Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan

img

STENBOL - Malbatên girtiyan ên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê hişyarî kirin û xwestin her kes li dijî tecrîdê rabin ser piyan û dakevin kolanan. 

Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtigeha Tîpa F a Îmraliyê 22 sal in bê navber berdewam dike. Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji 27'ê Mijdara 2020'an heta niha bê navber çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger berdewam dikin. Di 8'ê mijdara sala 2018'an de jî di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de li dijî tecrîdê, çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû. Çalakî li hemû girtîgehan û dervê welat belav bûbû. Ji ber çalakî li derve û hundir zêde bûn, Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. Niha jî çalakiya girtiyan didome. Çalakiya girtiyan ket roja 161'an. Malbatên girtiyên siyasî yên zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, bang li raya giştî kirin û xwest li dijî tecrîdê bêdeng nemînîn û tev li çalakiyan bibin. 
 
Girtî Bîrdal Abay, di sala 2018'an de dîsa bi heman daxwaz û armancê ketibû greva birçîbûnê. Wê demê jî 120 rojan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de mabû. Dîsa Serhat Bulut di nava 2 salan de 4 caran ket greva birçîbûnê. Malbatên Abay û Bulut diyar kirin ku çalakiyên girtiyan rewa û zagonî ne û daxwazên wan jî rewa û mirovî ne. Malbatan bang li raya giştî û parazvanên mafên mirovan kirin ku demek berî demekê li daxwazê wan xwedî derkevin ku tecrîd bi dawî bibe. 
 
BINPÊKIRINA MAFAN DIDOME 
 
Xwişka Bîrdal Abay, Gultan Abay, anî ziman ku birayê wê di telefonên hefteyî de her hefte qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dike û wiha got: "Birayê min diyar dike ku gardiyan di bin navê lêgerînê de, bi ser odeyan de digirin û zextên fîzîkî, derûnî li wan dikin. Dîsa diyar dike ku rojname, pirtûk, radyo û amûrê ragihandinê li wan qedexe dikin. Li dijî girtiyan muameleyên xerab pêş dixin. Bi rêk û pêk pêkutiyan dikin." 
 
DÎSA KETIN GREVÊ 
 
Gultan Abay, destnîşan kir ku girtî ji bo tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibin dîsa ketine grevê û wiha axivî: "Birayê min niha di grevê de ye. Di salên 2018 û 2019'an de dîsa bi heman armancê ketibû grevê. Wê demê 120 rojan di grevê de mabû. Ji ber cara din ketibû grevê nexweşî pêre çêbûn. Niha dîsa ketiye grevê û fikarên me zêde ne. Niha dîsa nexweşiyên wî didomin. Êdî çavê wî dûr nabîne. Pituyê diranên wî xera dibin. Nexweşiya mîdê pêre heye. Girtiyên ketine grevê bi piranî rewşa wan a tenduristiyê wekî hev e. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Birayê min di telefonê de anî ziman ku heta ew mafê xwe bi dest nexin û daxwazên wan pêk neyê, dest ji çalakiyê bernadin."  
 
Abay, anî ziman ku daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan, daxwazên mafdar in û wiha bi dawî kir: "Em bang li rayedaran dikin ku êdî tecrîdê bi dawî bikin.  Bila dengê me bibhîzin. Bila tecrîd û binpêkirina mafan bi dawî bibe. Bi hezeran girtî ketine grevê. Divê êdî rayedar daxwazên wan pêk bînin û raya giştî jî li dijî tecrîdê li daxwazên wan xwedî derkevin." 
 
DI 2 SALAN DE 4 CARAN KET GREVÊ 
 
Serhat Bulut jî ji ber xebatên siyasî bi îdeaya “Endamtiya Rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza xwar. 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Hîlwanê girtî ye. Serhat Bulut di 2 salan de 4 caran ket grevê. Dema Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ket grevê wê demê 87 rojan di grevê de mal. Di çalakiya Hezîrana 2020'an de dîsa 25 rojan ma. Piştî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di 27'ê Mijdara 2020’an de li dijî tecrîdê ketin grevê dîsa Serhat Bulut ket grevê. Bulut di 161 rojan de 2 caran, her carê 5 rojan bi dorvegek ket grevê. 
 
WEKÎ DIN RÊ NEBA
 
Dayika Serhat Bulut Ayten Bulut jî anî ziman ku wekî her dayikê naxwazin zarokên wan têkevin grevê û wiha got: "Ji bo zarokên me nekevin girevê, divê tecrîd û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Divê polîtikayên dewletê yên li dijî hiqûq û mafên mirovan bi dawî bibin. Ez ji kurê xwe re dibêjim 'Em naxwazin hûn têkevin grevê' Ew jî dibêje 'Wekî din tu rê nehiştine' Ew bi daxwaza xwe nakevin grevê. Pergal zorê li wan dike ku têkevin grevê. Ku tecrîd û zext tune bin girtî nakevin girevê." 
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Bulut, herî dawî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan û li ser hemû beşên civakê belav bûye û ev bang kir: "Divê tecrîd û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Girtî li dijî tecrîdê û li dijî zextên li ser girtiyan di grevê de ne. Divê her kes li dijî tecrîdê û van zextên li ser girtiyan rabin ser piyan. Divê em girtiyan bi tenê nehêlin. Bêyî em cudakariya ziman, nasname, reng, zayend û nijadê bikin em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. Em naxwazin girtî jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin îqtîdar dawî li van zext û zilmê bînin." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan - Rojîn Altay
 
 

Sernavên din

06/05/2021
16:55 Li Kanîreşê cenazeyê zilamekî hat dîtin
16:18 Li Antalyayê mirina biguman a dayik û keça wê
15:55 HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê plana çalakiyê derxist
15:02 AYM’ê Dogan a ku polisan li wê dabû mafdar dît
14:41 CFWIJ rapora meha Nîsanê weşand: Tirkiye di rêza yekem de ye
14:20 Penaberên îranî sewqî nexweşxaneyê nakin
14:15 'Em ê li dijî hiqûqa ku serdestan diparêze bêdeng nemînin'
14:00 Peker di kuştina rojnameger Kaharman de Agar nîşan da
13:59 Odeya Endezyarên Ziraetê banga ‘Plana Çalakiya Hişkesaliyê’ kir
13:49 Di 17 salan de 53 hezar û 784 kesan întîhar kiriye
13:27 Şandeya Netewên Yekbûyî çû serdana Şengalê
13:15 HDP’ê ji bo girtiyê nexweş Ferîdûn Kûrt serî li Meclîsê da
12:57 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:27 Li Wanê bi pileya 3.8 erd hejiya
12:16 Li 4 bajaran operasyonên eskerî hatin destpêkirin
12:15 Ji ber pandemiyê danişîna cînayeta Altinmakas taloq kirin
11:39 Kesê bêserûber gule berdan zarokek kuşt
11:38 Haber-Sen: Ji bo xebatkarên PTT’ê divê bergiriyên pêwîst bên girtin
11:14 Girtiyê nexweş: Tedawiya bi kelemçe veguheriye îşkenceyê
11:07 Hatûn Koç a ji ber tundiyê astengdar ma, derbarê wezaretan de doz vekir
10:48 Bi hezaran rûpel di meh û nîvekê de hatin lêkolînkirin û 424 sal ceza hat xwestin
10:13 Çîçek ê ji malbata wî 80 kes hatine kuştin: Bila rastiya komkujiyê derxin holê
10:11 Ji ber qedexeyê şitil riziyan
09:35 Li Sûrê 43 avahiyên vale, bûne cihê tiryakkêşan
09:19 Ji ber jana çavê xwe nikare bisekine
09:14 Rojnameger Tara: Wê encama operasyonê hevsengiyan biguherîne
09:13 Ji bo kampanya zimanê Kurdî mal bi mal digerin
09:12 Xizmên girtiyan: Divê li dijî tecrîdê her kes rabin ser piyan
09:12 Koma 33'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:11 Erbaş: Berpirsiyarê mirina kesên di çalakiyên Kobanê de AKP ye
09:10 Hamzaoglû: Heger pêşî li ber 'krîza jiyanê' neyê girtin dê şewb bidomin
09:08 Ji sala 1983'yan heya niha operasyonên derveyî sînor
09:08 Piştî hatina komên paramîlîter, li sînor bi navê ewleyiyê tiştek nema
09:08 Bêeleqeya li dijî facîaya keştiyê bersûcan bêceza dihêle
09:08 ‘Heta tecrîd ranebe civak aram nabe'
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2021'AN
05/05/2021
21:19 356 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Nûçegîhanê PîRHA’yê hat berdan
15:42 Beştaş: Pirsgirêka kurd bi operasyonên dersînor nayê çareserkirin
15:41 Biryara rizgarkirina Daristana Bajar
15:16 Li Rihayê polisan bi ser mizgeftan de girt û 10 kesî binçav kirin
15:10 Rojnameger Uyanik li polîsan gilî kir
14:48 Nûçegihanê PÎRHA’yê Ersin Ozgûl hat binçavkirin
14:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:21 Şaredariya AKP’ê xizmên endamên meclisê girt kar
12:30 Malbata Şenyaşar: Yên ku pêşeroja me dizîn, wê hesap bidin
12:24 Balafirên şer deverên Amêdiyê bombebaran kirin
11:59 DTO’yê bang kir ku Balûken were berdan
11:53 DFG: Dadgehê 60 rojnameger darizandin
11:40 Biryara Komkujiya Vartinisê: Bi fermana serfermandar hat şewitandin
11:20 Koç: TSK ya li Garê têk çû niha jî têk biçe dê siyaset biguhere
10:20 Xemsariyê Elvîna pitik kuşt
10:16 Gotin jiyana xwe ji dest daye lê 24 roj in di lênihêrîna awarte de ye
10:08 Li gorî çeteleya JinNewsê 17 jin hatine kuştin
09:56 16 karkerên çandiniyê birîndar bûn
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 160'emîn de dewam dike
09:01 'Divê em azadiya nûçewergirtin û belavkirinê biparêzin'
09:01 Lêpirsîna derbarê eskerê ku bi awayekî guman mir de temam bû
09:01 Xwendekarên jin: Em birin odeyeke bêkamera û li me xistin
09:01 'Çareserî ne operasyon, diyalog e'
09:01 Cîranên wî yên Sûryanî yeko yeko koç kirin
09:01 Rezên wan ji ber ava cihokê hişk dibin
09:00 ‘Em bibin dengê grevên birçîbûnê'
09:00 Prof. Dr. Alaeddinoglu: Hişkesalî ji koronayê talûketir e
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2021'AN
07:37 Polîsan li Agiriyê 2 zarok binçav kirin
04/05/2021
21:23 Îro 336 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:42 CÎSST’ê rapora girtîgehê ya meha nîsanê aşkera kir
16:25 Wekîlê HDP'ê li Çemê Ramadanê 53 kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn
16:22 76 kesên ku di serdegirtina mizgeftê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Mirina biguman a leşkerê roman: Rengê întiharê tê dayîn
15:52 Karkerê li Bûrsayê ji qatê 5'an ket mir
15:37 Li Wanê cenazeyekî şewitî hat dîtin
14:48 22 parlamenterên HDP’ê derbarê tundiya çawişê pispor de pêşnûmepirs dan meclisê
14:39 Şandeya HDP’ê seredana ajansa me kir
14:25 3 roj in Alîbogazi tê bombebarankirin
14:08 Li Êlihê doza 24 kesan taloq bû
13:56 Di riya ku qereqolê teng kir de qeza çêbû
13:51 Lêpirsîna serdana HDP’ê li Îmamoglû destpêkirin
13:38 Dema ku xwest mar bikûje 4 zarokên xwe birîndar kirin
13:25 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
13:21 Di meha nîsanê de 16 jin hatine qetilkirin
13:07 ‘Ji hişbirê re na! Li taxa xwe xwedî derkeve’
13:02 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi hev re ava bikin
12:50 Li nexweşxaneya dewletê tecawiza sîstematik
12:47 ÎHD: Divê Qirkirina Dersimê bê nasîn
11:51 Eskeran li Sasonê 5 kes binçav kirin
11:36 Servîsa karkeran wergeriya: Karkerek mir, 19 karker jî birîndar bûn
11:35 ŞONIM’ê ji mexdûra tundiyê delîl xwest
11:03 Polîsên Kolombiyayê di çalakiyên li dijî hikumetê de 21 kes kuştin
10:50 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Şahiyên Remezanê’ 500 hezar lîre xerc kir
09:11 Namzeta Taxa Mevlana Halît: Bila vê carê jinek bibe keya
09:00 Bijîşk Yavîç: Şewb bi giştînameyan tê birêvebirin
09:00 Ji ber kûpurên rojnameyê ceza li rojnamevanê girtî birîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roj 159'emîn de dewam dike
09:00 Berteka welatiyan a li dijî tesîsa bermayiyan
09:00 Penaberekî li GGM'yê dimîne: Li vir dem nediyar e, em xiyalşikestî bûn
09:00 Cengîz Holdîng dixwaze herêma Behra Reş talan bike
09:00 Karkerên ku di dema pandemiyê de dixebitin: Tu qîmeteke canê me tune ye
09:00 Dayîkên Cizîrê bertek nîşanî operasyonê dan: Divê kurd destûrê nedin operasyonê