiyana ku em li ser xaka xwe didomînin ji me re weke kerametekiye. Lê ev tenê têr nake. Bêgûman çareserî xweparastin û bajêr ji nû ve avakirin e."
 
'DI HEMÛ ALIYAN DE AMADEKARIYÊN ME HENE' 
 
Şekir bal kişand ser encamên "Peymanê" û wiha got: "Bi zext û gef xwarinê pirsgirêk nayê çareserkirin. Bêgûman di serî de xwestin ku peymanê bi bêîradekirina Asayişa Êzidxan dest pê bikin. Ev pilan ne bi destê Iraqê hatiye  amadekirin. Bi destê Tirkiyeyê û Amerîkayê hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê em li ser îradeya êzidiyan hin xeteriyan dibînin. Wexta ku ji me re hat ragihandin em weke rêveberiya xweser amade bûn. Di hemû aliyan de amadekariyên me hene. Hem di aliyê leşkerî de û hem jî di aliyê diyalogê de em dixwazin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ew bi xwe jî dizanin ku pirsgirêka Şengalê ne pirsgirîkeke leşkerî ye, pirsgirêkeke siyasî ye. Bi operasyonên leşkerî pirsgirêk nayê çareserkirin. Çareserî bi diyalogê mimkin e. Ev jî di destê hikûmeta Iraqê de dimîne. Wê heta kengî êzidiyan bikirin û bifiroşin û wê heta kengî  baweriya wan qebûl nekin? Ev pirsgirêkên bingehîn hin li Iraqê didomin. Pêwîste di serî de ev pirsgirêk bên çareserkirin." 
 
'EM NAXWAZIN KU ŞERÊ DEWLETA XWE BIKIN'
 
Şekir serdana Wezîrê Karên Navxweyî yê Iraqê ya ji bo Şengalê jî nirxand û wiha domand: "Wexta ku Wezîrê Iraqê hat serdana Şengalê li ser armancekî hat. Heta 1'ê nîsanê wext hatibû xwestin. Me gotibû em ji her tiştekî re amade ne. Lê em ne mecbûr in ku em bi hikûmetê re şer bikin. Heger Kazimî bixwaze şerê êzidiyan bike, em amade ne ku bersiva Kazimî jî bidin. Lê em naxwazin şerê dewleta Iraqê bikin. Bi şandina wezîr xwestin ku peyamekî bidin derve. Xwestin ku bibêjin li Şengalê aramî heye û pirsgirêkek li Şengalê tune ye. Peyameke ku 'ev pirsgirêk hatiye çareserkirin' hat dayîn. Lê em wisa nabînin. Ji hêla rêveberiya xweser ev pirsgirêk hin jî nehatiye çareserkirin. Lê pêwîste ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heta ku me cidî negirin û me esas nebînin em ê qebûl nekin. Ne tenê Iraq kîjan hikûmet li ser Şengalê peymanan çêbike em ê qebûl nekin."
 
'BILA NEBE SEDEMÊ HILŞANDINEKE LEŞKERÎ' 
 
Şekir di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta Iraqê bi rê û rêbazên şaş dawiya xwe tîne û got: "Em amadene ku em Şengala xwe biparêzin. Ew dewleta ku îradeya me qebûl neke, em jî wan qebûl nakin. Wextê ku li ser Şengalê tiştek hat çêkirin pêwîste gelê Şengalê jî bê guhdarkirin. Ji ber ku heta niha yek kesî nêrîna gelê Şengalê nestandiye û îradeya wê qebûl nekiriye û gelê Şengalê weke gelê Iraqê nehatiye dîtin. Em ji bo li ber xwe bidin amade ne. Pêwîste ji îro pê ve êzidî muhlet bidin wan. Em wan qeûl nakin. Daxwaziyên êzidiyan naskirina îradeya wan e û qebûlkirina hêzên wan ên leşkerî ne. Heger Iraq nikare van daxwaziyan pêk bîne, wê demê Şengalî jî ne mecbûrin ku xwe weke gelê Iraqê bibînin. Wê demê divê êzidî nabêjin em Iraqî ne. Divê pêşiya xûrtbûna DAIŞ'ê û xûrtbûna hêzên çêkdarî yên beyanî neyê vekirin. Heger di van herdû salan de pêşketineke siyasî di Iraqê de çênebû bi dîtiname wê Iraq bikeve tengasiyeke mezin û wê hilweşe. Hilweşandina siyasî bila nebe sedema hilweşandineke leşkerî. Heke Iraq nêrînên gel nestîne û li gorî wê gav neavêje wê di demeke nêz de Iraq hilweşe."
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

25/04/2021
09:00 'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2021'AN
24/04/2021
20:07 Agahî ji 9 eskerên danîn Zapê nayê girtin
19:38 Bîden ji bo bûyerên 1915’an got ‘qirkirine’
19:18 Kesên li Çelê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 KNK'ê bang kir: Bêdeng nemînin
15:35 ÎHD, Baro, OHD û HDK'ê komkujiya ermenan şermezar kirin
14:53 'Înkarê bi dawî bikin'
14:41 Komîsyona ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Yalçin were berdan
14:35 Dem û armanca operasyona Metîna, Zap û Avaşînê çi ye?
13:15 Dayikên Şemiyê hesabê komkujiya Ermeniyan pirsîn
13:05 Xizmên Windayan: Bila faîlên Mumîne û Tayyîbe bên dîtin
13:01 Malbata Şenyaşar: Em dixwazin daraz bêalî be
12:51 Koma 23’yemîn greva birçîbûnê ya li Yewnanîstanê dewr girt
12:50 Ji bo girtiyê 67 salî yê nexweş banga berdanê
12:41 'Albuma sûcdaran' a Suleyman Soylu
12:13 Li Çemê Dîcleyê masiyên mirî hatin dîtin
11:26 Sezona turîzmê bêturîst vebû
11:18 TSK'ê piştî telefona Biden û Erdogan dest bi operasyona dersînor kir
11:17 Komkujiya ermenan di sala 106’an de ye: Belgeya min pîrika min e
10:29 Nûnerên partî û rêxistinên sivîl: Em qedexekirina 1’ê Gulanê nas nakin
10:16 Hezar û 200 parêzer wê HDP’ê biparêzin, dê li 30 welatan jî çalakî werin kirin
09:42 Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 149'emîn de didome
09:00 Ji bo Doza Kobanê 11 şandeyên biyanî tên Tirkiyeyê
09:00 ‘Em ê bi hev re têbikoşin’
09:00 Hevseroka Giştî ya OHD’ê: Mafên bingehîn ên girtiyan ji wan tên girtin
09:00 Koçer di riya zozanan de ne
09:00 Xwendekarên zanîngehê: Em rektorê qeyûm û zayendperest naxwazin
09:00 Xebatên Tirkiyeyê yên li Iraqê şer derdixe
09:00 Jinên mastfiroş di hedefa zabitayan de ne
09:00 Binpêkirinên ‘bêcezatiyê’ yên ser sînor zêde dibin
09:00 Li dijî malbatên HPG’iyan biryara neqanûnî
09:00 Esnafên Gola Masiyan: Her roj em dihelin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'AN
23/04/2021
20:36 Parêzer Ozgur Yakût hat girtin
20:25 Li Qamişloyê agirbesta demkî careke din hat ragihandin
16:41 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:37 Li Licê dar ji kokê rakirin
16:35 Taxa Teyî ku sivîl tên hedef girtin hat valakirin
15:54 Hat îdiakirin ku li Êlihê ciwanekî xwe daliqandiye
15:48 Beriya ‘Doza Kobanê’ li kuçeyên Amedê nivîsên DAIŞ’ê hatin nivîsandin
15:19 Zarokê ku bavê wî ew avêtibû çem jiyana xwe ji dest da
14:38 Ji bo derziya Kovîd-19’ê li xwe bixin di dorê de disekinin
13:57 Enternasyonala Pêşverû ji bo Doza Kobanê danezana piştevaniyê weşand
13:36 Li Êlihê bal kişandin ser qirkirina jinan
13:33 Li Girtîgeha Şirnexê 3 girtî hatin sewqkirin
13:33 Li Meletiyê cotkarekî jiyana xwe ji dest da
13:13 Dadgehê hedef nîşandanê weke “azadiya ramanê” qebûl kir
12:32 Bi tena serê xwe be jî qûrbanî bi bîr anîn
11:53 Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin
11:46 Şandeya HDP’ê bi CPT’yê re civiya
11:36 Malbata Şenyaşar nobeta 'Edaletê' li malê didomîne
11:35 ATK ji bo girtiyên nexweş bûye jana giran
11:34 Endamên Komîsyona Lêkolîna Li Dijî Tundiya Jinan a Meclîsê diyar bûn
10:51 Karsazekî keça xwe ya 14 salî kuşt
10:24 Li Qamişloyê şer berdewam dike
10:17 Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû
10:09 Hevseroka PYD’ê Hiso: Ji ber ji Ocalan ditirsin êriş dikin
10:04 Kalçik: Qeraxê Gola Wanê tê dagirkirin û talankirin
09:27 Kurekî dayika xwe kuşt
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 148'emîn de didome
09:02 Girtiyê nexweş Ayik: Bi pandemiyê re binpêkirinên mafan girantir bûn
09:01 Bi nebatan nexweşan derman dike
09:01 Karên ji temenê xwe mezintir dikin
09:01 Çîftyurek: Kurd bi çavkaniyên xwe yên nû ji bo Rojhilata Navîn dibin model
09:01 ‘Divê Tirkiye dev ji polîtîkayên bişavtinê berde'
09:01 Qirkirina Ermeniyan ket sala 106’emîn: Heta hestiyên xwe em her roj dijîn
09:01 10 sal in gora birayê xwe dixwaze
09:01 Hûnera kevir a ji Ermeniyan fêr bûn, tune bû
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2021'AN
22/04/2021
20:41 Girtiyê nexweş Gultekîn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:12 Li Afyonkarahîsarê jinek hat qetilkirin
17:02 NY'yê serlêdana xwendekar Erdal bi koda lezgîn qebûl kir
16:42 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kir: Gelek kes binçav kirin
16:24 Milîsên girêdayî rejîmê agirbest xera kirin, şer carek din dest pê kir
16:17 Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da
16:09 Parlamenterên HDP’ê li kolanên Wanê bang li xelkê kirin
15:24 DFG: Bedirxan hîm avêt û kelecan heta îro pêl bi pêl geş bû
15:23 Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
15:04 ÎHD: Di 3 mehan de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dane
14:44 AYM’ê serlêdana ji bo jêrzemînên Cizîrê red kir
14:25 Li Çelê 4 siyasetmedar hatin binçavkirin
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê destûr nedin ku jin werin feqîrkirin
13:33 Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin
13:07 Li Qaqizmanê mirina bi gumanbar a jinekê
12:50 Li Amedê diktorekî xwe kuşt
12:37 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk were em ê li ber xwe bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li dozgeriyê dan
11:55 Dadger xwest dosyeya doza Ozgur Gundemê ji hev were cudakirin
11:54 Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin
11:35 Li Şengalê têkoşîna hebûnê ya êzidiyan
11:00 HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir
09:31 Li Licê operasyon: Dar tên birîn û ber tên şikandin
09:31 Rojnameya Kurdistanê derket, padîşahê Osmaniyan ferman da
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 147'emîn de didome
09:01 Ji bo girtiyê li benda berdana bişerte, astengiya ‘rewş baş nebûye’
09:01 ‘Karkerên tekstîlê yên herêmê, ji hemû mafan bêpar hiştin’
09:01 Ekîpmanên rojnameger tevî biryarê jî nayên radestkirin
09:01 Prz. Yeter: Cihê tecrîdê di hiqûqê de tuneye