13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ji bo operasyona dersînor a 11 roj didome got: “Danîna û rabûna li van çiyayan û kendalan pir zor e. Helîkopter nikarin tekere xwe deynin erdê. Daxuyaniya Akar, daxuyaniya Yaşar Buyukanit a 13 sal berê ku gotibû “Yên ku dibêjin zû vekişiyan e, bila biçin li wir 24 saet bimînin” bi bîr xist. 

 
Operasyona dersînorî ya ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li deverên Metîna, Avaşîn û Zapê yên girêdayî Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, di roja 11’emîn de didome. Li van deveran di navbera TSK’ê  û Hêzên Parastina Gel (HPG) şerên dijwar diqewimin. Şer bêtir li cihên ku helikopter leşkeran datînin gûr dibe. Tê diyarkirin ku dema helikopter leşkeran datînin dibin armancên çalakiyên HPG’ê û TSK li wan deveran di zorê de ye. 
 
BÎLANÇOYA ŞER 
 
Her çiqas Wezareta Parastinê ya Tirkiyê derbarê leşkerên hatine kuştin de hejmar wek 7 leşkeran jî nîşan bide, lê belê li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî yên li devera şer radigihînin hejmara leşkerên kuştî zêdetir in. Her wiha li gorî daxuyaniya Wezaretê dîsa tê gotin ku heta niha 53 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê ku rojane bîlançoya şer radigihîne di van 11 rojan de bi dehan leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Tenê li gorî daxuyaniya HPG’ê ya duh hat eşkerekirin, 17 leşker hatine kuştin. 
 
PIŞTÎ NESERKETINÊ KERRBÛN 
 
Di deroperasyonên beriya niha de çapemeniya tirk eleqeyek mezintir nîşan dida. Lê di vê operasyonê de ev çapemeniya tirk tenê bi daxuyaniyên rayedaran re bi sînor dimînin. Medya îqtidarê ku roja ewil a operasyonê heta piştî nîvro jî hevokek derbarê operasyonê de derbas nekir, piştî hevokek Wezareta Parastinê, cih dan daxuyaniya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ku xwe bi telefonê girê da navenda operasyonê û wisa operasyon ragihandin. Di dem ango opersyonên berê de şerên li wan deveran bi rojan li manşetên rojnameyan digeriyan, lê vê carê medya îqtidarê xwe kerr kiriye. Lê balkêş e ev kerkirina medyayê dikeve bi dû daxuyaniya “Neserketî bû” ya Erdogan ku ji bo operasyonê Garê gotibû. 
 
AKAR: DANÎNA LI WAN ÇIYAYA ZOR E
 
Di gotinên ku ji devê Wezîrê Parastinê Hulusî Akar ku çû ser sînorê bakur û başurê Kurdistanê derdikevin ka TSK çiqas di operasyonê de zehmetiyan dikişîne. Akar piştî ji sînor vegeriya çû serdana navenda rêvebirinê ya operasyonê ku li Eskîşehîrê ye û daxuyanî da. “Danîna û rabûna li van çiyayan û kendalan pir zor e. Helîkopter nikarin tekere xwe deynin erdê. Heta îro tişta pêwîst ku divê bihata kirin, pêk hat. Di hicûma hewayî de helîkopterên me, 300-500 sortî kirin. Lê mixabin hin welatên me digotin dostên me ne, fuzeyan dane PKK’ê. Ji ber vê yekê her yek ji van ji bo me xetere ne.”  
 
13 SAL BERÊ BUYUKANIT GOTIBÛ 
 
Vê daxuyaniya Akar, daxuyaniya Serferndarê Giştî yê wê serdemê Yaşar Buyukanit a 13 sal berê ku dîsa ji bo operasyona Zapê gotibû “Yên ku dibêjin zû vekişiyan e, bila biçin li wir 24 saet bimînin. Mîna ku mû ji nava mast were kişandin, bi rastî jî em pir xweşik vekişiyabûn” bi bîr xist. Piştî van gotinên Buyukanit bûbû lixwemikûr hatina ku leşker çiqas di Zapê de zoriyan kişandiye.  
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

04/05/2021
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê
09:00 Destnivîsên Melayê Bateyî 300 sal e têne parastin
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2021'AN
03/05/2021
20:38 Li hemberî avahiya qeymeqamtiya Çelê êrişeke bombeyî
20:09 Li navçeya Rezanê cenazeyek hat dîtin
20:05 347 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:26 Kesên xwedî maf di ‘merasîma mifte wergirtinê' de bertek nîşan dan
16:50 Ji doza bobelata keştiyê 6 kes hatin berdan
15:53 CFWIJ: Welatê herî zêde tundî li rojnamevanên jin tê kirin Tirkiye ye
15:49 Îdianameya Gergerlîoglû nadin parêzerê wî
15:32 Serokbijîjk ji bo birayê xwe beşa kovîd-19’ê girt
15:01 13 sal berê: Weke ku mû ji nava mast bê kişandin em vekişiyan
13 sal pişt re: Helîkopter nikarin teker deynin erdê
14:55 Ciwanê di serban de ket jiyana xwe ji dest da
14:36 Ji bo bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Dersîmê bang kirin
14:30 Operasyona li Lîcê didome: Herêmê topbaran dikin
14:07 HDP’ê bi boneya 3’ê Gulanê Ajansa Mezopotamyayê ziyaret kir
14:02 Ew û motorsikleta xwe ketin qenala avê û fetisî
13:21 Rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb: Li dijî Tirkiyeyê helwest nîşan bidin
13:06 Polîsan bi ser mizgefta ku kesên lê ‘îtîkaf’ dikirin de girtin: 50 kes binçav kirin
12:51 DFG: Em ê destûr nedin rûmeta rojnamevaniyê bê binpêkirin
12:29 'Tu dadgeh nikare dibin navê terorê de Êzidiyan bi darizîne’
12:26 Heşdî Şabî li Musilê operasyon da destpêkirin
12:14 Jina êzidî di têkoşîna xwe ya hiqûqî de bi tenê hat hiştin
12:09 Baroyan ji bo betalkirina giştînameya EGM’ê serî li Şûraya Dewletê dan
12:07 MKGP: Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin
11:31 Zarokê 12 salî ku wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da
10:58 Malbata Şenyaşar: Qey kes nikare destê xwe bide biraziyê parlamenter?”
10:50 Di roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanê de jin: Bayê JINHA’yê li dinyayê wer bû
10:46 HDP: Rojnameger hêviya civakê ne
10:44 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:14 Kujerê şivan Sertip Şen dê li dadgeha giran were darizandin
09:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 158'emîn de dewam dike
09:10 Şahidê komkujiya Dersîmê: Li pêş çavê min dayik û xwişka min kuştin
09:10 Belcan: PTT'ê Destûra Bingehîn avêt kulînê
09:09 Rojnameger Roja Azadiya Çapemeniya li girtîgehan pêşwazî dikin
09:09 Koçer ji ber operasyonên eskerî nikarin derkevin zozanan
09:08 Karê çandiniya Anadolê li ser pişta karkerên Rihayê ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2021'AN
02/05/2021
23:38 Çawîşê pispor ewil gef xwar û piştre lê xist
23:22 Ciwanekî li Konyayê pismamê xwe kuşt û jinbira xwe birîndar kir
22:07 9 dêr û keşişxaneyên Mêrdin ketin lîsteya UNESCO
21:37 Dayîka Aşitiyê Temel jiyana xwe dest da
20:00 Îro 340 mirov bi Covît-19 mirin
18:22 ÎHD: Zilaman li Egeyê di 4 mehan de mafê 294 jinan binpê kir
17:49 Ji bo AKP’ê serbest e, ji bo xelkê qedexe ye
16:11 TGC: Li şûna rojnamegeriyê tundiyê rawestînin
16:01 ÎDEF: Kana keviran dê felaketê bîne
15:23 Ciwanê 22 salî ji ber sedemên aboriyê întîhar kir
14:44 Dayika girtî Akman: Dengê zarokên me bibihîsin
14:06 Qedexeya ket roja hezar û 623’yan dirêj kir
14:06 Dema ku xurde kom dikir ji qata 1’an ket û birîndar bû
13:42 Girtî ji ber 'rewşa baş' nayê berdan
12:31 Parlamenterekî Iraqê: Em ê rê nedin Tirkiye baregehên eskerî ava bike
12:04 Teqawîtan DEM-SEN ava kir: Rêxistinî ferz e
11:48 Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê çi karî dike?
11:34 Li Îkîzdereyê herî diherike
10:51 246 kedkarên ku polîsan ew binçav kiribûn hatin berdan
10:32 Rojnameger Aydin: Hedef destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye
09:47 Kerestecîoglu: Em ê girîngiya Peymana Stenbolê vebêjin
09:10 OHD dê ji bo betalkirina giştînameya polîsan serî li Şûraya Dewletê bide
09:10 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 157'emîn de dewam dike
09:09 Ev nexweşîn ji dil ve li wan dide: Di heman malbatê de 60 kes li benda alîkariyê ne
09:07 Ji ber deynên serdema AKP’ê parka şaredariyê derxistine firotanê!
09:06 Bi daxuyanî û çalakiyên partiya xwe hat sûcdarkirin
09:02 Rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş ê 83 salî
09:01 Dostaniya îhaleyê ya ji Stenbolê dirêjî Amedê dibe!
09:00 SMO radest dike, Tirkiye jî cezayê giran li wan dibire
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2021'AN
08:25 MSB: Eskerekî jiyana xwe ji dest da
01/05/2021
22:53 Di şibake û şaneşînên malên xwe de 1'ê Gulanê pîroz kirin
21:51 Ji ber tengasiyên aborî întîhar kir
21:35 Li Tetwanê du malbatan şer kir: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
21:26 Nûçegihana me jî di nav de 34 kes li Enqereyê hatin berdan
19:42 373 kesên din ji koronayê mirin
17:09 Li Îzmîrê ligel qedexeyê jî, 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
16:54 HDP'î: Em şahidê tundiyê ne
16:41 Sancar karkerên kaxizên avêtinê ziyaret kir
16:40 Li Rihayê 1’ê Gulanê
16:37 Li Qelqeliyê mirina biguman a jinekê
16:19 Li Enqereyê ligel qedexeyê jî li gelek cihan meş hatin lidarxistin
16:18 Balafira bêmirov ket: Zarokek bi giranî birîndar bû
15:38 Jinên Îkîzdereyî: Em bi erdê re kaş kirin
15:32 Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê wê li dijî Tirkiyeyê bicive
15:13 Polîsan 220 kesên ku xwestin biçin Taksîmê binçav kirin
15:12 ÎHD: Bila girtiyê nexweş Devrîm Ayik bê berdan
15:04 ÎHD’ê xwest ku girtiyê nexweş Yagmakan bê berdan
14:54 Buldan 1'ê Gulanê pîroz kir: Em HDP li cem karkeran in
14:39 Gundiyên Îkîzderê hatin berdan
14:17 Dayikên Şemiyê aqûbeta Gul û Yaman pirsîn
14:15 Li Artvînê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê: 20 kes hatin binçavkirin
14:09 Şaredariya Dersimê birdariya 1’ê Gulanê ava kir
13:43 Xizmên windayan pirsa bersûcên Dundar kirin
13:35 Barîkat derbaskirin û gihiştin Taksîmê
12:40 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: 3 mirî 2 birîndar
12:39 Girtiyê nexweş ji ber emeliyata şaş seqet ma
11:37 Cenazeyê kolberê bi îşkenceyê hatibû kuştin radestî Îranê hat kirin
11:28 Rexmî qedexeyê jî bi çar milan ve meşiyan Taqsîmê
11:10 Ji girtîgehê derket, hevjîna xwe qetil kir
10:53 Polîsan li Enqereyê 4 endamên DAF’ê binçavkirin