Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in

  • rojane
  • 09:00 29 Nîsan 2021
  • |
img

AMED - Esnaf û welatiyên Amedê ji ber belavbûna koronayê berpirsiyar hikumetê nîşan dan û gotin li welatê xelkê dema qedexeyên ji binî ve dest pê dikin dewlet alîkariyê dide welatiyên xwe lê li Tirkiyê dewlet alîkariyê ji xelkê berhev dike. 

Li Tirkiyê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hejmara miriyan û pêketiyan zêde bûye. Li ser vê yekê hikumeta AKP’ê serî li tevdîrên nû xist û biryar girt ku wê îro ji saet 19.00’an heta 17’ê gulanê qedexeya ji binî ve dest pê bike. Esnaf û welatî ji ber vê rewşê bi gazinc in û dixwazin desteka civakî û aborî ji bo xelkê were kirin. Esnaf û welatiyên Amedê jî di vê derbarê de nêrînên xwe û gazinên xwe anîn ziman. 
 
‘DEWLET JI XELKÊ ALÎKARÎ DIXWAZE’ 
 
Fatîh Îzîmçîk ê karê emlake dike diyar kir ku krîza aborî ya li welat însanan xistiye rewşek zor û di pêvajoyek wiha de qedexeya ji binî ve wê hin bêtir xelkê bixe rewşek zor. Îzîmçîk ji ber polîtîkayên hikumetê ku nikare bi welatiyên xwe re bibe alîkar rexne kir û got: “Wê bi vê rewşa qedexeya ji binî ve hin bêtir rewşa aborî ya xelkê nebaş bibe. Rayedar ji bo pirsgirêkên aborî yên xelkê tu tiştek nakin. Wê dewlet însanan di malê wan de bihêle lê qet alîkarî nake. Li Ewropayê an jî li welatên xerîb dema nahêlin însan ji malê xwe derkevin, pêdiviya wan ji aliyê dewletê ve tê dabînkirin. Lê mixabin li welatê me li şûna ku dewlet alîkarî bike, ji welatiyan alîkarî dixwaze.”
 
‘DIVÊ DEWLET ALÎKARIYÊ BIKE’ 
 
Ogûz Bariş ê karê muhasebê dike jî da zanîn ku ji bo qedexeya ji binî ve dereng jî hatiye mayîn û got: “Xwezî ev biryar ji serê adarê ve bihata girtin. Wê niha rewş aramtir bûya. Divê dewlet bi xelkê re bibe alîkar û piştevaniyê bide.” 
 
‘KES WELATIYAN NAFIKIRE’
 
Ji şêniyên bajêr Azîz Çetîn jî destnîşan kir ku tevî biryarên qedexeyan jî AKP’ê ewyanan bi dev re kir û kongreyên xwe li dar xist û ew ji ber vê yekê bi hêrs e. Çetîn anî ziman ku divê tenê ne welatî tevdîran bigirin û sedemê herî mezin ê zêdebûna koronayê mitîng û kongre ne. Çetîn bertek nîşanî piştevaniya ji bo welatiyan nayê kirin jî da û got: “Xelkê me jixwe perîşan e. Lê ne di xema kesî de ye. Di wan qelebalixiyên wan de vîrûs belav nabe lê di dikanekê de belav dibe? Her kes di nava zoriyan de ye. Kes welatiyan nafikire. Bila turîst werin kêfê bikin û em jî di malên xwe de li wan temaşe bikin.” 
 
KETIYE XEMA WÊ ÇAWA DEYN BIDE 
 
Talat Çetîn ê esnafiyê dike jî got ew bi vê biryara qedexeya ji binî ve ku beriya arîfeya cejnê pêk hat aciz e û got: “Esnaf hew maye ku bigirîn. Em nizanin em ê çawa deynên tiştên me ji bo amadekariyên cejnê keriyê bidin.”
 
XELK NE DI XEMA WAN DE YE 
 
Welatiyê bi navê Mehmet Kanî jî destnîşan kir ku ji serê destpêka koronayê ve dewlet ne ji dil e û got: “Îqtidar bi van biryaran ne xelkê xwe û berjewndiyên xwe difikire.” 
 
BI VÎ AWAYÎ NABE 
 
Hafîze Dûrcan Ozcan a teqewît jî destnîşan kir ku bi vî awayî qedexeya ji binî ve ne rast e û heke wisa bibe û alîkarî neyê kirin wê însan ji binî ve mexdûr û perîşan bibe. 
 
JI BER BERJEWENDIYÊN SIYASΠ
 
Avnî Çelîk ê esnaf jî anî ziman ku ji destpêkê ve îqtidarê bi şiklek serkeftî pêvajoyê bi rê ve nebir û ji tabloya îro hikumet berpirsiyar e. Çelîk destnîşan kir ku hikumetê ji ber berjwendiyên xwe siyasî xelkê anî di van rojan re derxist. 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cahît Olmez 
 

Sernavên din

01/05/2021
14:09 Şaredariya Dersimê birdariya 1’ê Gulanê ava kir
13:43 Xizmên windayan pirsa bersûcên Dundar kirin
13:35 Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê
12:40 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar
12:39 Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma
11:37 Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin
11:28 Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê
11:10 Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir
10:53 Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin
10:51 Mizrakli: Roja kedkaran pîroz be
10:50 Ji Malbata Şenyaşar peyama 1’ê Gulanê
10:42 DBP û HDP’ê 1’ê Gulane pîroz kirin
10:41 Rêxistinên rojnamegeriyê bertek nîşanî giştînameya EGM’ê dan
10:06 Polîsan gelek kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
09:54 Li Afganistanê êrişa bombeyi: 30 kesan jiyana xwe ji dest da
09:21 Li Qoserê hewldana revandinê
09:04 Li Îkîzderê kesek hat binçavkirin
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê koma 32'yemîn dewr girt
09:03 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajêr de plana koçberkirinê
09:02 Serokê ÎHD’a Mêrsînê: Xemsariyê Îsa Gultekîn kuşt
09:01 Derbarê Farisogûllari yê HDP’î de 26 sal ceza hat xwestin
09:01 Sarisaç: Têkoşîna me wê li kuçeyan bigihîje serkeftinê
09:01 Ji ber nikarin debara xwe bikin, wesayîtên xwe derxistin firotinê
09:01 Çandinî hişk bû, cotkar di bin deynan de man
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2021'AN
30/04/2021
23:24 Li Osmaniyeyê 70 karker ji xwarinê jehrî bûn
20:33 394 kesên din ji koronayê mirin
16:32 OHD’ê têkildarî cenazeyên Kilyosê serî li AYM’ê da
16:29 Rêveberiya Xweser 92 jin û zarokên DAIŞ`ê radestî Ozbekistanê kir
15:27 Di qedexeyê de zengîn li hundir, feqîr li derve ne
15:26 2 eskeran jiyana xwe ji dest dan
14:55 Karker: 1’ê Gulanê nikare bê qedexekirin
13:59 Karkerê li tersaneya Tûzlayê, ji jor ket û jiyana xwe ji dest da
13:52 HDP xwedî li karkerên li dervê hatin hiştin derket
13:47 Çelenga 1’ê Gulanê danin Qada Gundogdûyê
13:21 Zarokê 14 salî bi hinceta ‘heqaret li Serokkomar kiriye’ hat binçavkirin
13:14 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin berdan
12:34 'Sînordarkirina fîzîkî nikare têkoşîna me ya edaletê asteng bike'
12:30 Sergardiyan bi kuştinê gef li girtî xwar
12:16 Heso Îbrahîm: Şengal venagere berî 2014’an
12:16 Ozsoy: Bi operasyona Metîna, Avaşîn û Zapê gav bi gav dagir dikin
11:21 Cerdevan bi mînîbusan şandin operasyona Lîcê
11:15 Seyarfiroş: Em bi birçîtiyê re rûbirû hatin hiştin
10:44 Rayedarên girtîgehê derman nadin girtiyê nexweş
10:02 ‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
09:00 Greva birçîbûnê di roja 155'emîn de dewam dike
09:00 Esnafên Cizîrê: Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?
09:00 'Têkoşîna civakî dikare ji daxwazên girtiyan re bibe bersiv’
09:00 Li Deşta Pirsûsê cotkarî veguheriye ezyetê
09:00 ‘Jinên bi tundiyê re rûbirû dimînin, ji ber zextên civakî xwe bêdeng dikin’
09:00 5 sal in neçûye hevdîtina lawê xwe
09:00 Kelemçeya elektronîk a xerabe 11 rojan di lingê wê de ma
09:00 Sûra şaredariya AKP’î çêkir rê li ber hezîna axê vekir
09:00 Her demsal hilberînên organîk
09:00 Çakas: Polîtîkayên ewlekariyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dikin
09:00 ROJEVA 30'YÊ NÎSANA 2021'AN
08:51 Dîroka bi dawîbûna Peymana Stenbolê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
29/04/2021
23:50 Li Şirnexê tevgerek zêde ya leşkerî pêk tê
20:46 Hevserokê MED-DER'ê û 11 siyasetmedar hatin girtin
19:52 Ji Kovîd-19'ê 339 kesên din jî mirin
19:42 Qedexeya giştî ya ji bo derketina derve dest pê kir
18:29 Dîroka danişîna Doza Kobanê guherî
18:09 Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê hat veşartin
16:53 1’ê Gulanê li Kadikoyê hat pîrozkirin
16:52 Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kirin
16:34 Malbata Şîşman: Bila ji me re bêjin saxe yan miriye?
16:31 Li Lîcê operasyona eskerî
16:23 Parêzerên Demîrtaş têkildarî biryara Dadgeha Bilind daxuyanî dan
16:03 Li ODTU’yê kampus li xwendekaran hat qedexe kirin
15:40 Kesê zarokekê tacîz kir hat binçavkirin
15:39 Karkerên Kurd ên mala wan hilweşandin li derve man
15:34 Li Erxeniyê gundekî kirin qarantînayê
14:54 Li Mereşê bersûcê îstîsmarê hat binçavkirin
14:17 Jina penaber a sancoya welîdînî dikişîne li pêş îdareya koçê tê rawestandin
14:08 Rihayiyan ‘girtina giştî’ nirxandin: Armanc ne em in turîzm e
14:05 Li Wanê pîrozbahiya 1’ê Gulanê asteng kirin
13:55 Dadgeha Bilind cezayê Demîrtaş erê kir
13:26 Şahidan polisê ku Efe pelçiqand derewandin: Xiza wî 70-80 kilometre bû
13:22 Gunay: Ocalan hemû beşan vedixwîne cîdiyetê
12:53 Operasyona eskerî li Şirnex û Colemêrgê dest pê kir
12:47 Li Enqerê mudaxileyî daxuyaniya 1’ê Gulanê kirin
12:46 Ûca pirsgirêkên cotkarên mexdûr bir rojeva meclisê
12:33 Eskeran gule berdan gundiyekî û bi awayekê birîndar lêxistin
12:20 Di pandemiyê de 800 milyar dolar windahiya dahata jinan çêbûye
11:38 Li Taksîmê qûrbaniyên 1’ê Gulanê tên bibîranîn
11:17 Ciwanê li Qeyseriyê hat qetilkirin li Cizîrê hat veşartin
11:12 Li Bûrdûrê jinek hat qetilkirin
11:07 Emîne Şenyaşar çû seredana kurê xwe yê li girtîgehê
11:03 Teqwiyeya OSO ji bo TSK’ê kirin
10:35 Li Sûrê, avahiyên bênasname yên hatin avakirin derketin holê
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 154'emîn de ye
09:00 ‘Têkbirina faşîzmê bixwedî derketina greva birçîbûnê mimkin e’
09:00 Li Sêrtê 200 cenazeyên aydê bêkesan 24 saetan bi MOBESE’yê tê temaşekirin
09:00 ‘Bila beriya dar werin birîn, doz bi dawî bibe’
09:00 Xelkê Amedê ji ber qedexeya ji binî ve bi gazinc in
09:00 ‘Jin bi destê darazê teşwîqî kuştinê tên kirin’
09:00 AYM 5 sal in li dosyeya malbata Yaşar nenihêriye
09:00 Karkerên li pîşesaziyê: Em bi nanoziko dixebitin
09:00 Karkerên bêkar ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin: Bila Kod-29 were betalkirin
09:00 Keleha ji serdema romayiyan maye bi tunebûnê re rûbirû maye