Ji Şivan Perwer berteka li dijî operasyona TSK’ê: Armanc ne PKK gelê kurd e

  • rojane
  • 15:29 26 Nîsan 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Hunermend Şivan Perwer, bi awayekî tund bertek nîşanî operasyona TSK’ê ya li Herêma Kurdistanê da û got ku armanc ne PKK gelê kurd e.
 
Di 23’ê nîsanê de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê operasyon dan destpêkirin û hem ji hewa ve hem jî ji bejahiyê ve êriş dibin ser qadên HPG’ê. Hunermend Şivan Perwer, li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî vê operasyonê daxuyanî da û diyar kir ku operasyon ne li dijî PKK’ê li dijî gelê kurd e. 
 
ARMANC KURD IN
 
Daxuyaniya Perwer bi kurtayî wiha ye:
 
“Ji duh ve êrişî başûrê Kurdistanê dikin. Sedem jî PKK’ê nîşan didin. Heke mirov rast bibêje PKK bi tevahiya hebûna xwe ji gelê xwe re xizmet dike. Ji bo vê şer dike û canê xwe dide. Mesele ne PKK ‘terorîzmê’ dike, kî/ê bibêje kurd û Kurdistan ji wan re dibêjin ‘terorîst’. Armanca Tirkiyeyê çawa ji holê rakirina kurdan e. Dixwazin Tirkiyeyeke homojen ava bikin û êrişî welatên din bikin. Li Lîbya, Sûriye û Ermenistanê bûne bela serê gelan. Lê belaya mezin li ser gelê kurd e.
 
HÊZ GELÊ KURD BI XWE YE
 
Li dijî geşedanên ku li Kurdistanê diqewimin divê gelê kurd li tu derê li dijî hev ranebe. Tiştên tên serê kurdên bakurê Kurdistanê tên serê kurdên rojhilatê Kurdistanê jî. Tiştên tên serê kurdên rojhilatê Kurdistanê tên serê kurdên başûrê Kurdistanê jî. Tiştên tên serê kurdên başûrê Kurdistanê tên serê kurên rojavayê Kurdistanê jî. Li her derî kurd mehkûm in. Te xwestin bên pelçiqandin. Mehkûm çawa azad dibin, çi dikin? Divê kurd bibin yek û piştgiriya hev bikin. Hêz gelê kurd bi xwe ye.. Heke kurd hêzeke hevpar ava nekin wê timik tank û top di ser wan de bibarin. Niha jî dixwazin Avaşîn, Garê, Qendîlê û Metîna dagir bikin.
 
DIVÊ KURD ZANIBIN 
 
Tiştên ku Tirkiye dike eleqaya wan bi mirovahiyê re tuneye. Tiştên ku dikin bi gelê wan jî nade qezençkirin. Netewperestî û faşîzmê danîne pêşiya xwe. Ji rûyê wan nelet tê xwendin û kîn û nefret diherike. Dewlet tirk li dijî gelê kurd bêrêz e. Tirkiye zalim e û ne mirov e. Divê kurd vê zanibin û kerîtiyê ji tirkan re nekiin. KÎ ji bo we şer dike, wê kî vî welatî azad bike. Hûn ji mirovên me re dibêjin ‘terorîst’. Welatên ku hûn lê ne netewperest û faşîst in. Hûn tiştên ku li Iraq û Îranê dibin dibînin. Li Tirkiyeyê jî qrîzeke mezin a aboriyê û pirsgirêk heye. Ji bo veşartina ser van êrişî kurdan dikin. 
 
DIVÊ KURD BIBIN YEK
 
Cerebeyên me yên dinyayê hene, em dizanin û dibînin. Divê em hişê xwe bidin serê xwe. Tu çi deynî dê wî biçînî. Heke kurd nexebitin û nebin yek wê timik parçebûyî bin. Tenê bi fikirîna partî, kom û çend kesan, kes tiştek qezenç nake. Li Başûr referandum bû, yek ji referandûmên herî serkeftî ya dinyayê bû. Çi bû tank û topan kişandin Kurdistanê. Gotin, ‘hûn kî ne, serbixwe dibin’. Heke kurd nebin yek wê kes nebe dostê wan. Heke mirov birînên xwe nepêçe dê kes birînên mirov nepêçe. Li ser kurdan dagirkeriyeke mezin heye. Heke weke kurd em bixwazin bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, li tembûrê bidin û Helepçeyê bi kurdî bibêjin divê em bibin yek. Heke em vê napêrzin û bi hev re li dij dernekevin em ê tune bibin. Kesên ku xwe naparastine timik tune bûne. 
 
EM NEYARTIYA HEV NEKIN
 
Divê em ji serkeftin, têkçûn û windakirinê tiştekî hilbijêrin, divê em kîjanî hilbijêrin. Divê em bi serkevin û hebin. Divê gelê kurd tu carî neyartiye hev neke û li hev xwedî derkeve.”
 
 

Sernavên din

30/04/2021
08:51 Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
29/04/2021
23:50 Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin
15:39 Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man
15:34 Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê
14:54 Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin
14:17 Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin
14:08 Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e
14:05 Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin
13:55 Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir
13:26 Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû
13:22 Gunay: Ocalan hemû beşan vedixwîne cîdiyetê
12:53 Operasyona eskerî li Şirnex û Colemêrgê dest pê kir
12:47 Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
12:46 Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye
09:00 Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2021'AN
28/04/2021
23:49 Li Rihayê du bira di qenala avê de fetisîn
23:29 MSB: Leşkerek din jî mir
21:46 Li Kayseriyê ciwanek kurd hat kuştin
20:53 Ji Kovîd-19'ê 341 kesên din jî mirin
20:09 Li Pulurê piştî operasyonê şewat derket
17:09 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Marmarayê: hezar û 233 binpêkirinên mafan
16:43 ÎHD’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:53 Rêxistina HDP’ê ya Îzmîr’ê bangî malbatên li pêşiya wê rûniştine kir
15:21 Cerdevanê ku wesayîtê lê da jiyana xwe ji dest da
15:15 Hewldana ji bo Roboskî Edalet: Ji bo tu komkujiyê demborî nabe
15:15 Hat xwestin ku mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
15:01 Ferît Şenyaşar: Dozgerek bi cesaret ê dosyayê veke tuneye
14:33 Kesên di 1’ê Gulana sala 1977’an de hatibûn qetilkirin bi qurnefîlan bi bîr anîn
14:30 Amed wê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:05 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:00 Li çar navçeyan tecrîd şermezar kirin
14:00 Pirtûka ‘Hemû Berhemên Mûsa Anter’ bi çapa taybet derket
13:40 Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin
13:37 Li Çelê 5 kes hatin binçavkirin
13:15 Ceyrana cotkarên Wêranşarê birîn
13:04 Guzel serdegirtina şînê pirs kir
12:52 Li Sûriye û Iraqê meseya bazarê ya dijberî kurdan
12:36 Adler: Me xwest em têkoşîna li dijî Erdogan dîtbar bikin
12:14 Li Iraqê mirinên jinan weke ‘întîharê’ qeyd dikin
12:05 Li dijî kana keviran kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
11:49 Li Amedê 11 kes 3 roj in dibin çavan de ne
11:30 Malbata Şenyaşar: Zilma li me hat kirin dibe belgefîlm
11:03 Zarokê ku traktor lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:56 Komisyona 21’ê Sibatê: Em dixwazin sala 2021’an bibe sala zimanê kurdî
10:55 Biryara binçavkirina 22 kesan hat dayîn
10:54 Akdenîz: Doza Kobanê çavtirsandina hemû mûxalefetê ye
10:24 ‘Em ê di 1’ê Gulanê de li dijî sermayeyê li qadan bin’
10:20 ‘Tundî bi demê re rê li ber rizîbûna civakê vedike’
09:02 ‘Em daristan û axa xwe ji dewletê diparêzin’
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 153'yemîn de ye
09:02 Di salvegera 10’emîn de ji bo penaberên Sûriyê platformek hat avakirin
09:02 Penaberê afgan: Dixwazin min bişînin şerê li welatê min
09:01 Qeyûmê Êlihê ji bo xwe bixe çavê xelkê bi sed hezaran pere xerc kir
09:01 ‘Bi destpêkirina qedexeya ji binî ve wê xelk birçî bimîne’
09:01 Psîkiyatrîst Bulbul: Xizanî û şer dibe sedema întiharan
09:00 Tenê daxwaziya wan kêlikek gorê ye
09:00 ‘Ez lawê xwe ne ji HDP’ê ji dewletê dixwazim’
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2021'AN
08:52 Rojnamevan û karkerên ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
27/04/2021
22:07 Di 24 saetan de 346 kesan jiyana xwe ji dest da
20:40 Rojnamevan Rêbaz Hesen hat berdan
18:48 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya 1'ê Gulanê kirin: 3 jê rojnamevan 33 kes binçav kirin
17:09 Tedawiya bikelemçe li girtiyê nexweş ferz dikin
16:59 Bernameya 1’ê Gulanê diyar bû
16:51 Polisan li Manîsayê 6 kes binçav kirin
16:26 Li Girtîgeha Duzceyê pênûs û lênûsk jî weke amûrê sûc tên dîtin
15:48 Danişîna 5 jê rojnameger 8 kesan hat dîtin
15:30 TÛAYDER’a Çûkûrovayê: Bila li dijî tecrîdê gav bê avêtin
15:14 Tirkiye yek ji welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe